Ker û zanîna wê ya zêde

Ker û zanîna wê ya zêde

Zeynelabidîn Zinar, lêkolîner/nivîskar

Pêşî lêborîn dixwazim. Bi vê kurtenivîsê dixwazin hinekî behsa keran bikim.
Ev e li dora 12 hezar salan e ker hatine kedîkirin, lê hebûna wan ji kengê ve dest pê kiriye, nayê zanîn.
Di nava sewalên kedîkirî de ji bo mirovan a herî wefadar ker e.

Ker di çanda Medreseya Kurdî de bi navê “milahîn” hatiye binavkirin.
Ker hertim di suxreya mirovan de ne, hem ji bo siwariyê û hem ji bo bar têne bikaranîn.

Temenê keran li dora 25-30 salî didome. Ji bo nêr KER û ji mê MAKER tê gotin.

Ji roja ku ew kedî bûne heta niha kêm-zêde keran xuyê xwe neguhartiye. Li gor hin lêkolînên zanistiyê, ker pir zana û têgehandî ne. Lê mixabin dema mirov ji hev zêvir dibin, ji hev re KER, SERKER, KURÊ KERÊ û hwd dibêjin.

Hin xeysetên keran:
– Li dinyayê çavên herî delal û xweşik, yên keran in.
– Ker pir zana û tijîfehm e.
– Ker rengan ji hev cuda nakin û hemû tiştên ku hene, bi rengê gewrê zerikokî dibînin.
– Ker dema di riyekê de çewtî, xirabî dibîne, çu car êdî di wê rê re naçe.
– Şîrê makerê tê gotin ku derman e.
– Ker hertim bi êmê xwe razî ye, lê zêdetir ji ceh hez dike.
– Ker dijminatiya hev nakin û xisar nadin hevûdu.
– Ker li hevûdu dipirsin û alîkariya hev dikin.
– Maker dehşikên xwe bi şîrê xwe xwedî dikin
– Ker dema ditirse, zirîneke pir bi deng dike, lê zêdetir ji guran ditirse
Û gelek xeysetên dî yên keran hene.

Li hin welatan goştê keran tê xwarin û li hin welatan, Kurdistan jî tê de, nayê xwarin. Lê li van welatên ku goştê keran nayê xwarin, çermê wan bi kar tînin, xasma def ji çermê wan têne çêkirin.

Dema kesekî nezan û xêtik hebe, Kurd dibêjin ku “dema ew piçûk bûye, şîrê kerê vexwariye.”

Li Kurdistanê pir kesên navdar hebûne ku ew û kerê xwe navûdeng dane. Weke Şêx Evdilqadirê Gêlanê, Mele Nesredîn û gelek seyid, şêx û derwêş bi siwariya keran geriyane.
Li seranserê Kurdistanê kerên Bismilê navûdeng dane.

Bêguman, gundiyên Kurdistanê zêdetir agahdariya wan li ser keran heye.

Bi hêviya lêkolîneke berfireh li ser kerên Kurdistanê û texlîtên wan, her şad û bextewer bin…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev