Barzanî: Kesên Mûsilê yên di destê Daişê da nedixwestin operasyon destpê bike

Barzanî: Kesên Mûsilê yên di destê Daişê da nedixwestin operasyon destpê bike

Serokê Kurdistana Federal Mesûd Mistefa Barzanî li Hewlêrê ligel nûner û konsûlên welatan civîneke berfireh li dar xist û li ser gelek mijaran axivî.

Barzanî li ser operasyona azadkirina Musilê eşkere kir ku kesên bajarê Musilê teslîmê Daişê kirin, nedixwestin ku operasyona rizgarkirina bajêr destpê bike.

Serok Barzanî sedema vê yekê jî bi van gotinan rave kir:

“Ji ber ku ew bixwe şikestibûn û nedixwestin bi tu awayî serkeftina aliyên din bibînin.”

Barzanî diyar kir ku wan 29-ê Îlona sala par serdana Bexdayê kiriye û ligel Serokwezîrê Îraqê û aliyên peywendîdar re li ser bingeha vê hevkariya di navbera Pêşmerge û Artêşa Îraqê de axivîne.

Mesûd Mistefa Barzanî got ku di destpêka operasyonê de pêşmerge karîbûye di demeke kurt de aliyên berevaniya Daişê têk bibe û rê ji hêzên Îraqî re veke.

Barzanî eşkere kirk u bêyî hevkariya pêşmerge û hemahengiya di navbera pêşmerge û Artêşa Îraqê de bi tu awayî operasyon bi ser nediket.

Barzanî her wiha diyar kir ku Daiş rastî şikestineke mezin hatiye û ber bi hilweşandinê ve diçe.

Tevî vê yekê jî Serokê Kurdistanê Barzanî diyar kir ku şikestina Daişê nayê wê wateyê ku wê terror xilas bibe û wiha berdewam kir:

“Dibe ku ev rêxistina terorîst li qada şer bê têkbirin lê paşê bi navên din dibe gef li ser tevahiya ewlekariya dinyayê û û mirovahiyê. Loma jî divê ji bilî şerê meydanî, reyên tundutîjî û terorê, ji aliyê fikrî, aborî, siyasî û civakî jî çavkaniyên terorê bêne ziwakirin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev