Pirsa we û bersîva me – 8

Pirsa we û bersîva me – 8

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşeke nû vekirîye bi navê ”Pirsa we û bersîva me”. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we dide.
Redaksyonê vê carê 2 pirsên kurt sitendine. Rêvebira beşê Nura Şane 2 bersîvên kurt amade kirine.

Pirsên xwendevanan û bersîvên Nura Şane

Pirs1. -Ez benî, di navbera şerê du miletên din û şerê di navbera kurdan û dijmin da çi ferq heye?

Bersîv1: -Dema du miletên din şer dikin, welatên hev xirab dikin. Lê dema kurd û dijmin şer dikin, welatekî tenê – Kurdistanê xirab dikin.



Pirs2: -Tirk erdê Kurdistana Bakur erdê xwe dihesibînin. Lê ji bo çi ye, ku perçê erdê tirkan şên û dewlemend e û wek welatên Ewrupayê pêşketî ye, lê perçê erdê kurdan kavil û xopan e û wek welatên Asîya paşketî ye?

Bersîv2: -Ji ber ku tirk jî zanin, ku rojek ji rojan ew erd wê ji dest wan derkeve û bikeve destê xwedî – kurdan. Îdî çima wê wî erdî şên û dewlemend bikin?

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev