Êzdîtî berbi ku yan pêshîroja êzdiyatiyê

Êzdîtî berbi ku yan pêshîroja êzdiyatiyê


SerokêKonferensê
Dr. Eskere Boyik, Niviskar
Serokê Navenda Lêkolînên Êzdînasyê, Oldenburg.

Gotarvan

⦁ Îdo Babê Șêx: Nivîskar, Êzdînas.
⦁ Dr. Nehro Zagros: Kurdzan, Êzdînas /Kurdistan zankoya Soran.
⦁ Pîr Dîma: Nivîskar, Têolog. Gurcistan
⦁ Bedel Feqîr Hecî: Nivîskar, Lêkolînvan.
⦁ Pîr Xidir Sulêyman: Nivîskar,Êzdînas, Têolog.
⦁ Kovan Xankî: Nivîskar /Kurdistan Zankoya Duhokê
⦁ Dr. Têmûr Hasanyan: Lêkolînvan, Siyasetmedar
⦁ TêlîmTolan: Êzdînas, Serokê Navenda Șêwrdarya Êzdiyan ya Elmanya
⦁ Newaf Mîro: Nivîskar Lêkolînvan
⦁ Dawûd Șengalî: Rojnemevan

Rêvabirê Konferansê
Navenda Lêkolînên Êzdinasyê
Mala Êzîdîyan Oldênbûrg

Ciyê Konferansê
Mala Êzîdîyan Oldênbûrg
Eidechsenstr.19
26133 Oldenburg
Mesref /Mesaxtî
Hemû xercê Konferansê jialyê rêvabirya konferansê tê kirin.Yên kû di vê pirsê de bibin alikar emê spasdar bin.

Qeydkirin bo beşdarbûnê
ji ber kû cî di çiyê der basdairina konferansê da bi hijmar in,tê hêvikirin ku yên bixwazin beşdari konferansê bibin heta 02.02..2017 me agahdar bike.

Ji bo agahdariya:

Sêkrêtarê Navendê
Ilyas Yanc: 0152-31743049
Email: [email protected]
www.yeziden.eu
Yezidisches Forum e.V.
Eidechsenstr.19
26133 Oldenburg

Bitte ein von uns erstelltes Foto verwenden – wegen Copyrechte.

Konferansa Cihanî ya șeșa

Navenda Lêkolînên Êzdînasiyê
Êzdiyatî berbi ku- pêșeroja Êzdiyan

Slogana Konfêransê:
„Ȇzdiyatî wê çawa bê parastin.“

Dem:11 ȗ 12 ê Sibatê 2017


Êzdiyatî berbi ku- pêșîroja Êzdiyan
„Ȇzdî gerekê êzdiyatya xwe bi parêzin“

Civaka êzdiyan di riya dîroka xwe ya dijwer da niha demeke pir nerehet û aloz derbas dibe. Eva devedevî 40-50 sal in Kurdistanê da cî-warên êzdiyan xalî û vala dibin. Ji ber gelek sedema va werê kal-bavên xwe dihêlin li temamiya cihanê bela dibin, li ber dijweriyên koçberiyê disekinin. Civaka Ȇzdî di nav demeke pir kin da ji civakeke rojhilatî bûn civaka cihanî.

3 ê Tebaxa 2014 an, kereseta Şengalê tevî tragêdiya mezin Ȇzdî li ber gelek pirsgirêkên navxweyî jî dan sekinandin. Bûyarên komkujiyê nîşan dan ku rêvabirî ȗ serokatiya Ȇzdiyan hê jî ne bûne merkeza tifaq, yekîtî û hevgirtina gel..
Wan buyeran nîşan dan, ku bo tifaq û xweparastina civakê pêwîstiya hêzkirina sistêmeke hevkariyêye xurt ya nu di navbera rêvabirî û rêxistinên êzdiyan da hatiye.

Berê jî jiyana êzdiyan rehet nîbû. Tim li nav zulmê û komkujiyan da bûn. Eger berê ji cîkî direviyan cîkî din, payê pirê hevra diçûn, bi pêşîkêş, oldarên xwe va. Mecalên dûrçûyînê tune bûn, nikaribûn dûr biçûna. Gelê dihatine navê jî bi asta pêşvaçûyînê ji ya wan bilindtir û pirr cudatir nîbû. Cûrê mijûlbûna wan jî nedihat guhestin. Astengiyên ziman û nişteçîtiyê kêm bûn. Hêviyên vegerê tim dilê wanda hebûn, lê koçberiya vê dewranê teherekî din e. Kê çawa kare wusa çara serê xwe dibîne, rêya hezara kîlomêtira didin e ber xwe. Carekêva cûrê jiyana wan tê guhestin, gundiyê duh dibe bajarîyê bajarê dewra 21î modêrn.

Raste, halê koçberê Ȇzdî yê aborê baș dibe, Ji zulm û zora olperestyê xilas dibin, kes nikare bo êzdîbûnê zulmê wan bike, wan ra derfetê kûlttûrî, perwerdê yê pêșketinê vedibin lê heyîtya ezditiya wan dikeve bin xetere. Vekirina hinek Malên Ȇzdiyan dixwezin wê valayê tijekin lê pirsgirêk pirin û karê wan têrê nake.

Komkujiya Şengalê ji hêlekê ve êzdî pir êşandin, lê ji hêla din va jî tiştên erênî anîne holê. Gelê li cihanê belabûyî nirxê xwe yê olî û netewî hisya, le xweyî derket. Dewlet û walatan Ȇzdî nas kirin. Gelek, vê tengasiyê da wan xweyî derketin, destê alîkarya moralî û madî dirêjî wan kirin.Lê li gel van hêviyan jî dûrbûna wan ji warê wan xetereke pir mezin e.Di wan guhestina ra ne civak pak hazir e, ne jî oldarî, ne jî rêvabiriya Ȇzdiyan.
Ev û gelek pirsgirêk ên wa wê bibin babetên Konfêransa me ya 6 a.

R O J A V A K O N F Ê R A N S Ê
Roj I – 11.02.2017

11:00 Vekirin
11:02 Def û Şibab
11:10 Peyva Mala Ȇzdiyan
Șahab Dag
11:20 PeyvaNavenda Lêkolînên Êzdînasiyê
Dr. Eskerê Boyîk
11:35 Peyvên mêvanan.
12:00 Civata ruhanî ji despêkê heya niha
Îdo Babê Șêx
12:.20 Parastina Ȇzdiyatiyê
Dr.Nehro Zagros
12.40 Pirs û bersîv
13:00Navbirî
13:20 Êzdiyatî berbi êzdîtiyê
KovanXankî
13:40 Perwerda êzdîtayê
Pîr Xidir Silêman
14:00Pirs û bersîv
14:20PeyvaMêvanan

14:40-15:40 FRAVÎN

15:40 Ȇzdî û çakasazî /Çakasaziya system û yasayên,
Çîn û grûpên zewacê li cem Êzdiyan
Bedel Feqîr Hecî
16:00 Êzdîtî-Ziman-Elfeba
Newaf Mîro
16:20Pirs û bersîn
16:40– 17:00 Peyvê Mêvanan
Roj II -12.02.2017
11:00 Vekirin
11:10:Êzdî di diyasporaAlman da
TêlîmTolan
11:30 Rewșa êzdîtiyê di nav weletên SovêtaBerê da
Pîr Dîma
11:50 Pirs û bersîv
12:10 Navbirî
12:30 Rewșa Ȇzdiyatiye li Ermenistanê
Dr. Têmûr Hasanyan
12:50. Șengal, Ȇzdiyatî, rewșeke dijwer, û pêșrojeke mijewî- Dawud Șemgalî
13:10 Pirs û bersîv
13:30 Peyvên mêvanan
14:00 Tomerîkirina karê Konfêransê

Dr. Eskerê Boyîk

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev