Sîyahpoş û Çêrista wî -2

Sîyahpoş û Çêrista wî -2

Nivîskarê malpera me yê nû Seyid Kafî Elewî 2 gotarên delal ji malpera me ra nivîsîne. Me beşa pêşin a gotara duduyan duh çap kir, beşa wê a din em îro çap dikin. Fermo, hûn jî wek karmendên malperê lezetê ji xwendina gotarê bibînin:

Seyid Kafî ‘Elewî

Umer Riza Kehale, berhevkarê pirtûka “Me’cemul Muelifîn” li derpêça sê yê perê 316 ê, li rêza navê “Muhemmed” da basa kesekê bi navê “Muhemmed Suewydî” diket û bêjît; “Mehemmed Seîd kurê Ehmed kurê Ebdullah Suewydî Bexdadî, sala (1180k/1766z) lidayik bûye û sala (1246k/1831z) roja dûyê adarê, li bexdayê wefat kiriye. Nivîser herwiha dibêjît; Muhemmed Seîd kurê Ehmed kurê Ebdullah Suewydî Bexdadî yê sofî û hedîs nivîs, rênîşanderekî terîqeta neqşibendî bû ku pirtûkek wî binavê “Îsaliltalib Lilmetlûb” li dor tesewufê û pirtûkek “Hedîsê” heye. 15

Duktor Muhemmed Ehmed Dirnîqe jî di pirtûka “Elneqşibndiye Weleilamiha ” perê 141 ê da dibêjît: Muhemmed Seîd kurê Ehmed kurê Ebdillah Siweydî Bexdadî, sala 1246 k /1831 z, wefat kiriye û pirtûka “Îsalultalib ” û herwiha pirtûke li ser Hedîsê heye. Nivîserê vê pirtûkê herwiha basa kesek dî jî binavê “Muhemmed Seîd Cizîrî Neqşibendî ” diket û dibêjît; sala (1384 ê k / 1964 ê z) li gundê Serdehla Cizîrê ser bi wilayeta Mardînê wefat kiriye. Ew jî yek ji dûketiyê Neqşibendî bû û nivîsek liser pirtûka “Keşfulqinai Elemsdul “ya Muhemmed Cemîlê Xetîb nivîsiye. 16 Li govara Iliktironiye “Vêsta” da, derheq Siyahpoş wiha hatiye nivîsîn:

15 – Riza Kehale, Umer- Me’cemul Muelifîn, d 3 r 316, ç 1, Muesisa Resalet, 1993 16 – Dirnîqe- Muhemmed Ehmed- Elneqşibndiye Weleilamiha- p 141- ç Cirûspirês

Seyid Cewad yan Muhemmed Cewad Siyahpoş, zana, nivîser û helbestvan, kurê Seyid Muhemmed Zeyndîn, Hesenî Necefî xelkê Îranê ye û sala bûn û cihê lidayik bûna wî nediyare. Sala 1247 ê wefat kiriye. Ewî qesîdeyek bo wefata babê xo nivîsiye ku di dîwana wî da heye. Berhemên wî “Mêiraculesrar” li tesewfê, “Dohetulenwarulraiq Mineleşiar” lidor edebê li çend pişkanda, helbestek di pesnê Şêx Muhsinê Esem û qesîdeyek paş wefata Mewlana Xalid nivîsiye ku Seyid Mehmûd Alosî, şirove kiriye. Heta lêre xûyaye ku “Muhemmed Cewad Siyahpoş”ê ku Baba Merdox dibêjît ehlê terîqetê nebû, û “Seyid Cewad Siyahpoş”ê xelîfê Mewlana Xalid û edîb û şairê Bexdadî her ew, “Seyid Muhemmedê Seîd Siyahpoş”, kurê Ehmed kurê Ebdullah Suweydî, zana û edîbekî diyare serdemê xo û rênîşanderê rêvîngên tesewfê, xudanê çêrista Seyfulmulûk û Bediulcemalê ye û roja çarşenbî hejdê remezanê, sala 1246 ê koçî (1831 z) li Bexdayê çoye ber rehmeta xudê. Berhemên wî “Dîwanek”, pirtûka “Îsallultalib Lilmetlûb” û “Mêiraculesrar” lidor tesewufê, “Dohetulenwarulraiq Mineleşiar” lidor edebê, pirtûkek liser Hedîsê û çend qesîdene. Seyid Muhemmed Siyahpoş, di malkek xezela ser navê “Ez nizanim ew çi sûret bû” da, basa “Îranî” bûna xo diket û dibêjît; Karê şemiê her şewate muhbetê sohtendiye Lew di sojîtin “Îranî” şubhetê perwaneyê Herwisa di malika daviya xezela “Elf û bê” da dibêjît;

Me xwar camek şerraba xoş bidest saqî yê me hweş Wekî min hişt “Îran” û berê xwe daye Bexdayê Êreda helbestvan bi eşkere dibêjêt; “Îranî”ye û li Îranê ra çoye Bexdayê û li çona xo keyif xoşe. Çunku dema çoye Bexdayê “camek şerraba xoş” ji dest “saqî yê mehweş” vexariye. Mebesta Siyahpoş ji “camek şerraba xoş” destiveynana zanîn û xudê nasî û meirifetêye, ku li mekteba “saqî yê mehweş”, Mewlana Xalidê Neqşibendî dest xove înaye. Hezretê Mewlana Xalid, zatekî xudê nas û xudan terîqet û rênîşanderê xudê nasiyê bûye. Siyahpoş bixo dibêjît ez Îranî me û Siyahpoşe. Çêrista xo bi kurmanciya jorî ristiye. Kurmancî axivên sînorê îranê, bilî kurmancên xurasanê, bi giştî şênî yê bakûr rojavaya gola ormî û rojihelata herêma serhedê, li “deşte bêlê” li bakûrê bajêrê “şino”yê, heta “kirrê girîdaxê “cîwarin û li pirraniya wan deveran da binemalên ku bi “Seyid” têne nasîn, hene. Seyid bi giştî dibine du çiq; hesenî û husînî. Seyidên Hesenî tinê li deverên “Mirgewerr, Tirgewerr, Biradost “ê ne. Kesên ku gotine “Siyahpoş” xelkê bakûr rojavaya bajêrê Urmîyêye, gotinek gelek raste. Heta kesên ku gotine û dibêjin, ew ji “Silîva” û gundê “Nark”ê ye, renge her ew gundê “Narî” ser bi “Silîvana ” li devera “Mirgewerr “ê bît. Ew kesên ku gotine û dibêjin “Siyahpoş” xelkê Farqînê ye, renge mebesta wan ew “Muhemmed Seîdî Cizîrî” bît ku duktor Muhemmed Ehmed Dirnîqe di pirtûka” Elneqşibndiye Weleilamiha” da dibêjît;

sala (1384 ê k / 1964 ê z) li gundê Serdehla Cizîrê ser bi wilayeta Mardînê wefat kiriye. Sala li dayîkbûn, nivîsîna vê çêristê û wefata Siyahpoş Seydayê Saxniç ligor vê bendê ” Bi carek elf û bê kirine telqîn” bi hisaba ebcedî sala 1205 ê wek sala lidayîkbûn yan nivîsîna çêrista Siyahpoş didete zanîn. Nizanim seydayê saxniç bi çi awayî hisabkiriye û jimara 1205 ê destive înaye. Ligor hisaba ebcedî (bicark 226 + alif û bî 129 + kirine 275 +telqîn 590) hejmara (1220) berdest dibît. Û eger em peyva “kirine” bi “kirin” berçav bigirin, hejmara (1215) derdikevît. Ew jî sala nivîsîna vê xezelê ye. Umer riza kehale berhevkarê pirtûka “Muicemul Muelifîn” sala 1180 ê wek sala lidayîkbûna Siyahpoş daye diyarkirin. Lê eger em bi hûrî li naveroka vê çêristê binêrin, helbestvan li gelek cihanda bi hisaba ebcedî hindek sal diyar kirine, ku diyar diket lidirêjiya wan salanda ev çêriste vehûnaye û yan ew xezel gotine. Di malika 2187 ê da sala lidayîk bûna xo jî kiviş kiriye. Dema dibêjît; Digel çengê beyan ke remzê qudret Bikem guhdarî esrarê wehdet Benda dawiyê ya vê malkê ligor hisaba ebcedî (bikem 62 + kuhdarî 246 + esrar 462 + wehdet 418) dibîte 1188, ku bi nêrîna min, eve sala lidayîk bûna, Seyid Muhemmedê Siyahpoşe. Ligor vê malkê; Bi heqê hurmeta navê Muhemmed Bibexşî cumle ef’alê mê bed

Bi hisaba ebcedî “bibexşî cumle ef’alê mê bed”(bibixşî 914 + cimle 77 + ef’al 181+ mê bid 46) dibîte 1218 û xûya diket ku Siyahpoş di sala 1218 ê li Bexdayê dest bi nivîsîna vê çêristê kiriye. Wê demê di temenê (30) sî saliyê da bûye. Siyahpoş di malika 1598 ê dibêjît ku Seyfulmulûk paş dazde sala giheştêye baxê Iremê: Çi miqdar go tu hatî di xurbet Deh û du sal temam bû go di mihnet Û li malika 1600 ê da jî dibêjît: Temam bû yazde sala bê ser û ber Ku ew winda bûye mislê dilawer Bi vê gotinî xûyaye dema ku Siyahpoş ev çêriste vehûnaye, yazde sal bûye ku li Bexdayê jiyaye û li mala xo dûr ketiye. Herwiha ligor malika 2471 ê jî dema ku ev çêriste tewaw kiriye pazde sal bûye ku li xurbetê bûye; Deh û penc bû ku derketye bi xurbet Ji bab û dê û yaran bûye furqet Vêca ligor wan agadariyên jorî, xûya diket “Seyid Muhemmed Siyahpoş” sala 1188 ê li dawiya çerxa 12 ê koçî beranber digel sala 1774 ê, li daviya çerxa 18 ê zayînî li bakûr rojavaya gola Urmiyê, li Îranê lidayîk bûye. Di temenê (19) nozde saliyê çoye Bexdayê û sala 1218 ê li temenê sî saliya xoda vehûnana çêrista “Seyfulmulûk û Bedîulcmal”ê destpêkiriye û paş çar sala vehûnana vê çêristê tewaw kiriye. Di roja hejdê (18) meha remezanê, li danê zistana sala 1246 ê û nîviya pêşî ya çerxa 13 ê koçî, beranberê sala 1831 ê li çerxa 19 ê zayînî di temenê 58 saliyê da li Bexdayê wefat kiriye. (18 /09/1246 k, 02/ 03 / 1831 z). Ew li xurbetê dinalît û di malika 2492 ê dibêjît:

Gelek bê çare bûne wan bi dewlet Wekî min bê newayê camê xurbet Bi xandina vê çêristê, xûya diket, ku Siyahpoş, bilî zimanê kurdî, şarezayiyek tam di zimanê erebî û turkî da hebûye. Bilî şarezaêya li quran û hedîsan, herwiha agadarê dîroka kevne Îranê û edebiyata kilasîke farisî û erebî bûye. Siyahpoş li çêrista xoda hindek car bo çêkirina beytê mulemei (beytên çend zimanî) ji zimanê Farisî û Turkî û Erebî jî behre wergirtiye. Bo mînak livan du beytên jêrîn, bi zimanê Farisî û Kurdî û di beyta sêyem da bi Turkî û ya çarê bi Erebî helbest gotiye;

Der eyamê sulêmanê peyember

 Di misrêda hebû şahek muzefer

Gehî saz û mey û fincan û saqî

Gehî çeng û xezelhayi firaqî

Zulif û xalên mah rûyan çoq Siyahpoş êdirler

Qorqarim ben qere olse çadir û seywani ma

 

Fe qultu şê’ir min efnanê min cû’ We kanû cami’eynî qewl mesmû’ Dema mirov li çêristên helbestvanê berî Siyahpoş dinêrît, bi giştî hemûyan, destpêka çêristên xwe bi pesindana xudê û pêxember û paranewa li xudê destpêkirine, lê di vê çêrista Siyahpoş da, ew xûya naken. Eva jî tiştek balkêşe. Gelo dibît helbestvanek zana wek Siyahpoş, bêy pesindana xudê û pêxemberê wî, dest bi nivîsîna xwe biket? Eger ew kar kiriye, bo li berinivîsên wî da nînin?

Me got ku Siyahpoş xudanê çêristekî evîndarî, irfanî ye. Ev curê çêristê li edebiyata kurdî da bê hevale. Ev çêriste ber vê hindê bê hevale ku aşiq li meişûqek nedîtî aşiq dibît û bo giheştina bi meişuq rêkekê nenas û nediyar didete ber xo û li gelek tarên asî û dijwar derbas dibît û paş dazde salan ku dest ji can û jîna dunyayî kêşaye bi dîdara meişûqê xo şad dibît. Cura nivîsîna vê çêristê digel hemû çêristên ku di zimanê kurdî da hene, ferq diket. Ferqa wêjî, eve ye ku Siyahpoş mirovekî arife û çêrûngekî evîndarî û irfanî divehûnît û navra li zarê kesayetî yên çêrûngê dest bi niza û gotina xezelan diket. Ku her yek ji wan li cihê xwe da serbixone. Ev karê Siyahpoş bê hevale û berî wî di edebiyata kurdî da nehatiye kirin. Nimûna vî karê Siyahpoş di edebiyata farisî da jî, tinê “Selman Sawicî” li çêrista “Cemişîd û Xurşîd” û “Ubêyd Zakanî” di “Uşaqname”da, encam dane. Ev çêrista Siyahpoş ji 2904 malikan, Gaziyekê di 10 malikan, 140 malik di qalibê 13 Xezelan û Qet’e yekê û herwiha Çarîneyekê di çarçova Pêncîneyekê (Muxemes) li 25 malikan, pêkhatiye. Her wek tête zanîn, hemû çêristên ku hatine nivîsîn, helbestvanan ji çêrûngekê ku berî wan di nava xelkê da hebûye, behre wergirtine û hewîrê wê çêrûngê di qalibê helbestêda vestirîne û ji nû raberî xelkê kirine. Me lew hatin ji nezimê în hikayet Ji neqlê rawiyan min kir riwayet Herwek li wê beyta jorî da xûyaye, berî Siyahpoş ev çêrûnge hebûye û pêştir hatiye riwayetkirin.

Çêrûnga ku Siyahpoş girtiye dest xwe û bo xwe kiriye hecet ku vê çêristê vehûnît û bo nifşên paş xwe bi mîrat bihêlît, çêrûnga “Seyfulmulûk û Bedîulcemal”ê ye ku yek ji çêrûngên “Hizar û Yek şev”e. Çêrûnga “Seyfulmulûk û Bedîulcemal”ê yek ji wan çêrûngaye ku li bîst û yek şevê (şeva heftsed û pênce û heştê ta heftsed û heftê û heftê) Hizar û Yek şevê da hatiye gotin. Siyahpoş ew çêrûnga wan bîst û yek şeva bi helbest vehûnaye û car-cara jî, hindekê guherînê têxîte nav çêrûngê û heta hindek serborên çêrûngên dî jî li vê çêrûngê zîde diket. Bo mînak; dema şah liber çinebûna zarûya berxo dikevît û fikra paş mirina xwe diket, ji wezîrê xwe dixazît ku biçîte bal Sulêman pêxember û çara hebûna zara ji wî bipirsît. Lê berî ku wezîr bigehîte bal Sulêman pêxember, xudê, bi wehyê Sulêman pêxember haydar diket û Sulêman pêxember jî dema hatina wezîr, sêvekê bo wî bi diyarî dirêket û emir diket, kerek sêvê şah û kera dî şajin bixot û paş wê bi emrê xudê dê bibine xudan zarû. Lê di çêristê da, şah nizayê diket û paş nizaya wî, wekê Siyahpoş dibêjît, dengek ji xeybê hat, bi vî awayî; Ji neqlê rawyê ku kir riwayat Sedayê xeyib hat ez munacat

 

Sebeb navê Muhemmed ey dil azad

Xudê tu bexşî û dê bidet ewlad

Welî tu jinkê bînî zêde mehbûb

Ku tu şabî bi yûsif şibhê yeiqûb

 

… Û paşê jî bo jin înanê, munecma berhev diket û ew jî pesna keça şahê Yemenê diden û şah wezîrê xwe dirêkete xastina wê… Eva pişkek ji çêrûnga “Taculmulûk “ya şeva, sed û heftê ye. Siyahpoş herwiha li çend cihên dî jî, hindek bûyerên şevên dîtir, bo bi tam û tewaş kirinê, tevî vê çêrûngê kiriye. Gelo navê rastiye vê çêristê çi ye? “Seyfulmulûk û Melkexatûn”, “Seyfulmulûk û Se’dulmulûk”, “Seyfulmulûk”yan wek çêrûnga “Hizar û Yek şevê”, “Seyfulmulûk û Bedî’ulcmal”e? Gelo dema ku berinivîs navê çêrûngê diguherin, em çend dikarin pişt bi emanet parêziya berinivîsa biden? Gelo çêrûnga ku bingehê wê liser evîndariya du aşiq û meişûqa hatiye dariştin, çawa navê wê dibîte ya du hevalan yan du kesayetî yên du çêrûngên serbixo û cuda ji hev? Seidulmulûk hevalê Seyfulmulûkî ye û Melkexatûn keça şahê Qulzemê ye û herwiha kesatî ya çêrûngekî diye, hizar û yek şevê ye. Gelo dema sernavek wiha berçav tête guherîn, em çawa dişên bawriya xwe bi bernivîsa bînin ku naveroka helbestên wê jî neguherî bin? Raste ku Siyahpoş bixo hindek guherîn êxistiye nav çêrûngê, lê ew kar bi zanetî û bo mebestek taybet bûye. Bo mînak; navê wezîrê Asim şah, Faris kurê Salihe, lê ewî bi zanetî “Faris” bikar ne înaye û bedela wî “Salih” bikar înaye. Çunku Salih hem navê pêxemberekê ye û hem bi manaya rizgarkerê” nefs û qewma”ye. Siyahpoş mirovekî arif bûye û ev çêriste di çarçoveyekî irfanî da vehûnaye û pê vehûnana vê çêristê hewil daye ku bi zimanekî sade û rewan

rêka pirr ewraz û nişîve irfan û tesewufê bi xandewanê xo bidete nasên. Nexşê rêka giheştina murîd bi muradê danaye ber destê xandewanê kurd. Helbjêrê rêka irfanê û evîna mecazî bo giheştin bi evîna heqîqî, dibît paş xandin û fêr bûna zanistên; Serf, Nehw, Mentiq û Heyet, Ustirlab û Bedîi, Beyan, Remil û Nicûm û melewanêkirin di behra Cefirê û Irûzê, şareza bûn li Tefsîr û Ehadîsan û Şerîetê, rêka Terîqetê helbjêrît û li tarên Qebiz û Best û Cezibê derbas bît û li behra Heyret û Eciz û Tesewurê bibihorît û bigehîte meqamê Tezekurê û paşê dest bi Tesewfê biket. Di behra bê daviya Terîqetê da li Evîna Mecazî bigerît û dest li Nefsa Serkêş berdet û li pêgeha Lomekirinê rawestêt. Nefsa Mulheme paş xove bihêlît û derbasî pêgeha Nefsa Mutmeine bît û Rizayê destxove bînît. Roniya Heq li dilê wî şewiq bidet û bigehît Murad û Evîna Heqîqî.

Gotina dawî Di dest nivîsekê da binavê “Namey işq ” 17 ku nivîskar û xudanê wê nediyar e, helbestên gelek şêx û melayên navdar û helbestvanên kurd, ku pirraniya wan ser bi rêçika neqişîne û hindeka jî di pesn û medha Mewlana Xalid da helbest gotine,

17 – Destnivîsa ” Namey Işq ” hevalê hêja Koroxlî Kara Aslan berpirsê weşanxaneya ” Doz ” li Istenbolê gehane destê min.

sê xezelên Siyahpoş û xezelek Mewlana Xalid têda hene. Xezela Siyahpoş ya ku dibêjît; Ey hebîbê qelb û rûh wey qerarê canê ma Dê çi bîtin carekê ger tu bibî mêhmanê ma Paş vê xezela Hafizê Amedî hatiye nivîsîn ku dibêjît; Tutiyay dîde sazim xak pay niqşbend Ta biyabem sirr heq ez lutifi şahi niqşbend… Du xezelên diye Siyahpoş li pêş û paş xezela Mewlana Xalid hatine nivîsîn û wereng nîşan didet ku Mewlana Xalid û Siyahpoş digel yek helbestênî (muşaire) kirine. Helbesta Siyahpoş ya ku berî xezela Mewlana hatî nivîsîn, eva ye; Ez nizanim ew çi sûret bû me dî der cameyê Şubhê şemiê suht cergê min wekî perwaneyê… Û paş wê, helbesta Mewlana Xalidî ku bi farisî ye, û di pênc malikadaye; bi vî awayî:

 

“Mujde ey Yeiqub bî dil kan Yûsif Kenan risîd Mihnetî bî muntihaî hicr ra payan risîd 

Bazgerd ey can ber leb resîde kan nazinîn Îsîyi Meryem sifit behri ilaci can risîd 

Kûhi xem ber bad dad anki ba badi seba Ber meşamem bûyi xaki meqdemi canan risîd 

Telxeyi dowrani bîkes mehw şud ez dil mera Çun nişînem ber meşam zan gul xendan risîd 

Xalida baxi gulstani sefa bes kun suxen Kan behari zindeganî xurem û xendan risîd”

 

Siyahpoş jî bi xezelekî çar malkî, bersiva Mewlana didet û dibêjît;

 

“Ger tu nazik sor gulî ez biliblê mestaneme Hûriya li şiklê gulê ez aşiqê dîwaneme 

Hûriya firdewsê alî qumrîya baxê cemalî Ger tu şemi wer şemalî ez eceb perwaneme 

Padşahê hile pûşê ews camê sertas nûşî Ger tu mestî mey firoşî ez teweliyê meyxaneme 

Hazirî dergah darem bende ferman guzarem Çi dixwazî ihtiyacim can feda canê teme”.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev