Rojeva belawela

Rojeva belawela

Devliken Kelogirî

Li derve berfeke xweş heye; bawer im hew dibare. Nizanim. Belkî jî Xwedayê tikîtenê navber jî dabe. Mafê wî jî heye, nîvseetekê bêhna xwe berde; cixareyekê bikişîne yan çayekê vexwe.

Li başûrê welatê min duduliyek heye. Hin derdor dixwazin pişta xwe bispêrin Trûmp… Hin derdor dixwazin pişta xwe bidin Tirkiyeyê… Hin derdor dixwazin pişta xwe bidin Îranê… Hin derdor dixwazin pişta xwe bidin Iraqê… Hin derdor jî wenda ne. Li dora wan xêzika fileyan xêzkirî tenê li bende rehma “şeytên” in… Û şeytan jî ji ber xezeba Xwedê bi dizî însên li hember Xwedê teşwîkî serhildanê dike.

Xwedê ditirse textê bin wî bişikê û were xwarê. Ew bixwe jî êdî ji ilm û îrfanên xwe neewle ye. Ew bixwe jî zane êdî pîr bûye û tiştan hew ji hev derdixe-nas dike. Nahlet li yextiyariyê bê! Qonaxa piştî yextiyariyê vegera li xwe ye; em pêlîstokên wî em ê li “XWE” vegerin; lê ew ê li ku, li kê, li çi vegere? Ew tenê ye û xwebixwe çêbûye.

Xezeba DAÎŞê li Tirkiyeyê jî xist. Êdî her ji çend rojan li derekê teqînek diqewime. Hew li ser miriyan digirîn; tenê hejmara wan girîng e. Ji tiliyên her du destan zêdetir e yan hindiktir? Anku her miriyekî xwe karin bi çend miriyên wan bişon? Digotin xwîn xwînê naşo; lê wa ye diyar e xwîn xwînê dişo û tenê niqutek jî li erdê namîne. “Ya welatekî dike welat, hejmara miriyên wê ye.” Lê kurd ji bo kîjan welatî dimirin? Bi miriyên kurdan deh welat ava dibin. Û Kurdistan tune ye…

Li kolanên Stenbolê berfê seranserê erdê xemilandiye. Li ser xanî û avahiyan bi telîsan berf heye. Lê dims tune ye em rabin berfedimskê çêbikin û bixwin. Xwedê jî xwe kerr kiriye; deng jê nayê. Camêr rahmaniya xwe bi cîh anî û ev serê sê roj û sê şevan e rehmê dibarîne; rehmeke ji ûjdanê xwe spîtir…

Li parlamentoya Tirko, HDPya xwedêgiravî kurd, ji MHPê re dibêje, “Em ê nehêlin hûn vî welatî belawela bikin.” “Das li ku, tir ku ku?” Das û tirê cîh guherîne…

Belkî di dema vî Xwedayî de em Kurdistaneke azad û serbixwe nebînin; lê mirina vî Xwedayî nêzîk e (û jixwe yextiyar bûye û yextiyarî jî semptom-nîşaneyên mirinê ye) em ê di dema Xwedayê nuh de bibînin. Heger em ne sax bin jî, ruhên me yê şahidiyê bikin.

Û berî Xwedê bixurife û koç bike, hêvî dikim van xwelîserên li esmanê kurdan bûne ewrên reş jî bela bike û berî xwe wan bişîne ciyekî ku veger tune be.

Min digot çi? Nizanim, serê min jî tevlihev bû. Ez rabim ji xwe re çayekê çêbikim. Û jixwe xatûn jî dîsa xeyidiye, ez bi tena serê xwe di qula vî xaniyî de bera pinpinîkên xeyalî didim…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Devliken Kelogirî

Li zanîngeha Beykentê a Stembolê di beşa Sînema-Televîzyonê da dixwîne. Bi esilê xwe va ji Mêrdînê ye. Niha karê sînemayê û televîzyonvaniyê dike. Fîlmekî wî a bi navê "Xof" heye û herweha bi navên "Doxînsistîzm" û "Xwelîserîzm" du pirtûkên wî çap bûne.

Qeydên dişibine hev