”MILETÊ TAÛS”: NAVLÊKIRINA 5000 SALÎ – Beşa duduyan

”MILETÊ TAÛS”: NAVLÊKIRINA 5000 SALÎ – Beşa duduyan

Me ev gotara delal ya nivîskarê malpera me Torinê Torinî wextekê di malpera xwe da çap kiribû. Lê dema Torinê Torinî pê hesiya, ku UNESCOyê di derbarê Newrozê da biryar da û ew wek ”kevneşopîya manewî ya here kevn a cîhanê” bi nav kir, careke din li gotara xwe vegerîya, ew bi malûmatîyên balkêş û hewaskar va dagirt û ji me ra şand. Em wê careke din çap dikin, ji ber ku ew di dîroka gelê me da bûyereke dîrokî ye. Ji ber ku gotar mezin e, me ew kiribû du beşan û beşa pêşin duh çap kiribû. Em beşa duduyan jî îro çap dikin.

Torinê Torinî, lêkolîner

(beşa vê gotarê a pêşin me duh çap kiribû)

Gelo çi mînanîhevbûn navbera bîr – bawerîyên sûmeran û êzdîyan da derbarê Taûs – Dûmûzî da hene?

Gor berbirîbûna sûmeran Dûmûzî siruşt her payîza dikire xewa hingorê û her bahara jî hişyar dikir. Êzdî jî Melekî Taûs ”Mêrê demsal – rozgarê û çelxa rast ya dinyayê” nav dikin û rengê wî himberî reng – awazên bahar û payîzan dikin:

Xaliqo, rengê te divînim lora rengê bahara,
Taceke serê extîyara,
Huleke ser milê mêrdara.
Xaliqo, rengê te divînim lora rengê payîza,
Taceke serê ezîza,
Huleke ser milê mêrdara dîsa.

Bi bawerîya sûmeran meha adar – nîsanê (dewrên kevnare da ev herdu meh wek mehek – Nîsan hatîye hesavê) dema zewaca pîroz ya Mêr – Xwedawenda bû. Cem êzdîya jî evê mehê da zewaca merivan nabe. Êzdîyan jî nava salê da du caran ne ku hilgêr û dagêrêva, lê wekehevbûnên şev û roja yên bahar û payîzên Kurdistanêva girêdayî , diçine li ser mezelan. (Demên pîrozkirinên cejnên êzdîtîyê wekehevbûnên şev û roj, rokurtk û rodirêj, nedîrdayînên steyr û birc – exterên Kurdistanêva girêdayîne. Awa, gava meha hezîranê da roja salê ya here dirêj jî dihat, gundîyên me ên ji eşîra Reşî digotin: ”Teyrê Sîmir êdî hezîrana zivistanê dikşîne”. Û pey 40 rojan ra ”Cejna 40 Mêran – Mêrên Dîwana Xwedê” ya havînê pîroz dikirin – qurbanek didan… Kesên, ku xwe ji dîrok û siruşta welatê kal – bavan qut dikin û roj, demên pîrozkirina cejnên êzdîtîyê, çûyîna li ser mezelan gorî keys – kayfa xwe diguhêzin – didine kivşê, ziyaneke pir mezin digihînine hema êzdîtîyê). Nava salê da du caran jî nîşan – nexşa Taûsê tê sîwar kirinê – gerandinê (Nîşan – sîmvola hevt Mêrên riknê – Taûsa destpêkê ya enzel ya bi hevt (7) ta – tevekan wek zîkûratên kevnar û steyra şeş baskê zef zû da Kurdistanê da sîmvola makrokosmosêye: – ro, hîv û pênc dorgerên dora royê yên ku bê dûrebîn têne dîtinê:

”Şê Şems li ser mile şeşane,
Daye maşê şeşane…”.

Sîmvoleke royê jî hema beran bûye. Lema jî dema beran berdanê bona şivanan seva her beranekî şeş (6) kate (wek şeş dorgerên royê) hatine petinê. Ev steyra şeş pencê bi navenda royêva (bi mak kirina zanyar Gêrşom Solêt) yahûdîyên di navbera Dicle û Ferat va ber bi Kananê hilgerîyayî (bi gotina helbestvanê kurd – Fêrîkê Ûsiv cihûyên ji kurda cihê bûyî) cara pêşin sedsala 12 – 14 – da xwera kirine sîmvola netewî. (Fîlma ”Koda Da Vînçî” da steyra şeş baskê wek nîşana nêrtîyê û mêtîyê hatîye raberkirinê. Eva ne raste. Steyra şeş pencê wek nîşana makrokosmosê ne ku tenê li ser dîwarê Lalişa Nûranî, lê li ser gelek cî – warên Kurdistanê yên dine jî hatîye nexş kirinê…).
Dîharkirên hevt Tevekan: nîşana Taûsê a destpêkê, Çira – şemdan a bi hevt çevî û steyra şeş baskê bi navenda royê va.

Heytehola here mezin ya Dûmûzî li cem sûmeran wekehevbûna şev û rojê ya baharê da pêk hatîye. Evan rojan li cem êzdîyan jî ”Ç arşema Serê Salê, gava baharê, meha adarê av hildikişe li serê darê, mirî têne li derê malê” (Tê bêjî eva parçeke sohbeta rûspîkî sûmer e di derbarê heytehola Dûmûzî da…).

Çawa zanyara navdar O. Jîgalînayê jî nivîsîye, Çarşemên Hesava ne ku destpeka maha adarê da, lê hema pey cejna Xidir Nebîra dest pê bûne. Û ew ne ku sisê (3), lê hevt (7) bûne bi nav – nîşanên anegor va. Bo nimûnê, ji van hevt çarşeman yek, gorî nivîsara micêwirîkî êzdîyên Ermenîstanê”,Çarşema Melek Zeydîn”, yeke dinê, gorî salnema rêxistineke êzdîyên Ûrisêtê ”Çarşema Şê Xalê Şemsa”, tê navkirinê û hwd. Kivş kirina hevt çarşemên hesava bi navê ”hevt hevtêyan” derbazî nava xaçparêzîyê jî bûye û îro jî cem wana kar dike. Çarşema pêncan cem êzdîyan dikeve wekehevbûna şev û rojê ya baharê. Ew Çarşema Sersalê ye, destpêka cejna Newrozê û sala nuhe. Çarşema hevta akorda dawîyê ya cejna Sersalêye. (Ka em dîna xwe bidinê: çarşema hevta ne ku ya sersalê, lê ya serê nîsanê tê nav kirinê). Li cem sûmeran, akkadan, babilyan jî heytehol – pîrozbayên baharê yên Dûmûzî deve – devî du (2) hevtêyan kişandine. Û cem êzdîyan akorda cejnê ya dawîyê – Çarşema Serê Nîsanê ya hevta jî hema bi nave Taûs (wek serokê Mêran) ”Çarşema Melekî Taûs” tê navkirinê.

Çawa zanyarên kurd Sozdar Mîdî, Tosinê Reşîd û yên dinê jî mak dikin, cejna Newrozê altindarîya Mîdîyayê ya hindava Aşûristanêva girêdayî nine, çimkî ew serketin ne ku baharê, lê hema havînê meha tebaxê da pêk hatîye, mîyaser bûye. (Evan rojan êzdîyên li welêt çejna dînê şeref yê Madî bin navê ”Cema Şerfedîn” da pîroz dikin. Lê êzdîyên Sovêta berê evan rojan cejna Qurixê – Gêlavêjê didine kivşê: bi xaç yê sîmvola Mîhrê Mêrê royê stûnên xanyan, gulîyên daran, netikên hespan, dêwêr, hêşîyên konan xaç dikin, ku germa qurixê zirarê nede wana). Cejna Newrozê ya kevnare lêgênda derbarê Ejdehak û Kawa da sêwirandî va jî girêdayî nine, çimkî Kyûrosê xarzîyê medan tevî parsûyan bona mak kirina serketina xwe padîşayê Mîdîyayê yê dawî : – Ejdehak (Astîages) yê ku mînanî kal – bavên xwe yên kûtî Zîyayê Zer, hingavtina birûskê wek nîşana protokosmosê parêz dikir, wek kesê negativ raber kirine. Sîmvola Xwedayê Ma(n)d jî Zîyayê Zere. Kurdên ku xwedayê Ma(n)d parêz kirine ”kurdên mand” (bin tesîra zaravên sêmîtî da bûye kurmanc) hatine nav kirinê. Celadet Bedirxan jî peyva ”kurdmanc” bi kar anîye: ”Kurdmancên Rewanê ji rûjnamê pêva cend ktêb jî derêxistine”. (”Hawar”, N8). Kurdên mukrî û baban jî xwe kurmanc nav dikin, nenihêrî ewê yekê ku bi zaravê soranî diaxivin. Dîroknivîsên ermenî jî kurdên me(n)d mar (peyhatîyên zîya), lê welatê wana Marastan nav kirine. Xwedayê Şê (zer) Ma(n)d yê piştovanê dewleta Ma(n)d – Mîdîya îro pantêona êzdîtîyê da bi navê Şê Mend yê padîşahê zîya, mar – teyarên li ezmana zêndîye. Gele caran cudetîya navbera zîyaparêzîya êzdîtîyê û dêwparêzîya (daêvayasna) reşkirinê da alîyê gelek zanyaran da nayê texmîn kirinê. Kal – bavên kurda ne ku Dehak, lê Şînsarîşkûnê qiralê Aşûr anîne li ber çevan. Gava sala 612 – a (b. z) m(e)nd ketine kolanên Nînovayê, evî qiralê zulmkar agir berî li koşk – sera xwe daye, xwe jî avîtye nava evî agirî. (Dewleta Aşûr nave xwe ji nave Xwedayê Assûr ango Sorê Sora ( Ro) yê kûtî yên binecî û roparêz hildaye. Îro jî ew nav li ser herêma Soran e).Awa dîhar dibe , ku cejna Newrozê cejna siruşta Kurdistanê ye û parêzîya kevnare ya ber bi piştovanê Arattayê û arattîyan: – Melekî Taûs va girêdaîye. Neyar – dijminên kurdan zef pak haj ji evan gilyan hene. Hêç badilhewa nîne, ku mollekî , yê ku perwerde û pînckirina xwe ji Kurdistanê der hildaye, bi sedema ku Mûhammedê ereb yê li qûmistanê Newroz nedaye kivşkirinê (”bi Newrozê şa nebûye”), bang dikir, ku kurd cejna netewî – Newrozê pîroz nekin…

Parêzîya Taûs tevî ji Kurdistana kevnar dûrketina hevtê û du (72) milet – civakên hindavropî belayî dor û beran bûye û anegorî rewş, şert û merc, rê – rizmên evan deveran bin navên Dûmûzî, Tammûz, Famûz, Bex, Adonîs, Ozîrîs û ên din da dûmayî kirîye, çawa ku peyva kurdî ya ”bira” belay bûye, li Birîtanîya bûye ”brothêr” li Almanîya bûye” brûdêr”, li Rosîya bûye ”brat”, çawa ”Xud” ê kasîtan li cem înglîsan bûye ”God”, li cem almanan – ”Gott”, çawa ku ”stun û kênc” a kurdî li Birîtanîya bûye ”stoûn kênc” a kivşkirina – nîşankirina tîrêncê, çawa lîstika ”Hol û kaş” bin navê ”Hokşa” -da derbazî Msirê bûye û li Avropayê jî bûye ”Hokêy”… Bi raberkirina hine zanyarên wek S. Kramêr berî çûyîna sûmeran ji Kurdistana kevnar li vira syûjêke mînanî ya Dûmûzî û Înana ya belabûyî hebûye û sûmeran ew ji vira ber girtine û bi xwera birine, ser riknê wê jî bi teherê xwe ”Dûmûzî û Înana” xwe sêwrandine. Usa jî ”Tammûz û Îştar”, ”Adonîs û Afrodîtê”, ”Ozîrîs û Îzîda” hatine hûnandinê. Dibek tîrênceke ewê serpêhatîya kevnare ya Kurdistanê jî hema ”Mem û Zîn” a meye… Belê, sûmer yên ku xwe ”serreş” navdikin (di zargotina me da jî meriv hema ”serreş” têne navkirinê), ji Kurdistana kevnar ber bi jêr daketine. Badilhewa nine ku Gîlgamêş Zîûsûdra ê bavkalkê xwe yê nemir hema li çîya – banîyên pîroz yên kal û bavan ên Kurdistanê digerîya…

Zimanê kurdî jî makezimanekî hindavropîye. BI nêrîna min peyva ”Taûs” ji du paran ya ”ta” û ya ”ûs” hatîye sêwrandinê. Para ”ta” jêderketin, ta – gulî, tav – şemal, germayî, tîn, tîrêncvedanê dîhar dike. Lê para ”ûs” çawa ku peyvên ”çir – ûs””,beys – ûs” (agir)”,bir – ûs” – da ye wek ”aûs””,aûês””,ûos” bi zimanên hindavropî navlêkirineke royê ya destpêkê bûye (bo nimûnê, zimanê avêstayê da ”ûsastara”, lê zimanê almanî da ”ostên” rohlat dide kivşê). Eva jî hindava xwe da îzbatîke kevnarîya zimanê kurdî, parêzîya Taûs û çevkanîyên êzdîtîyêye.

Belê, piştovanê Dûmûzî yê sûmerî her dema Ûtû – Ro bû. Melekî Taûsê me jî wek Mêrê Steyra Serê Sivê mizgînîya tîrênjvedan, zeriqandin, nedîrdayîn – hatina royê û ronayê, bahar – Newroza rengîn û jîyanêye. Lema jî kal û bavên me yên or – oyî (arî) bi hezaran salan bendewarên TAÛS û ÛS – ROyê bûne.

Nivîsarnasî:

”Kûr” bi zimanê sûmerî ”keloşk””,çîya” usa jî ”welat””,dinya axretê” ya kûr daye kivşê. Belê, himberî sûmerên navdeştî bav û kalên kurda alîyê gêogirafîayê da ”kurtî” ango çîyayî bûne. Lê ez li ser ewê nêrînême, ku êkzoêtnonîma ”kutî” usa jî êndoêtnonîma (xwenavkirina xwexwetîyê) ”kurd” (k – ro – d) ji roparêzîya kal û bavên kurda tê. Îzbatîke evê yekê jî ku êtnonîma ”kurd” da ”ro” bûye ”or”, bo nimûnê , ewe, ku zimanekî hindavropî yê ermenî da ”roj”- êra û ”ro ”– yêra ”or” û ”or – êv” (ar – êv) tê gotinê û devera Şengalê heta Babilê dewrana kasîtan da ”K – or –d – ûnîya” hatîye navkirinê…

Gelek zanyar , dîrokzan gava derbarê kûr – Manda (welatê Manda), Ûrartû, Mîtanî, Kûtîûm, Aratta û gelek dewletên din yên li ser erdnîgarîya Kurdistanê da dinvîsin, sîyasetêva girêdayî hêç besa kurda nakin, êdî ku ma guh bidine li zimanê kurdî…

(Bo bi berfirehî haj ji pê hebûnê usa jî mêzeke:

”Kurd – merivên Royê”, rojnama ” Rya teze”, N5, 6, 7, 8 9, 10, 11, 12, s. 2011,
”Miletê Melekî Taûs””,Rya teze, N10, 11, s. 1993,

”Piştovanê Aratta – Kurdistanê Melekî Taûse”. ”Rya teze”, N14, s. 2013,
”Êzdîtî – xeleqa veşartî””,Rya teze”,N1, 3, 6, s. 2015,

”Rûpelekî nuh yê pêrgamênta Silêmanîyê yanê êzdîtî çawa tê nuxsankirinê”, rojnama ”Zagros”, N12, s. 2012, bi ermenî).                                                                                    Ro û gersteyrên wê

 

Derheqa nivîskar da

Torinê Torinî

Li kolêca doxtirîyê, Zankoya doxtirîyê ya dewletê li Rewanê, fakûltêya jûrnalîstîkayê ya heman zankoyê xilaz kirîye. Serwêrê para dermanan ya serwêrtîya dermanxanan ya bajarê Gumrîyê û hevt navçeyên Ermenîstanê bûye. Niha serwêrê dermanxanê ye.

Qeydên dişibine hev