Serfermandariya Tirk: Rûsya, Îngilîstan û DYA li Daişê xist

Serfermandariya Tirk: Rûsya, Îngilîstan û DYA li Daişê xist

Serfermandariya Tirkiyê di daxuyaniyekê de belav kir ku hêzên koalîsyona di bin rêberiya Amerîkayê de û Rûsya û Îngilîstan bi êrîşên cuda yên hewayî li Suriyê li çeper û kozikên Daişê xistine.

Hêzên Tirk di daxuyaniya xwe de eşkere kiriye ku Hêzên Rûsyayê li başûrê El Babê çeperên Daişê bi balafiran bombebaran kiriye.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Doganê hêzên tirk di daxuyaniya xwe de gotiye ku bi koordinasyoneke baş ku bi rayedarên Rûsyayê re hatiye kirin, Rûsya li Başûrê El Babê Daişê daye ber bombeyan.

Heman daxuyanî diyar dike ku 18-ê mehê jî di bin fermandariya Dewletên yekbûyî Yên Amerîkayê de hêzên hevpeyman 4 caran bi balefiren bêpîlot li dorhêla El Babê êrîş birine ser çeperên Daişê.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev