ŞIKOYÊ HESEN: Jîyan û berhemên wî

ŞIKOYÊ HESEN: Jîyan û berhemên wî

Ji pirtûka “Dîroka Edebîyata Kurdî” a Maruf Xeznedar

Şikoyê kurê Ehmedê kurê Hesenê Mido, li gundê Camûşvana Biçûk yê navçeya Axbaranê ya Ermenîstanê di sala 1928an de hatîye dinê. Mala bavê wî di eslê xwe de ki gundê navçeya Qersê ya Kurdistana Osmanî -bûye. Dema bavê Şiko koça dawîyê kirîye ew di temenê xwe yê pêncîsalîyê de bûye. Sofîyê kurê Hesenê Mido yê mamê wî ew birîye li ba xwe û xwedî kirîye. Çar sal xwendina seretayî li gundê xwe temam kirîye. Qonaxa navendî di xwendegeha Elegeza Kurdan pêk anîye. Bi temamkirina xwendina navendî re, di sala 1948an de di Zanîngeha Êrîvanê Beşê Rojhilatnasîyê de bûye xwendekar, di sala 1953an de bawernameya wê dezgeha zanistîyê wergirtîye.

Şiko di sala 1954an de li gundê Begnarê yê navçeya Gagirayê (Ebxazya Gurcistanê) bûye mamosteyê xwendegeha wî gundî, dersê ziman û edeba êrmenkî gotîye heta sala 1957an di wî karî de maye. Di sala 1959an tayînê Beşê Kurdî yê Radyoya  Ermenîstanê ya bajarê Êrîvanê hatîye kirin, karê nivîsandin, werger û amadekirina bernameya edebî pê hatîye sipartin. Di sala 1961an de di cerabeya taybetî de bi ser dikeve wekî xwendekarê xwendina bilind digrin Akademîya Zanistî ya Peterburgê ya Enstîtûya Rojhilatnasî ya Akademîya Zanistî, di Beşê Kurdnasîyê de tê bi cih kirin. Di sala 1965an de xwendina bilind temam dike. Vî navî re tûşî nexweşîya ûrîvîyan dibe. Gelek ezîyet dikêşe û ev nexweşî wî bêaram dike. Bi vê nexweşîyê e jî ji taqek nakeve heta dawîya jiyana xwe. Di sala 1975an de dawî bi jiyana wî tê û koça dawîyê dike.

ŞIIRÊN WÎ

Xeyala şiirê li ba Şiko di serdema xwendekarîya wî de pişkûftîye. Hinek şiir di rojnameya Zanistgeha Êrîvanê de hatine weşandin. Her wina rojnameya Rya teze di şiirnivîsandinê de meydana meşqa Şiko bûye. Piştre şiirên wî yên hatine weşandin û şiirên nû di dîwana wî ya taybetî de hatine weşandin. Ji van komek şiir bi navê “Qalçîçek” (1961), “Tembûra Kurda” (1965) û “Meremê Dilê Kurd” (1970) weşandine. Beşek ji van berheman bi zimanê rûsî, gurcî û êrmenkî li St: Petersburgê, Tiflîsê û Êrîvanê hatine weşandin.

ŞIIRÊN WÎ DI WARÊ BÎÇIMÊ/STÎLÊ DE

Şiirên Şiko li ser kêşa hêceyî ya xwemalî hatine hûnandin, hemî awa kêşeyên bikar anîye bi temamî û kertkirî ne. Di warê kêm û zêdeyî ya hêceyan de şair xwedîyê rêzên şiirê yên gelek kurt û gelek dirêj e, di vî milî de di parvekirina ew fikrên têxe nav şiirê de biserketî ye. Wekî belge rêzên şiirên wî hene ji du heceyan pêk hatine, rêzên din jî ji pazdeh hêceyan.

Şiko ji hemî babetên şiirê nûkirî de bêje û termên ferhengî pê ve diyar in, eger şairên din ên wî welatî nûkirina wan di netîceya damezrandina civata sosyalîzmê ji bêjeyên taze babet bin, nûkirina Şiko di hemî berhemên wî de bi giştî yanî bikaranîna wan bêjeyên rewşenbîr û xwendewarên din e kereste ji bo bîr û bawerî û nêrînek ji mejîyekî terkîba dûr ji nêrîna bîçimî ya şairê millî yê nexwendewar herikî be. Şair karekterê hisa neteweyî parastîye, lê bi rêya edeba rûsî re tevlî nêrîna hisa şiira rojavayî kirîye, heta derecekê jî bi rêya edeba gurcî û ermenî re.

Piranîya berhemên şiira wî dikevin nav babeta lîrîk û poyemê. Lîrîkên wî di warê hecmê de asayî ne, piranî kurt in yên dirêj kêm in. Herçî poyemên wî ne bi hecim yên navendî yên dirêj ne gelek in. Ji bilî vê di şiirên kurdî yên Qafqasyaya Rûsyayê de babetên çarînî li ber çav nakevin. Şiko Hesen yek ji wan e vê babeta giring anîye nav şiira xwe. Zêdetir ji pêncî çarînan di koma weşanên Şiko de dikevin li ber çav, di kêşê de rengareng in, di warê kurtî û dirêjîya hêceyê de, kurttirîn rêza şiira çarînan çar hêce ne, dirêjtirînê wan pazdeh hêce ne. Di qafîyeyê de îtaeta çarîna şiira klasîk a neteweyên Rojhilata Navîn kirîye, li ser sîstema “A A B A” damezrandîye.

ŞIIRÊN WÎ DI WARÊ NAVEROKÊ DE

Ya berhemên şiira Şiko ji şairên din ên wî welatî cihê dike ew e, lîrîkên sevîye bilind ên Ewropayê himbêza li wesfê siruşt û dildarî tevlî xezela klasîka rojhilatî kirîye û babeta nû anîye navê, bi tahma mirovî ya serdemê re digunce. Ev dahênana Şiko di naveroka şiira kurdî ya Qafqasya Rûsyayê di nîvê duduyan ya serema 20an de înqilabeke mezin e. Keça kurd a rexnegir Ema Bekoyêva di pêşgotina koma şiirên Şiko Hesen “Meremê Dilê Kurd” (1970) de dibêje: “Duşurmîşbûna şayir bi şikil û sifet in. Tebiyet û ‘emrê ceme‘eta me, sifetê mêrxasê şayir e lîrîkiyê rast têne nitrandin, bejin û bala dota kurda ye bi şûtik û şirav û reşkalê kurda yê çek û rihalê miletêyê, ku rastê me tên ‘efrandinêt Şikoyê Hesen da, ne xweş ne rind didine şiyêra”. Ev awa şiirên Şiko di vê civatê de ne asayî bû, ji ber ku di şiirên hatibûn nivîsandin de tiştên wiha li ber guhê wan neketibû ku bi vî awayî dildarî bi keçekê re bê girêdan û destê xwe têkin milê hevûdu. Ji ber wê her çend yên şiirên Şiko bi dahênan hesibandibûn, gelek zêde li ser nivîsandibûn û sitayîşê kiribûn, lê çend kesan jî dengê bêzarîya xwe dabûn xuyakirin. Bêguman sebebê vê bêzarîyê zêdetir ji ber wê bû ku yên Şiko kiribûn wan nekiribûn, êdî di netîceya dahênana Şiko de tûşî pirsgirikên psîkolojîk bûn.

Şiirên Şiko di warê naverokê de li dora van mebestan dizivirin:

1-Wesif û Dildarî: ev mebesteke nû ye ku şair edeba kurdî ya Qafqasyaya Rûsyayê pê bilind kiribe. Gerdûneke romantîk ava kirîye. Wesfê şiir, dildarî, baran, keç, şev, roj, beyan û êvaran dike. Ramûsan tenê ji keça kurd naxwaze, ji keçên sipehî yên Qafqasyayê û Ewropayê jî dixwaze.

2- Kurdîtî: di nav dil û hinavê Şiko de meseleya niştimanê kurd meseleke mezin bûye, di berhema wî de wekî mebesteke serekî tê li ber çav, bûyera kurdîtî li seranserê şiirên Şiko de tê dîtin, di hemî ew şiirên ji bo mebestên din hûnandine. Berîya hemî tiştekî kurd û Kurdistan wekî termên dîrokî û coxrafîk yên wekî Kurdistana min, Kurdistan dişewite, Kurdistana ezîz şiira Şiko dagir kirîye. Yadê sembola kurdan dike Feqeyê Teyran, Ehmedê Xanî û Emînê Ebdal. Elegez, cejna Newrozê, zimanê kurdî, dildarîya Mem û Zînê, Gulnaz, Keleş û gelek bûyerên din çavkanîya dahênana şiira Şiko bûne. Şair ji pêşeroja ronahî ya kurdan gelek bi bawer bû, digot ji ber wê ez jê re şiir dibêjim, eger min bizanîbûya ew pêşeroj -Xwedê neke-  bi cih nabe min şiir nedigot.

3- Niştimanê sovyetîyan: Şiko wekî şairên din ên kurdên wî welatî beşek ji mebestên şiirê ji bo desthilat û sosyalîzmê amade kirîye. Vêca ev şiirên han bi zorî li ser şair bar kirine yan ji hinava wî ya rastî herikî bin, ne giring e. Beşek ji van dahênanên sipehîtî tê de hene, bi taybetî yên peywendîya wan bi wesfê siruşt, rengînîya bajar û sipehîtîya jinan ve hene. Di van awa şiiran de yadê Şorişa Oktobrê, cejna karkeran, Lenin û Leşkerê Sor tê kirin. St: Petersburg wekî bajarekî gelek sipehî li ser rûyê dinê, Abxazya wekî siruşteke gelek sipehî li Gurcistanê cihê qîmetê yê şair bûne, ew di wan bajar û navçeyan de jiyaye. Şair di dawîya salên pêncîyan û destpêka salên şêstî yên sedsala 20an de li ser xebata dewletên ereban yên li dijî emperyalîzma Ingilîz, Amerîka û Fransayê sekinîye, ji ber ku hinek ji wan welatên ereb dostê Rûsyayê bûn.

Şiko Hesen yek ji wan şairan bû şiroveya daxwaz û xwestekên kurdên Qafqasyaya Rûsyayê dikir. Bi şiirên sipehî û rengîn mejîyê wan vedikir û xeyala wan fireh dikir.

 

NIMÛNEYÊN ŞIIRA WÎ

 

Şiko ji bo wesfê Elegezê wiha dibêje:

Hemêz kirin pencê royê

Elegeza kaw û naz

Wê çev mizdan rabû xewê

Wergirt xemla xweyi xas

Kubar hûna zêlf û gulî

Mîna zerya de‘wetê

Muhbet gur kir hezar dilî

‘Evd û însan, tebîyetê

Konê kurdî li sîngê wê

Bûne hezar xal û xet

Hezar hezar war bingê wê

Bûne rewşa xewin, qudret

 

Elegez sembolê kurdên wî welatî ye, wek deşt zivstangeh e, melbenda jiyana zivstanan e, wekî çiya zozan û warê havînan e, konên kurdan wekî xalên binecih li kopan û ber bi bejna çiyan rûniştine. Yanî Elegez di zivistan, havîn û biharan de kurd tênê. Şair wekî navendeke pîroz lê dinêre.

Şiko çarînê bi awayê romantîzmê hûnandîye, di hinekan de his bi nefesa sembolîzmê tê kirin û di yên din de giyanê Xeyam dilivîne, di hinekan de behsa navê wî jî dike:

 

Ez carekê ser Pêgasê heylo çûme ‘erşê ‘ezmîn

Ehmed Xanê rûniştibû ser Parnasê me yê hêşîn

Saz-tenbûrê xwe nihêrî keser hatê, kire axîn

Go, bêje min, bê Kurdistan kurd dinê da hela dijîn?

 

Di vê çarînê de şair bi siwarê hespê Pêgas diçe erşê asman. Bêgas navê hespekî ye di efsaneya Grekî de îlhamê dide şairan. Li wir Ehmedê Xanî dibîne ku li ser çiyayê Parnasê rûniştîye. Ev jî navê çiyayekî Grekî yê efsaneyî ye, perestgeha şairan li wir bûye. Ehmedê Xanî di wê perestgehê de rûniştîye, difikire û ecêbmayî maye, dipirse ji min re bêje kurdên bê Kurdistan mane? Xanî baş dizane erdê Kurdistanê ne di destê xwedîyê xwe de ne.

Di çarîneke din de dibêje:

Min gulek dît li nav mêrgê

Qurçimî bû derpa zergê

Go malxirav teze hatî

Îdî min hat bayê mergê

 

Ji paşvemayînê karesat çêdibe. Nexeş di wextê xwe de neyê derman kirin bê feyde ye. Ew gula nav mêrga biharê ji bo evîndarî û hemî tiştekî mirov dixwaze sembol e, eger di wextê xwe de neyê hawara wî bê feyde ye. Ji ber ku temenê gulê gelek kurt e û zû spî dibe û dimre.

 

Di çarîneke Şiko de ev derbas bûye:

Ax çevê reş ax çevê reş ez kuştim

Welatê dûr û xerîbîyê ez hêştim

Bejna nazik,  bejna sosin û rihan

Dil min sotin û kerba wan ez helîyam

 

Şiko vê çarînê di sala 1961an de li bajarê St: Petersburgê nivîsandîye, wî wextî nû hatibû li wir. Hemî sipehîyên welatê wî çavreş in, keçên cînarên kurdan bi taybetî yên gurcî û ermenî jî çavêreş in, çavê wî hînê bi çavê keçên rûsî yên çavbelek nebûye, her bîra çavreşên xwe kirîye, bi rastî ji destê wan welatê xwe terk kir û jiyana koçberîyê hilbijart.

Di çarîneke din de jî dibêje:

Evê horîyê, evê zerîyê hat huba min xwe ra bir

Wê ez dame ber xencera dil û serê min jê kir

Sebeb kî bû, sebeb kî bû, gelo kî bû, gelo kî?

Malxirabo, tu nizanî halê dilê xweyî bingir

 

Di vê şiirê de Şiko dide xuyakirin dilberek hat dildara wî jê sitand, bi vê wî perîşan kir, malwêran gelo tu nizanî bi vê halê dilê xwe tevlihev kir.

 

Di wesfê şevê de dibêje:

Şeveter ye, şevereş

Ne hîv heye, ne siteyr

Ne civîke ne jî teyr

Her tişt niha razaye

Tenê fîtîna baye

Dilerzim vê hindavê

Holî tilya nava navê

Boy vê kawê, bedewê

Dikim gazî ber pencerê

Dibêm: bedew, de tu derê

De tu derê, derê ji mal

Çevê nede dilê yar

Dilê min ê birîndar

De, tu derê, derê ji mal

Ku ramûsani agirî

Bidim lêvê şekirî

 

Ev dildarîya Şiko şaristanî ye ji exlaqê sade yê gundîtî derketîye. Şev e kêş û mat e, hemî tişt di xew de ye. Li ber pencereya dilber hêvî û lavayê dike ku ji mal derkeve derve û lêva wê bimije û maçeke agirîn lê bike.

 

Di şiireke bi navê “Tu Min Hizke” de wiha dibêje:

Gerdengazî, gula nazî, gula nûr

Ez nexweşim, ez serxweşim huba kûr

Demê gulav, huba alav, huba dil

Ewqas şayir, eewqas dengbêj û bilbil

 

Hîştin sefîl,  hîştin mehrûm, hîştin jar

Birne gorê qîz û xortê bê pergal

Çiqa bilbil, çiqa şarûr û dengbêj

Ku bên herin û derbaz bin, bibin kêş

 

Tu yek wana, tu yek wana nikare

Bi kilamê huba dinê xilas ke

Hub ku heye, hem okyane, hem bere

Ka sobekar, ber okyana meqes ke?

 

Tu min hizke, qîza qenc

Ez ê xort im, ez ê cahil im, ez ê genc

Serî huba, serî dil e, ez û tu

Ku em şa bin, bextewar bin tev hevdu

 

Di vê şiirê de Şiko gotûbêj bi dilberê re dike, ya di dilan de ye jê re dirêje, pêşî behsa sipehîtîyê dike, jê re dibêje, ew sipehîtîya bi te re sebebê wê dildarîyê ye ku dil û hinavê min dagir kirîye. Piştre tê digihîne ku jê hez kirîye û daxwaz ji qîzikê dike ew jî hez jê bike, herdu di temenê xortînîyê de ne û ji hevûdu re diguncin.

 

Di şiira “Kurdistan Dişewite” de wiha dibêje:

Şer e, şer e Lalê can

Dişewite Kurdistan

Ji nav mija barûtê

Dengî şîn û girî tê

 

Nalînê kal tifala

Tê ji çiya û newala

Qîjîna qîz, dayîka

Ketye mêşê wawîkan

 

Qûrîna şêr ‘efata

Mînanî şûr û balta

Û zulfeqar û xencer

Qut kir dijmin dil-ceger

 

Şer e, şer e, Lalê can

Dişewite Kurdistan

Ji nav mija barûtê

Dengî şîn û girî tê

 

Di nîvê salên şêstî yên sedsala 20an de başûrê Kurdistanê ji alîyê desthilata Bexdayê ve dihat bombebaran kirin, Şorişe Îlona 1961an di şer de bû. Rojnameyên Ewropayê nûçeyên wêrankirina Kurdistanê diweşandin, piranîya sernivîsên rojnameyan bi navê “Kurdistan Dişewite” bû. Wî wextî, di sala 1965an de Şiko vê lîrîkê li bajarê Êrîvanê nivîsandîye. Ev hisa şairekî ya li hemberê erdê xwe yê nedîtî ye, lê bav û bapîrên wî li wir hatibûn dinê û dizanin ew niştimanê wan e.

*     *     *

Şiko Hesen şairek bû şiirên edebî yên kurdî li Qafqasya Rûsyayê ji çarçoveya hunera navçeyî guhestîye cîhana şiira bilind ku di pêşerojê de jê re bêjin klasîk. Ji qalibê şiira kêş û qafîyeya millî ya xwemalî, li beramberê lîrîka neteweyên pêşketî yên welatê Rûsyaya wê serdemê raweste cure şiireke nû ava kir. Ji ber wê ket li ber neştera rexnegirên paşvemayî, yên guhê wan hînê ew şiirên hebûn bûbû. Lê maka wê tê de hebû ku dahênana nû li ser pêyan bisekine, şiira Şiko bimîne û rexnegirên kêmfahm bibin seda kele û berên wê.

Ji Kurmancîya Xwarê li ser/ji bo Kurmancîya Jorê Ziya Avci (Elîşêr); çavkanî Prof. Maruf Xeznedar, “Dîroka Edebîyata Kurdî”. 

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev