Gotinên pêşîyan ji pirtûka Xelîlê Çaçan

Gotinên pêşîyan ji pirtûka Xelîlê Çaçan

Em çapkirina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Ev berhema ji wê rêzenivîsê ya 73an e. Ev meseleyên gel yên li jêrê me ji pirtûka nivîskar Xelîlê Çaçan ya bi sernavê “Gotinên pêşîyan” hildane, ku van dawîyan ji alîyê weşanxaneya “Lîs”ê da li Diyarbekirê bi 4 pirtûkên wî yên din ra çap bûye.

Serdestîya vê berhemê ew e, ku gotinên pêşîyan kategorîzekirî çap bûne û piranîya wan hûnê cara pêşin di malpera me da bixwînin. Berdewama wê piştî heftêyekê emê çap bikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berheman ji kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî, ku ji vê rêzenivîsê di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji zargotina me – 73

 

MERÎYÊ RAST,

RASTGO Û HELAL

Rasto rê da,

Qelpo zerê da.


Rastî tel e,

Derew şîrin e.


Kê gora hevalan dikole,

Ew xwexwe dikevê.


¤Riya qelpan rast nabe.


¤Merîyê qelp bibe pira,

Ser ra derbaz nebe.


¤Heram tê,

Helal jî bi xwe ra dibe.


¤Herke rast e, herke xar e,

Bira here cem yeke cebare.


¤Keda helal heram nabe.


¤Keda helal bibe mû jî, naqete,

Keda heram bibe waris jî, diqete.


¤Usa rast e,

Wek dew birê mast e.


¤Yeke merîyê heram nabe dudan.


¤Malê helal gur nabin.


¤Rû bi rû, gune afû.


¤Saxa zewal tune,

Qelpa mikan tune.


¤Malê heram çawa tê,

Usa jî diçe.


¤Wî serî çel kim,

Ku deh serî jê nehevsidin.


¤Erez guşe-guş e,

Kê dibê dewê min tirş e?


¤Ji ava gur netirse,

¤Ji ava nerm bitirse.


¤Kevir çiqas gilol be,

Wê cîyê rast bisekine.


¤Ga nanale,

Bar dinale.


¤Mêra şûrê xwe rast girêdaye.


¤Xîret avîtine ber sê,

Sê jî qebûl ne kirîye.


¤Gilîyê rast bi henek dibêjin.


¤Ranazêm cîyê feş,

Nabînim xewnên xirofeş.


¤Hezar derew

Rastîkê ne hêja ye.


¤Bira nebêjin ker e,

Bira bêjin kûçik e.


¤Av li gewrîyê,

Gewrî xeniqî.


¤Ji xwe ra kul im,

Ji xelqê ra gul im.


¤Qara merîya

Nadine rûyê mêriv.


¤Kûçik hev dixeniqînin,

Riya rêwî rast dibe.


¤Nanê ker bû, nayê saxkirinê,

Dilê şikestî nayê cebirandinê.


¤Qedirê zêr-zêrker zane.


¤Dil şûşe ye,

Şikest, nacebire.


¤Tu min buxurîne,

Ez te balêsim.


¤Dil ne sifre ye,

Ku meriv ber hemûyan veke.


¤Dilê nazî

Nagihîje tu mirazî.


¤Meriv bi kulmê naçe dirêşê.


¤Def jî ya wan e,

Çomax jî ya wan e.


¤Kin e, dirêj e,

Destê mîrê min e.


¤Bertîl keviran nerm dike.


 

MALXWÊ Û MALXWÊTÎ

 

¤Mala bê malxwê – xirabe ye.


¤Mala bê kevanî,

Mîna aşê bê dewl e.


¤Gûzek-gûzek,

Dibe dîzek.


¤Kevirê havînê

Bavêje kulînê.


¤Kî dinya xwar?

-Ewê jin û mêrên bi hev ra yar.


¤Xirabîya malekê,

Avaya gundekî.


¤Hat malxwê malê,

Çû qeda salê.


¤Ya wî Heleb safî dike.


¤Gazîkirin edet e,

Nehatin dewlet e.


¤Royê gûzek,

Mehê dibe dîzek.


¤Xar here, rast were.


¤Çilk, çilk,

Dibe milk.


¤Çopê havînê

Bavêje kulînê.


¤Qulên dîwaran tên girtinê,

Qulên malan nayên girtinê.


¤Malê axê dengiz e,

Kê nexwe, dongiz e.


¤Milka-aş,

Sineta-simteraş,

Mêrê dîwanê-yê pêş xwe nede paş.


¤Mêr û jin hev kirin rik,

Xirab dibe malik.


¤Kar û qar?


 

PERE, KIRÎN-FIROTAN,

MALÊ DINÊ 

¤Deyndar jar dibe,

Xûndar har dibe.


¤Dinya penêr e,

Îsanî kêr e,

Yek dibire, yê din lê dinhêre.


¤Him ziyaret e,

Him tucaret e.


¤Hin kes digerin li navan,

Hin kes jî – li bavan.


¤Malê dinê

Qirêja destan e.


¤Pere peran tîne.


¤Malê dinê îro heye,

Sibê tune.


¤Merîyê malê wî pir e,

Nola kera dizire,

Xebera wî cem xelqê lal û dur e.


¤Mesî di avê da

Bazarê neke.


¤Rojên xwedê nabine yek.


¤Pere derê dadayî vedike.


¤Parîk nanê bi rehet

Nadim bi hezar nanê bi minet.


¤Hesp tune,

Hevsarê çê dike.


¤Ga tune, afir çêneke.


¤Xirab dibe mala zêran,

Xirab nabe mala mêran.


 

MERÎYÊ HÊJA Û RÛNERM,

DURÛ Û BIN VA 

¤Birîna xencerê

Xweş nabe bi xeberê.


¤Deftera merivan

Piş merivan dixwînin.


¤Te çawa dinê dît?:

-Weke dilê xwe.


¤Jêr dinhêrim-rû ye,

Jor dinhêrim-simbêl in.


¤Bi warisê xelqê nekeve bîrê.


¤Çev dibîne,

Dil dimîne.


¤Bide, netirse,

Bistîne, şerm neke.


¤Zêr biçûk e,

Lê bahê wî giran e.


¤Qencîyê bike, bavêje avê.


¤Xebera xweş bahara dilan e.


¤Dîsa ew ker e, tenê palan

Hatîye guhartin.


¤Çû seferê, hat-dîsa kerê berê.


¤Ezo, ne ezo,

Dezmala gulgevezo.


¤De were vî kerî

Vî buhurî ra derbazke.


¤Biçîze, neçîze – qencelîz e.


¤Dinya heye mêşe ye,

Ji her temî jê heye.


¤Di her gundî da kûçik heye.


¤Devê hirçê negihîşte sêvê,

Go: -Sêve tel e.


¤Behr ber devê kelbekî naherime.


¤Firîna mirîşkê heta kadînê ye.


¤Marê tevizî germ neke,

Ew germ bû, wê te vede.


¤Him dişkêne, him dicebirîne.

Him tîr dike, him ron dike.


¤Mişk çiqas xwelîyê bikole,

Wê li serê xwe ke.


¤Şêmîka me belor e,

Kê rastî me tê kile-kore.


¤Eze nermikê,

Xorta li min kirîye rikê.


¤Ser serê gur quran xwendin,

Ku pezê xelqê nexwe,

Go: -Zû bikin, paşîya kerî çû.


¤Ji bo merîyê kor şev-ro yek e.


¤Mîna çêleka sor şîr dide,

Paşê lê dixe-dirêje.


¤Guro, bira tu gur bûyayî,

Bira te golika min bixwara.


¤Mişk nikaribû biçûya qulê,

Hejek jî poça xwe va dikir.


¤Xwedê hewla wî

Dewlê avîtîye.


¤Ker kete herîyê,

Xwedîyê kerê ji kerê qewattir dibe.


¤Destê xweda hêkerûnê çêkî,

Wê bêje devê min şewitî,

Destê te neşewitî.


¤Deh tejîyên te hebin,

Dewsa rûvîke wî nagire.


¤Xwe têkî çira, ber bişuxulî,

¤Dîsa ew e.


¤Ku zimanê wî nîbe,

Qijikê çavê wî derxin.


¤Mar ku pakbûya,

Xwedê lingê wî ne dikire zikê wî.


Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev