Kurdperwerî humanîzma ye

Kurdperwerî humanîzma ye

Fermo, gotareke balkêş a nivîskarê malpera me Gird Elî di kovara ”Xwenas” da

Gird Elî

Bahwerî û fikrên li paş bahwerîyan dikanin bi qudret bin, hukmê wan heye. Li paş hemî guhertinên gerdûnî û şoreşên mezin li dunyayê qudret û hukmek wusan heye. Ji ber vê, dema em bi bahwerîyên xwe derkevin holê divê em bikanibin bi reya fikrê û aqilmendîyê wan binirxînin, şirove bikin û bidin zanîn. Dîroka aqilmendîyê û ya mirovatîyê her yek e. Ew tiştê serekê û yekemîn ko mirovan ji mehlûqatên din vediqetîne aqil e, fikir e. Dema ko me eviya ji navbênê rakir, tu cudabûneke din namîne bêguman. Mirovên pêşin di xwezayê de ceribandinên xwe kirine û bûne xwedî tecrube. Ev afirandinên di siruştê de, ev pêkanîna mirovatî, herweha destpêka dîroka fikrê ye jî.

Ev pêvajoya ko cara pêşin di pêkanînek xwezayî de destpê dike, bi kemilandineke civakî bi bertir dibe. Bêguman eviya dibe sedema dijitîyê di navbêna mirovan de. J.J Rousseau di vê derbarê de wusan nivisî ye “ew kesê ko darê xwe girtiye û di erdê de kutaye û gotiye vir erda min e”, bûye sedema hemû neheqîyên di navbêna mirovan de.

Bê şik li vir behsa milkîyetekê tê kirin ko ev di heman wextê de destpêka lihevhatina civakî ye. Ji vir û pê de mirov êdî ketiye rêyeke bê veger, ango şaristanîyet. Rewşa civakî çendî berê keda mirovan xurt kiribe ewqas jî bûye sedemê dijitî û neheqîyan jî di navbêna wan de. Hertim hinek derketine, ji bo zewq û sefaya xwe, xwestine hikum li ser vê kedê bikin. Ji vê û virde jî ji xwe dîroka ko em dizanin, ya nivîskî ye.

Dîroka fikrê jî paralel bi vê dîrokê ve girêdayî ye. Felsefe (philosophia) ko gotineke yewnanî ye di mana “evîndarî ji aqilmendîyê re” ye, li ba me û li ba hemî medenîyetên dunyayê peyda bûye. Ji ber ko mirovan hertim pirsên heyînê minaqeşe kirine. Ji hêlekê ve jî aqilmendan her gav ji bo civakek xweştir serê xwe êşandine modelên fikrî çêkirine. Dewleta modern ko em dizanin (ya Awropî) li ser modeleke wusan hatiye avakirin, ango dewleta Eflatûn e. Lewra hemû fikir û ramanên çê an xirab, bi reya siyasetê maneya xwe dîtine û di civakan de guhertin çêkirine. Aristofanes 445-385 bz li ser girîngiya siyasetkirinê hêj di heyamên berê de, wusan dibê “eger em bi siyasetê danekevin, em dikevin wê rîska ko kesên şêt me îdare bikin”.

Di siyasetê de jî divê mirov xwedîyê fikrê be. Di vir de bêguman ez behsa siyasetek praktîk nakim. Mebesta min fikir bi xwe ye; jêdera siyasetê, felsefa wê ye. Mixabin kambaxiya herî mezin li vir bi serê me de hatiye. Ji ber ko em bê derfet, ango bê îmkan bûne. Di demekê de ko aqilmendên miletan, pêşketinên fikrî hemû ko incex bi xwendin û nivisandinê dikane were bidestxistin Kurd ji viya bêpar mane! Ne ko xwendevanên Kurd, zanayê me nebûne. Evana ne di nav civaka xwe de bûn. Gengeşîyên wan, hemû zindîbûna wan di Metropolên derva de pêk hatine. Civaka Kurd bi xurtî tu encamek ji van kiryaran negirtîye. Ya girîng jî bi raya min ko me ji destê dudiyan, bi reya mejûyê dijminê xwe li fikir û ramanên pêşketinê bi serwext bûne. Ko Kurd îro jî bi zimanê dijminên xwe siyasetê dikin kêmasiyeke gelekî mezin e. Asîmîlasyona herî xurt di virde pêk tê. Ne tenê ji hêla ziman ve, bi viya em xwe ji hêla fikrê de jî asîmîle dikin.

Em gelek caran meseleyên dîrokî têkilhev dikin. Mesela milîbûyin, ango haybûna ji qewm, ziman û çanda xwe, gelek kevnar e. Fikra dewleta nasiyonal ko di sedsala 18 an de li Awropa peyda dibe, bûyereke cuda ye. Rast e ko hîmên wê li ser yek milet, ziman û çandê hatiye danîn, lê dîsan jî eva pêvajoyeke din e ko bi pêvajoya Renesansa Awropî û fikrên dema Ronahîyê ve girêdayî ye. Ev fikir û ideolojî (nationalism) êdî kevnar e. Bi tu şêweyî di çerçoveyek ramanwarîyeke modern de nikane were parastin. Di dunyayeke ko globalizm êdî li pêş e û ji hêla çand û pîşeyî de fikrên postmodernîzmê hikmê xwe nîşan didin, em dê bi îdeolojîyeke kevnare qels bikevin.

Bê şik eviya nayê wê manê ko em dê dev ji amanca xwe ya bingehîn, ango dewletbûyinê berdin. Dewletên ko îro hene jî, çendî xwe weko dewletên uniter û hiqûq nîşan didin, dîsan di bingehên xwe de, dewletên nasiyonal in. Mirovatî hê ji vî mefhûmî dûr neketiye. Tenê di virde guherîneke fikrî heye û nasyonalîzm weko fikir têkçûye. Ji vê jî zêdetir, dema em li fikreke wusan xwedî derkevin, dîsan em li fikra dujminê xwe xwedî derdikevin. Dewleta turk dewleteke nasiyonal e û îdeolojîya wê jî nasyonalîzm e. Ev îdeolojî seranserê mejûyê turk dagir kiriye. Hemû dezgehên dewletê, çapemenî û entellektuelîya wan bi vê fikrê radibe. Loma divê eviya dûrî me be. Em divê fikra xwe bi xwe biafirînin, bi mane bikin. Eger em bibên ko em ”milîyetçî” (nasiyonalist) ne, di warê naverokê de çendî em bixwazin maneyên cuda peyda bikin jî em weko îdeolojî nasyonalîzmê nikanin biguherînin. Ev îdeolojî bi naverokek dîrokî hatiye hûnandin, bûye zanavek. Lê ko em bibêjin em Kurdperwer in û jêdera Kurdperwerîya me humanizma ye, li vir em fikreke xweser ava dikin. Wê gavê bi her şêweyî, di warê fikrî de, em dikanin li dijî nasyonalizma turk, antînasyonalist bin û di heman wextê de jî Kurdperwer bin. Weko fikir, Kurdperwerîya me, nûjen e, humanîst e.

Çima humanizm?

Bersiva vê, ji me re dikane gelek hêsan be û wa ye jî bêguman, lewra dîsan raveyek, şiroveyek divê.

Mirovatî di dîrokê de ji hêla civakî ve di hin gehînekan re derbas bûye. Aliman, feylesofan ev gehînek bi taybetmendî û xisûsiyetên xwe ve bi nav kirine. Lewra ji bo em berê xwe teng nekin û li vir rê nedin gengeşîyeke wusan em dê tenê ji vê dîrokê re bibên dîroka pêşketina civakî. Feylesofên berê siruşt û mirov bi babetekî, li gor zanistiya demê û sazûmanên desthilatdariyê (dema koledarî) şirove kirine. Grekîyên berê, dunya weko tepsikekê pehn û navenda gerdûnî didîtin. Arîstotales 384-322 bz mirov bi du şêweyî şirove dikirin: ew kesên ko bi zend û qeweta xwe dixebitin, kar dikin û ew kesên ko bi serî û fikra xwe dixebitin. Ji bo ên pêşin kole digot û ji yê dudiyan re jî efendî. Lê pêşketina zanistîyê li dijî van fikran bû. Xweza û mirov bi şêweyên cudatir şirove kir. Ev fikrên pêşketinê bilindaya xwe di dema Renesansa Awropî de dibînin. Bêguman ev pêvajo ewçend hêsan derbas nebûye. Ên weko Jordano li meydanan hatine şewitandin, Galileo dikeve ber xezeba engizisyonê. Lê dîsan jî ev fikrên zanistiyê rê li ber xwe vedikin. Çi di warê fikrî de û çi jî di warê civakî de sazûmana kevnare mecbûr dimîne, reforme dibe. Bêşik li vir em behsa Awropa û pêşketinên civakên wê dikin. Civakên me î Şerqî hemû derîyên xwe li hember van pêşketinan digrin û di warê fikrî de dikevin xeweke îlahî, bi dunyayeke din dadikevin!

Weko gotin ”Humanizm” ji gotina latînî “humanitas” tê. Jêdera vê gotinê literatura latînî ye, di Grekîya kevn de gotineke wusan peyda nebûye. Cara pêşin di wexta Stoîcîzmê, li derdora serdarê Romî Scîpîo Afrîkanus 235-183 bz bikar tê. Ev ekola felsefî ji feylesofên mîna Zenon, Cleantos, Chrysîppos û ên Romî; Cîcero, Seneca, Marcus Aurelius û Epîktetos, pêk tê. Li gor vê bawerîyê mirov ji hêla xwezayî de weko hev bûn loma jî qîmeteke mirovatî î gelemper heye.

Hêja ye ko em behsa du navên din jî bikin ko di dîrokê de weko pêşevanên vê pirsê tên nasîn û bi xebatên xwe qîmetên mirovatîyê berzetir kirine. Herdu jî teologên Katolîk in: Aurelius Augustînus 354-430 û Thomas ji Aquîno 1225-1274.

Bêguman li vir em dikanin behsa gelek zanist û feylesofên ko li ser vê pirsê serê xwe êşandine bikin û di xebateke berfirehtir de, hêja ye ko were kirin jî, lewra tenê ji bo famkirina pirsê me weko mînak evana dan. Lêkolînerek di derbarê Renesansê de Jacob Burckhardt 1818-1897 hemû mîrasa kulturî ya Renesansê weko humanîzmê bi nav dike û bi tevayî jî wusan tê pejirandin.

Ev mîrasa Renesansa Awropî bi herikaneke çandî ya Awropî î din dikemile. Ji vê demê re jî ya Ronahî tê gotin. Ev heyam weko dawiya sedsala 16 :an, ta sedsala 18 :an tê qebûlkirin. Ya ko rê li ber vê şoreşa fikrî vedike pêşketina zanistî ya xwezayî ye. Isaac Newton (1643-1727) weko pêşevanê vê herikanê tê dîtin. Di warê fikrî de guherîna bingehîn ev e ko “êdî xweza bi reya fikrên olî, bi aferîna Xwedayekî nema tê şirovekirin”. Herweha di hêla ilmên civakî de rûmeta mirov zêdetir dibe û bawerî bi aqilmendîya mirovatî tê. Ango “her mirov xwedî qudret e ko dikane xweser bifikire”.

Encama vê herikana çandî, azadîya fikrî derdixîne pêş. Feylesofên mîna Voltaire, Diderot, D´Alembert, Rousseau serkêşiya van bawerîyan dikin û êdî dunyayê ne bi bawerîyeke olî, lê bi perspektifeke xwezayî şirove dikin. Ên mîna J. Locke, D. Hume pêwistî bi reformekirina mutlaqîyetê, azadî û bidestxistina mafên mirovatîyê dibînin. Dawîn ev herikana fikrî di şoreşa Frensî 1789-1799 de maneya xwe ya rasteqîn dibîne. Mîrasa herî girîng ya vê şoreşê ev e ko cara pêşin danezana mafên mirov û welatî di Meclisa 26 ê tebaxa 1789 de hatiye qebûlkirin. Ev danezana ji 17 bendan pêk tê û îlhama xwe ji van bawerîyên ko me li jor behs kirine, digre. Mirov xwedî rûmetek e êdî, azad e, wekhev e û xwedî mafên himwelatî ye.

Ev fikrên azadîyê li seranserê Awropa belav dibin û guherînên civakî li gel xwe tînin. Dunyaya mayî jî ji van fikran ilham digre. Emerîka Yekbûyî yek ji wan welatan e ko serxwebûna xwe bi danezaneke wusan eşkere dike. Paşê danezanên mafên mirovatî ko li Awropa û dunyayê derketine û ji teref gelek welatan ve hatine qebûlkirin li ser hîmên danezana pêşin ya şoreşa Frensî bûne.

Mirov, mirovatî xwedî dîrokek bi hezaran salan e. Çendî ko ev dîrok bi xirecir, şer û pevçûnê derbas bûye jî, dîsan, her berê wê li azadîya mirov bûye. Encama pêşketinên fikrî, civakî vê nîşanî me dide. Ez çawan dixwazim bijîm û çi ji xwe re baş bibînim, her eviya ji bo hevmirovên min jî derbas dibe, eviya qîmeteke gerdûnî ye, humanîzma vî qîmetî dihundurîne.

Mirov bi tena serê xwe nayê şirovekirin. Ew incex di hebûneke civakî de maneya xwe bibîne. Di pêvajoyeke sosiyal û çandî de dikane hebûna xwe pêk bîne, bibe xwedî zanavek û endamê civakê. Humanîzma viya weko mafê her mirovî, ê bingehîn dibîne ko divê bi şêweyekî azad bikanibe pêk bîne.

Bêguman em dikanin van prensîban dûvdirêj bikin û bi gelek bendên danezanên mafên mirovatî zêde bikin, lê min tenê xwest weko fikreke bingehîn, tenê jêdera bawerîya xwe nas bikin. Ango, Kurdperwerî, li qîmetên Kurdayetî xwedî derketin di vê manê de li humanîzmayê xwedîderketin e.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Gird Elî

Di sala 1964 an li Bakurê Kurdistanê, li gundekî Nisêbînê (Zorava) hatime dunyayê. Xwendina navîn û gimnaziya li Nisêbîn xwend. Li Swêdê jî pedagojî xwend û bû mamostayê piçûkan. Heta nuha du pirtûk çap kirine yek di sala 1994 an de bi navê MEHKÛM weşanên Welat, ya din jî di 2015 an de DEREWEKE PIÇÛK weşanxaneya Apec

Qeydên dişibine hev