CERIBÎN-4

CERIBÎN-4

Fermo, beşa 4an a romana nivîskarê malpera me H.Kovan Baqî. Nivîskar me dide bawerkirin, ku bi zimanê kurdî mirov dikare her cûre berhemên edebî yên bi edeb û herwiha yên bêedeb binivîse.

Kovan Baqî

Kurdmanciya min, di zimanê kurdî de zimanekî mînor e; çimkî zimanekî bêcihûwar e.

Roja go wî mêrî, jartiyerê dêya min xist stûyê xwe û xwe bi çengelê serşokê ve daliqand, dêya min ji bavê xwe sêwî ma, ez jî ji bav û kalê xwe.

Offf, BEXTEWARÎ çi êşeke bêderman e!

Ji bo hûn ji min fêm bikin, tiştekî go karibim bikim nîn e. Nikarim tillîkek xwe jî bilivînim. Çimkî ez bêkêr im.

Min qe’hr û hêrsbûyîn jî ji bîr kiriye. Êdî tiştek jî nayê bîra min. Tenê hez dikim – bêyî go zanibim hezkirin çi ye.

Newêrim tiştekî bi tenê jî bêjim û li dengê xwe guhdarî bikim – Tevî go nizanim TIRS cinawirekî çiawa ye jî. Lewma RONAHÎYÊ vedimirînim, gotinê bi tûmerî dibilînim, ZEMÊN disekinînim û HIŞ di bêdengiya HETEROTOPÎK a nivîsê de diherikînim.

Tiştan-bûyeran ji kokê de radikim, wan perçe-perçe dikim. Paşê perçeyan jî perçe dikim. Dûvre perçeyên perçekirî jî perçe dikim. Talîkê perçekirinê jî perçe dikim. A wê çaxkê dikarim tiştan-bûyeran bibînim û bidestbixim. Dawiya dawî jî tişt û bûyerên go min bidestxistine tevan bi valahiyeke boş dinixumînim. Êdî qinyeta min dikeve cih go xwendevan ê karibin “Nedîtinê” bibînin û xwe bigihênin qinna reseniya reseniyê.

Hê welatekî min î azad çênebûye go mis’hefên min bi qet’hî bêne qedexekirin. Roja go welatekî min î azad çêbibe, wê dawî li surgûniya mis’hefên min were û ez ê bibim sirgûnkirîyekî ji sirgûnkirinê.

Ti xweda newêre bibe xwedayê min. Lewra ez ne bireserekî mîmetîk im.

Kafka li vê kerxanê wenda bû. Ez jî weke ewên din hatim lê geriyam û negeriyam min xwe nedît. Lewra EŞQ “Serdema Mîlenaqolîk” e – çîrokeke xumam î bêdestpêk û bêdawî ye.

Nizanim çi ferqa qelemê û xirr heye! Halbûkî herdu jî mê ne û tim diwelidînin. Tenê dizanim go tim bêhna avikê ji gerdûna min tê. Gelo ez ji jiyanê diwelidim, an jiyan ji min?

Min hê jî fêm nekiriye bê ka gelo ferqa serîyekî rût û memikeke tazî çi ye. Hew dizanim go hemû xweşçîrokên qedexe di serîyan de ne û hemû çîrokên qedexexweşîyê jî di memikan de…

Ez ê bi duayên xwe we bikujim.

Ez û Hz. Fenkîdo’yê esrarkêş û Hz. Silêmanê gillikmêj û Îştar û Kleopatra gişk ji malzaroka jinê çêbûn. Lê belê, xwedê û şahînşah û kole jî ji hişê minûme çêbûn…

Sînorê nava “Trajedî” û “Qerfê” rakin, hûn ê mirina “Melanqolîyê” bibînin.

Gava ‘ezman orgazm dibe, “pîrozî” dirrije ‘erdê (René Gîrard). Lewma pîrozî tiştekî gemarî ye.

Hela ka bi qelema xwe’y zindî îmzeyekê li malzaroka hişê min binivîsîne, go ez qurbangeneralekî mîna te biwelidînim.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Hkovan Baki

Piştî xwendinê, karê wî yê sereke nivîskarî û weşangerî ye. Berpirsê weşanxaneya NA ye. Gelek pirtûkên wî yên edebî bi zimanê kurdî derketine.

Qeydên dişibine hev