14 kurdên êzidî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin

14 kurdên êzidî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin

Berpirsê Nivîsgeha Rizgariya Kurdên Êzidî Derman Xetarî diyar kiriye ku ji destpêka sala nû heta niha 5 kurdên êzidî li Mûsilê û 9 kes jî li Sûriyê ji destê Daişê hatine rizgarkirin.

Li gorî ragihandina Tora Ragihandina Rûdawê, piştî operayona rizgarkirina Mûsilê ku 17-ê Cotmeha 2016-ê dest pê kiribû, cara yekemîn e ku 5 kurdên êzidî bi riya operasyoneke hêzên Îraqî ji destê Daişê hatine rizgarkirin.

Li gorî heman çavkaniyê Îlyas Hesenê ku yek ji wan kurdên êzidî ye, 13 xizmên xwe di 3-ê Tebaxa 2014-ê de winda kirine û ew xizmên wî di destên Daişê de bûne.

Divê bê gotin ku piştî êrîşa Daişê ya li ser Şingalê, Hikûmeta Kurdistanê li Duhokê nivîsgeheke taybet ji bo rizgarkirina kurdên êzidî damezrandibû.

Berpirsê Nivîsîngeha Rizgarkirina Kurdên Êzidî Derman Xetarî derbarê dosyeya dîlên di destê Daişê de zanyariyên nû eşkere kirine.

Li gorî daxuyaniyên Xetarî ku pêşkêşî Rûdawê kirine roja 29-ê Kanûna 2016-ê, li nav Mûsilê jinekê êzidî û du zarokên wê ji aliyê Artêşa Îraqê ve hatine rizgarkirin. Li hêla din 2-yê çileyê jinek, 5-ê Çileyê jî jineke din ê kurda êzidî hatiye rizgarkirin.”

Derman Xetarî eşkere kiriye ku ji destpêka vê mehê heta niha 9 jin û zarokên kurdên êzidî, li Sûriyê bi rêyên taybet hatine rizgarkirin û gihiştine xizm û malbatên xwe.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev