Dîwana Edaletê Ya Ewropayê: Mafê penaberiyê li YE ji bo terorîstan tuneye

Dîwana Edaletê Ya Ewropayê: Mafê penaberiyê li YE ji bo terorîstan tuneye

Dîwana Edaletê Ya Ewropayê biryar da ku li Yekitiya Ewropayê mafê serlêdana penaberiyê ji bo ”endamên rêxistinên terorê” tuneye.

Li gorî biryara Dadgeha Bilind a Yekitiya Ewropayê, kesên ku bi awayeke fiîlî beşdarî rêxistineke terorê nebûbin, xwe li sûcekî sor nekiribin jî nabe ku serlêdana wan a penaberiyê were pejirandin.

Dadgeha li Luxembûrgê biryara xwe roja sêşemê li ser daxwaza serlêdana penaberiyê ya Mustafa Lounani da ku dixwest serlêdana penaberiyê li Belçîkayê bike.

Serlêdana penaberiya Lounani berê hatibû redkirin, paşê hatibû pejirandin.

Dadgeha Brûkselê sala 2006-ê bi hinceta ku Lounani endamê rêxistina Çekdarên Îslama Fasiyan 6 sal cezayê hebse lê birîbû.

Lounani ji ber ku pasaport ji kesên bi awayeke dilxwaz diçin li Îraqê şer bikin re peyda dikir hatibû tawanbarkirin.

Piştî ku cezayê xwe temam kir, bi hinceta ku dema here Fasê wê ceza bistîne, sala 2010-ê ji Belçîkayê daxwaza penaberiyê kiribû. Lê ev daxwaza wî hatibû redkirin.

Piştî du salan Dadgeheke din a Belçîkayê bi hinceta ku Lounani beşdarî çalakiyên çekdarî nebûye, biryar da ku mafê penaberiyê wergire.

Li ser vê biryarê hikûmet li dij derket û dosya şand Dîwana Edaleta Ewropayê. Dadgeha Bilind a Yekitiya Ewropayê giliyê Belçîkayê mafdar dît.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev