Behrûz Şucaî: 3 parçeyên Kurdistanê di avakirina Komara Kurdistanê de beşdar bûn

Behrûz Şucaî: 3 parçeyên Kurdistanê di avakirina Komara Kurdistanê de beşdar bûn

Amed (Rûdaw) – Behrûz Şucaî lêkoler, rojnameger û mamostayê zimanê Kurdî ku bi xwe xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye, ji Rûdawê re qala kurtedîroka Komara Kurdistanê kir û got ku di avakirina komarê de hemû parçeyên Kurdistanê beşdar bûne.

Şucaî diyar kir ku eger Komarê Kurdistanê nebûya, dibe ku Mele Mistefa Barzanî Çemê Erez (Iris) derbas nekiriba û neketiba ser riya Yekîtiya Sovyetê, eger ku Barzanî nebûya, dibe ku Şoreşa Îlonê çênebûya, eger Şoreşa Îlonê nebûya, dibe ku niha Herêma Kurdistanê ya ku niha xwe ji serxwebûnê re amade dike, çênebaya.

Behrûz Şucaî ji Rûdawê re got, gelek caran navê komarê weke Komara Mihabadê tê bilêvkirin û da xuyakirin, ku ew yek şaşiyek mezin e û ya rast ev e ku navê komarê, Komara Kurdistanê bûye.

Behrûz Şucaî diyar kir, ku Komara Kurdistanê gelek mîrat li pey xwe hiştin û got, ku mîrateya herî giring a komarê netewesazî ye.

Şucaî got, di qalibên netewesaziyê de ji perwerdeyê bigire heta şanogeriyê, ku şanoya niştîman li wê derê çêbû, çemka hevwelatîbûnê û hemwelatîbûna kurdistanî, ji mîrateyên Komara Kurdistanê ne.

Lêkolîner û rojnamevanê Rojhilatê Kurdistanê amaje bi beşdariya parçeyên din ên Kurdistanê di damezrandina Komara Kurdistanê de kir û got, avakirina Komara Kurdistanê li ser bingeheke herêmî nebûye û beşdariya parçeyên din jî di damezrandina komarê de hebûye.

Behrûz Şucaî tekez kir, bi taybet beşdariya Başûrê Kurdistanê di avakirina komarê de hebûye û Başûrê Kurdistanê bi 2 hezar pêşmergeyan beşdarî di Komara Kurdistanê de kiriye, ku ew hêz bû bingeha esasî ya Hêza Pêşmerge ya Komara Kurdistanê Kurdistanê.

Şucaî behsa netewesaziyê di Komara Kurdistanê de jî kir û got, ku netewesaziyeke demokratîk li Komara Kurdistanê hebû. Şucaî da zanîn: “Di Komara Kurdistanê de bi taybet pêşewa Qazî Mihemed giringiyek mezin dida bi kêmnetewan, giringiyek pir mezin dida mafên jinan û beşdariya jinan di civakê de. Herwiha giringî bi edalet û dadgeriyê dihat dan, ku li welatên refahê yên rojavayî, ew mijar niha bûne prensîpa demokratîkbûnê. Di Komara Kurdistanê de derfet amade dikirin, da ku jin beşdarî di civakê de bikin.”

Wî lêkolîner û rojnamevanê ji Rojhilatê Kurdistanê amaje bi wê jî kir, ku Komara Kurdistanê gelek hejar û bê îmkan bû û gelek ji Azerbaycanê hejartir bû, lê belê bi dîplomasiya xwe ya serkevtî xwe ji bin bandora Azerbaycanê derxist.

Behrûz Şucaî ew yek jî red kir, ku Komara Kurdistanê li gorî planên Yekîtiya Soviyetê hatibe damezrandin û ragihand: “Hinek dibêjin bi plana Yekîtiya Soviyetê bûye, lê ne wisa ye û di rastiyê de vedigere bo Komeleya Vejandina Kurd heta digihîje Partiya Demorkata Kurdistanê. Mesele li ser esasê dabînkirina mafê netewî yê bo milletê kurd bûye. Maf li ser esasê serweriya kurdan, serwêrî yanî hakimiyet ji bo kurdan, ku bikaribe mafê mirovî û kolektîv ên mirovî bo kurdan dabîn bike.”

Şucaî herwiha peyvên weke Pêşmerge, Komar û helmeta ji bo serxwebûnê weke  mîratên Komara Kurdistanê bi nav kir.

Şucaî amaje bi xebata netewî ya Kurdan li Rojhilatê Kurdistanê û berî damezrandina Komara Kurdistanê kir û destnîşan kir, berî komarê jî li Rojhilatê Kurdistanê xebatên din hebûn, ku yek ji wan Şoreşa Simko yê Şikak bû, ku ji sala 1918an dest pê kir û heta 1930an dom kir.

Lêkolînerê ji Rojhilatê Kurdistanê behsa Ala Kurdistanê jî kir, ku yek ji mîratên herî giring û bi nirx ê Komara Kurdistanê ye û got: “Ala Kurdistanê ji aliyê Qedrî Cemîl Paşa ve, ku yek ji damezrênerên Komeleya Xoybûnê bûye, pêşkêşî Qazî Mihemed tê kirin û bi hinek guhertinan, dibe bingeh ji bo Ala Kurdistanê.”

Behrûz Şucaî dibêje, ku her sê parçeyên Rojhilat, Başûr û Bakurê Kurdistanê beşdarî di damezrandina Komara Kurdistanê de hebûne û dide xuyakirin, ku sembolên li ser Ala Kurdistanê, nûneratiya hemû parçeyên Kurdistanê dikin.

Derbarê bandora Komara Kurdistanê de, Behrûz Şucaî ji Rûdawê re got: “Eger Komara Kurdistanê nebûya, hêzek bi navê Pêşmerge bi vî awayî nedibû. Eger Komarê Kurdistanê nebûya, dibe ku Mele Mistefa Barzanî Çemê Erez (Iris) derbas nekiriba û neketiba ser riya Yekîtiya Sovyetê û piştre bingehê Şoreşa Îlonê nedanîba. Eger Şoreşa Îlonê nebûya, dibe ku niha Herêma Kurdistanê ya ku niha xwe ji serxwebûnê re amade dike, çênebaya.”

http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/2201201717

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev