
Li Senatoya Amerîkayê Pêvajoya erêkirina Serokatiya Wezareta Parastinê Ya James Mattis destpê kir.
Serokê nû yê Dewletên Yekbûyî Yên Amerîkayê Donald Trump diyar kiribû ku ewê James Mattis bike Wezîrê Parastinê, lê ji bo vê yekê erêkirina Senatoyê pêwîst e.
Mattis di daxuyaniyeke xwe de ragihand ku Rûsya dixwaze NATO-yê perçe bike, lewre jî hewcedariya Amerîkayê bi artêşeke xurtir heye.
James Mattis pirsên Komîteya Hêzên Çekdar ên Senatoyê bersivandin û tiren xwe arasteyî Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin kir.
Mattis di axaftina xwe de wiha got:
“Puîn dixwaze NATO-yê perçe bike, lê dîsa jî ez alîgirim ku hevkariya me ya bi Moskovayê re berdewam bike.”
Mattis wiha berdewam kir:
“Bi ya min tişta girîng ew e ku haya me ji rastiya serederiya bi Putîn re hebe. Divê haya me jê hebe ku ew dixwaze NATO-yê perçe bike. Divê em li gorî vê yekê gaven leşkerî, aborî û dîplomaîk bavêjin. Li ku derê pêwîst be divê em bi hevkarên xwe re xwe biparêzin û wekî NATO gavan bavêjin.”