Man û Neman Her Bijî Rêziman -2

Man û Neman Her Bijî Rêziman -2

Li Bakur Materyalên Perwerdehiyê

Mela Mihyedîn

Gava meriv li polîtîkayên baş yên perwerdehiya binêre yek rêbaz derdikeve pêşberî me. Di hînkirina ziman de hemû mijarên rêzimanê hatine derxistin, bi vî awayî xwendekar ji zimên natirsin û hînbûna zimên hesantir dibe.

Bi lîstikan, bi stranan û bi hemû cureyên zargotinê bala xwendevanan dikşînin ser ziman û hînkirin ziman. Ziman ji wan re bi awayekî xweş tê dayîn.

Materyalên perwerdehiyê ji aliyê naveroka xwe ve têr û tije nîn in. Materyal ji aliyê yek kesî ve an jî ji aliyê komeke rezimannas ve hatiye amadekirin lewma naveroka materyalan pirr qels e. Ji bilî materyala Pirtûka Destpêkê ve, di nava vê komisyona ku kesên materyal amade kirine de kesên Pedagog an jî Mamoste nîn in. Heta ji wan hatiye bi rêzimanê naveroka materyalan xetimandine.

Heta van salan dawî jî materyalek ji bo destpêkê nehatibû amadekirin. Mamosteyekî camêr (Eşref Keydanî) derket û ji bo yê ku nû dest bi Kurdî dikin materyaleke perwerdehiyê amade kir.

Komelyên me bê pirtûkxane ne an jî pirtûkxaneyên wan qels in û devê wan timî girtiye. Cihekî ku meriv hemû berhemên kurdî peyda bike mixabin li bakurê welat nîn e an jî nehtaiye amadekirin.

Ji bo ku dersên Erdnîgariyê (Cografya) tune ne, xwendevanên Kurdî navê bajarên welatê xwe nizanin û heya wan ji sê parçeyên din yên bajarê Kurdistanê jî nîn e. Gava ku meriv navê bajarekî bi Kurdî qal bike xwendevan fam nakin, divê navê bajar bi Tirkî bê gotin ku fam bikin. Ev rewşeke pir dijwar e ji bo millete me.

Li bakurê welêt remşa zimanê Kurdî di xeterê de ye. Hema bêje zimanê Kurdî li ber sikratê ye. Dilbikulê Cizîrî berhemek anî meydanê li ser vê rewşa ziman û navê wê jî danî Nûbihara Mezinan. Ev berhem ferhenga Kurdî-Tirkî ye û armanc hebekî awayekî îronîk zimanê Tirkî hînî mezinan dike.

Bergê Berhema Dilbikûlê Cizîrî – Nûbihara Mezinan

Li bakur hewce ye ku mamoste û komeleyên me dest ji rêzimanê bikşînin û bêhtir li ser polîtîkayên hînkirina ziman bisekinin. Ji bo vê yekê lazim e bi lêz û bez dest bi xebatên xwe bikin û milletê xwe hişyar bikin.

Lazim e komeleyên me bibin navenda perwerdehiyê û li her komelyekê pirtûkxaneyên hêja bên çêkirin.

Lazim e komelyên me haya wan ji hev hebe û danûstandinê di nav bera xwe de pêk bînin. Divê hin xebatan jî bi hev re li dar bixin û xwe xurttir bikin. Wekî mînak: Gava li ser Melayê Cizîrî konferansek bê li darxistin ji bo Mela ji Cizîrê ye, gerek konferans li Cizîrê, di hundirê Medreseya Sor de bê li darxistin. Hem navend û hem jî şaxa Cizîrê bi hev ra xebatan bikin. Ev yekê tekilî û xebatan geştir bike.

Lazim e dersên Dîrok, Erdnîgarî, Wêje, Felsefe, Civaknasî û hwd. bên zêdekirin û reklama ziman werê kirin.

Lazim e xebatên xwe li hemû parçeyên Kurdistanê belav bikin û di navbera sazî dezgehên kurdan de têkiliyekê deynin.

Lazim e xebatên xwe tenê bi ne devkî, hem bi awayê vîdeo û hem jî bi awayê nivîskî bên qeydkirin.

Lazim e rexneyên hatî kirin tenê li ser kaxezê neyê nivîsandin, ji bo çareserkirina rexneyan gerek xebat bên kirin.

Lazim e ji bo zarokan jî perwerda zimên bê dayîn, ne tenê ji bo mezinan.

Lazime kesên zana, jêhatî û ehlê rê bên rêveberiyê, ne kesên ciwan, qurre û nezan.

Lazim e sazî û dezgeh bibin navenda akademiyê bixwe û hertim hundirê wan tije be, ne tenê di dema dersan de rawestgeha xwendevanan be.

Lazim e ji bo hemû Kurdan sitargehek be û hemû mirovên fikir cuda li hev kom bike, gerek di komele û saziyan de fikrek tenê dernekeve pêş.

Lazim e, materyalên perwerdehiyê bi awayekî baş û li gorî metoda modern bên amadekirin. Ji bo vê yekê hewceyî komisyonekê heye.

Ji aliyê redaksiyon û rastnivîsê herkesek bi rêyekê de diçe û ev yek tevlîhevî derdixe meydanê. Lazim e ji bo redaksiyon û rastnivîsê komisyonek bê avakirin û herkes û hemû weşanxane li gorî wê komisyonê kar û xebatên xwe bimeşînin.

Ji bo zimanhez navbera dersa xwe baş û xweştir derbas bikin hewece yî cafeyê heye. Hem dê zimanhez pêdiviyên xwe bînin cî û hem jî dê komele û sazî hebekî maddiyatê bi dest bixe.

Lazim e di hundirê komelê û saziyan de wêneyên kesayetên dîrokî, nivîskar û rewşenbîran hebe ku bala mirovan bikşîne.

Lazim e mamosteyên komeleyê û rêvebir haya wan ji hev hebe û herî kêm mehê carekê bên ba hev. Car carna li derve organîzasynok bê li darxistin ku tekiliyan wan xurttir bibe.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev