Berevokeke helbestan: HELIZ

Berevokeke helbestan: HELIZ

Berhema Ebdulah Celan

Îbrahîm Guclu

”Heliz” pirtûkeke helbestê ye. Navê xwe ji giyayekê digre.

Ev giya, bes li Çiyayê Kurdistanê şîn dibe. Loma jî bi tirkî navekî vî giyayî tuneye. Lewra li çiyayên Tirkan şîn nabe.

HELIZ ji aliyê birêz Ebdulah CELAN de hatiye nivîsandin.

Birêz Ebdulah CELAN ji min re jî pîrtûka xwe şand. Ez bi vê yekê gelek kêfxweş bûm.

Ez di destpêkê de Kek Ebdulah CELAN pîroz dikim ku wî bi helbestên xwe helbestên kurdî dewlemend kiriye. Helbestvanî pêş xistiye. Ji çand û edebiyata kurdî re diyariyek pêşkêş kiriye.

Dema ku mirov helbestên birêz Ebdulah CELAN dixwîne, dibîne ku helbestên wî yên klasîk in. Loma jî zêdetir bîhna kurdî û kurdbûnê ji helbestên wî tê.

Di pirtûkê de 45 helbest hene.

Ev helbestan: Rewş, Rûmet, Heyran, Heliz Borî, Silav, Çêtirê Çêtiran, Rojbûna Pîroz, Cejna Înê, Navdariya Misircê, Gund, Porê Spî, Jar û Jan, Serxweşî, Suhbet, Xwarinên Berê, Parvekirin, Reçete Nimêj, Terkus-Selat, Şevgeryayî, Dermanxane,Sîwak, Cejn, Rojiya Havînê, Pismam, Doxtor, Germava Xêsta, Zilm, Jiyan, Têlefon, Ferheng, Kurteçîrok, Şîret, Qempa Xerza, Qayişa Xwar, Bername, Lîstika Peyvan, Gotinên Pêşiya, Qerîqetûr, Papa, Turban, Nişê, Êşa Diranan, Nefs, Belengaz.

Birêz Ebdulah CELAN, “di 1946an de li gundê Cimzerqa girêdayê bi Misircê (Qurtelan) ve hatiye dinyayê. Diya wî Nazê ye û bavê wî Hecî Remezan e ji eşîra Siqana bavikê Fetikan in.”

Birêz Ebdullah CELAN, “di 1978an de li Misircê ketiye karê karxanaye Tekela Titûnê û tê de 21 sal xebitiye, di 199an de jî karbes (teqewîd bûye).

Birêz Ebdulah CELAN, di heman dem de gotinên pêşiya berhev dike. Çîrokên Folklora Kurdî yên herêma Xerzan jî dinivîsîne. Bila destên wî ter, dilê wî şad be.

Bila di xebata xwe de domdar û berhemdar be.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev