Sopranoya Kurd li Rûsyayê nav daye

Sopranoya Kurd li Rûsyayê nav daye

Moskow (Rûdaw) – Sopranoya navdar a kurda êzidî Svetlana Kasyan, li Rûsyayê weke “dengê hêvîder ê cîhanî” tê dîtin.

Hunermenda kurd Svetlana Kasya ji Rûdawê re diyar kir ku wê di 25 saliya xwe de li Şanoya Bolshoiyê ya Rûsyayê dest bi perwerdeyê kiriye û perwerdeya li wê şanoyê, xeyala wê ya zarokatiyê bû.

Svetlana Kasya anî ziman: “Dema ku ez zarok li gel dayîka xwe li ber deriyê Şanoya Bolshoiyê derbas dibûm, min ji dayîka xwe re digot, ez dixwazim li vê derê perwerde bibim.”

Kasya cara ewil di sala 2010ê de li Şanoya Bolshoiyê konserekê li dar xistiye û di sala 2011ê de li heman şanoyê dest bi perwerdeya operayê kiriye.

Li bajarê Batuma Gurcistanê di sala 1986ê de Svetlana Kasya ji dayîk bûye û di demekê kurt de li Rûsya û cîhanê deng vedaye. Svetlana Kasya niha welatiya Rûsyayê û li wê derê dijî.

Hunermenda kurd li gelek operayên cîhanê de cih girtiye û ew dibêje; ew keyfxweş e ku bi şêweyek modern di qadên cîhanî yên cuda de nûneritiya miletê xwe dike.

Bi gotina Kasya, piştî ku li Romaya paytexta Îtalyayê konserek lidarxistiye ji aliyê Papa Franciscus ve hatiye vexwendin û wiha pê de çû:

“Hevdîtineke xweş bû. Piştî konsere Papa ez vexwendim. Wî bandoreke mezin li ser min hişt. Nûr ji rûyê wî dihat xwarê. Tişta herî balkêş ew bû ku ez yekem sopranoya ku Papa jê re dia kiriye me. Papa ji min xwest ku ez tenê li ser aştî û karên xêrê stranan bibêjim.”

Medya rûsî Svetlana Kasyan weke “dengê hêvîder ê cîhanî” bi nav dike.

 

Sopranoya kurd di sala 2011ê de li Çînê di pêşbirkê de bûye yekemîn. Di heman salê de li Îtalyayê di 9emîn Senfoniya Beethoven de cih girtiye.

Yek jî derhênerên Şanoya Bolshoiyê Sergey Novikov ji bo hunermenda kurd wiha dibêje: “Kesên wek Svetlana Kasyan temên biçûk, salona Şanoya Bolshoiyê bin dengê xwe tejî bike kêm in.”

Mamosteya yekemîn a mûzikê ya Svetlana dayîka wê Seda Xan e. Wê 40 salan mamostetiya mûzikê kiriye û pirtûkên wê hê jî li dibistanan weke pirtûkên dersê têne xwendin.

Şanoya Bolshoiyê li bajarê Moskowê ye û ji aliyê avahisazê navdar Joseph Bovê hatiye dizaynkirin.

http://www.rudaw.net/kurmanci/culture/19012017

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev