SEWAD Û WERGÊRA ÇÊRISTA LELÎ Û MECNÛN -2

SEWAD Û WERGÊRA ÇÊRISTA LELÎ Û MECNÛN -2

Nivîskarê malpera me yê nû Seyid Kafî Elewî 2 gotarên delal ji malpera me ra nivîsîne. Me beşa pêşin a gotarekê duh çap kir, beşa duduyan em îro çap dikin. Fermo, hûn jî wek karmendên malperê lezetê ji xwendina gotarê bibînin:

Sewadî û vergêrana Leylî û Mecnûnê

Seyid Kafî ‘Elewî 

Çêroniga Leylî û Mecnûn, yek ji wan çêrongaye ku heta niha, çend helbestvanan bi çend zimanê cihê, wek; Farsî, Turkî, Peştû, Cixetayî û Kurdî di qalibê çêristê (mesnewî) da vehûnane û raberê xandiwanên xwe kirine. Herwiha ev çêriste bi zimanên; Turkî, Ermenî, Inglîsî, Feransî, Almanî, Rûsî û Kurdî jî hatiye vergêrandin.

Sewadî basa vergêrana Leylî û Mecnûnê li zimanê Farsî kiriye, lê nedaye diyarkirin ku liber ya kîjan helbestvanê Fars vergêraye. Ber wê hindê berayîkê em çavekê bi çêristên helbestvanên Fars da bixişînin û vergêra Sewadî di gel wan bidene ber hev û diyar biken li ber ya kê vergêraye.

Nizamî (Hekîm Ebû Muhemmed Ilyas kurê Yûsuf kurê Zekî kurî Mueyid Nizamî) berî her helbestvanekê, di sala 584 ê li çerxa şeşê koçî, çêrista Leylî û Mecnûn li 46 pişkan û di 3653 ê malikan da bi zimanê Farsî vehûnaye. Bi gotina nizamî, ewî ev çêriste di kêmtir li çar heyiva da nivîsiye; În çar hizar bêyt ekser Şud gufte bi çar mah kemter Ger şuxli diger heram bûdî Der çare şeb itmam bûdî (Ev malikene ku herî zêde çar hizarin, di çar mehan da hatine gotin. Ger min karekî dî neba, mi dê çar şevan da tewaw kiriba) Nizamî, di vê çêristê da basa evîndariya kurê serokê erebê amirî bi navê Qeys, û kiçekê binavê Leylî, diket ku hev dersê hev bûn. Lê piştî ku mal baba Leylê li evîndariya wan dihesin, nahêlin Leylî biçîte dersxanê û ewê malbend diken. Qeys ku li dîtina Leylê bê par dibît, hewayê evînê didete serî û li çol û çiya dikevêt û xelk vedizanin ku dîn bûye û navî Mecnûn lê diken. Dema babê Mecnûn dizanît ku ev evîndar e, diçîte xastina Leylê, lê babê Leylê, dîn bûna Qeys dikete hecet û Leylê nadetê. Leylî layekê ra di agirê evînê da disojît û layê dîve, Mecnûn dîsa li çol û çiya dikevît û dibîte benûştî devê xelkê.

Kesek dewlemend bi navê Ibni Selam, ku heretê lavînî yê daye û jin xaze, nav û dengî xweşkiya Leylê dibihêt û xazgîna dirêkete xastina Leylî yê û babê wê jî bi zavatiya Ibni Selam razî dibît. Leylî jî girêdayî urf û adetê eşîrêye, bê emriya babê xo naket û nejidil mêr bi Ibni Selam diket. Mecnûn bi bihîstina wê xeberê, dest ji dunyayê dişot û dikevîte naw refên kovîyan. Camêrek binavê Nofel ku mirovekî binav û denge û serpêhatiya Mecnûn bihîstiye, dema ku diçîte nêçîrê, rastî Mecnûn têt û dilê wî bo Mecnûn disojît û belênê didete Mecnûn ku eger bi darê zorê jî bît, Leylê bo Mecnûn bînît. Nofel liber belêna ku daye Mecnûn, naçar hêrişê oba babê Leylê diket û şerek giran dest pê dibît. Mecnûn liber evîna ku bi Leylê di dil da heye, naxazît çi zerer li oba babê Leylê bikevît û ji Nofel dixazît dest ji şerî helgirît. Dîsa li çola dikevît. Leylê digel Ibni Selam dawetê diket, lê nahêlît lê nêzîk bît. Dayk û babê Mecnûn liber kula kurê xo dimirin. Mêrê Leylê nesax dikevît û dimirît. Leylî û Mecnûn bi her aweyekê dixazin hevdu bibînin û suknayîyek bikevîte dilê wan, lê liber lomekirina xelkê fedî diken nêzîkî hev bin û her du her di agirê evînê da disojin. Leylî wefat diket û Mecnûn pê dizanît û diçîte ser gora wê û gora Leylê himbêz diket û ew jî wefat diket. Dema xelk pê dihesin, tên û gorekê li rex gora Leylê bo wî dikolin û ewî jî li rex Leylê dispêrine axê. Nizamî bi vî awayî dawiyê bi çêrista Leylî û Mecnûn tênît.

Emîr xusiro dêhlewî (651 -725 k) jî wek dûyemîn helbestvanê faris, sala 698 ê, li çerxê heftê koçî, çêrista Leylî û Mecnûn di 31 pişkan û 1353 malikan da nivîsiye. Lê berewajê Nizamî, navê “Mecnûni Leylî” lêkiriye;

Nameş zi xêyb şud musecel Mecnûni Lêlî bi eksi ewel Tarîx zi hicret ançi bugzeşt Saleş newedest û şiş sid û heşt (Navê wî li xeybê hate danîn, Mecnûnê Leylî berevajî ya ewel. Tarîxa ku li hicretê derbas bûye, sala şeş sed û nehwêd û heşte) Emîr Xusrow Dêhlewî bi awayek dî vê çêristê vedigêrît, lê hindekê nêzîkî vegêrana Nizamî ye. Xuda kurekê didete Erbek Amirî û navê Qeys lê diken. Dayk û babê wî gelek keyf xoş dibin. Lê tali’ bîn dibêjin ew dê liber evîna kiçekê dîn bît û li dunyayê navdar bît. Qeys diçîte medresê ku kiç û kur têkelin. Qeys û kiçek bi navê Leylê hej hev diken û haj ders xandinê nînin. Xebera evîndariya wan nav xelkê da belav dibît û dayika Leylê jî dibihêt û nahêlît kiça wan biçîte medresê. Qeys liber nedîtina Leylê dîn dibît. Dayik û babê Qeys hewla dermankirina wî diden, lê çare lê nayête kirin. Babê Qeys naçar dirêkete xastina Leylê û babê Leylê dibêjît; kurê we abûra me biriye û ez kiça xo nademe wî. Babê Qeys ku kurê wî dîn bûye û nav xelkê da bi Mecnûn hatiye nasîn, diçîte bal serokê eşîrê ku navê wî Nofele û ji wî dixazît ku çareyekê li babê Leylê biket. Nofel peyayek rêkire xastina Leylê. Dîsa babê Leylê, Mecnûn hevkûfî kiça xo nezanî û razî nebû kiça xo bidete Mecnûn. Nofel ji wê bersivê tûre bû û êrş kire ser wan. Du heftêya şerek giran bû û gelek kes li her du aliyan hatine kuştin. Hindek kesan ji aliyê mala babê Leylê gotin; bona tewaw bûna şerr, ya baş ewe ku em Leylê bikujin û êdî hecetek bo şerkrinê namînît. Mecnûn ev xebere bihîst û xo gehande bal Nofel û gotê; tu bona dilxoşiya min şerî dikey ku Leylê bo min bînî, lê ew dixazin Leylê bikujin. Tu ber xatirê min vî şerî ragire, ku Leylê neyête

kuştin û dilê birîndare min bê derman bimînît. Nofel dema axivtina Mecnûn bihîst, dest ji şerî helgirt û paşda vegeriya. Paş rawestana şerî, dayik û babê Mecnûn, diçine xastina Xedîce ya kiça Nofel bo Mecnûn. Mecnûn li gotina wan dernakevît. Leylî vê xeberê dibihêt û nameyekê bo Mecnûn dirêket û Mecnûn jî bi dilê xo bersiva wê didet. Mecnûn her li çol û çiyayan digerît. Leylî xewna Mecnûn dibînît û diçîte dîtina wî û şevekê digel hev derbas diken û miraza wan hasil dibît. Paş vegeriyanê, Leylî nesax dikevît û dimirît. Mecnûn xebera mirina Leylê dibihêt û xo digehînte oba Leylê. Dema digehitiye wêderê, dibînît Leylî yê ber bi goristanê diben. Ew jî dikevîte dû meytê Leylê. Dema Leylê didanêne naw qebirê, Mecnûn jî xo tavête ser meytê Leylayê û her wê demê rih didet û ew jî dimirît. Leylî û Mecnûn di yek gorêda têne veşartin. Helbestvanê Xurasanî (Nûredîn Ebdulrehman kurê Nizamedîn Ehmed kurê Muhemmed) navdar bi Camî (817 –897 k) di çerxa nehê, sala 889 ê çêrista Leylî û Mecnûn di 21 pişkan û 1003 malikan da bi Farisî nivîsiye; Kutahîyi în bulend bunyad Der heştsed û nuh futad û heştad Wer tu bi şumari an berî dest Based sê hizar û heştsed û şest Şud erz zi teb’ fikert endîş Der tûli çihar meh kem û bîş Der yêkî du sê sa’etî zi her rûz Şud teb’ ber în muradi fîrûz (Ev darêjtina dirêj di heşt sed û heştê û nehê kuta bû. Ger tu bixazî jumara wê bizanî, hiar û heşt sed û şêste. Hate gotin kêm û zêde di çar mehan da. Her rojê bi du û sê si’etan hate nivîsîn) Camî bi awayek cihêtir ji Nizamî û Dêhlewî, çêrista Leylî û Mecnûn divehûnît. Ew dibêjît; serokê eşîra Erebê Amirî, xudanê deh kurran bû ku zêdetir keyfa wî li kurrê herî piçuk, ku navê wî Qeys bû, dihat. Qeys kurrekî aqil û têgiheştî bû û keyfa wî gelek li kiçên can dihat. Rojekê hindek kesan basa Leylê û xweşkiya wê bo wî kirin. Qeys ku pêştir jî bi Mecnûn, dihate nasîn, suwarê hêştira xo bû û ber bi obeya Leylê ço. Dema giheşte obê, xelkê gelek qedrê wî girtin û berra çon. Ewî haj çi nebû û çavên xo li Leylê digerand. Wextekê dengê xirxala hat û Mecnûn bera xo dayê û Leylê dît. Dema çavê wî û wê kete hev, her du, ne bi dilekê, belkî bi sed dilan, evîndarê hev bûn. Mecnûn wê rojê, piştî dîtina Leylê vegeriya û roja dî dîsa bera xo da oba Leylê. Midehekê bi wî awayî derbas bû. Hindek kesa fesadiya Mecnûn bal Leylî yê dikirin. Şevekê yekî zikreş ew digel hev dîtin û şeytaniya Leylê li bal babê wê kir. Babê Leylê kerbada keça xo kuta. Hindî dikir nedişêya Mecnûn li oba xo dûr bêxît. Rojekê ço bal Xelîfe û şikayeta Mecnûn kir, ku abûr bo me nehêlaye. Xelîfe jî nameyek bo Mîrê deverê rêkir ku biçît û babê Mecnûn haydar biket, kurrê wî belaya xo ji Leylê û mala wan veket. Mîr, babê Mecnûn li nama Xelîfe haydar kir û gotê eger kurrê te nerawestît, dê bête siza dan. Eger bête kuştin jî dê xûna wî badil hewa biçît. Dema Mecnûn ew gotin bihîst, got; mirovî aqil têne siza dan, ez dînim û dîn (Mecnûn) nayêne sizadan. Babê Mecnûn kurrê xo şîret dikir ku dest ji Leylê helgirît. Lê Mecnûn liser evîndariya xo bû û Leylê jî ji wî xirabtir bû. Babê Mecnûn liber hevkûf nebûna Leylê di gel Mecnûn, razî nedibû biçîte xastina Leylê. Lê dawiyê ço xastinê û babê Leylê kiça xo neda. Mecnûn wek caran li çol û çiya ket. Lê bi her awayekê dixazît xo bigehînte oba Leylê û heta

carekê wek parsek û xazokekê diçîte ber derê Leylê. Leylê jî kasika parsa wî dişkînît. Rojekê jî ku Leylê diçîte Hecê, Mecnûn jî heta Hecê dû karwanê Leylê ra diçît. Kurrekî Erebê Seqefî dilê wî dikevîte Leylê û diçîte xastina wê û babê Leylê jî kiça xo didetê. Mecnûn xebera mêrkirina Leylê dibihêt û nameyekê bo Leylê dirêket. Mêrê Leylê nesax dikevît û dimirît. Mecnûn rojekê liser rêyekê tûşî Leylê dibît. Dibêjîtê, îro jî min tu dîtî, carek dî kengê ezê bikarim te bibînim? Leylê dibêjîtê; salekî dî dema ez li vê rêkêra divegerm. Paş çona Leylê, Mecnûn salekê liser wê rêkê li benda Leylê dirawestît û hind bê liv dibît ku çiwîk liser serê wî hêlînê çêdiken û cûckê xwe fireoke diken. Piştî midehekê Mecnûn dimirît û Leylê xebera mirina wî dibihêt û ew jî dimirît û ewê jî li rex gora Mecnûn diveşêrin. Camî jî bi vî hayî çêrista Leylî û Mecnûn bi dawî tînît.

Mewlana Ebdullah Bidlîsî (Sewadî); ku sala li dayikbûn û wefata wî nediyar e sala 1047 ê çêrista Leylî û Mecnûn ji farisê bo kurdî vergêraye. Sewadî li vergêrana xoda rengekî silamî û herêmî jî daye çêristî û basa sunetkirina qeyis û gazîkirina mezinên serhedê bo cejna sunetkirina wî û çona wî bo hecê ji diket û bi vî awayî çêrista Leylî û Mecnûn vedigêrît:

Melikek dewlemend û navdar e ‘ereb hebû, lê bê ewlad bû. Karê wî her niza bû. Xudê nizayên wî qebûl kir û kurek dayê. Navê qeyis lêkirin. Lê zarekî lal û bê xeber bû karê wî girî û keser û bê sikûn bû. Rojekê kiçekê ew da ber singê xo û êmin bû. Bêy wê kiçê sebra wî nedihat û herdu bûne mûnisê hev. Kesên bi kiyaset gotin ew kur dê bi şiqê meşhûr bît.

Hîna ku qeyis bû deh salî babî xwast wî sunet biket û qasid rêkire dû serokê qebîlên serhedê heta kûfe û besirayê, gazî kirin û çil roja şahî kirin û paşê kur rêkire mektebê. Li mektebê sefek kur û sefek kiç bûn. Di nav wan da kiçek ciwan û bi edebe ereb hebû ku bû şeyda û hev sirê qeyis.

Şiqa wan kete ser zarê xelkê û fesadan dayika leylê ji wê şiqî haydarkirin û dayikê nehêla keça wê li mal derkevît û biçîte mektebê. Derneketina leylê li mal û neçona wê bo mektebê dibîte sebebê dûriketina wê ji qeysî û karê wê şev û rojan girî û zarî bû.

Qeyis jî li mektebê bêzar dibît û li dû rêkekê digerît ku bikarît leylê bibînît. Cilkên derwêşan diberxo kir û dero dero digeriya heta giheşte ber derê mala babê leylê. Leylê dengê qeysî nasî û bi heceta destgirtina derwêşî xo gehandê û bi dîtina hev şa bûn. Xelkê ku zanîn ew qeyse, zarok duwêxistin û dane ber dar û beran û navê Mecnûn lêkirin û li mihelê dûr kirin. Navê Mecnûn kete ser zimanan û Mecnûnî jî cilkên ber xoda diranidin û serkot û tazî ço çiyayê necidê ku tejî kuvî û dirinde bûn. Li çiya xezal û kewê ji davikê rizgar diket û berebere teyir û kuvî û dirinde dibine hevalê Mecnûn û li dora wî kom dibin.

Babê Mecnûn ewî li çiya di nav koma kuvî û dirindan da dibînît. Hindî diket Mecnûn razî nabît vegerît. Babî bi raspardina melayekê, hindek axa ber derê leylê dikete kil ku bikêşîte çavê Mecnûn û negirît. Dema Mecnûn wê axê dibînît dibêjîte babê xo ez ne dîn û şêtim û ez liber te rawestame û tu çi bêjî ezê bikem. Bab dibêjîtê were em biçine hecê, keibê tewaf biken ku ew tirs û derde li te dûr bikevît. Mecnûn razî dibît û digel babê xo diçine hecê. Paş bicî înana rê û resmeên hecê, Mecnûn diwa kir; ya reb eqlê ji min cuda kî û canê min di dîtinê feda kî. Derdê min yek e bike hizar û min ji belaya eqlê dûr ke. Xeyala meişûq bo min bese û daxê dilê min

zêde kî. Dema babê wî ew gotin bihîstin, bal xo got lac û tedbîr hemî betal in û ew teslîmî qezaya xuda kir vegeriyane mal.

Giregirên qebîla Mecnûn çone xastina Leylî û dest betal vegeriyan. Mecnûn rastî xûndarekê hat ku rist kiribûn. Ew rista wî dikete stûyê xu û bo parsê digel xudanê ristê xo digehîne ber derê leylê. Leylê dema dengê girî û zariyê bihîst, zanî dengê Mecnûne û bezî pêşiya wî. Bekoyek pê hesiya û kire gazî xelkê û got wer in ew e Mecnûne. Mecnûn rista xo verisand û dîsa bera xo da çiya.

Dilê axayekî ereb ku navê wî binê selam bû, ketibû leylê û rêkire xastina wê. Babê leylê cihaba erînî da xazgînan.

Paşayek ku navê wî newifele dixazît Mecnûn bibînît. Mirovên newifelî li deştê rastî Mecnûn hatin. Ew digel xo înan û serê wî şuştin û birînê wî melhem kirin û cilkên emîran kirine ber û birine dîwana mîr newifelî. Hindî bera diçon bi çi tiştî razî nedibû. Ewî mîr newifel riswa kir û gotê min teiam û cilik nawên. Daxaza min tenê leylê ye.

Ew halê Mecnûn li newifel kar diket û ew jî mezinekî xo dirêkete xastina leylê. Babê leylê dibêjît bo newifel şerme ku dixazît ez kiça xo bideme dînekî rist kirî. Newifel hêzên xo berhev diket ku hêrişê bikete ser oba babê leylê. Şer navbera her du hêza dest pêbû û hêza newifel pêşda diço. Mecnûn diwa dikir ku babê leylê ser bikevît. Xudê diwaya wî qebland û karîn leşkerê newifel paşda biden û Mecnûn bi dîlî girtin. Roja paştir ku leşkerê newifel ço meydana şerî, hêzên beranber gotinê eger tu şerî ranegirî emê Mecnûnî ku sebebê fitinê ye bikujin. Newifel bi aştiyê razî bû û got hûn Mecnûn berden û leylê jî bila bo we bît. Çawa hûn meslhetê dizanin emê wê biken.

Babê leylê cihab bo binê selam rêkir ku dişêt karê daweta xo biket. Ewî dawet kir û Leylî veguhast. Leylê rê neda ew lê nêzîk bît. Ew jî hiviya razî bûna leylê rawesta.

Binê selamî şivanek hebû ku pezê wî li çiyayê necidê diçerand û bilûrek xoş lêdida. Dema ewî bilûr lêdida Mecnûn dihate bal wî û dikete semaiê û Mecnûn û şivan bûne hevalê hev.

Rojekê Mecnûn di kevilê pezekê da xo digehîne obeyê û yara xo bibînît. Dema çavê Mecnûn li leylê ket, halî wî xirab bû û tepê ket. Leylê pêhesiya û hate bal Mecnûn û heta sibê bi hevra dinav pezî da man û roja paştir dîsa Mecnûn tevî keriyê pezî û vegeriya çiya.

Babê Mecnûn liber kula kurê xo nesax ket û wefat kir. Nêçîrvanekê Mecnûn li mirina babî haydar kir. Ew jî şevê ço ser mezarê babê xo û şîn gêra. Rojekê dayîka wî ço bal û hindî kir ku Mecnûn vegerîte mal, bê fayde bû. Dema dayîkê dît kurê wê navegerît ew jî li çiya ma û paş çend rojan nesax ket û mir.

Binê selam dizanît sebebê hasil nebûna miraza wî, Mecnûne û qesda kuştina wî diket. Kuvî ji qesda wî haydar dibin û leşkerê wî tar û mar diken û binê selam dikujin. Leylê keyif xoş dibît. Kesekê dirêkete dû Mecnûn ku bêt û bibînît. Mecnûn diçît û leylê dibînît û Leylî dibêjîtê eger hizar daxazkarê min hebin, ez her liser ehda xome. Mecnûn dîsa divegerîte çiya û leylê jî nesax dikevît û derdê wê nayête dermankirin. Rojekê danê sibê ku rih dida tinê navê Mecnûn liser lêvên wê bû. Leylî dimirît û dispêrine axê. Kesekê xebera mirina leylê gehande Mecnûn û ewê

xeberê qidûmê wî şkandin. Bi halekê zar û nezar xo gehande ser gora leylê û gora wê vekir û meytê yarê gerite bersingê xo û ewî jî rih da. Dema xelkê ew di wî halî da dîtin. Zanîn şiqa wan heqîqî bûye û her du li rex hev di gorekê da veşartin.

Sewadî jî bi vî awayî çêristê di 771 malikan da divehûnît û bi dawî tînît.

Ev awayê vegêrana çêristê ji layê Sewadî, xûya diket ku Sewadî (Mewlana Ebdullah Bidlîsî “Reşik”) her sê çêristên Farsî Xandiye û gor dilê xo bi awayekî serbixo karê vergêrandina wê bicî înaye û yekem vergêrana kurdî raberî Xandewanên kurd kiriye.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev