Banga Komeleya nivîskarên kurd li Swed

Banga Komeleya nivîskarên kurd li Swed

Komeleya nivîskarên Kurd li Swêdê ji parlemento, komîsyon û konseya Ewropayê hêvî dike.

Dear Mr President Jean-Claude Juncker

Dear Mr Martin Schultz

Dear Mr Donald Tusks 

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê, prensibên Yekîtîya Ewropayê ji bo mirovahîyê pêngaveke mezin û girîng dibîne. Ewropayê bêşik di dîroka mirovahîyê de roleke sereke wergirtîye. Îro YE yê li gor prensîbên xwe parêzerîya mafê mirovan, netewe û kêmneteweyên bindest, ol û bawerîyên diskrimine dibin, dike. Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê, hêvî dike ku prensîbên YE ji bo Kurd û hemî pêkhatîyên Kurdistanê jî bên bikaranîn. YE yê di derheqê Kurd û Kurdistanîyan de xwedî dîrok e û bi vê pirsgirêkê ve ji nêz ve pêwendîdar û agahdar e.

Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê li Rojhelata Naverast tevlihevî û alozîyan diafirîne. Lewra Kurd û welatê wan Kurdistan, bêyî îradeya wan, bi nexşeyek ne dadwerî û dijî mirovahîyê, hatîye dabeşkirin. Sîstem û dadwerîya navneteweyî, nemaze sîstema Ewropayê, nêzî sed salî ye ku wek astenga sereke dijî neteweya Kurd bicî bûye.

Neteweya Kurd li her çar beşên Kurdistanê bi mebesta bidestxistina mafê neteweyî û demokratî têdikoşin. Kurd neteweyek aştîxwaz û medenî ye. Heta îro kurdan êrîşî ser yek neteweyî, ol û bawerîyên cuda nekirîye û xaka tu kesî jî dagîr nekirîye. Kurd tenha li ser xaka xwe mafê xwe yê neteweyî û demokratî dixwaze ku ev jî mafekî xwezayî ye.

Kurd bi dehan caran ji alîyê dagîrkerên Kurdistanê ve bi qetlîam û jenosîdan rûberû bûne. Herî dawî Kurdên Ezdî, li başûrê Kurdistanê bi jenosîda DEAŞ ê ve rûberû bûn û heta nuha bi hezaran jin û keçên Kurdên Ezdî di destê DEAŞ ê de dîl ketine. Mixabin hetanî nuha sîstem û dadwerîya navneteweyî û nemaze dadwerîya Ewrupayê, ji bo çareserkirina pirgirêka Kurdistanê nehatîye guherîn.

Kurd û hemî pêkhatîyên Kurdistanê pêwîstî bi serxwebûna başûrê Kurdistanê heye. Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê bawer dike ku serxwebûna Kurdistanê dikare kurd û pêkhatîyên Kurdistanê ji genosîd û qetlîaman biparêze û bibe sedema aramîyê li Rojhelata Naverast.

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê bawer dike ku heta pirsgirêka Kurdistanê çareser nebe û Kurd û pêkhatîyên Kurdistanê negihêjin mafê xwe yên neteweyî û demokratî, aştî û aramî nagihêje Rojhelata Naverast û bingehê jîyaneke hevbeş li Rojhelata Naverast bicî nabe. Herweha şax û çirûskên vê nearamîyê dê Ewropayê jî nerehet û civata Ewropayê aloz bike.

Çareserîya pirsgirêka Kurdistanê dê keys û derfetên sîyasî û demokrasîyê ji bo aştî û aramîya rojhelata naverast û ji bo dahatîyek hevbeş ya pêkhatîyan (netewe, kêmnetewe, ol û bawerîyên cûda) pêşkêş bike û biencam bibe.

Komeleya nivîskarên Kurd li Swêdê aktif midaxeleya alîyên pirsgirêka Kurdistanê, ji parlemento, komîsyon û konseya Ewropayê hêvî dike. Herweha gelên kurdistanê jî li hêvîya midaxeleya YE ye. Midaxeleya YE, ji alîyekî ji bo bicîkirina konsensus û peymanên Ewropayê (navneteweyî) herweha jiholê rakirina neheqîya li kurdan hatîye kirin û ji alîyekî din jî ji bo dîyalog û aştîya nava gelên rojhelata naverast alîkarîyek bêhempaye.

Birêzan

Başûrê Kurdistanê nêzî serxwebûnê ye. Hemî pêkhatîyên Kurdistanê di qada navneteweyî û neteweyî de ji bo serxwebûna başûrê Kurdistanê xebatê dikin û li hêvîya alîkarîya cîhana demokratîk û aştîxwaz e ku bikaribe serxwebûna welatê xwe bide nasîn. Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê, ji YE dixwaze ku raste rast palpiştê serxwebuna başûrê Kurdistanê be û li her çar beşên Kurdistanê mafên kurdan yên neteweyî û demokratîk biparêze.

Şerê dijî terorîzmê kurdistanîyan û cîhana medenî, aştîxwaz û demokratan dighîne hev. Îro hemî pêkhatîyên Kurdistanê li her çar beşên Kurdistanê dijî terorîzma dewletên dagîrker û dijî DEAŞ ê şer dikin û giranbihayên mirovahîyê diparêzin.

Kurdistana serbixwe dê dawî li jenosîdên pêkhatîyên Kurdistanê bîne û dê bibe sedema giranbihayîyên mirovahîyê. Lewra Kurdistana serbixwe li Rojhelata Naverast nimûneya dewleta pirçandî, pirolî, pirbawerî û medenî ye ku bi giranbihayîyên Ewropayê re digunce.

Kurd û hemî pêkhatîyên Kurdistanê bi hêvîya sererastkirina çewtîyên dîrokê, destên xwe dirêjî alîkarî û palpiştîya Yekîtîya Ewropayê dikin.

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê sersala we û ya cîhana demokratîk pîroz dike û hêvî dike ku sala 2017 an ji bo kurdistanîyan û ji bo hemî mirovahîyê bibe sala aştî û aramîyê. 

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê.  

 

Dear Mr President Donald Trump

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêde, helbijartina gelên Emerîkayê ku we jibo serokê Dewletên Yekgirtî yên Emerîkayê helbijartîye pîroz dike.

Birêz Serok Trump

Despêka sala 2017 an dê bibe despêka qada xebat û tekoşîna we. Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê di xebata we jag ji bo cîhanek dadwer de serkeftinê dixwaze.

Birêz Serok Trump

Em pêwîst nabînin ku pirsgirêka Kurdistanê ji bo we şîrove bikin. Birêz serok Tramp, di axaftinên xwe de gelek caran pirsgirêka Kurdistanê anîye zimên. Kurd dixwazin bi berdewamîya pêwendîyên Kurdan û Emerîkayê piştrastbin.

Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê, bingeha kaos û alozîya rojhelata naveraste. Lewra Kurd û welatê wan Kurdistan, bêyî îradeya wan, bi nexşeyek ne dadwerî û dijî mirovahîyê, hatîye dabeşkirin. Sîstem û dadwerîya navneteweyî, nêzî sed salîye ku wek astenga sereke dijî neteweya Kurd bicî bûye.

Neteweya Kurd li her çar beşên Kurdistanê bi mebesta bidestxistina mafê neteweyî û demokratî têdikoşin.Kurd neteweyek aştîxwaz û medenî ye. Heta îro kurdan êrîşî ser yek neteweyî, ol û bawerîyên cuda nekirîye û xaka tu kesî jî dagîr nekirîye. Kurd tenha li ser xaka xwe mafê xwe yê neteweyî û demokratî dixwaze ku ev jî mafekî xwezayî ye.

Kurd bi dehan caran ji alîyê dagîrkerên Kurdistanê ve bi qetlîam û jenosîdan rûberû bûne. Herî dawî Kurdên Ezdî, li başûrê Kurdistanê bi jenosîda DEAS ê ve rûberû bûn û heta nuha bi hezaran jin û keçên Kurdên Ezdî di destê DEAS ê de dîl ketine. Mixabin hetanî nuha sîstem û dadwerîya navneteweyî ji bo çareserkirina pirgirêka Kurdistanê nehatîye guherîn.

Kurd û hemî pêkhatîyên Kurdistanê pêwîstî bi serxwebûna başûrê Kurdistanê heye. Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê bawer dike ku, serxwebûna Kurdistanê dikare kurd û pêkhatîyên Kurdistanê ji genosîd û qetlîaman biparêze û bibe sedema aramîyê li rojhelata naverast.

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê bawer dike ku heta pirsgirêka Kurdistanê çareser nebe û Kurd û pêkhatîyên Kurdistanê negihêjin mafê xwe yên neteweyî û demokratî, aştî û aramî nagihêje rojhelata naverast û bingehê jîyaneke hevbeş li rojhelata naverast bicî nabe.

Çareserîya pirsgirêka Kurdistanê, dê keys û derfetên sîyasî û demokrasîyê ji bo aştî û aramîya rojhelata naverast û ji bo dahatîyek hevbeş ya pêkhatîyan (netewe, kêmnetewe, ol û bawerîyên cûda) pêşkêş bike û biencam bibe.

Komeleya nivîskarên Kurd li Swêdê, aktif midaxele û parastina Emerîkayê hêvî dike ku gelên kurdistanê jî li hêvîya midaxele û piştgirîya we ye. Parastina Kurdistanê ji alîyekî ji bo bicîkirina konsensus û peymanên navneteweyî û jiholêrakirina neheqîya li kurdan hatîye kirin û ji alîyekî din jî ji bo dîyalog û aştîya nava gelên rojhelata naverast alîkarîyek bêhempaye.

Birêz Serok

Başûrê Kurdistanê nêzî serxwebûnê ye. Hemî pêkhatîyên Kurdistanê di qada navneteweyî û neteweyî de ji bo serxwebûna başûrê Kurdistanê xebatê dikin û li hêvîya alîkarîya cîhana demokratîk û aştîxwaz e ku bikaribe serxwebûna welatê xwe bide nasîn.

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê, ji Emerîkayê û ji birêz serok Trump hêvî û daxwaz dixwaze ku raste rast palpiştê serxwebuna başûrê Kurdistanê be û li her çar beşên Kurdistanê, mafên kurdan yên neteweyî û demokratîk biparêze. Lewra îro ji her demê bêtir pêwîstîya Kurdan bi parêzerîya Emerîkayê heye.

Şerê dijî terorîzmê kurdistanîyan û cîhana medenî, aştîxwaz û demokratîk digîne hev. Îro hemî pêkhatîyên Kurdistanê li her çar beşên Kurdistanê dijî terorîzma dewletên dagîrker û dijî DEAS ê şer dikin û giranbihayên mirovahîyê diparêzin.

Kurdistana serbixwe dê dawî li jenosîdên pêkhatîyên Kurdistanê bîne û dê bi parastina giranbihayîyên mirovahî yê ve biencam bibe. Lewra Kurdistana serbixwe li rojhelata naverast nimûneya dewleta pirçandî, pirolî, pirbawerî, svîl û demokratîk e ku bi giranbihayîyên cîhana demokratîk û Yekîtîya Ewropayê re digunce.

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê dubare helbijartina birêz serok Trump pîroz dike û di xebata we ya despêka 2017 an de serkeftinê hêvî û daxwaz dike.

Rojhelata naverast dê li gor pêwendîyên Emerîkayê û Kurdistanê şekil bigre û dê xebata ji bo aştîyê û dîyaloga navbeyna gelan bihêztir bike.

Bi vê minasebetê komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê sersala we û ya gelên Emerîkayê pîroz dike û hêvî dike ku sala 2017 an ji bo Gelên Emerîkayê, ji bo gelên Kurdistanê û hemî mirovahîyê bibe sala aştî û aramîyê. 

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê. 

Dear Mr President Vladimir Vladimirovich Putin

Birêz Serok Putin

Federasyona Rusyayê ji her demê bêtir, îro di rojhelata naverast de roleke sereke werdigre û bi mesûlîyeteke mezintir tevdigere. Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê, hêvî dike ku xebata we li rojhelata naverast bi aştî û aramîya herêmê ve biencam bibe.

Birêz Serok Putin

Em pêwîst nabînin ku pirsgirêka Kurdistanê ji bo we şîrove bikin. Birêz serok Putin, di axaftinên xwe de gelek caran pirsgirêka Kurdistanê, dostanîya gelê Kurd û Rusyayê anîye zimên. Kurd dixwazin bi berdewamîya pêwendîyên Kurdan û federasyona Rusyayê piştrastbin.

Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê, sed sale ku li rojhelata naverast bûye sedema kaos û alozîyan. Lewra Kurd û welatê wan Kurdistan, bêyî îradeya wan, bi nexşeyek ne dadwerî û dijî mirovahîyê, hatîye dabeşkirin. Sîstem û dadwerîya navneteweyî, nêzî sed salîye ku wek astenga sereke dijî neteweya Kurd bicî bûye.

Neteweya Kurd li her çar beşên Kurdistanê bi mebesta bidestxistina mafê neteweyî û demokratî têdikoşin.Kurd neteweyek aştîxwaz û medenî ye. Heta îro kurdan êrîşî ser yek neteweyî, ol û bawerîyên cuda nekirîye û xaka tu kesî jî dagîr nekirîye. Kurd li ser xaka xwe ya dîrokî mafê xwe yê neteweyî û demokratî dixwaze ku ev jî mafekî xwezayî ye.

Kurd bi dehan caran ji alîyê dagîrkerên Kurdistanê ve bi qetlîam û jenosîdan rûberû bûne. Herî dawî Kurdên Ezdî, li başûrê Kurdistanê bi jenosîda DEAS ê ve rûberû bûn û heta nuha bi hezaran jin û keçên Kurdên Ezdî di destê DEAS ê de dîl ketine. Mixabin hetanî nuha sîstem û dadwerîya navneteweyî ji bo çareserkirina pirgirêka Kurdistanê nehatîye guherîn.

Kurd û hemî pêkhatîyên Kurdistanê pêwîstî bi serxwebûna başûrê Kurdistanê heye. Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê bawer dike ku, serxwebûna Kurdistanê dikare kurd û pêkhatîyên Kurdistanê ji genosîd û qetlîaman biparêze û bibe sedema aramîyê li rojhelata naverast.

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê bawer dike ku heta pirsgirêka Kurdistanê çareser nebe û Kurd û pêkhatîyên Kurdistanê negihêjin mafê xwe yên neteweyî û demokratî, aştî û aramî nagihêje rojhelata naverast û bingehê jîyaneke hevbeş li rojhelata naverast bicî nabe.

Çareserîya pirsgirêka Kurdistanê, dê keys û derfetên sîyasî û demokrasîyê ji bo aştî û aramîya rojhelata naverast û ji bo dahatîyek hevbeş ya pêkhatîyan (netewe, kêmnetewe, ol û bawerîyên cûda) pêşkêş bike û biencam bike.

Komeleya nivîskarên Kurd li Swêdê, aktif midaxele û parastina Federasyona Rusyayê hêvî dike ku gelên kurdistanê jî li hêvîya midaxele û piştgirîya we ye. Parastina Kurdistanê ji alîyekî ji bo bicîkirina konsensus û peymanên navneteweyî û jiholêrakirina neheqîya li kurdan hatîye kirin û ji alîyekî din jî ji bo dîyalog û aştîya nava gelên rojhelata naverast alîkarîyek bêhempaye.

Birêz Serok

Başûrê Kurdistanê nêzî serxwebûnê ye. Pêwendîyên Rusyayê û Başûrê Kurdistanê dîrokî

ne û birêz serok Putîn ji van pêwendîyan agahdare. Hemî pêkhatîyên Kurdistanê di qada navneteweyî û neteweyî de ji bo serxwebûna başûrê Kurdistanê xebatê dikin û li hêvîya alîkarîya cîhana demokratîk û aştîxwaz e ku bikaribe serxwebûna welatê xwe bide nasîn.

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê, ji Federasyona Rusyayê û birêz serok Putin hêvî û daxwaz dike ku raste rast palpiştê serxwebuna başûrê Kurdistanê be û li her çar beşên Kurdistanê, mafên kurdan yên neteweyî û demokratîk biparêze. Lewra îro ji her demê bêtir pêwîstîya Kurdan bi parêzerîya Federasyona Rusyayê heye.

Şerê dijî terorîzmê kurdistanîyan û cîhana medenî, aştîxwaz û demokratîk digîne hev. Îro hemî pêkhatîyên Kurdistanê li her çar beşên Kurdistanê dijî terorîzma dewletên dagîrker û dijî DEAS ê şer dikin û giranbihayên mirovahîyê diparêzin.

Kurdistana serbixwe dê dawî li jenosîdên pêkhatîyên Kurdistanê bîne û dê bi parastina giranbihayîyên mirovahî yê ve biencam bibe. Lewra Kurdistana serbixwe li rojhelata naverast nimûneya dewleta pirçandî, pirolî, pirbawerî, svîl û demokratîk e ku bi giranbihayîyên cîhana demokratîk û Yekîtîya Ewropayê û bi prensîbên Federasyona Rusyayê re digunce.

Rojhelata naverast dê li gor pêwendîyên cîhana demokratîk, nemaze Federasyona Rusyayê û Kurdistanê dê şekil bigre û dê xebata ji bo aştîyê û dîyaloga navbeyna gelan bihêztir bike.

Em Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê, di xebata we ya ji bo aştî û aramîya rojhelata naverast de serkeftinê dixwazin.

Bi vê minasebetê komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê sersala we û ya gelên Rusyayê pîroz dike û hêvî dike ku sala 2017 an ji bo Gelên Rusyayê, ji bo gelên Kurdistanê û hemî mirovahîyê bibe sala aştî û aramîyê. 

 

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev