Projeyên Îngilîs li Kurdistanê – 1

Projeyên Îngilîs li Kurdistanê  –  1

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê beşek ji cildeya 2an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin profêsor M. Lazarev ya bi sernavê ”Împêrîyalîzm û pirsa kurdan (di salên 1917-1923)” raberî we dikin. Îro em beşa pêşin a bi sernavê ”Projeyên Îngilîs” raberî we dikin.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 74

Wek ku tecrûbeya mehên pêşin yên hukumdarîya Îngilîs li Îraqê dane xuyanîkirin, tenê bi karanîna mecalên eskerî-cendirmeyî va ew pirsdanîn nikaribû bihata safîkirinê ne di aspêkta hundurîn da, ne jî ya der va da. Serhildana sala 1920-î nîşanî serokatîya Împêratorîya Brîtanîyayê kir, ku pêwîst e bi lez bingeha “dîwarê” sîyasî çê bikin bona bikaribin rêjîma xwe ya dagîrkarîyê li Îraqê bi ser xin. Ew yek him derheqa temamîya welêt da bû, him jî derheqa mentîqên kurda da bû. Gerekê sîstêma sîyasî ya bi hêz û kardar bihata rikinkirinê, ya ku gotî bibûya kefîltîya serketina berjewendîyên împêrîyalîstên Brîtanîyayê li Îraqê, herwiha li Kurdistana Başûr jî. Ew problêmeke sade nîbû, xwesma “para wê ya derheqa kurda da”, ji ber ku bilî dijwarîyên “tabiyî”, ku me derheqa wan da çend cara gotîye û gelek kesên ji der hatî jî di nav peywandîyên xwe tevî eşîrên kurda ew yek ser xwe texmîn kirine, herwiha lazimayî pêşda dihat bi rewşa li Kurdistana Rohilatê, Roavayê û Bakûr ra hesaba rûnên, ku wan dema rewşeke tevlihev û ne dîyar bû. Ew problêm gerekê bi du dereca bihatana safîkirinê: ji alîyê serokatîya Brîtanîyayê li Îraqê û serokatîya sîyasî ya here bilind li Londonê û Dêlîyê.

Ber dîwana Brîtanîya dagîrkar pirseke sext û dualî sekinîbû: goveka (çap, menzîl, çarçove) gêografî ya wê para Kurdistanê kivş bikin, ku kurd de`w dikirin, û bi wê ra jî-cûrê serkarîkirina wê. Ew herdu jî karekî nû û pir dijwar bûn, ji ber ku Îngilîs hîç cara di aspêkta praktîk-sîyasî da rû bi rû rastî pirsa kurda ne hatibû. Derheqa Kurdistanê da her tenê tiştek ber çava bû, ku ew di nav Tirkîyê û Farizistanê da hatîye perçekirin. Îngilîs û dewletên Roavayê yên mayîn, ku destbi safîkirina problêma kurda kirin, tenê berjewendîyên xwe dane ber çava û ji ber wê jî di destpêkê da sîyaseta dijî daxazên gelê kurd meşandin.

Arnold Wîlson berî gişka pêşnîyara safîkirina pirsa kurda li Îraqê kir. Cîyê sereke di nav wê da qedera navçeyên bakûr yên Îraqê bûn, ku kurd lê diman. “Wilayeta Mûsilê û Dêre-Zor,- ewî 20ê sibatê sala 1919a ji wezîrê di alîyê pirsên Hindistanê ra nivîsîye,- gerekê bikevine nava teşkîla Îraqê, herwiha ew perçên Kurdistanê jî, ku niha dikevine nava wilayeta Mûsilê û yên ku nakevine nava dewleta Ermanîstanê ya pêşdemê, ango temamîya hewza Zaba Mezin”, û vira gerekê warekî peyda bikin bona cîwarkirina aşûrîya, “eger ew dil bikin vegerin”. “Kese gotî” sînorê bakûr yê Mûsilê gerekê di navbera çemê Zaba Mezin û derya Wanê ra derbaz bibe, ango A. Wîlson pêşnîyar dikir temamîya Sûrîya Rohilatê (perçekî wê da jî kurd hebûn) û piranîya para Anatolîya Başûr-Rohilatê bikine bin hukumê Îngilîs, ku hema bêje hemû binecîyên wê kurd bûn.

Çi ku dimîne derheqa alîyê pirsêyî sîyasî da, A. Wîlson ser vê bawerîyê bû: “Pirsa avtonomîyake çawa bidne kurdên Kurdistanê, diha rind e bihêlin ser me, lê ne ku ser konfêransa aşîtîyê. Lê eger statûya cihê bidne Kurdistanê, vira gerekê pênc wilayet hebin”. Bi bawerîya wî, ne ku “mîrê ereba”, lê komîsarê Brîtanîyayê yê tewrebilind gerekê serokatî li hemû Îraqê bike.

  1. Wîlson li Parîsê ew projeya safîkirina pirsên Îraqê û kurda raberî dêlêgasyona Brîtanîyayê kir. Ewî pirsa derheqa sînorên bakûr yên wilayeta Mûsilê kiribû nava para dewleta ereba li Îraqê: gerekê navça Cizîrî-îbin-Omar (Cizîra niha), Nisêbîn, Ûrfa û Dîyarbekir biketana navê, ango, temamîya para başûr ya Anatolîya Rohilatê an jî Kurdistana Başûr-Roavayê. Wîlson bi xwe ser wê bawerîyê bû, ku mîsîya wî ya li Parîsê, ku gorî daxaza bi cûrê “Îngilîs-Hindîyê”(54) qeydekirina problêma Îraqa piştî şêr bû, wê bi ser keve. Li konfêransê, ewî nivîsî ye, “pirsa derheqa Kurdistanê da paşda hate êxistinê bi pêşnîyara me, ku emê li Kurdistana Başûr dewleta kurda ya avtonom saz bikin bin serokatî û parastina Brîtanîyayê”(55). Lê rastîyê, pirs diha sext bû û derheqa wê da emê paşê gilî bikin.

Bi vî awahî, projeya Wîlson bi bingehê xwe va ya dagîrkarîyê, bindestkirinê û dijî kurda bû. “Înglo-Hindî”, ku bi serokatîya A. Wîlson pêşnîyar dikirin menzîla wilayeta Mûsilê fire bikin, eşkere destdirêjaya piranîya wê mîrata Ottomanîyê dikirin, ya ku bi peymana Sayks-Pîkoyê para Fransîyayê ketibû û ji alîyê Îngilîsa da hatibû zevtkirinê, ji ber ku axa wan dera bi stratêjî û aborî gelek giranbuha bû û lingê tu eskerekî îngilîs heta wî çaxî li wî erdî ne ketibû. Paşê, bêy ku sozê xwe bi cîh bînin, ku Îngilîs dema şêr dabûne ereba, li temamîya Îraqê ne ku milet gerekê hukumdarîyê bike, lê Brîtanîya dagîrkar. Hela di ser da jî, kurd gerekê dest ji xeyalên xwe yên ji bo serxwebûnê bikişînin. “Tiştê herî baş”, ku pêşnîyar dikirin, ew bû, ku avtonomîyake vir-derew raberî wan dikirin ya bin kontrola Brîtanîyayê, ew jî pêşda hatibû biryarkirin, ku ew gerekê erdekî yekgirtî da nîbe û serokatî jî gerekê bin destê serekên kurda yên berdevkên wan bin. Pirsa derheqa paşdavegerandina aşûrîya jî hate bikaranînê bona îngilîs bikaribin bi hêsanî kontrolîyê li ser kurda bikin(56).

Tiştê sereke di nava derbazkirina sîyaseta Îngilîs ya “perçe bike, ku bikaribî xwedî lê derkevî”, hindava pirsa kurda da ew bû, ku wana yekîtîya gelê kurd di goveka Kurdistana Başûr û herwiha yên perçên mayîn da jî înkar dikirin. Serdar Ê. Noel dema li Suleymanîyê bû (destpêka sala 1919a), têorîyake tam amade kiribû derheqa wê yekê da, ku kurd miletekî pîre-pîrebûyî ye (ji hev dûr ketin, li hev ne kirin), nikare di hêla sîyasî da bibe yek û bona berjewendîyên temamîya gelê xwe kar bike. Ewî tevrabûna azadarîyê ya piştî şêr li Kurdistanê bi “teyfebazîya (helekarî) qebîltîyê” va girê dida, lê ne ku bi hişyarbûna milet va. Ewî dida kivşê, ku kurd timê jî ji ermenîya, ereba,”xelqê Mûsilê” (endamên gelek sêktên xaçparêzîyê yên wilayeta Mûsilê) hiz ne kirine, ji wan aciz in, lê wê yekê ra tevayî (gorî pirsdanînên sîyaseta Brîtanîyayê ya wê demê li Îraqê) ser wê bawerîyê bû, ku di navbera kurda û aşûrîya (him dîndarên nêstorîyan, him jî yên sîro-xaldey) da dilreşî tune. Bi fikra Noel, kurd zef dixwestin zapitekî Îngilîs yê sîyasîyî usa serokatî li wan bike, “ku mêla wî li ser kurda be” û “bin hukum û îdêya ereba” nîbe.

Projeya Noel pêşnîyar dikir xerîta wê para Kurdistanê bipejirînin, ku gerekê biketa di bin hukumê Împêratorîya Brîtanîyayê. Piranîya perçê Kurdistana Başûr dikete nava wilayeteke cihê, bi navbenda Suleymanîyê, ku mentîqên Nehrî, Rêwandûz, Akra, Erbîl, Kêrkûk, Kifrî, Xaneqîn jî diketine navê. Mûsil bû navbenda wilayeteke usa, ku piranîya wan binecîyên kurd û xaçparêz bûn, ku nav hev da diman. Kurdistana Roava jî wek wilayeteke cihê dihat damezirandin bi navbenda Dîyarbekirê, ya ku gerekê bi “Pîjê Mûsilê” va ji Kurdistana Başûr bihata qetandinê. Noel ser wê bawerîyê bû, ku tenê bi vî awahî dikaribûn dilê binecîya bikirin û hukumê navdarên wek Şêx Mehmûd, Şêx Barzanî û seîd Taha kontrol bikin. Fikra Noel derheqa wê yekê da jî balkêş e, ku gerekê temamîya axa kurda ya Anatolîya Rohilatê biketa nava erdê Kurdistana Bakûr, ku ji alîyê Îngilîs da dihate kontrolkirinê(57).

Projeyên Wîlson û Noel hema bêje weke hev bûn, xwesma di wan xala da, ku dixwestin temamîya Kurdistana Başûr û Bakûr bikine bin kontrola Brîtanîyayê û serxwebûna ereba û kurda lap dihate înkarkirinê. Mêtodên raberkirî jî yên bona gihîştina wan armanca weke hev bûn: jihevçûna sîyasî li Kurdistanê ser dereca berê bihêlin û hîn kûrtir bikin, di her mentîqekê da serekeşîrên usa hilbijêrin, ku ji gotina zapitên sîyasî yên Brîtanîyayê derneyên, û bingehê amade bikin bona berîhevdanên ser bingehên êtnîkîyê û dîndarîyê, yên ku gerekê dema lazim karê îngilîsa di hêla hukumdarîya li ser vê navça Rohilata Nêzîk ya nerehet da bida hêsakirinê.

“Înglo-Hindî” hema bi wî awahî jî him li Bexdayê, him jî di navçeyên kurda yên Îraqê û Tirkîya Başûr-Rohilatê kar kirin. Rewş carna wana mecbûr dikir taktîkê biguhêrînin, hinek xalên bernama xwe derxin, an jî yên nû raber bikin, lê sîyaseta bingehîn di pirsa kurda da wek berê dima. Rasterêkirin (korêktorî) ji Londonê dihat û wan pirsa va girêdayî bû, ku derheqa sîyaseta bilind da bû, ku carna “Înglo-Hindî” piş guhê xwe va davîtin. Lê dewsa wê ewana hewl didan bi lez rê û dirba bibînin bona karê dagîrkirina Kurdistana Başûr bidne hêsakirinê. Û di nav wan rê û dirba da cîyê pêşin çêkirina rêyên hesin digirt.

Hela di meha çirîya paşin sala 1918a komîsarê Brîtanîyayê yê herî bilind pirsa derheqa çêkirina rêyên hesin xistibû rojevê, yên ku gerekê alî pêşketina navçeyên Kifrîyê, Kêrkûkê, Altinkyoprîyê, Erbîlê, Rahnîyê û Suleymanîyê bikirana, ku xwedî erdên rêj û ekindar bûn û li wan dera piranî ceh û titûn dihate çandinê. Lê armanca projeyê ya sereke tiştekî dinê bû: ew riya hesin gelekî lazim bû bona pêkanîna kontrola Îngilîs li ser Kurdistanê. Ji ber wê jî wezîreta eskerî ya Îngilîs bêy tu gilî-gotina ew proje pejirand. Komîsarê tewrebilind, ku lazimaya çêkirina wê riya hesin mak dikir, nimûna rewşa wî cûreyî ya li ser sînorê Hindistanê yê bakûr-roavayê anî ber çava, lê bi gotinên wî “kurd bi jêhatina xwe ya şerkirinê va ber wan dadixwin (ji wan kêmtir in)”(58).

Ev himberîhevkirin tiştekî text-bext nîbû. Piştî çend meha wezîrê di dereca karên Hindistanê name ji cîgirê qiral ra şand û di wê da bîr-bawerîyên xwe digot derheqa çend problêmên Kurdistana Îraqê da (derheqa serhildana li Suleymanîyê, derheqa çêkirina riya hesin da, ku ew ne dijî wê bû, derheqa wê da, ku bona serkarîkirina Kurdistanê gerekê dewleteke kurda ya avtonom saz bikin bi şêwrdarê sîyasî yê Brîtanîyayê va) û awa dawî li nama xwe anîbû: “Tiştê herî dawî”, ku em dixwezin li bakûr-rohilata Îraqê hel bikin,- “ew problêma ser sînor ya bakûr-roavayê ye”(59).

Himberîhevkirina rewşên li navçeyên kurda û afxanîya-pûştûna da berî her tiştî derheqa wê yekê da dibêje, ku nêta komên Îngilîs yên serokatîkir hebû gelê kurd usa perçekirî bihêle. Tu şik tunabû, ku London bi çavekî dijminayî li her cûre serxwebûna kurda dinihêrî. Û bi wî awahî jî berbirî serxwebûna Afxanistanê dibû û ji ber wê jî hema wê salê -1919a îngilîsa dijî wana şerekî giran danîn. Wek xuya bû, dîwana Îngilîs ya dagîrkar turuş ne dikir hukumdarîya ku li ser eşîrên pûştûna yên bakûr-roava Hindistanê bi kar anîbû, hindava kurda da jî bi kar bîne. Wî çaxî li ser sînorê tevî Afxanistanê zonake eşîra ya taybetî hatibû çêkirin, ku ji navbendê dihate serkarîkirinê, lê dîsa jî eşîr di karên xwe yên hundurîn da azad bûn(60). Sazkirina tiştekî awa li Îraqê dikaribû bibûya sebeb, ku Kurdistaneke serbixwe bê damezirandinê, ango dewleteke usa, ku wê ji bin hukumdarîya Brîtanîyayê der bima.

Bi vî awahî, raberkirina pirsa derheqa çêkirina rêyên hesin li Kurdistana Îraqê, ku armancên wê yên dagîrkarîyê û stratêjîyê hebûn, daxazên împêrîyalîzma Brîtanîyayê li Kurdistana Başûr derxistine ser avê. Lê heta destpêkirina çêkirina riya, demeke dirêj hebû. Lê ji wê jî giringtir ew bû, ku dîwana Brîtanîyayê gerekê tabîyên xwe li navçeyên kurda da bida mehkemkirinê û pêşeroja xwe biryar bikira.

Karekî usa -ew safîkirina pirsa derheqa qedera aşûrîyên koçbar da ne, ku îngilîsa ji navça Ûrmîyayê ew mihacirî kampa li ber çemê Dîyalayê, rex bajarê Baakûbê kiribûn. Bilî sazkirina desteyên ji aşûrîya yên çekdar, ku derheqa wan da me îdî gotîye, lazim bû binecîyan jî bi cî bikin. Projeya cîwarkirina aşûrîya li bakûrê wilayeta Mûsilê, ango di Kurdistana Navbendî da, ku bi armanca dagîrkarîyê û derketina dijî kurda dihate kirinê, û bi heyetîya xwe va dikete nava çarçova sîyaseta “perçe bike, ku bikaribî zevt bikî”, bû têmake minaqeşê û ew proje hate hesabkirin wek ya provokasyon. Mîsyonêrê Îngilîs û zaneyê problêmên aşûrîya W. Wîngrenê “aqilmend” A. Wîlson dida hesandinê, ku dema raqetandina aşûrîya ji bakûrê Îranê dikare qerebalix û tevlihevî çê be. Wî pêşnîyar dikir wana mihacirî Kanadayê bikin (!). Lê bi bawerîya wî, ya here baş ew bû, ku hêvîya xwe daynine li ser aşûrîyên cîlo(61), wana derxine dijî kurda û bispêrine wan ku bin serokatîya Brîtanîyayê karê cendirmetîyê bikin(62). Serekê kampa aşûrîya li Baakubê gênêral Ostîn jî pêşnîyar dikir, ku gumana xwe daynine li ser aşûrîyên cîlo û berk wan deng û basên “xêrnexweza” înkar bikin, ku xudêgiravî Wîlson dixweze aşûrîyan bike bin hukumê kurda(63).

Bi vê yekê ra tevayî, serokatîya dagîrkara li Îraqê û Hindistanê û serokatîya tewrebilind li Londonê wek berê li ser projeya qeydê dewletê-sîyasîyê yê Îraqê û Kurdistanê difikirîn. Havîna sala 1919a di tabîyên wan da pêşketinek xuya bû. Bin tesîra rewşa navnetewî, ku zû dihate guhartinê, û dijderketina karê Îngilîs yê hêgêmonîyê (dewletmezinîyê) li Rohilata Nêzîk, ku li konfêransa Parîsê da hate rexnekirinê (li jêrê emê hûrgilî bêjin), Londonê dest ji wan daxazkarîyên xwe kişand, ku mentîqên Dîyarbekirê û Ûrfayê, ango-erdê Kurdistana Başûr-Roavayê, bike nava axa dewleta Îraqê ya paşdemê(64). Wek xuya ye, vira ew yek jî rola xwe lîst, ku îngilîsa ne dixwest cîyê badilhewa peywandîyên xwe bi kurdên vê mentîqê ra xirab bikin, û kurd jî qet ne dixwestin, ku hukumê Stembolê bi hukumê Bexdayê va bê guhartinê; wana didane bawerkirinê, ku daxazên wan wê li konfêransa aşîtîyê da bêne parastinê(65).

13ê hezîranê sala 1919a karmendîya sîyasî li Bexdayê dokûmêntek derxist, ku bona wezîrê di alîyê karên Hindistanê ra hatibû amadekirinê, û wek xuya ye, A.Wîlson ew hazir kiribû, li ku plana nû ya safîkirina pirsên Îraqê û kurda hatibû raberkirinê. Di wê da ew fikir hebû, ku problêma Kurdistana Îranê ji goveka enenekirina pirsa kurda derînin. Bi wê projeyê axa kurda ya di hêla rohilatê dikete nava sînorên Tirkîyê-Farizistanê. Paşê li wir ew navçeyên kurda dabûne rêzê, ku gerekê ji sedî sed biketana nava Mesopotamîya bin kontrola Îngilîsa da: Suleymanî, Rehnîya, Koy-Sincaq, Erbîl, Akra, Dihok, ango hema bêje temamîya Kurdistana Başûr. Ev hemû navçe ji femdarîya “Kurdistan” der diman. Sînorê başûr, ku piranîya wê axa kurda bû, gerekê fêza bakûra Cizîrê, bakûra Nisêbînê, başûra Merdînê, bakûra Res-el-Eynê (Serê Kanîyê. N. W.) ra derbaz bûbûya, dû ra bi xeta 37a ra bigihîşta heta Bîrecîkê û berbi bakûr biçûya hetanî sînorên başûr yên wilayetên Xarpûtê, Bîtlîsê, Wanê.

Di wê dokûmêntê da dihate gotinê, ku kurd dikarin li ser axa bakûra xeta kivşkirî bighîjine hev û yek bin, û navbenda wan jî dikare Bîtlîs an jî Wan be, û ew jî gerekê bin kontrola serokatîya welatekî der va da bin, diha baş -di bin çavdêrîya Îngilîs. Di wê da herwiha dihate gotin, ku gerekê nehêlin ermenî vegerine ser wê axê, û dihate kivşkirinê: niha kurd ser du para ji hev perçe bûne-probrîtanîyê û protirkîyê; eva dawîyê ya dijîxaçparêzîyê ye, û eger ew bi ser keve, wê demê hêvîya sazkirina dewletên ermenîya û kurda wê hilweşe.

Dawî di dokûmêntê da ev awayê qeydekirina dewletê-sîyasîyê li Mêsopotamîyayê û Anatolîya Rohilatê dihate pêşnîyarkirinê: wilayetên Trabzon û Erzurum wê bikevine nava dewleta ermenîya ya bin parastina Amêrîkayê, lê wilayetên Dîyarbekir, Xarpût, Wan û Bîtlîs -nava dewleta kurda ya bin “per-baskên” Îngilîsa, wilayetên Mûsil, Bexdad û Besra -nava dewleta ereba û ew jî bin kontrola Brîtanîyayê. Altêrnatîveke tek-tenê, ku dikaribûn himberî wê dokûmêntê derxistana, ew jî ew bû, ku hukumdarîya tirka li ser wan şeş wilayetên Anatolîya Rohilatê bidne dasekinandinê, ku bin kontrola Awropayê da nin (bi gilîkî mayîn, ew yek mînanî projeyên berî şêr yên “reformên li Ermenîstanê” bûn). Dawîyê xudanê dokûmêntê tirsa xwe hindava qedera Îngilîs ya pêşdemê da li Kurdistanê dîyar dikir û awa dawî li gotina xwe dianî: dewsa serxwebûna Kurdistanê, “diha rind e em Amêrîkayê, an jî Tirkîyê li wira bibînin”(66).

Rastîyê keve, di wê projeyê da jî daxaz hebû hukumdarîya Brîtanîyayê li ser temamîya Kurdistanê bidne testîqkirinê, lê îdî bi awakî mayîn: li Kurdistana Rohilatê ew gerekê bi destî hukumeta Tehranê ya berdevka Londonê, li Kurdistana Başûr bi destî xulamokên serokatîya Brîtanîyayê ya dagîrkarîyê, ku li Bexdayê bûn, li Kurdistana Roava û Bakûr da -bi serwêrîya serekeşîrên kurda bi xwe, lê dîsa jî bin kontrolîya îngilîsa, bihatana pêkanînê. Bi vî awahî, serbestîya kurda, an jî Kurdistana serbixwe ber çavên karmendên dagîrkar yên îngilîsa wek aletekî kirîn-firotanê bû (him di alîyê gêêografî da, him jî di alîyê sîyasî da). Û hema bi wî awahî jî pêşnîyara Kurdistana “serbixwe” dikirin.

Pêşnîyarên serdar Noel jî bi wî ruhî bûn, yê ku wan dema şandibûne Anatolîya Başûr-Rohilatê bona di nav eşîrên kurdên wira da karê casûsîyê-sîyasîyê bike. Ewî wek her cara testîq dikir, ku lazim e bin navên pirsên “ermenîya” û “tirka” hukumdarîya Brîtanîyayê li ser Kurdistanê bidne testîqkirinê. Ji Awropayê helan didane ermenîya, lê helandvanên tirka jî “partîya panîslamîstîyê” bû, yê ku hewl dida erdên kurda yên li Îraqê û Îranê bikine bin hukumê Tirkîyê û di wî karî da hêvîya xwe daynine li ser wan tirka, ku li wilayetên Wanê, Bîtlîsê û Dîyarbekirê diman. “Şêwrdarên Brîtanî gerekê xwe nedine alîkî”,- Noel bi bawerî digot. Dewleta kurda gerekê tenê bin hukumê îngilîsa da bimîne. Kurdıstan bı xwe gerekê pareveyî lı ser navçeyên “eşîra” û yên “ne eşîra” bibe. Ya pêşin da gerekê serokatî di destê serekeşîran da be, lê ya duda da-karmend gerekê bêne kivşkirinê (wek xuya ye, yên îngilîs). “Cankurda”, ango kurdên miletçî, gerekê bişînine Îngilîs bona “hînbûnê”(67).

Pêşnîyarên pirî-hindikî wek vana ji çend “zapitên sîyasî” yên Brîtanîyayê jî hatin raberkirin. Piranîya wana alîgirê serkarîkirina “surî” ya bi destî serekeşîrên milahîm bûn. Bi bawerîya zapitê sîyasî li Rêwandûzê Bîl, ewê ser wan “erzantir” rûnê. Ewî bi zapitê sîyasî yê li Mûsilê serdar T. Lîçmen ra tevayî pêşnîyar dikir li bakûrê Îraqê dewleta kurda ya serbixwe damezirînin bi serokatîya seîd Taha-hukumdarê bin çavdêrîya Brîtanîyayê, hilbet wê çek û pere jî bidanayê(68). Edmonds jî tenê çareyek didît-ew jî ew bû, ku bêy li hîvîya girêdana peymana aşîtîyê bi Tirkîyê ra biseknin, gerekê bi surî û eşkere kontrolîyê li Kurdistana Başûr bikin û şêwr dida, ku hêvîya xwe danîne li ser seîd Taha û Babekir Elî(69).

Ev bîr û bawerîyên derheqa rewşa pirsa kurda li Kurdistana Başûr û navçeyên der-dorên Kurdistana Başûr-Roavayê hey dihate guhastinê, ji ber ku rewşa Rohilata Nêzîk û cihanê jî diguhêrî û ew bîr-bawerî dîsa wek yên împêrîyalîstîyê û dijîkurda diman. Di hezîrana sala 1919a da Noel derheqa çend derecên nû di nav jîyana sîyasî ya Tirkîya piştî şêr da dinivîsî, ku bi problêma kurda ra girêdayî bû-him li wî welatî, him jî li welatên cînar, xwesma Îraqê. 15ê gulanê sala 1919a bi razîbûna (qayîlbûna) serokatîya Antantayê eskerên huruma (yûnan) ketine Smîrnê (Îzmîrê). Eva gaveke eşkere ya pêşin bû hindava perçekirina erdê Tirkîyê bi xwe da. Rojtira dinê, 16ê gulanê, gênêral Mustefa Kemal paşa, ku nav û dengê wî dema şêr da bela bûbû, Stembol terk kir ji bo serkarîyê li tevgera miletîyê-azadîyê ya gelê tirk li Anatolîyayê bike. Di dîroka Tirkîyê da dewraneke nû destpê bû. 

Çavkanî:

  1. Kerzon dida bawerkirinê, ku êxpertê Îngilîs Mark Sayx ew peyman ne pejirandîye û bi zordayîna Wezîreta Karên Der kar kirîye (Lloyd Corc D. Mafên derheqa peymanên aştîyê da. Cilde II, Moskva, 1957, rûpel 216).
  2. Lord Bertî. Piş perdên Antantayê. Rojnîşa baylozê Brîtanîyayê li Parîsê. 1914-1919. M.-L., (Moskva-Lênîngrad.- N. W.) 1927, rûpel 156.
  3. Qesta wê partîa “Yekîtî û pêşketin” e (Îttîhad ve Terakkî), ku di salên 1908-1918a li Tirkîyê li ser hukum bû.
  4. Lloyd Corc D. Bîranînên eskerîyê. Cild V, Moskva, 1938, rûpel 52.
  5. Çerçîll W. Krîza cihanî M.-L., 1932, rûpel 105, 106; Dîroka dîplomatîyê. Weşana 2a, cild III, Moskva, 1965, rûpel 72.
  6. Klyûçnîkov Y. V. û Sabanîn A. V. Sîyaseta navnetewî ya nûdemê di nav peymana, nota û deklarasîyona da. Para II. Ji destpêka şerê hemcihanê hetanî ji ser Rûsîya Sovyetî hilanîna blokadayê. Moskva, 1926, hejmar 88, rûpel 109.
  7. Lloyd Corc D. Bîranînên eskerîyê. Cild V, rûpel 41.
  8. Lloyd Corc D. Mafên derheqa peymanên aştîyê da, cild II, rûpel 9.
  9. Dîsa li wir, rûpel 10.
  10. Dîsa li wir, rûpel 10-11. Çendekî berî wê di hevraxeberdanên tevî serekê Xaça Sor ya Tirkîyê Muxtar-bey ra yên derheqa aştîya yekalî da, ku sekretar Lloyd Corc Kerr û gênêral Y. H. Smêts derbaz dikirin, helwesta Îngilîs diha zelal bû. Têra hatibûne dîtinê, ku li Ermenîstanê, Sûrîyê, Mesopotamîyayê, Felestînê û Erebistanê hukumetên avtonom yên arizî an jî “serokatîyên tevlîhev yên ji karmendên cî û yên Awropayê saz bikin, ku wê bin bandûra dewletekê yan jî çend dewletên hevalbenda da bûna, wek ku li Misrê bû”. Lê rola wan hevraxeberdana mezin nîbû, ji ber ku ew bi armancên sergirtî dihatine derbazkirinê û şêlû bûn (Lloyd Corc D. Bîranînên eskerîyê. Cild V, rûpel 54; Lazarev M. S. Hilweşîna hukumdarîya Tirkîyê, rûpel 196-197).
  11. Darwîn John. Brîtaîn, Egypt and the Mîddle East. Împerîal Polîcy în the Aftermath of War. 1918-1922. N. W., 1981, rûpel 162.
  12. Lloyd Corc D. Bîranînên eskerîyê. Cild VI, Moskva, 1937, rûpel 140.
  13. Lloyd Corc D. Rastî derheqa peymanên aştîyê da, cild II, rûpel 225-226.
  14. Dîsa li wir, rûpel 226.
  15. Howard Harry N. The Kîng-Crane Comîssîon. An Amerîcan Înquîre în the Mîddle East. Beîrut, 1963, rûpel 17.
  16. Dîsa li wir, rûpel 21. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev