“Li Silêmaniyê 60 Daişî hatine girtin”

“Li Silêmaniyê 60 Daişî hatine girtin”

Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir ku di nava salekê de di nav sînorên Silêmaniyê de 60 terorîstên Daişê hatine girtin.

Li gorî heman daxuyaniya Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê, 60 terorîstên Daişê ji hêla asayîş û rêveberiyên ewlekariyên Silêmanî, Şarezûr, Germiyan û Rojavayê Silêmaniyê hatine girtin.

Asayîş eşkere dike ku beşek ji terorîstên Daişê xwestine ji hêla Mûsilê ve bi dizî bikevin nav axa Herêma Kurdistanê lê hêzên ewlekarî û pêşmerge rê li ber vê yekê girtine.

Dezgeh her wiha diyar dike ku beşek ji van terorîstan ku bi koka xwe ereb bûne xwestine ku li Kurdistanê êrîş bibin ser dezgehên hikmî, partiyên siyasî, cihên bazirganî û geştiyarî.

Di heman daxuyaniyê de hatiye gotin ku destpêka meha Nîsana 2016-ê 3 terorîstên Daişê yên kurd ku “emîrên’ Daişê bûne ji Mûsilê hatine Hewîceyê û ji wir jî derbasî Kurdistanê bûne.

Di daxuyaniyê de hatiye saloxdayîn ku li herêmên çiyayî yên Helebce û Sengawê jî 14 terorîstên Daişê hatine kuştin.

Asayîş her wiha dibêje 60 kes niha di destê wan de ne, lêpirsîna wan berdewam dike û ewê agahdariyên zêdetir piştre eşkere bikin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev