Evîn û Evîndariya Melayê Cizîrî

Evîn û Evîndariya Melayê Cizîrî

Mela Mihyedîn

Melayê Cizîrî di wêjeya Kurdî de bi nasnameyên cûrbicûr tê nasîn, yek ji van nasnameyan Pîrê Işqê ye û ya din jî Reîsuş-Şû‘era (serokê helbestvanan) ye. Ev nasnav belasebep li Cizîrî nehatine kirin. Bêguman Dîwana Cizîrî di zimanê Kurdî de di radeya herî bilindtirîn de ye û helbestên wî di mijara evînê de li asta herî jor in. Bi helbest û bi fikrên xwe yên evînî, welatparêzî û zimanhezî tesîrek zêde li Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî, Cegerxwîn û hwd kiriye.

Pisporiya Evîna Melayê Cizîrî

Pîrê Işqê di beytek xwe de wiha pisporiya xwe ya evîndariyê tîne ziman: Yê ku noqî evînê bûyî û bi hemû esrarê evînê dizane ez im ez. Kesek nikara di warê evînê de bi min re avjeniyê bike. Hemû qulf û esrarên evînê min yek bi yek vekirine û ez pê dizanim. Vê yekê ne sed heb mela (molla) û ne jî alîgirên wan (musteîd) dizanin, tenê ez dizanim ez. Orjînala beytê wiha ye:

Tu ji Melayê Botî bipirs esrarê işqê hel dikit

Çi zanîn vê sirrê sed mela û muste‘îd

Çarçoveya Evîna Melayê Cizîrî

Li ser evîna Melayê Cizîrî pir tişt hatine gotin û nivîsîn. Li ser van tiştan jî pir şîrove û analîz hatine kirin. Bi piranî lêkolîner li ser du evînan sekinîne: evîna îlahî û ya beşerî. Lê berî ku em derbasî van her du xalan bibin, divê li ser çend tiştên hûrik û girîng bê rawestîn. Di wêjeya klasîk de, bi piranî di Dîwana Şêx Ehmedê Cizîrî (Melayê Cizîrî) de zimanekî sembolîk derdikeve pêşberî xwendevanan. Zimanê sembolîk, vegotin û asta helbestê xurttir dike. Di zimanê sembolîk de vegotinek rasterast pir tuneye, xwendevan li gorî fikir û dêrûniya xwe helbestan rave dikin. Her yek xwendevan bi rehetî dikare ji beyteke Cizîrî wateyên cûrbicûr derxînîn meydanê. Ji ber vê rewşê meriv dikare helbestên Cizîrî bişibîne neynikê jî. Xwendevan xwe di nav helbestên Cizîrî de dibîne, ji ber vê yekê acizbûn bi wan re çênabe û hîn bêhtir li Dîwana Cizîrî sortir dibin û pê de diçin.

Xwendevan timî xwe di nav pelên Dîwana Cizîrî de dibîne, ji ber vê sedemê yekî fenafîllah (Xwedaparêz) di helbestên Cizîrî de şopa evîna Xwedê dibîne, yekî fenafîresûl (Pêxemberparêz) di helbestên Cizîrî de şopa evîna Pêxember dibîne, yekî welatparêz di helbestê Cizîrî de şopa evîna welat dibîne, yekî fenafîbeşer jî di helbestên Cizîrî de şopa evîna beşerî dibîne.

Hewce ye ku meriv helbestên Cizîrî di çarçoveyek fireh de şîrove bike, ne di çarçoveyek teng de. Ger di çarçoveyek teng de helbestên wî bêne şîrovekirin wê demê payebilindiya helbestên wî namîne û ew jî dibe helbestvanek ji rêzê.

Ji Bo Melayê Cizîrî Evîn

                      Dil yek e dê işq yek bit aşiqan yek yarî bes

                      Qible dê yek bit qilûban dilberek dildarî bes

Mela di beyta jorîn de li ser evînê wiha dibêje: Gava Yezdanê dilovan benîadem xuliqandin ji bona her laşekî dilek çêkir û ew dil xist hundirê laşê mirovî. Ji ber ku dilekî mirovan heye, hewce ye ku evîna mirovan jî divê yekta be. Dil ji evînekê zêdetir nikare ragire, tenê ciyê evînekê di dil de heye.

Kesê evîndar ji bo wan qibleyek bes e, divê evîndar li gorî evîna xwe qibla xwe rast û eşkere bikin û heta dawiya emrê xwe divê dildar di bin emrê dildaya de xwe bixebitin. Kesê ji bo yek dilberê bixebite û wê dilberê bike qible, dê ew kes heta dawiya emrê xwe bi kêfxweş bin û dê barê wan jî siviktir be.

Ji bilî av, ax, agir û hewayê hêmaneke pêncemîn jî he ye ku ew evîn e.

Mela di Dîwana xwe de ciyek girîng daye evînê, vê yekê em ji helbestên wî baş fam dikin. Mela fikrên Farabî, Îbnî Sîna, Arîsto yê ku evînê sedema afirandina gerdûnê dibînin dipejirîne û vî fikrî qewîntir dike. Lê ji wan bêhtir pê ve diçe û evînê li her çar hêmanên xwezayê (Av-ax-agir-hewa) zêde dike û wê wek hêmana pêncemîn qebûl dike; hêmana pêncemîn jî dike bingeha her çar hêmanên xwezayê. Li gor Cizîrî heger evîn tunebe dê her çar hêmanên xwezayê û tiştekî din jî tunebin; lewma evîn ji bo Cizîrî bingeha hertiştî ye.

Muhbetê mihnet di zor in hub dibêm êşek bela ye

Umir û jî pê xweş diborin lê sotin û derd û cefa ye

Herwiha Mela li ser xweşbûn û dijwariya evînê jî disekine û di beyta xwe ya jorîn de wiha gazin û dilxweşiya evînê tîne ziman: Rêya hezkirinê (muhbet), rêyek zor û zehmet e û evîn (hub), êşek bela ye. Bela û tofanan tîne serê mirovan. Lê ji bilî bela û tofanan, evîn tiştekî pir xweş e. Di vê dinya beşerî ya xirab de evîn dibe sebir ji bo mirovan. Evîn dibe sedemek xweş a jiyanê û jiyana mirovan bi xweşiya xwe dixemilîne. Lê evîn her çiqas jiyanê xweş bike jî di eslê xwe de agir e û mirovan dişewitîne. Bi şewata xwe cefa û derdên giran li mirovan bar dike.

Evîna Îlahî û Evîna Beşerî

Avakarên wêjeya klasîk, mezûnên medreseyan in û bi piranî seyda, mela, şêx, feqî û musteîd in. Ev kesana di medreseyê de bi piranî dersên dînî dîtine û bi van dersên dînî mijûl bûne; piştî qedandina medreseyê jî gelek kes jî li ser tesewifê sekinîne. Ji ber vê sedemê di wêjeya klasîk de gelek têgeh (mazmûn) hene ku wateya xwe ya bingehîn nagirin. Ew mazmûn bi wateyek mecazî tên şîrovekirin. Lê her çiqas gelek kes ev mazmûn di wateya mecazî de bi kar anîbin jî gelek kesan jî ew mazmûn di wateya xwe ya bingehîn de bi kar anîne.

Cizîrî jî alimek ji alimên medreseyê bû û di Medreseya Sor de seydatî kiriye û îcazet daye gelek feqiyan. Ji ber ku bi nasnameya xwe ya dînî li pêş e; helbestên wî bi wateya bingehîn na bi wateya mecazî tên şîrovekirin. Wekî li jor jî hatiye nivîsandin, gerek meriv di çarçoveyek teng de Dîwana Melayê Cizîrî şîrove neke û wî bi sînor neke. Herçiqas li ser evîna îlahî helbestên wî hebin jî gelek helbestên wî jî li ser evîna beşerî hatina nivîsandin.

Evîn mîna Qûleya Babîlê qat bi qat e û li her qatekê bi wechekî xwe yê nû xwe derdixe pêşberî mirovan û mirovên evîndar yek bi yek li bexçeyê Babîlê digerîne û wan evîndaran li wir perwerde dike. Kesek nikare ji qata pêşî ya Babîle derbasî qata herî jor bibe. Evîndar mecbûr e ku qat bi qat bi pêpelûkên Qûleya Babîlê hilkişe ku bigihîje evîna rastî. Evîna rastî jî ji rêya evîna beşerî derbas dibe. Li gor kesan, evîna rastî ya herî jor dibe ku evîna beşerî be jî û dibe ku evîna îlahî be jî. Li gorî armanc û lêgerîna mirovan heqîqet jî diguhere.

  1. Evîna Beşerî

Her çendî helbestên Melayê Cizîrî bi evîna îlahî ve bên nîspetkirin jî Mela ji evîna beşerî jî bêpar nemaye û noqî deryaya evîna beşerî jî bûye. Cizîrî piştî bi destxistina îcazeta perwerdehiyê, demekê li gundê Sirba (Şilbê) melatî dike û piştre berê xwe dide Heskîfê û demek jî li wir seydatî û melatiyê dike. Li gorî ku tê gotin Cizîrî li wir keça mîr a bi navê Selmayê dinase û li wir dil didin hev. Lê çawa wekî di Mem û Zînê de Bekoyê Ewan ketibe navbera evîndaran û ew ji hev veqetandibin, Mîr Kamil jî ji vê yekê aciz dibe û qebûl nake ku yekî bêstatû dil bide keça wî. Hema di cî de fermana sirgûna Melayê Cizîrî dide û nahêle tu carî rêya Mela bi Heskîfê bikeve. Mela jî lê dixe tê bajarê Cizîra Botan. Herçiqas gelek kes vê yekê qebûl nekin jî, Mela vê evîna xwe di helbesteke xwe de wiha tîne ziman:

Îd e û herkes  ji dîdara te lê pîroz e îd

Ez tenê mehrûmê dîdar im bi sed menzîl bê’îd

 

                                            Ma bi le’lên canfeza navê me bînit carekê

                                           Bîd-dua belix telthiyatî li Selmaya berid!

 

Piştî ku Mela tê bajarê xwe yê esil, li wir di Medreseya Sor de dest bi xebatên melatî û seydatiyê dike û rêveberiyê medreseyê dixe destê xwe. Hem ji aliyekî ve bi karên medreseya xwe ve mijûl dibe û hem jî ji aliyekî ve katibiya mîrê Botanê dike. Mela di çûn û hatinên xwe yên di Birca Belek de xwişka mîr dinase û dibe evîndarê wê. Navê evîna Mela ya nû Xatûna Biskkesk e, di hin çavkaniyan de ev nav wekî Stiya Biskkesk jî derbas dibe. Lê her du nav jî di eslê xwe wateya wan yek e û her du jî rast in. Li ser evîna Xatûna Biskkesk û Mela pir çîrok hatine neqilkirin û hîn jî di nav pêxeberdana ehlê Cizîra Botan de qala evîna wan tê kirin. Heta tê neqilkirin ku Melayê Cizîrî helbesta xwe ya navdar a bi navê “Sebahul Xeyrî ya Xanim” li ser daxwaza Xatûna Biskkesk jê re gotiye û nivîsandiye.

Sebahul-xeyrî xana min şehê şîrîn zebanê min

                      Tu yî rûh û rewanê min bibit qurban te canê min

                     

                      Te’alellah çi zat î tû çi wê şîrîn sifat î tû

                      Ne wek qend û nebat î tû yeqîn rûh û heyat î tû

                     

                      Heyat û reheta canim sebahul-xeyrî ya xanim

                      Were bînahiya çavan bibînim bejn û balayê

Evîna Mela û ya Xatûnê di nav Cizîra Botan de deng vedide û ev gotegot diçin guhên mîr û mîr bixwe pê dihese. Wekî mîrê Heskîfê, mîrê Cizîra Botan jî cezayê sirgûnê dide Mela. Mela demek dirêj li derveyî Cizîrê dimîne; piştî vê dema dirêj, mîr poşman dibe û cezayê Mela radike. Mela carek din vedigere Cizîrê û ji ciyê mayî dest bi xebatên xwe dike.

Tê gotin ku Mela gelek ji caran diçe cem Birca Belek û berê xwe dide bircê û pişta xwe dide kevirekî. Li wir li hemberî şibaka Xatûna Biskkesk helbestên xwe gotiye û hem jî nivîsandiye. Melayê Cizîrî ji evîna Xatûnê dil û cergên wî tev de disincirin. Ew germahiya laşê Melê dide kevirê ku pala xwe dayî, kevir wekî tenûrê disincire û germ dibe. Jinebiyek bi vî xûyê Mela dizane û her gava ku Mela diçe wir, jinebî hevîrê xwe amade dike. Piştî ku Mela ji wir radibe, jinebî diçe nanê xwe li ser kevir dipijîne. Ev çîrok ji bo gelek kesan batin tê û vê çîrokê qebûl nakin. Rastî û ne rastiya çîrokê li aliyekî; lê niha jî li kêleka Medreseya Sor, di hundirê kumbetê de hem tirba Melayê Cizîrî, hem ya Xatûna Biskkesk û hem ya Jinebiyê li rex hev in.

  1. Evîna Îlahî

Herçiqas meselokên Mela yên li ser evîna beşerî hebin jî gelek kes ji van meselokan bawer nakin û dibêjin ku Mela evîndarê Heq bûye û di wechên Selma û Xatûna Biskkesk de nûra Heq didît, lewma Melayê Cizîrî evîndarê wan kesan bûye. Dîsa gellek kes di wê baweriyê de ne ku cezbeyeke Xwedayî ya sofîtiyê Melayê Cizîrî girtiye û ew bi vexwarina meya mecazî derbasî evîna heqîqî bûye. Heta di aliyê evîna îlahî de gihaştiye meqama herî jor.

Di asta evîna îlahî de herkes mezinbûna Mewlana qebûl dike û wî wek pisporê evînê dibînin. Gava mijar tê ser evînê herkes navê Mewlana zikir dikin. Navdarê Kurd Mela Seîdê Kurdî jî tîne ziman ku di asta evînê de meqama Melayê Cizîrî û ya Mewlana yek in û her du cîranê hev in. Yek ji yê din nê zêde ye û ne jî kêm e.

Mela di xezela xwe a bi navê “Muxbeçeyên Meyfiroş” de wiha nivîsiye:

                                                                 Herf ji yek bûne fesil ger bibirî wan bi esil

                                                                 Herf dibite yek xetek xet ku nema nuqte ma

 

                                                                 Wehdetê mutleq Mela nûr e di qelban cela

                                                                 Zor di vê mes’elê ehlê dilan şubhe ma

Em dê li ser beytên jor ên hatine dayin, rist bi rist hûr bibin. Rista yekem wiha ye: “Herf (tîp) ji yek bûne fesil (cûda bûne) ger bibirî wan bi esil”, Bêguman herf û her tiştên di gerdûnê de piştî ji hev veqetiyane û cuda bûne digel ku berê hemû tev de yek û pêkve bûn jî îcar ku tu wan vegerînî ser eslê bingehên wan ê berê, hinge hemû digerin xeteke bi tene yî ku neveqetiyayî.”[1] Ew xet “Elîf”e. Elîf (ا) destpêka hemû herfan e, hemû herf bi tewandina tîpa elîfê çêdibin. Tîpa elîfê destpêka alfabeya Erebî ye û di tesewif û Wehdetul-wucûdê de sembola yekîtiyê ye, ango sembola Yezdan e. Ji ber ku tîpa elîfê sembola Yezdan e, di nav Misilmanan de peyvek pîroz tê hesibandin û vî navê pîroz li zarokên xwe dikin. Ji ber van sedeman navê “elîfê” li her derî derdikeve pêşberî me û gelekî belav bûye di nav Misilmanan de. Rista duyem wiha ye: “Herf dibite yek xetek xet ku nema nuqte ma”, vêca ku tu wê xetê jî weha nehelî û bibî ser eslê wê, dê ew jî bibe yek nuqteyek (.), bêweku dê nuqte bi tenê bimîne; ango dê gerdûn giş têkeve hindirê nuqteya hebûna rastî û tiştekî din namîne.

Di beyta duyem a ku li jor hatî dayin de, Mela wiha gazî xwe dike: “Ey Mela bêguman wehdetê mutleq rohniyek e ku di dilan de diyar dibe, yan jî ronahiyek e wek mîna kilê çavan paqij dike û wan vedike û ew çav digihin ronahiyê. Hin ehlê dilan di vê meselê de pir di gumanan de mane, yan jî pîrên ehlê dil di vê pirsa wehdetê mutleq de, ango ya yekbûnê de di şek û şubhê de mane. Lewra ew di nav sofiyan de meseleyeke bi qelş e û ji bo wê gelek cudahî di nav wan de çêbûne, hinek wê rast dibînin û wê diparêzin jî, lê hinek jî tê de guman dikin.”[2]

Melayê Cizîrî di van beytan de sedema her tiştî Xweda dibîne û Xweda destpêka her tiştî ye. Her tişt di hundirê xwe de parçeyek ji nûra Heq dihewîne. Lewma her tişt di eslê xwe de pîroz û bimbarek in. 

ÇAVKANÎ

Adak, Doç. Dr. Abdurrahman, Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk, Stenbol: Nûbihar, 2013.

Cizîrî, Melayê, (Gerdeniya Gewherî Şerha Dîwana Melayê Cizîrî, Zivingî, Mela Ehmedê), Stenbol: Nûbihar, 2013.

Cizîrî, Melayê, (Melayê Cizîrî Dîwan, Dilovan, Selman), Stenbol: Nûbihar, 2013.

Kurdo, Qanatê, Tarîxa Edebiyata Kurdî, Ankara: Özge, 1992.

Sağniç, Feqî Huseyn, Dîroka Wêjeya Kurdî, Stenbol: Enstîtûya Kurdî Ya Stenbol 2002. 

Riataza                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                             

[1]  Zivingî, Mela Ehmedê, Gerdeniya Gewherî Şerha Dîwana Melayê Cizîrî, Weşanên Nûbihar, Stenbol, 2013, Rp:113

[2]  Zivingî, Mela Ehmedê, Gerdeniya Gewherî Şerha Dîwana Melayê Cizîrî, Weşanên Nûbihar, Stenbol, 2013, Rp:114

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev