Cemîloyê Kurd bû şampiyonê Ewropayê

Bûbê Eser

Em dibînin û dibihîzin ku li seranserê Ewropa û li gelek dewletên din kurdên me ango ciwanên me serketinên mezin bi dest dixin. Van serketinên wan her çiqasî ne li ser navê Kurdistanê jî be ew xwe weke kurd didin nasîn û bi ala xwe kêfxweşiyên xwe diyar dikin.

Cemilo Karahan jî xortekî me yê Dêrikî ye (Dêrika Çiyayê Mazî) weke penaberekî li gel malbata xwe hatibûn Swêd. Camêr têgihiştî û zana bû, loma jî wextê xwe da sporê beşa jiujitsu (Mirov dikare bêje Jûdo) de xwe gelekî pêşve bir, li Swêdê bû yekem.

Vê serketina wî hemû kurdên li Swêdê kêfxweş kiribû, lê Cemîlo bi ked, xebat û cehda xwe vê carê bû şanpiyonê Ewropayê.

Heger îro em xwedî dewleta xwe bana wê ev serketina hêja bibe ya Kurdistanê. Lê hêvîdarim ku wê ew roj jî bê da ku êdî serketinên hemû ciwanên me bibin malê welatê wan, Ango kurdistanê.

Her bijî Cemîlo, te navê Kurdistanê û rengê ala me li dinyayê weke kurdekî penaber belav kir.

Em ê her li benda ciwanên xwe bin da ku her yek di beşa xwe de serketinên hêja ji bona xwe û gelê xwe bi dest bixin.
Sipas Cemîlo te em îro serbilind û kêfxweş kir.

Redaksyona malpera Riataza jî ji dil mêrxasê kurd Cemîlo Enwer Karahan pîroz dike. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev