Berdevkê Serokkomariyê: Ma CENTCOM aqilê xwe winda kiriye?

Berdevkê Serokkomariyê: Ma CENTCOM aqilê xwe winda kiriye?

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin ji ber parvekirina li ser Twitterê Fermandariya Hêzên Navendî ya Dewletên Yekbûyî Yên Amerîkayê CENTCOM-ê tawanbar û rexne kir.

CENTCOM li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniya Hêzên Demokratîk ên Suriyê (HDS) belav kiribû ku tê de digot “Em ne beşekî PKK-ê ne.”

Îbrahîm Kalin li ser vê parvekirinê wiha got: “Gelo ev henek e yan CENTCOM aqilê xwe winda kiriye? Gelo hûn bawer dikin ku wê kesek baweriya xwe bi vê yekê bîne? Divê Amerîka dev jê berde û rêxistina terorê bes meşrû bike.”

Di daxuyaniya CENTCOMê de wiha hatibû nivîsandin:

“Hêzên Demokratîk ên Suriyê ji kurdan, ereban, tirkmenan, suryaniyan pêk tê û çawa ku hinek hikûmetên li herêmê hêza me ne girêdahiyê PKK-ê ye û em xwe beşekî ji neteweya Suriyê û perçeyekî ji xaka Suriyê dibînin.”

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev