Sê siwariyên xerîb û Xidirê bostanvan

Sê siwariyên xerîb û Xidirê bostanvan

Welat Agirî

Pey zivistaneke dijwar û bihareke zor û zehmet, havînê xwe gîhandibû warê Serhediyan. Erê li vê herêmê zehmetiyên biharê gelek in. Biharên Serhedê jî naşibin biharên deverên din. Bi gelemperî bihar bi rengê xwe tê. Bi keskahiya xwezayî hawêrdorê wek çarşefekê dinixumîne. Bi nixumandina rengê keskahî re teyr û tilûr bi dengê xwe ên cur bi cur mizgîniyê dighînin Benî Adem. Roj bi tîrêjên xwe qeşa dilan dihelîne û pêlên bayê nerm û germ laşê jîndaran miz dide.  Germahiya tavê dilşadiyê dibarîne ser herêmê û dilan bi çiftexasê serfiraziyê dipêçîne.

Lê em nikarin heman tiştan ji bo biharên Serhedê re jî bêjin. Nîşana hatina biharên Serhedê ne keskahiya xwezayê, ne jî deng û awazên teyr û tilûran e. Nîşana yekemîn dilopên bêwext in. Mal û avahiyên herêmê bi kêranan tên ava kirin, kêranên malê bi qamûş û xesîla ve tên pêçandin û pey re jî dar û qamûşên malê bi xweliya xam tê nixumandin. Dilopên bêwext, şev nîvê şevê an jî li ber berbangekê xwelî û qamûş re didin der û xwe berdidin li ser laşên bineciyan. Û ew dilopa yekemîn a diniqute hindurê malê îlana hatina biharê dike û hişyariyê dide gundiyan. Bi hişyariya dilopa yekemîn re hemû alav û firaqên malê wezîfeke nû didin li ser milên xwe. Satil, beroş, qûşxane, elb, elbik û çaynikên malê cî û nivînan, cil û bergan ji dilopên biharê diparêzên. Nîşana duyemîn belekiyên berfê ne. Zivistan neçar pergala gerdûnê razî dibe û berf li ber germê têk diçe. Bi têkçûnê re helîn dest pê dike û berfa zivistanê hêdî hêdî dihele. Helandin bi xwe re heriyê jî tîne û herî axpîn û bênderan, rê û kolanan hildide li bin perên xwe û jiyanê yekser dihetikîne. Ev helandin herî kêm mehekê ji mehên biharê didize. Erê ew keskahiya xwezayê a bi hatina biharê re axê dixemilîne, dewsa bîst û yekê Adarê di bîst û yekê Nîsanê de dest bi erk û vatiniya xwe dike.

Mehên havînê mehên kar û şuxul in. Di van mehan de gundî wext nabînin ku sukura xwe bixurînin. Wê rojê dora avê ya Xidoyê Bostanvan bû. Hê karê avdanê neqediyabû lê rih di çokên Xidir de nemabû ku li ser xwe bisekine. Balgîyekî bi sêbelgoka dagirkirî dabû ber serê xwe û di kolikê de ketibû xeweke giran. Li ser xewa şêrîn re nîv saet derbasnebûbû ku keçeke deh-duwanzdeh salî bi tevgereke şepirze derê kolikê vekir. Zarokeke por zer û çavşîn bû. Di wê germa havînê de dêrekî gevez î qedîfe li ser û xwêdanê ji dêre re dabû der. Hilke hilka keçikê, diyar bû ku ji hineka direve. Keçikê bi dermila dêrê xwe ava pozê xwe paqij kir û deng li Xidir kir:

  • Kalo rabe, hatin, hatin kalo rabe!

Xidir qet rewşa xwe neguherand. Xwe ser piştê welgerand da ser milê çepê, çîpa xwe a rastê bilindkir, pê xwe kuta dîwarê kolikê. Keçika piçûk bi dermila xwe a din dîsa pozê xwe paqij kir û bi dengekî bilind gotina xwe dubare kir.

  • Kalo rabe, hatin. Ez ditirsim, pîrka min jî ne li vir e. Sê heb in kalo, sê…

Keçikê dît ku gazî û qêrîn fêde nake, vê carê bi herdu destên xwe hejand. Bi hejandinê re Xido li cîhê xwe quloz bû. Serê xwe bê mane vî alî û wî alî vegerand. Pêşiyê ziq li lingê xwe ê rastî nêhêrî, gora wî a panî qetyayî bala wî kişand. Pey re çavên xwe girt, bi destê çepê kumê xwe li serê xwe hilda û bi destê rastê serê xwe firikand. Çavên xwe vekir, awirek di keçikê de veda:

  • Hey min xweliya heft welatan li serê te kirê, ka bêje te ji min xêr e! Çima nahêlî ev kalemêra deh deqa çavên xwe bide ser hev!

Keçikê serê xwe ber bi derê kolikê vegerand û got:

  • Hatin kalo, hatin, sê heb in. Hê qîzikê gotina xwe neqedandibû ku fişe fişa hespekî kete guhên Xidir û bi dû dengê hespê, dengê merivekî:
  • Xalo

Xidir serê xwe bilindkir, bi tiliya xwe a qilîçê şîrtoqên çavên xwe paqij kir. Bi baldarî û meraq pêşiyê li hespê nihêrî, hespekî boz bû û hilmê ji firnikan re dida der. Pey re çavên xwe hêdî hêdî ber bi siwariyê hespê vegerand. Ev zilam merivekî nenas bû. Temenê wî sî an jî sî û pênc sal bû. Destê wî de tiving û newqa wî yekser bi rext û fîşengan ve rapêçayî bû. Xidir rabû ser xwe, ber bi mêrik çû. Mêrik bê axavtin serê xwe vegerand, li aliyê Avekevirê mêzand û carke dinê li ser Xidir de vegeriya:

  • Selam eleykim Xalo. Xala sûretê vî zilamî bala Xidir kişandibû. Xêlekê li xala li ser sûretê aliyê rastê nihêrî. Û nişkava serê xwe hejand:
  • Wey elêkim selam bavê mino. Heyran çima li ser piya disekinî, de keremke were rûnê! Zilam bi serê xwe erê kir û bi dengekî xurt domand:
  • Ez ê werim, ez ê werim. Lê du hevalê min jî hene, wa tên. Bila ew jî werin, emê bi hev re derbasî hundir bibin. Bi bihîstina hatina du hevalan re dilê Xidir kire pite pit, reng û rûçik pê ve nema. Serê xwe di derê kolikê re derxist, awirek da hawêrdorê. Ji aliyê gund tu kes nedihat. Zilam:
  • Xalo heval ji vî alî tên. Ew î jî berê xwe ber bi Avekevirê vegerand. Du suwarî dihatin. Ew herdu jî hatin li ber wan sekinîn. Wana jî got:
  • Selam eleykim. Xidir zilama nihêrî, sê mêr, sê çekdar, sê tiving û fîşengên girêdayî.
  • Wey elêkim selam, hûn xêr hatine. Bi xwedê min hûn nas nekirin. Dibê ku hûn ji van gundên cînar nebin. Dema gotina xwe qedand, berê xwe vegerand li hespan nihêrî, ev çi cins hesp bûn, qet nedişibiyan hespên gundiyan. Û carke dinê bi rûyekî meraq vegeriya :
  • Hûn hişê min binhêrin! Bibexşînin, li ser piya pirsa mêvana dipirsim. De werin kerem bikin rûnên. Ew heval derbasî hundir bûn. Xidir jî derbas bû. Hersê heval jî çarmêrkî rûniştin. Xidir jî hat hemberê wan çarmêrkî rûnişt û pala xwe da dîwêr. Ew keçika piçûk jî hat ser çokên Xidir rûnişt. Xidir carke din yek bi yek rûyê wan nihêrî. Ew ê ewil hatibû got:
  • Xalo ez jî vê herêmê me, jî Bazîdê me. Nave min Şiko ye, Şikoyê Mihê. Xidir serê xwe ba kir:
  • Ser çavê min, ser serê min. Şikoyê Mihê domand:
  • Ev biraka Ewdal e, ji Tekmanê ye.
  • Tekmanê?
  • Erê Tekman, navçeya Erziromê. Xidir di ber xwe de û bi rewşeke ecêb hûr hûr dikene, meriv digo qey Tekman wek parzemîna Amerîkayê nû ve hatiye dîtin, got:
  • Peyy ça nizanim, dema ez xortbûm ez bi bavê xwe re diçûm, me ji wir kartol dianîn. Erê lê xort bûm. Lê aniha ka xortbûn li ku ma, ji destê me firya çû. Şikoyê Mihê domand:
  • Ev bira jî ji Milazgirê ye, nave wî Ûsib e.
  • Hûn hersê jî ser çavê min re hatine.
  • Şikoyê Mihê:
  • Xwedê ji te razî be.
  • Ewdal:
  • Mala te ava.
  • Usib:
  • Xwedê ji te razî be. Ewdal got:
  • Xalo ma aveke te sar heye. Xidir bi xeberdaneke nerm:
  • Wey mala minê, qet nehate aqlê min ku ji we bipirsim ka tîne an birçîne?
  • Weleh em têr in, ne birçî ne, hema tu avekê bidî me bes e. Xidir got:
  • Gulê de rabe misîn tijîke û bîne. Keçikê misînekî bafûn hilda û derket derva, çend deqê şûn de bi avê ve vegeriya. Xidir got:
  • Heyran tu dibêjî ava sar, ma qet li Serhedê ava germ heye got û keniya. Bi kenandina wî re duxuya ku ji xeynî çend dirana diran devê wî de nemane û ên mayî jî rizî bûbûn. Bi kenandina wî re hevalên din jî keniyan. Şikoyê Mihê got:
  • Erê welle li Serhedê av mînanî kêrê dibire davûje. Xidir got:
  • Wey mala te ava, te çawa go hema wisa, dibire davûje. Hersê zilaman ava xwe vexwar in û Usib pirsî:
  • Xalo ev zaroka keça te ye?
  • Na bavê min, neviya min e. Ewdal:
  • Xwedê bextekî baş bidê. Usib:
  • Çend salî ye?
  • Delala min yanzdeh salî ye. Şikoyê Mihê:
  • Dê û bavê wê li ku ne? Bi pirsa Şiko ve reng û rûçikê Xidir guherîn. Kesereke kûr kişand, serê xwe bi kerb hejand lê bersîv neda. Wan zilaman jî nepirsîn. Xidir bi dengekî bilind wek ku bixwaze se û berata wê pirsê ji holê rake:
  • Heyran ka hûn hinekî bêhna xwe berdin, ez jî ji we re xwarinê çêkim. Saetek nakşîne ha. Şikoyê Mihê:
  • Xalo Xwedê zêdeke, weleh em birçî nîn in. Jixwe tu westiyayî, me nehîşt tu razê jî.
  • Na birayê min, wisa nebêje heyran, hûn mêvanê min in. Qet behsa westandinê neke, ez herdem dibetilim, êdî ne wek berê me, karê bostan ji min re zor tê.
  • Xalo ez jî baş zanim ku karê bostîn zor û zehmet e. Qenebe tu adaniyeke baş jê hiltînî?
  • Heyran hema te re bêjim, li vê dinyayê ji axê çêtir tu tişt tune, na bi Xwedê tune ye. Tu yekî davêjî, ew sedî dide te. Mala Xwedê ava. Lê ev bostanê min bûya helbet ez jî îro di rewşeke din de bûm. Hema bila wek nîvê vê zeviye erdekî min hebûye ax hema bila nîvê vê…
  • Weh, xalo me jî digot ev bostanê te ye, me nizanibû…
  • Na bevê min, ez ku ev zeviya avî ku… ev zeviya Fikoyê Emîn e. Jixwe nîvê milkê vî gundî ê Fikoyê Emîn e. Em jî kolê wî ne bavê min, kolê wî. Heke em salewaxtê sed kîlo kartol ji vî bostanî hildin, Fikoyê deh kîloya bide me, ê ew jî baş e, heke nede jî nade, ka kê jê re çi bêje. Di gund de yekî deynê wî ji Fiko re tune be nîne. Em hemû jî deyndarê wî ne. Tu qûlê Xwedê nikare erê ya wî bike na, na heyran ka kê dikare. Dewlet bi wî re ne birakno dewlet, her hefte qumandarê qereqolê li mala wî ye. Ê dema dewlet pişta meriv be, qe ew pişt tê erdê êdî. Gotina xwe domand û dît ku ji wan zilaman qet deng derneket. Xidir domand:
  • De ka bêjin hûn li vir çi digerin, dibe ku hûn qaçaxê dewletê bin? Min re bêjin ez jî apê we me. Qaçax mêr in, bavê min jî qaçaxek bû. Yanzdeh sala ji dewletê revî. Ya rastî dewletê jî zanibû bavê min li ku dimîne, lê newêribûn ser kevin. Heyran ka kê ser qaçaxa dikeve. Ma ew tiştekî hêsan e? îja di nava wan gundan de yekî navê wî nebihîstiya hebû? Dema digotin Cemîlê Mero ava qerisî diheliya, pehh kul mala bavê mêra nekeve. Mêr hene mêr jî hene,- got û vegeriya ser mêvana:
  • Bêjin, bêjin netirsin, ez jî kurê qaçaxekî me, hûn ji dewletê direvin erê? Ewdal got na xalo na em ji dewletê narevin, em yekî digerin. Me bîhîst ku di vî gundi de şivantiyê dike. Em alîkariya te dixwazin. Xidir bi meraq pêşiyê Ewdal paşê yên din nihêrî
  • Peyy, qe şivan an gavanekî ez nasnekim heye. Ka bêjin çi kese, nave wî çîye, bêjin bavê mino, bêjin.
  • Xalo jê re dibêjin Zibo. Ji lingekî dukule. Dema Xidir navê Zibo bihîst hêdîka ser milê xwe ve vegeriya, nêrînek da sîlahên wan:
  • Eee Zibo, erê Zibo! Gelo hûn behsa kîjan Ziboyî dikin? We xêr e? Hûn ê çi bikin Zibo. Ewdal:
  • Hevalek e, divê em bibînin. Usib:
  • Divê em wî bibînin. Şikoyê Mihê:
  • Xalo metirse, em wî nas dikin, tu xirabîya me naghîje kesî. Xidir rabû, ser çokên xwe rûnişt, bi tevgereke ecêb, meriv digo qet ne tirsiyaye:
  • Ê wê demê bêjin bavê min, çima Zibo digerin? Usib hers bû:
  • Xalê Xidir, ez ê ji te re çend cara bêjim. Me got hevalê me ye, divê em wî bibînin. Rizo carke din nêrînek da çeka:
  • Hers nebe keko, min negot ez nabêjim. Hûn mêvanê min in, hela rûnên ez xarinekê we re çêkim, pey re em ê sohbeta xwe bidomînin. Ewdal rabû ser xwe:
  • Apo tu tiranê xwe li me dikî, em dibêjin karê me ecele ye, tu dibêjî xwarin û sohbet.
  • Temam kekê min çima hers dibî heyran, ez ê nîşanî we bikim, ez ê guhirê nîşanî we bikim bavê mino, hêrs nebe heyran, hêrs nebe ez qurban.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev