Projeyên Îngilîs li Kurdistanê – 2

Projeyên Îngilîs li Kurdistanê – 2

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê beşek ji cildeya 2an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin profêsor M. Lazarev ya bi sernavê ”Împêrîyalîzm û pirsa kurdan (di salên 1917-1923)” raberî we dikin. Îro em beşa duduyan a bi sernavê ”Projeyên Îngilîs li Kurdistanê” raberî we dikin. Beşa pêşin me heftêya buhurî çap kiribû.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

Berhemên kurdzanên me – 75

Ev hemû bûyer tesîra xwe li ser rewşa Kurdistanê kirin, hema bona wê, ku ocaxa berxwedana gelê kurd ya dijî destdirêjayên împêrîyalîstîyê li rex wan destpê bû. Hela di ser da jî, hema xût vira hêvîya çêbûna dewleta ermenîya ya “serbest” peyda bû, ku pêşîkêşên (lîder) partîa Daşnaksûtyûn serokatî li wan dikirin, yên ku wî çaxî berk dijî Sovyetê û dijî kurda bûn û berdevkê Antantayê bûn. Ev hemû dibûne sebeb, ku li navçeyên kurda yên li Tirkîyê rewşa sîyasî bisincire. Bi bawerîya Noel, di rûyê wê yekê da, ku tirk sîyaseta helandinê didine derbazkirinê, jihevdûrketina kurda û Stembolê zêdetir dibû û tiştê tek tenê, ku dikaribû pêşîya wê bigirta, ew bû, ku careke mayîn li Anatolîya Rohilatê “sîyaseta Smîrnayê” bidne derbazkirinê, ango, sazkirina dewleta ermenîya bi navçeyên kurda va. Noel herwiha guhdarî datanî li ser wê yekê, ku rast e, di nav kurdên Tirkîyê da piştgirîya hindava îngilîsa da, hindava sîyaseta Îngilîs li Kurdistana Başûr da heye jî (mesele, ku erdên Akrayê û Suleymanîyê jî bikine nava axa Îraqê), lê kurd dîsa jî gelekî şikber in(70).

Ev û îzbatîyên mayîn didine xuaykirin, ku balansa sîyasî li Kurdistanê gelekî ne mithîm e û diheje. Projeya sazkirina dewleta ermenîya di hêlekê da dikaribû peywandîyên di nav kurda da bida xweşkirinê, di hêlekê da jî hukumeta Stembolê dikaribû ecêb-nenere bikirana bona pêşîya perçebûna Împêratorîyê bigre û kemalîst jî wê dij bûna, ji ber ku wana ermenîya wek huruma casûsên Antantayê dihesibandin. Serekeşîrên kurda jî ji alîkî va îngilîsa hesab dikirin wek agrêsor û dagîrkar, lê alîyê mayîn da wana wek hevalbend didîtin di şerê xwe yê tevayî dijî zordest û çavsorên tirka, fariza û erebên nû peydabûyî. Ji ber wê jî serleşkerîya Brîtanîyayê li Bexdayê, ku bi malûmatên Noel yên derheqa rêwîtîya wî ya li Kurdistana Başûr ra bû nas, ji van hemû tevlihevîya hate ser vê bawerîya nêzîkî aqila: gerekê hizûra eskerên Brîtanîyayê li wê navçê bidne mehkemkirinê. Pêşnîyar hate kirinê, ku eskerên Îngilo-Hindîyê yên usa bişînine wira, ku bikaribin di çiya da şer bikin. Ew esker li wilayetên Mesopotamîyayê bingeh girtibûn. Li wilayetên Kurdistana Başûr-Roava gerekê gelek kêm esker xwedî bikin: tenê desta sîyarî û topçîya, ku li Dîyarbekirê bingeh girtibûn. Pêşnîyar hate kirinê, ku rex serekên Brîtanîyayê yên eskerî şêwrên kurda saz bikin ji welîyên kurd. Lê karmendên eskerî jî gerekê bi wê yekê ra qayîl bûna, ku bêy kirîna dilê eşîrên kurda, ku ew jî tenê bi mecalên sîyasî dikarin bêne kirinê, tabîyên Îngilîs li Kurdistana Başûr-Roavayê wê bi hêz nîbin(71).

Bi vî awahî, serokatîya Brîtanîyayê ya sîyasî û eskerî rewşa li Kurdistana Başûr (Îraqê) û Kurdistana Başûr-Roavayê (Tirkîyê) bi komplêksî lê dinihêrî, wek tam-tomerî û pirsa kurda hesab dikir pirseke giring li temamîya navça Rohilata Nêzîk, û ew jî dihate wê manê, ku Brîtanîya dixweze bi tenê cîyê xwe li ser axa kurda qewîn bike. Lê vê yekê ra tevayî pêkanîna van planên dagîrkarîyê gerekê dor bi dor bihatana kirinê. Ewê hela gerekê bi dîplomatî û, dibe bi çek jî şer bikira bona bindestkirina Kurdistana Tirkîyê. Kurdistana Îraqê hema bêje hatibû zevtkirinê û vira tenê karê biryarên sîyasî mabûn. Ji ber wê jî kemaleke mezin didan safîkirina pirsa kurda li Îraqê. Lê di nav karmendên Îngilîsa dagîrkar da jî wê pirsê va girêdayî yekfikirî tunebû.

Dawîya meha tebaxê sala 1919a wezîrê di alîyê pirsên Hindistanê da pêşnîyar kir, ku bona belakirina hukumê Brîtanîyayê li Kurdistana Başûr “rêza” (a frînge) dewletên kurda yên avtonom saz bikin bi serokatîya serekeşîrên kurda û nedine ber hesêb, ku hinek ji wana heta dijminatîya me jî dikin(72). Projeyeke mayîn Noel di wê salê, meha çirîya paşin da pêşnîyar kir. Bi bawerîya wî, pirsa kurda li Mesopotamîyayê dikarin li ser hîmê sê şerta pêk bînin: 1) raqetandina hemû tirka ji Kurdistanê; 2) yekîtîya erdê Kurdistanê bê şik bikin; 3) eger sînorê Kurdistanê bi texmîn bi riya navbera erdên kurd û ereb lê dimînin da derbaz bibe. Noel testîq dikir, ku kurd, “ku xwe bi serî xwe ne”, wê diha zef ji îngilîsa hiz bikin û diha zef derkevine dijî tirka. Em bêjin, ku wî digot -fêdêrasyona dewletên kurda yên avtonom jî dikarin bêne sazkirinê, yên ku wê dijîtîya hevdu bikin, lê wê Mesopotamîyayê “bindest” nekin(73). Li ser hîmê van bîr-bawerîyan, nivîsevanekî îngilîs S. Heven, ku gelekî ji kurda hiz dikir, hatibû ser fikra şaş, ku hukumeta Brîtanîyayê (ku nizanî ji bo çi wî Noelê kêm eyan nav kirîye wek serekekî wê) dixweze, ku kurd karê serkarîkirina xwe bikin, “ew jî serkarîkirineke bi taybetî”(74).

Ew bi rastî jî ya taybetî bû, ji ber ku, ji bo nimûne, Kurdistana Îraqê hilnedigirte nav xwe. Îdî dawîya çirîya paşin sala 1919a daxaza hukumeta Brîtanîyayê, ku Kurdistana Îraqê bike nava axa Mesopotamîyayê, bêlî bû, ya ku, bi elametîya ajansa Reyter ya 22ê çirîya paşin, riya tek-tenê bû bona “parastina aşîtîyê li navça Xaneqîn-Suleymanîyê, ya ku gelekî lazim bû bona hurmeta me li Farizistanê”(75).

Wezîrê di alîyê karên Hindistanê Montegyu derheqa derbazkirina sîyaseta hukumetê hindava Kurdistana Başûr da ev pêşnîyar kirin: 1) di hêla eskerî û sîyasî da sînorên Mesopotamîyayê çiqas kurt bin, çêtir e; 2) gerekê usa bikin, ku dervayî wan sînoran şerbazîyê nekin; 3) Îngilîs “bi tu qewil-qirara” wê mandata li ser Kurdistanê qebûl neke; 4) eger dewletek mandata li ser Ermenîstanê hilde ser xwe, gerekê sînorên wê bigihîjine Mesopotamîyayê; 5) nehêlin ku careke dinê tirk li Kurdistanê hukum bikin(76).

Bi vî awahî, di dema em li ser disekinin da (dawîya meha çirîya paşin sala 1919a) hukumeta Îngilîs hela rind derc ne dikir, ku gerekê kîjan cûreyî hilbijêre bona testîqkirina hukum û kontrola xwe li ser Kurdistana Başûr. Tenê nîgareke xeyalî ya tomerî hebû, ku ji navçeyên kurdên başûr dewleteke sîyasî çê bikin, ya ku gerekê rola navçîgarîyê hilda ser xwe bona parastina kolonîyake nû -Îraqê, û di wî alî da piştgirîya ordîya Brîtanîyayê bikira. Û bi wê yekê ra tevayî gerekê nehîştana, ku li ser erdê Mesopotamîyayê dewleta kurda ya serbixwe û yekbûyî bê sazkirinê.

Eva dawî di bersîva A. Wîlson da hebû. Ewî elam dikir, ku bi sê şertên Noel ra “hîç ne razî ye”. Bi bawerîya komîsarê Brîtanî yê bajarvanîyê, dîwana Tirkîyê li Kurdistanê(77) heye û hela wê bi hêztir bibe ji rûyê sîyaseta hevalbenda ya zevtkarîyê li Smîrnayê û Kîlîkîyayê, lê ew yek derheqa problêma destpêneketina sînorên Mesopotamîyayê da nîne. Kurdistan tu cara yekbûyî nîbûye, û hîç tiştekî Suleymanîyê û Erbîlê bi perçên wê yên mayîn va tuneye. Ewana dikarin bikevine nava Kurdistanê, eger ew bin hukumê dewletekê da bibe yek, ew jî di rewşa niha da tiştê bûyînê nîne. Serbara ser da jî, binecîyên Erbîlê bi piranî bi ziman û esilê xwe va tirk in, lê binecîyên Suleymanîyê jî niha ji serokatîya Brîtanîyayê razî ne û dijî Şêx Mehmûd in, ji 200 hezar binecîyên wî jî tenê 500 kes dij in û ew jî bi kîsî Şêx Mehmûd abûra xwe dikin.

Wîlson ser wê bîr-bawerîya Noel nîbû, ku eger kurd serbixwe bin, wê mêla wana berbi Brîtanîyayê be. Sînorê etnîkîyê bona Kurdistanê -ew jî safîkirina pirsê ya here baş nîne. Gerekê ew der bi aborî û gêografî (ango, stratêjî) ji me ra dest bide. Ji bo nimûnê: Akra û Cizîr, ku piranîya wan kurd in, gerekê nekevine nava Kurdistanê. Sîyaseta here baş bona parastina sînorên bakûr yên Mesopotamîyayê -ew sazkirina çend dewletên kurda yên avtonom in. Gerekê piştgirîya aşûrîya bikin û wana li navça Amadîyê cîwar bikin. Baştir dibe li bakûrê Îraqê “hukumdarîya Bedirxana ya berê bidne dasekinandinê”, lê tenê bin “sîbera” Îngilîs da û bi alîkarîya wê. Di dema niha da em nikarin yekîtîya Kurdistanê ya sîyasî bînine ber çava. Ew tenê bin kontrola welatekî der va dikare pêk bê(78).

  1. Wîlson bi vî awahî programa tam ya safîkirina problêma kurda raber dike, ya ku bi temamî bi dilê Londonê bû. Bona hevraqayîlkirina çend hûrgilîyan 6ê çileya pêşin sala 1919a li “Îndîyan ofîsê” şêwrdarîya derheqa pirsa kurda da hate derbazkirinê.

Li wê şêwrdarîyê wezîrê di alîyê pirsên Hindistanê Ê. S. Montegyu bi hûrgilî plana tomerî û mecalên konkrêt raber kir, yên ku bi qeydekirina problêma kurda va girêdayî bûn. “Kurdistana Başûr gerekê bin hukumê meda be” -awa bû fikra vê planê. Gorî wê ewî lazimaya tevbûna nava karê kurda yê hundurîn da mak dikir, û ew yek dikire bahane, ku pêwîst e ji bakûr Mûsilê biparêzin, lê ji rohilatê jî -Devtenga Fariza. Hilbet, Mûsil gerekê di nav “dewleta Mesopotamîyayê da” bima û eger usa bûya, gerekê Zaxo, Cizîr û Dihok jî ji dest xwe bernedin. Bona xweparastina ji Farizistanê gerekê kontrola li ser Suleymanîyê ji dest xwe bernedin. Piranîya navçeyên kurda gerekê di Mesopotamîyayê da bimînin.

Bi bawerîya Montegyu, sînorê di navbera Kurdistana Başûr û Mesopotamîyayê da gerekê ji bakûrê Xaneqînê destpê bibe, here Kifrîyê, Kêrkûkê, Altinkyoprîyê, Erbîlê, Dihokê, Zaxo, Çemê Xabûrê. Ev hemû bajar gerekê bikevine nava teşkîla Mesopotamîyayê, bilî Erbîlê, ku rêvebirina wî ser serekeşîrên wira dimîne. Sînorê rohilatê yê Kurdistana Başûr weke wî sînorî bû, ku berê di navbera wilayetên Îraqê û Îranê da hatibû kivşkirinê. Bona destpêneketina Zaxoyê lazim e kontrolê li ser Cizîr-îbin-Omerê bidne mehkemkirinê, li ku gerekê Bedirxanîya wek serek kivş bikin û çek û pera bidne wan.

Kurdistana Başûr di dereca fînansîyê û sîyasîyê da ji Mesopotamîyayê dihate qetandinê. Li wir gerekê rêjîma avtonom hebûya bi şêwra kurda ya biryardayînê va, û şêwrdarên Brîtanîyayê, ku li Bexdayê hatine kivşkirinê, gerekê “alî” wê bikira. Suleymanî jî, ku di navbera Zaba Mezin û Zaba Biçûk da bû, bi navçeya xwe va gerekê dewleteke cihê bûya. Di navbera vê dewletê û Kurdistana Başûr da peywandîyên aborî (fînansî, bacxane {gumruk} û yên mayîn) yên kîp dihatine testîqkirinê. Di alîyê stratêjîk da lazim e di navbera Kêrkûkê û Kifrîyê da xeta riya hesin bê kişandinê. Mihacirên aşûrî baştir e li Ûrmîyê bihêlin. Pirsdanîna sîyaseta Brîtanîyayê ya sereke ew e, ku nehêlin hukumdarîya tirka li Kurdistana Başûr careke din bi ser keve. Û kurd bi tenê nikarin dijî tirka ber xwe bidin, lê derxistina hemû tirka ji wê navçeyê, tiştekî gelekî zehmet bû.

Bi vî awahî, wezîr dawîyê da got, eger Kerzon ewê projeyê qebûl bike, sînorên Mesopotamîyayê di hêla bakûr-roava da wê ji alîyê dewleta dost-Botanê da (li Cizîrê), ji bakûr bi destî navça Mûsilê, li bakûr-rohilatê bi saya “dewleta kurda ya serbixwe”, ku bi çiyayên xwe yên asê va ji Kurdistana Navbendî hatîye qetandinê, ji tirka bêne parastinê. Heyetîya binecîyên xaçparêz li Ûrmîyayê kefîltîya (garant) bêqezîyabûna (arxayînbûna) sînorên Mesopotamîyayê yên rohilatê ne(79).

Zûtirekê li “Îndîan ofîsê” derheqa pirsa kurda li Îraqê şêwrdarîke mayîn jî hate derbazkirinê, li ku pêşnîyarên Wîlson hatine enenekirinê derheqa sînorên di navbera Kurdistanê û Mesopotamîyayê da, ku di nav têlêgramên 26-27ê çirîya paşin sala 1919a da hebûn. Li wir alîkarê wezîrê karên der A. Hîrsel dixwest zelal bike, ka kîjan parên Kurdistanê “gelekî lazim in”, ku seba xatirê destpêneketina Mesopotamîyayê bikevine bin hukumê Îngilîs, û bi wê ra tevayî jî elam kir, ku hindava kurda da “bahaneyên me ne gelekî bi bawer in.” Herwiha “xetera ji alîyê Tirkîyê da” (bi gotina çawîş Bîl, 500 tirk bêy asteng dikarin ji Wanê derbazî Suleymanîyê bibin), daxazkarîyên Îranê hindava Rêwandûzê û Suleymanîyê da jî hatine enenekirinê. Bîl pêşnîyar dikir li Ûrmîyayê “hukumatekê” saz bikin, ya ku bikaribe bi hêsanî kontrolîyê li Kurdistana Başûr bike. Dawîyê şêwrdarîyê ew fikir pejirand, ku lazime li Suleymanîyê dewleteke bin hukumê Brîtanîyayê da saz bikin û ew gerekê kontrolî li ser axa di navbera Zaba Mezin û Biçûk bikira, lê Rêwandûz ne di nav da. Dewleta kurda ya mayîn gerekê li Cizîrê bihata damezirandinê(80).

Ev fikrên jorgotî bi gelek alîya va hewaskar in. Ew ne tenê derheqa daxaza dîwana Îngilîs da nin, ku temamîya Kurdistanê bike bin hukumê xwe û derheqa wê yekê da em îdî zanin, lê herwiha usa bikin, ku civaka kurdî ya sîyasî heta-hetayê perçekirî bimîne. Ji dewletên kurda yên “serbixwe”, ku dihatine plankirinê, hemû navbendên pirî-hindikî bi stratêjî û aborî giring jê hatibûne derxistinê. Tenê cî û warên çiyayî ji kurda ra dihîştin û ew jî bin hukumê serekên dagîrkar da bûn. Ji ber wê jî ew şert dibûne berbend û ne dihîştin, ku kurd bi civakî-aborî, sîyasî û kûltûrî pêşda herin. Bi gotineke din, ev kûrsa pêşdakişandî dikaribû bûbûya bela serê gelê kurd. Rastîyê, îngilîs dixwestin sîyaseteke usa bînine Kurdistanê, ku îdî li bakûr-rohilat, bakûr û bakûr-roava Hindistanê da cêribandibûn, li ku sîstêma mal-milkên derebega û eşîra ya bin hukumê Îngilîs da hatibû sazkirinê û ew di çarçova dagîrkarîya Brîtanîyayê da kar dikirin.

Fikrên karmendên Brîtanîya dagîrkar bi sîyasî bi ser ne ketin. Ew hela tenê bîr û bawerîyên komên serokatîya Îraqê û Îngilo-Hindîyê bûn yên hindava problêma kurda da, ew jî tenê di goveka Îraqê da, ku ji alîyê dîwana Brîtanîyayê ya tewrebilind, serokên wê serekwezîr-Lloyd Corc û wezîrê karên der va Kerzon da hela ne hatibû pejirandinê. Û ev yek femdarî ye, ji ber ku pirsa kurda wek pareke pirsên Tirkîyê, Îranê û Sûrîyê, an jî pareke pirsa derheqa qedera Împêratorîya Osmanîyê da, hela gerekê bi dereca navnetewî bihata safîkirinê, lê ew wê paşê bûbûya.

Êrîşa sala 1920-î tu guhartin ne kire nava rewşa Kurdistana Îraqê. Ew rewş wek berê bi hewarze û şêlû bû. Karmendên Îngilîsa dagîrkar sebebê wê yekê di paşxistina îmzekirina peymana aşîtîyê bi Tirkîyê ra didane girêdanê, ya ku bû sebeb, ku li temamîya Kurdistanê kesên xwe dabûne alîyê Tirkîyê, yên dijî Brîtanîyayê û panîslamîst serî hildin. Ev hemû dibûne bahane, ku deng û bas bela dibûn derheqa wê yekê da, ku bona zordestîyên hindava ermenîya da xudêgiravî wê heyfa xwe ji kurda hildin, ku gerekê hebûna ermenîya li wan vegerînin û tiştên mayîn. “Milkedarên kurda li Konstantînopolê”, ku gelekî heyra Kurdistaneke avtonom an jî serbixwe bûn, destpê kirin piştgirîya hukumê Tirkîyê bikin, ji ber ku ew hukum ji ya Îngilîs sisttir bû. Emelên agrêsîv yên huruma (yûnan) û îtalîyana tenê rûn berî agir didan(81).

Serdar Ê. Sone ser wê bawerîyê bû, ku paşdaêxistina peymana aşîtîyê bi tirka ra şaşîke mezin bû. Bi fikra wî, bela here mezin ji bo tabîyên Îngilîs li Îraqê-ew “di rewşa der da ne”, ango, “di serketinên bolşêvîka da”, ya ku dikare propoganda dijî Îngilîsa tevrake. Ji alîyê bolşêvîka da gurrkirina agir-alava dijî Brîtanîyayê li Mesopotamîyayê, Kurdistanê û Farizistanê tenê bi wan şerta dikarin bêne temirandinê, eger pêşîya tevrabûnên ku di nav binecîyên cî da destpê bûye, bigrin. Sone dida bawerkirinê, ku tenê bi destî serekên kurda, yên hindava îngilîsa da amin, dikarin di wî alî da bi ser kevin, û yek ji wan serekan jî hevalê wî-Hemdî paşa Baban e, ku hukumdarê malbeta kurda ya navdar e û niha li Bexdayê dijî. Hemdî paşa, ku wî dil hebû bibe hukumdarê Kurdistanê, soz da îngilîsa, ku wê nehêle desthilatdarîya dagîrkarîyê biherife û wê pêşîya “hindîzasîyakirina” welêt bigre(82). Hemdî hîvî kir statûya fermî ya rex hukumeta Îraqê bidine wî û danûsitandinên fermî û qanûnî saz bikin di navbera Îraqê û Kurdistanê da(83).

Awa, Sone, ku rûyê xwe bin perda dûkêşkê veşartibû û fikirên şaş digot derheqa propoganda bolşêvîzmê li Îraqê, ku ewî ji ber xwe derxistibû, lê rastî ew bû, ku dagîrkarên îngilîs ji dest tevrabûnên ereba û kurda yên miletîyê-azadîyê ketibûne nava rewşeke teng, planeke bi taybetî raber kir ya derheqa sazkirina avtonomîya kurda bi serokatîya şexsekî, ku berdevkê sîyaseta Îngilîs bû. Lê ew proje ji demê zûtir hatibû amadekirin, û Hemdî paşa jî ji xwe ra zelal ne kiribû, ku ew mirov yekî çawan e, ku bikaribe hêvîya xwe pê bîne.

Fikrên derheqa rêyên safîkirina problêma kurda li Îraqê berî her tiştî bona wê yekê ne zelal bûn, ku London wî çaxî ne hazir bû bona qebûlkirina wan projeya û ne bêlî bû wê li Kurdistanê çi sîyasetê bimeşîne. Wezîrê di alîyên pirsên Hindistanê Montegyu 23ê adarê sala 1920î ji qiralê berê Çelmsdorf ra nivîsîye, ku hukumet dil nake pêşnîyara wezîretê (ya 25ê çileya pêşin sala 1919a)(84) ya derheqa kêmkirina mesrefên li ser mecalên sîyasî û eskerî li Kurdistanê bipejirîne. Sîyaseta hukumetê ew e, ku “bi temamî ji Kurdistanê derkeve û ji bo serokatîya li Suleymanîyê tu cabdarîyê nekişîne”. “Avtonomîya fire” li Kurdistana Başûr dikare bibe sebebê gelek dijwarîyan. Eger kurd dixwezin ji hukumdarîya Tirkîyê aza bibin, hukumet hazir e wî şertî bike nava peymana aşîtîyê û alîkarîya moralî bide wana, lê derheqa wê yekê da tu înformasyonek bin destê wê da tune, xwesma derheqa wê yekê da, ku ew gerekê bi kîjan nûnerên kurda ra ser wê meselê bipeyive. Dawîyê Montegyu pêşnîyar dikir, ku lazim e serdestîya Îngilîs ya aborî û sîyasî li Kurdistana Başûr hebe û ew gerekê bi wê ra girêdayî nîbe, ku wira wê hukumdarîya çawa hebe(85).

Di tabîya serokatîya Brîtanîyayê da, ku serekê “Îndîan ofîsê” raber kiribû, gelek tevlihevî û dijîhevbûn hebû. “Bi temamî derketina ji Kurdistanê” bi kûrsa serdestîya li perça wê ya başûr da li hev nagire. Sozê ku alîkarîya kurda bikin ji bo bin nîrê Tirkîyê derkevin, bi awakî usa ne zelal hatîye dayîn, ku meriv bawerîya xwe pê nayne. Tiştekî ber çava ye, ku berî her tiştî Îngilîs bi rastî jî ne dixwest ji Kurdistanê here (“wek avê diçû, wek qûmê dima”), xwesma ji Kurdistana Başûr, û ya duda, ji wê ra dest ne dida tabîya xwe hindava pirsa kurda da derxe ber çava û wêya wek aletekî bazirganîya dîplomatî û tewlebazîyên dagîrkarî bi kar dianî.

Serokatîya Brîtanîyayê ya li Îraqê serederî li van bîr-bawerîyan ne dikir. Ewana derdiketine dijî fikra Montegyu, ku ewî di nava nama xwe ya 23ê adarê sala 1919a da raber kirîye. Sîyaseta ku di wir da hatibû raberkirinê, dihate binavkirinê wek “ya fêlbazîyê bona Mesopotamîyayê ji dest xwe bernedin”. Wana bi bawerbûn digot, ku qeyde-qanûnên li ser sînor gerekê bi destî eşîretên kurda û bi serokatîya qumandarîyên îngilîsa û kurda bêne parastinê. Ji ber wê jî tenêhîştina Suleymanîyê û çûyîna serokatîya Brîtanîyayê ji wira dikaribû li ser sînorê Îranê-Îraqê xiringêle (kaos) çê bikira.

Ji Bexdayê dinivîsandin, ku berxweketina hukumetê bê bingeh e, gava ew difikire, ku eger avtonomîyayê bidne Kurdistana Başûr, ewê di perçeyên Îraqê yên mayîn da dijwarîya saz bike, ji ber ku axa eşîra hewcê statuyeke taybetî ye. Li Îraqê gerekê sîstêma serokatîkirina bi cûrê Tirkîyê wek berê bihêlin (wilayetên Mûsil, Bexda û Besra), an na wê tevlihevîyeke bêhempa tevrabe. Pêwîst nîne pêşîya “pêvajoya bere-bere milahîmkirina” eşîra (eşîrên riat û eşîrên koçer) bigrin, an na tevrabûnê pêşda bên. Di nav kurda da serekên usa tunene, yên ku bikaribûna ji navê hemû Kurdistanê xeberdana. Ewana dikarin tenê serokatî li eşîra xwe bikin. “Bi tevayî, li bal kurda hesînên eşîrtîyê li ser hesînên miletîyê ra nin… Şertên gêografî û sîyasî li Kurdistanê timê jî li ser riya lihevhatina sîyasî bûne berbend û asteng”. Fikra milet li Kurdistana Başûr ev e -bira ev rêjîm bimîne, lê “bi rengê kurdîtîya wira”. Tu tişt wê alî berjewendîyên Îngilîs li Kurdistanê neke, eger aşîtîya bi Tirkîyê ra bibe sebebê tevrabûnên mezin(86),– rêzîdentê sîyasî yê Brîtanîya Mezin li Devtenga Farizistanê gotina xwe bi vî awahî dawî tîne.

Femdarî ye, ku nerazîbûn ne ku di hindava sîyaseta Îngilîs da ne li Kurdistana Başûr, lê hindava cûre û metodên wêda ne. Lê bi wê ra tevayî jî, hevraxevberdanên di navbera Londonê û Bexdayê da gelek nîgarên binperdekirî derdixe ser avê û karkirina dagîrkarên îngilîs di pirsa kurda û temamîya pirsa Îraqê da belû dike. Tiştekî balkêş e, ku him “londonîya” û him jî “bexdadîya” Kurdistana Başûr ji Îraqa Erebîyê diqetandin, ji ber ku ser wê fikrê bûn, ku pêwîst e li Kurdistanê rêjîmeke bin kontrola Îngilîs da testîq bikin.

“Bexdadî”, ku li ser fikra xwe mabûn, argûmênteke awa jî pêşda kişandin: derketina eskerên Brîtanîyayê ji Suleymanîyê û Erbîlê wê bibe sebebê wê, ku “…partîyayên bi mêlgirtinên bolşêvîzmê û Tirkîyê wê aktîvtir bin, yên ku dikarin bahana bibînin bona tevî karê Kurdistanê bibin”. Firsenda here baş bona dijderketina himberî bolşêvîzmê ew e, ku serokatî bikaribe “bona binecîya xurekê erzan bîne û hemû çîna di halekî edil û halxweş da biparêze”(87). Çi jî hebe, derxistina eskerên Brîtanîyayê gerekê paşda biêxin hetanî girêdana peymana aşîtîyê tevî Tirkîyê, an na tirk wê bi xurtî zordestîyê li kurda bikin(88).

Serokatîya dagîrkar li Bexdayê, ku Londonê bi bolşêvîzmê va çavtirsandî dikir, bona bawerî pê anînê firsendên mayîn jî bi kar anî. Wana deng belav kir, ku xudêgiravî serekên kurda ji navê gelê xwe berbirî wana bûne bona bikevine bin hukumdarîya Îngilîs. Yek ji wana, bi îmza 62 serekeşîra, 1ê tîrmehê sala 1920î gihîştibû ber destê wan. Em, nûnerên “malbetên kurda”,- wê da dihate gotinê,- gorî sozê hukumeta Brîtanîyayê, ku ewê di dema şêr da daye, de`wa serxwebûna xwe ya bin hukumdarîya Îngilîs da dikin û dixwezin, ku peywandîyên me bi Îraqê ra wek berê bimînin, ji ber ku ji wan peywandîyan me tu zirar ne dîtîye. Îngilîs gerekê alîkarîya bi her awahî bide kurdên Îraqê. Welîyê Bexdayê gerekê bi razîbûna Îngilîs bona kurda nûnerekî taybetî kivş bike. Em hazir in di her tiştî da piştgirîya Îngilîs bikin, eger ew jî alîkarîya me bike. Gerekê nûnerê “gelê Kurdistanê” li konfêransa aşîtîyê da bê kivşkirinê. Îmzeyên pêşin-Kaka Ahmed, Babekir axa(89).

Heyetîya bangawazîyên vî awahî derheqa wê yekê da dibêjin, ku di wê demê da ji dîwana Îngilîs ya li Îraqê ra li hev hat ji nav serokatîya kurda çend kesên navdar bîne hêla xwe. Bona wê yekê sozdayînên bi awayên sîyasî û pera jî dan. Ji bo nimûnê, firsend dabûne derebegên ereb û kurd ji milkê dewletê para xwe hildin(90). Bi vê yekê ra tevayî dihate plankirinê, ku kurda derxine dijî serhildana ereba ya li Îraqê, ku havîna sala 1920î destpê bûbû, û ber wê va soz didane kurda, ku wê serxwebûnê bidne wan.

Hema di wan çaxa da serkarîya kurda ya li Îraqê(91), girêdayî destpêka teşkîlkirina hukumeta welêt “ya miletîyê”, kampanîya propoganda dijî ereba tevrakir. Serokatîya kurda gelê xwe dida bawerkirinê, ku îngilîs bona wê yekê hukumeta ereba teşkîl dikin, ku Kurdistanê bikine bin destê xwe û karmendên ereba li wir bi cî û war bikin û ew kara ku wê ji Kurdistanê jî bê sitendinê, wê bişînine Îraqa erebîyê. Eva nimûneke geş ya propoganda miletçîtîyê bû(92).

Di wan dema da Hemdî paşa Babanê, ku mêla wî berbi îngilîsa bû, projeke hewaskar ya safîkirina pirsa kurda li Îraqê raber kir. Ew bi biryara konfêransa li San-Remoyê (nîsana sala 1920î) ra razî bû, ya derheqa wê yekê da, ku mandatê bidine Îngilîs, ku ew hukumdarîyê li ser sê wilayetên Îraqê bike (Kurdistana Başûr ne tê da), û berk derdikete dijî wê yekê, ku welîyê kurd serokatî li wan wilayeta bike, ji ber ku ew ne gorî daxazkarîyên gelê kurd bû. “Kurdistan welatekî usan e, ku tu elaqa wê bi Mesopotamîyayê ra tune”,- wî digot. Kurdistana Başûr gerekê “dewleta qiralîyê ya serbixwe be bin mandata we da (ango, Îngilîs da.- M. L.)”. Vira gerekê hukumdarekî zane ser text be, ku haya wî rind ji dîrok û erf-edetên kurda hebe. Hemdî paşa piştgirê hukumdarekî vî awahî ye, yê ku gerekê tenê bi şêwr û temîyên me va rê here; berga (hewş) wî gerekê bona serokatîyê bibe dibistan; sîstêma eşîrtîyê gerekê bimîne. Hemdî paşa ser wê bawerîyê bû, ku di goveka sîstêma vî awahî da aborîya welêt dikare pêşda here(93).

Bi vî awahî, nimûna nasyonalîzma derebegîya kurda ya bi cûrê mêlgirtina dagîrkarîyê (bi konkrêtî – ya probrîtanîyê) ber çava ye. Hilbet, serketina wê projeyê bin şikê da bû. Serokatîya Îngilîs ev yek zef rind fêm dikir. A. Wîlson di nama xwe ya ji bo Hemdî paşa, ku pey xilasbûna hevraxeberdanên li Sevrê yên derheqa peymana aşîtîyê bi Tirkîyê ra, nivîsî bû, dabû kivşê, ku ji quweta hukumetê der e pirsa derheqa paşeroja Kurdistana Başûr da safî bike. Tenê pey wê yekê ra, ku peymana bi Tirkîyê ra bê îmzekirinê û eyankirinê, em dikarin “mecalên konkrêt peyda bikin hindava wê axê da, ku niha navê erdê dagîrkirî li ser e”(94).

Berbirîbûna dîwana Îngilîs ya xêrnexwezîyê hindava pêşnîyarên vî awahî ji wê tê, ku ew naxweze Kurdistanê tam ji Mesopotamîyayê biqetîne, ew jî hela di wan şerta da jî, eger kontrolîya Îngilîs li ser herduyan jî hebe. Ew jihevqetandin di hêla stratêjî da kêmanîyek bû, lê di hêla sîyasî da -bi xeter bû, ji ber ku bingehên sîyaseta Îngilîs ya “perçe bike, ku bikaribî xwedî lê derkevî” di wê navçê da dihejîyan. Balanskirina di navbera serhildanên ereba û kurda da hela di wî çaxî da bûne xemla wê sîyasetê, ku împêrîyalîzma Brîtanîyayê li Rohilata Nêzîk dida derbazkirinê.

Çavkanî:

  1. Gerekê bidne ber hesêb, ku çarçoveyên geografî yên gotinên “Kurdistan” û “pirsa kurda” di wê demê gelekî ne zelal bûn û kivş nîbûn û ew piranî li Mesopotamîyayê, Ermenîstanê û Sûrîyê dihatine xebitandinê.
  2. Bi hûrgilî li vir hatîye nivîsar: Lazarev M. S. Hilweşîna hukumdarîya Tirkîyê li ser rewşa Rohilata Erebîyê, rûpel 200-202.
  3. Lloyd Corc D. Bîranînên eskerîyê. Cild V, rûpel 165, 167.
  4. Lloyd Corc D. Rastî derheqa peymanên aştîyê da, cild II, rûpel 227; Hofman Karl. Sîyaseta neftê û împêrîyalîzma Îngilîs-Saksonîyayê. L., rûpel 87.
  5. Lloyd Corc D. Rastî derheqa peymanên aştîyê da, cild I, rûpel 111.
  6. Tardye A. Aşîtî. Moskva, 1943, rûpel 80.
  7. Şpîlkova V. Î. Sîyaseta DAY împêrîyalîstîyê hindava Tirkîyê da (1914-1920), Moskva, 1960, rûpel 36-38.
  8. Eger em di çarçova fire da li pirsa Rohilata Nêzîk binihêrin, ew temamîya Asîya Başûr-Roavayê, ku ji alîyê Împêratorîya Osmanî ya hilweşîyayî da hatibû zevtkirinê, û Îran hildigirte nav xwe, ku ji alîyê hevalbenda da hatibû dagîrkirinê (ji dawîya sala 1917a-ew tenê bin destê Îngilîs da bû). Afxanistana ku di wê demê şerê ji bo serxwebûnê dikir, pirtir bi ser Hindistana Brîtanîyayê dihesibandin, ne ku ser wê herêmê. Lê ew pirs bi xwe bi çend pirsên bi serî xwe û yên mezin û giring va girêdayî bû. Ji wana: 1) “pirsa Tirkîyê”, ango qedera sîyasî ya Nîvada Asîya Biçûk û Frakîya Rohilatê, ku piranîya binecîyên wan tirk bûn; 2) pirsa fariza; 3) pirsa ereba (ku di teorîyê da hebû û di peymana Sayks-Pîko da jî hebû, li ku îngilîsa û fransiza soz dabûn alî wan bikin, ku li ser axa Tirkîya Asîyayê dewleta ereba saz bikin, lê piştî hilweşîna Împêratorîya Osmanî ra îdî pirsa li ser erdê wê çêkirina çend dewletên ereba hate meydanê); 4) pirsa felestîna, ku xwesma piştî îlankirina deklarasîyona Balfûrê ya 2ê çirîya paşin sala 1917a ya derheqa li ser axa Felestînê sazkirina ocaxa cihûya ya miletîyê, ji pirsa ereba dihate cudakirinê; 5) pirsa ermenîya; 6) pirsa kurda. Gerekê bê kivşkirinê, ku ev hemû pirs bi hevdu ra girêdayî ne, û nabe ku ji hev cihê li wana binihêrin. Bilî wê, problêmên herêmên mayîn jî li ser wan da zêde dibûn, ji bo nimûnê, “pirsa Kavkazê” an jî “pirsa Misrê”. Li ser gotina xwe em dikarin zêde bikin, ku ev hemû pirsên ku me li jor dane rêzê, bi hêz û giringîya xwe ya navnetewî va ne wekehev in. Hinek ji wana li civînên navnetewî da bi her alî hatine lênihêrandinê (pirsên tirka, ereba, ermenîya, kurda), hinekên mayîn jî (pirsa fariza, statuya xantîya Nîvada Erebistanê) Îngilîs bi tena xwe hildabû ser milên xwe. Lê bi wê ra tevayî jî, hemû dewletên Antantayê di hêlekê da yek bûn-ew gişk jî bi çavekî împêrîyalîstî, dagîrkarinê berbirî wan hemû prolêmên Rohilata Nêzîk dibûn.

Em dikarin bêjin, ku piranîya pirsên jorgotî li nivîsarên Sovyetî û welatên dereke da rind hatine lênihêrandinê. Pirsa kurda di wê derecê da ji wan cuda ye. Ji ber wê jî li vira û dû wê ra me tenê ew moment destnîşan kirine, ku xût derheqa kurda bi xwe da nin, û armanca me ya bingehîn jî ji xwe ew bûye.

  1. Arşîva serhing Hauz. Profesorê dîrokê li Unîversîteya Îeylê Garlz Seymûr ew ji bo weşandinê amade kirîye. Cild III. Moskva, 1939, rûpel 227, 233.
  2. Dîsa li wir. Cild IV, Moskva, 1944, rûpel 156-157.
  3. PRFR. 1919. The Parîs Peace Conference. Vol. I. Wash., 1942, rûpel 69.
  4. ASDR, f. AMH, cêrga A, dokûmênt 147. Precîs of Affaîrs în Southern Kurdîstan, rûpel 16-17.
  5. ASDR, f. AMH, cêrga A, dokûmênt 154, belge 117-119. Admînîstratîon of Mesopotamîa. Part IV. Nama Sone ji bo A. Wîlson, 11ê çileya paşin sala 1920î.
  6. Dîsa li wir, nama Hemdî Baban ji bo A. Wîlson di 25ê çileya paşin sala 1920î, belge 121.
  7. Tekst ne hatîye dîtin.
  8. Dîsa li wir, belge 155. Foreîgn and Polîtîcal Department Notes. Admînîstratîon of Mesopotamîa. Part. IV, rûpel 3-4.
  9. Dîsa li wir, belge 4-5. Rêzîdentê sîyasî li Devtenga Farizistanê ji bo sekretarê alîyê karên der va ya hukumeta Hindistanê, 25ê adarê sala 1920î.
  10. Dîsa li wir, belge 6. Rêzîdentê sîyasî li Devtenga Farizistanê ji bo sekretarê alîyê karên der va, 27ê adarê sala 1920î.
  11. Dîsa li wir. A. Wîlson-Montegyû, 5ê nîsanê sala 1920î.
  12. Dîsa li wir, dokûmênt 156, belge 9. Proceedîngs of the Foreîgn and Polîtîcal Department. February 1921. Admînîstratîon of Mesopotamîa. Part IV. A. Wîlson-Montegyû, 3ê hezîranê sala 1920î.
  13. Dîsa li wir, A. Wîlson-Montegyû, 16ê tîrmehê sala 1920î.
  14. Sone struktura civakî ya vî awayî dide civaka kurda li Îraqê: 94 % wan “gundîyên usa ne, ku haya wan ji bayê dinyayê tune û ew bê deng in”. Ji 6% binecîyên mayîn yên Suleymanîyê, 5,5 % bazirgan û tucar in, ku karê xwe va mijûl in, û eleqê wan bi sîyaseta der va tune. 0,5 % mayî jî karmend û giregir in, ku “vox populî” ne û roleke sîyasî dilîzin. Sone dibêje, ku ew 94 % tu guhartinekê naxwezin û xût wana piştgirîya Şêx Mehmûd Barzincî ne kirin, ji ber wê jî serhildana wî têk çû (dîsa li wir, belge 71-72. “Nivîsên zapitê sîyasî li Suleymanîyê çawîş Sone derheqa rewşa sîyasî ya li Kurdistana Başûr”, 28ê tîrmehê sala 1920î).
  15. Dîsa li wir.
  16. Dîsa li wir, belge 73-74. Nama Hemdî Paşa ji bo A. Wîlson ya 6ê tebaxê sala 1920î.
  17. Dîsa li wir, belge 74. A. Wîlson-Hemdî, 9ê tebaxê sala 1920î.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev