Anton Çêxov: PÊŞNÎYAR -1

Anton Çêxov: PÊŞNÎYAR -1

Me berî çendekê pîêseke nivîskarê rûsan yê binavûdeng Anton Çêxov a bi sernavê Hirç ji du beşan raberî we kir. Em îro jî beşeke pîêseke wî a bi sernavê ”Pêşnîyar” bi wergera Têmûrê Xelîl raberî we dikin, bi hêvîya ku ”kurmancîya” wî nivîskarê di cihanê da binavûdeng bi dilê we be. Beşa vê pîêsê a duduyan emê sibê çap bikin.

 

Henek bi perdeyekê (beşa pêşin)

Wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

Kesên di dilqan da dilîzin

Stêpan Stêpanovîç Çûbûkov, milkedar.

Natalya Stêpanovna, keça wî, 25 salî.

Îvan Vasîlyêvîç Lomov, cîranê Çûbûkov, saxlem, dagirtî, lê milkedarekî wisan e, ku şika wî li ser her kesî heye.

 

Bûyer li warê Çûbûkov diqewime.
Odeya mêvanan li mala Çûbûkov.

I

Çûbûkov û Lomov (kumê taybet li sêrî û lepikên sipî li destan dikeve hundur).


Çûbûkov
(ber bi wî va diçe). Ez benî, ez bi dîtina te kêfxweş im! Îvan Vasîlêvîç! Pir şa me! (Destê wî diguvêşe.) Ay eva syûrprîz e… Hal û kêfê we çi ne?

Lomov. Gelek sipas. Lê hûn çawan in?

Çûbûkov. Ez heyran, em bi dua û dirozgeyên we va hêdî-hêdî dijîn. Ez benî, rûnên… Bi rastî jî, meriv gerekê cînarên xwe ji bîr neke. Lê çima hûn wisa bi fermî ne? We kumê taybet daye serê xwe û lepikên sipî kirîye destan. Hûnê di cîyekî da herin, ez benî?

Lomov. Na, ez hatime tenê bal we, Stêpan Stêpanîçê qedirgir.

Çûbûkov. Lê we çima wisa xwe xemilandîye, birayê min! Tu dibêjî qey hatî şahîya sala teze!

Lomov. Zanî mesele di çi da ne. (Wî bi sivikayî hemêz dike.) Ez hatime bal we, Stêpan Stêpanîçê qedir bilind, qisûrê nenêrin, daxwazeke min ji we heye. Min gelek caran hewara xwe li we daxistîye, û we herdem jî, ez çawa bêjim… lê, biborin, ez tevlihev dibim. Ezê avê vexum, Stêpan Stêpanîçê qedir bilind. (Avê vedixwe).

Çûbûkov. (berê xwe dide alîyê din). Hûn hatine pereyan ji min bixwezin! Ez ê nedim! (Ji wî ra dibêje.) Mesele çi ye, camêro?

Lomov. Hûn zanin, maqûl Stêpanîç… ez sûcdar im, Stêpanê maqûl… ango, ez pir ber xwe dikevim, wek ku hûn bi xwe jî dibînin… Bi kurtî, hûn tenê dikarin alî min bikin, lê di rastîyê da belkî ez ne hêja bim û… û destûra min tune bi emîn bim, ku hûnê alî min bikin…

Çûbûkov. Ê, di devê xwe da nebin-neynin! Bi carekê ra bêjin! De?

Lomov. Niha… Vê gave. Mesele di wê yekê da ne, ku ez hatime xwezgînîya qîza te Natalya Stêpanovnayê.

Çûbûkov (bi şa). Wey la li minê! Îvan Vasîlyêvîç! Ji kerema xwe gotina xwe dubare bikin – min ne bihîst!

Lomov. Destûrê bidin hêvî bikim…

Çûbûkov (gotina wî dibire). Xortikê min… Ez pir şa me û her wekî din… Belê, her wekî din. (Hemêz dike û maç dike.) Min di zû da dixwest. Ew daxwaza min a her demî bû. (Hêsiran dibarîne.) Min herdem jî ji we hiz kirîye, ezîzê min, wek kurê xwe. Bira Xwedê alîkarê we be, ez ji we ra bextewarîyê dixwezim… Ez li benda çi me, wek bêhişekî? Ji şabûna min xwe winda kirîye, gêj bûme! Bi rastî, ez bi dil dibêjim… Ez herim gazî Nataşayê bikim.

Lomov (bi dilxweşî). Stêpan Stêpanîçê qedirgir, hûn çi difikirin, ewê bêje erê?

Çûbûkov. Xweşmêrekî wa ciwan û… û belkî ew bêje na! Ez dibêjim ew bengî bûye, wek pisîkê… Anaha! (Diçe.)

II

Lomov (bi tenê).


Lomov
. Sar e… Ez bi temamîya bedena xwe va dilerizim, wek ku berî întamê. Ya sereke ew e, ku gerekê bi cesaret bim. Eger meriv zêde bifikire, şikber be, gelek bipeyive, li benda îdêala xwe an jî evîna rasteqîn bimîne, ewê tu caran nezewice… Birrr!… Sar e! Natalîya Stêpanovna kevanîyeke bê qusûr e, bi aqil e, xwendî ye… êdî zêde çi ji min ra lazim e? Lê ji berxweketinê guhê min dike guvîn. (Avê vedixwe.) Û ez nikarim nezewicim… Ya pêşin, ez êdî 35 salî me, ango temenê min ji bo zewacê gihîştîye. Ya dudan, ji min ra jîyaneke rast, wekhev lazim e… Nexweşîya min a dil heye, herdem dilê min lê dixe, ez bê sebir im û timê pir ber xwe dikevim… Anaha lêvên min dilerizin, birûyên min tu dibêjî qey direqisin… Lê bal min ya here xirab – ew xew e. Ez hema dikevime nava cîyan û çavên min diçine ser hev, ji nişkêva alîyê bedena min ê rastê çîk dide! Û êş dide pîlê piştê û serê min… Wek dînan ji nav cîyan qiloz dibim, hinekî dimeşim û careke din radikevim, lê hema çavên min diçine ser hev, carek din kêleka min çîk dide. Û wa, weke bîst caran…

III

 Natalîya Stêpanovna û Lomov.


Natalîya Stêpanovna
(dikeve hundur). Ay ji te ra ecêb! Ew hûn in, lê bavo dibêje: here, tucarek hatîye eşîya bikire. Selam, Îvan Vasîlêvîç!

Lomov. Selam, Natalîya Stêpanovnaya qedirgir!

Natalîya Stêpanovna. Biborin, ez bi şalikê û cilên navmalê va hatime… Em şolikan paqij dikin bona hişk bikin. Ji bo çi hûn demeke dirêj nedihatin bal me? Rûnên… Hûnê bi me ra taştê bixun?

Rûdinên.


Lomov
. Na, sipas, min êdî xwerîye.

Natalîya Stêpanovna. Hûn cixarekêş in? Han ji we ra agirdiz… Hewayeke xweş e, lê duh baraneke wisa gurr barî, ku paleyan temamîya rojê tu karek ne kirin. We çiqas gurz daye ser hev? Zanin, min timayî kir û tevaya debara bestê dirût, lê niha poşman im, ditirsim, ku dibe debar xirab bibe. Baştir bû hinekî bisekinîyama. Lê eva çi ye? Wek ez dibînim, hûn bi şal û şapik in! Eva tiştekî teze ye! Gelo hûn diçine şahîyê? Ez wê jî bêjim, ku hûn xweşiktir bûne… Bi rastî, we çima xwe wisa xemilandîye?

Lomov. (ez ber xwe dikevim.) Zanî, NatalHîya Stêpanovnaya delal… Mesele di wê yekê da ye, ku min cesaret kir ji we hêvî bikim, ku hûn guh bidine min… Hilbet, hûn ê zendegirtî bimînin û heta hers jî kevin, lê min… (Berê xwe jê diguhêze.) Li min pir sar e!

Natalîya Stêpanovna. Mesele çi ye?

Bêhnvedan.

Ê?

Lomov. Ez ê hewil bidim bi kurtî bêjim. Natalîya Stêpanovnaya delal, hûn ji berê da zanin, ez di zû da, di zarotîyê da, malbeta we nas dikim. Meta min a rehmetî û mêrê wê, ku min wek milk ji wana erd sitend, herdem jî qedirê bavê we û dayka we ya rehmetî pir zanibûn. Malbeta Lomovan û malbeta Çûbûkovan hertim jî di nav pêwendîyên dostane da bûn, heta meriv dikare bêje, ku wek merivên hev bûn jî. Di ser da jî, wek ku hûn zanin, erdê min li rex erdê we ye. Ez bikime bîra we, ku axa min a li Volovya Lûjkîyê kêleka axa we ya li Bêrêznyakê ye.

Natalîya Stêpanovna. Biborin, ez axavtina we bibirim. Hûn dibêjin «axa min a Volovya Lûjkîyê»… Gelo ew axa we ye?

Lomov. Belê, axa min e…

Natalîya Stêpanovna. A ji te ra ecêb! Volovya Lûjkî axa me ye, ne ya we ye!

Lomov. Na, axa min e, Natalîya Stêpanovnaya delal.

Natalîya Stêpanovna. Ew ji bo min tiştekî nû ye. Ew çawa bû erdê we?

Lomov. Çawa ji ku? Ez behsa wê Volovya Lûjkîyê dikim, ku dikeve navbera Bêrêznyaka we û cimcimeya Gorêlê.

Natalîya Stêpanovna. Belê, belê… Ew axên me ne…

Lomov. Na, Natalîya Stêpanovnaya delal, hûn şaş in,- ew axên min in.

Natalîya Stêpanovna. Ser hişê xwe da werên, Îvan Vasîlêvîç! Ew di zû da ne, ku bûne milkê we?

Lomov. Çiqas wext e? Ez çiqasî xwe nas dikim, ew herdem jî axên me bûne.

Natalîya Stêpanovna. Biborin, em bêjin, ew rast e.

Lomov. Natalîya Stêpanovnaya delal, ew yek ji kaxezan xuya dibe. Ser axa Volovya Lûjkîyê wextekê şik hebû, ew rast e; lê niha hemû jî zanin, ku ew axa me ye. Û minaqeşe bêfeyde ye. Ma qey dibe, ku pîrika meta min ew axên Lûjkîyê dane gundîyên kalikê bavê we bona ew heta-hetayê û belaş ji xwe ra bi kar bînin, ji bo wê yekê, ku wana bona wê agûr (kelpîç)  kelandine. Gundîyên kalikê bavê we axên Lûjkîyê weke çil salan belaş bi kar anîne û fêr bûne wana axên xwe bihesibînin, lê paşê, dema biryar derket…

Natalîya Stêpanovna. Qet jî ne wisan e, wek ku we şirove kir! Him kalikê min, him jî bavê kalikê min ser wê bawerîyê bûne, ku axa wan gihîştîye heta cimcimeyên Gorêloyê – ango, axên Volovya Lûjkî yên me bûne. Êdî minaqeşe ser çi ye? – ez fêm nakim. Heta ecêb e jî.

Lomov. Ezê kaxezan nîşanî we bidim, Natalîya Stêpanovnaya!

Natalîya Stêpanovna. Na, hûn an henekan dikin an jî dikevine kirrê min… Çi syurprîz! Eva hema bêje sêsed sal e ew erd milkê me ye, û ji nişkêva ji me ra dibêjin, ku ew ax ne axa me ye! Îvan Vasîlêvîç, biborin, ez ji guhê xwe jî bawer nakim… Ew Lûjkî ber dilê min ne pir ezîz e. Axa li wira ne pir mezin e û buhayê wê serhevdu belkî sêsed rûbl be, lê ez ji bo neheqîyê şaş-metel dimînim. Hûn çi dixwezin bêjin, lê ez neheqîyê hîç qebûl nakim.

Lomov. Guh bidine min, ez ji we rica dikim! Gundîyên kalikê bavê we, wek min êdî ji we ra got, ji bo pîrika meta min agûr şewitandine…

Natalîya Stêpanovna. Kalik, pîrik, metê… Ez tu tiştekî fêm nakim! Lûjkî erdê me ye û hew.

Lomov. Erdê me ye!

Natalîya Stêpanovna. Yê me ye! Eva du roj e hûn hewil didin îzbat bikin, hiz dikin panzdeh şaşikan bidine serê xwe, lê ew axa me ye, ya me ye, ya me ye!… Çavên min ne li ser axa we ye û ez naxwezim axa xwe jî winda bikim… Ne kêm, ne zêde!

Lomov. Natalîya Stêpanovnaya, axa Lûjkîyê ne lazimî min e, lê ez ji bo rastîyê dibêjim. Eger hûn pir dixwezin, ez dikarim wî erdî diyarî we bikim.

Natalîya Stêpanovna. Ez bi xwe dikarim wan erdan diyarî we bikim, ew erdên min in!… Îvan Vasîlêvîç, ev tiştên hûn dibêjin, li min pir ecêb tên! Heta niha me hûn dihesibandin wek cînar, dostekî baş, me sala par aşê xwe da we û di rûyê wê yekê da me nanê xwe di meha çirîya paşin da hêra, lê hûn wek qereçîyan tînine serê me. Hûn axa me diyarî me dikin. Biborin, cînarên baş ha nakin! Bi bawerîya min, ew mixenetî ye…

Lomov. Wisa dertê, ku bi bawerîya we ez neheqîyê dikim? Xanima delal, min tu caran erdê xelkê zevt ne kirîye û ezê îzinê nedime tu kesî min di wî karî da gunehkar bike… (Bi lez ber bi derdana avê diçe û vedixwe.) Volovya Lûjkî erdê min e!

Natalîya Stêpanovna. Ne rast e, erdê me ye!

Lomov. Yê me ye!

Natalîya Stêpanovna. Ne rast e! Ez ê ji we ra îzbat bikim! Ez ê hema îro kêlendîkêşên xwe bişînime wira – Lûjkîyê.

Lomov. Çi?

Natalîya Stêpanovna. Ez ê hema îro kêlendîkêşên xwe bişînime wira?

Lomov. Ezê situyên wan badim!

Natalîya Stêpanovna. Hûn ê cesaret nekin!

Lomov (dest davêje dilikê xwe). Axa Volovya Lûjkîyê axa min e! Hûn fêm dikin? Axa me ye!

Natalîya Stêpanovna. Nekine qêrîn, ji bo Xwedê! Hûn dikarin li mala xwe bikine qareqar û ji hêrsan bikine xirre-xirr, lê hêvî dikim li vira wek maqûlan bin!

Lomov. Xanimê, eger dilê min ne êşîya û wisa bi lez lê ne xista, eger xwîn di bedena min da wisa hilnegerîya, minê bi we ra bi awayekî din bipeyivîya! (Dike qêrîn.) Erdê Volovya Lûjkîyê erdê min e!

Natalîya Stêpanovna. Yên me ne!

Lomov. Yê me ye!

Natalîya Stêpanovna. Yên me ne!

Lomov. Yê me ye!

IV

Eynî kes û Çûbûkov.


Çûbûkov
(dikeve hundur). Çi qewimîye? Çi qara-qara we ye?

Natalîya Stêpanovna. Bavo, ji kerema xwe ji vî camêrî ra şirove bike, ka erdê Volodya Lûjkîyê yê kî ye: yê me ye, an yê wî ye?

Çûbûkov (berê xwe dide wî). Berxikê min, Lûjkî erdê me ye!

Lomov. Ji Xwedê bitirsin, Stêpan Stêpanîç, ew ji ku bû erdê we? Hinekî bi aqil bifikirin! Pîrika meta min erdê Lûjkîyê ser demekê, belaş dabû gundîyên kalikê we. Wan gundîyan ew ax çil salan bi kar anî û bi wan va wisa xuya dikir, ku ew erdê wan e, lê dema Biryarname derket…

Çûbûkov. Ezîzê min, guh bide min… Hûn ji bîr dikin, ku gundîyan ji bo wê yekê pere wek heq nedane pîrika we, çimkî erdê Lûjkîyê wan deman ne erdê tu kesî bû… Lê niha heta her seyek jî zane, ku ew erdê me ye. Wisa xuya ye, ku we plana wî erdî ne dîtîye!

Lomov. Û ezê ji we ra îzbat bikim, ku ew erdê me ye!

Çûbûkov. Hûn ê nikaribin îzbat bikin, ezîzê min.

Lomov. Na, ez ê îzbat bikim.

Çûbûkov. Dayê, tu çima dikî qarîn? Tuyê bi qêrînê tu tiştekî îzbat nekî. Ez milkê we naxwazim û milkê xwe jî ji dest xwe bernadim. Çima ez ê ji dest xwe berdim? Eger mesele gihîştîye vê dereceyê, ku hûn dixwezin bibine xwedîyê erdê Lûjkîyê, wê demê ez ê wî erdî bidime hinek kesên din û nadime we. Belê, wisa!

Lomov. Ez fêm nakim! Çi destûra we heye hûn milkê xelkê diyarî bikin.

Çûbûkov. Ez bi xwe zanim, ka destûra min heye, an na. Xorto, ez fêr nebûme, ku bi min ra bi dengê bilind û xwebawer bipeyivin. Ez, xorto, du caran ji we mezintir im û hêvî ji we dikim persenga devê xwe bizanibin.

Lomov. Na, hûn min dewsa serserîyan datînin û li min dikenin! Hûn erdê min erdê xwe dihesibînin û hela di ser da jî dixwezin, ku ez xwînsar bim û bi we ra bi maqûlî bipeyivim! Cînarên baş wisa nakin, Stêpan Stêpanîç! Hûn ne cînar in, lê zordar in!

Çûbûkov. Çi? We got çi?

Natalîya Stêpanovna. Bavo, hema niha kêlendîkêşan bişîne Lûjkîyê.

Çûbûkov (ji Lomov ra dibêje) We çi got, maqûlê dilovan?

Natalîya Stêpanovna. Volovya Lûjkî ya me ye, ez ê ji dest xwe bernedim, bernedim, bernedim!

Lomov. Emê mêze bikin! Ezê bi dadgehê îzbat bikim, ku ew erdê me ye!

Çûbûkov. Bi dadgehê? Camêro, tu dikarî bidî mehkemê! Hûn dikarin! Ez we nas dikim, hûn hema li benda firsendê ne, ku em li dadgehê rabine himberî hev… Tu kesekî şikyatkar î! Temamîya binemala we ne di rê da ye! Hemû!

Lomov. Ez hêvî dikim binemala min bêhurmet nekin! Di malbeta Lomovan da hemû jî merivên helal bûn û tu kes di nav wan da tunebû, ku ji bo cesûsîyê hatibe mehkemekirin, wek kalikê we!

Çûbûkov. Lê di malbeta we ya Lomovan da hemû jî dîn û sewdaser bûn.

Natalîya Stêpanovna. Hemû, hemû, hemû!

Çûbûkov. Kalikê we îçkexur bû, lê meta we ya biçûk, hema xût Nastasya Mîxaylovna, bi arkîtêktorekî ra revî…

Lomov. Lê diya we yeke parsûxwar e. (Destê xwe dibe ber dilê xwe.) Kêleka min diêşe… Êşê sere min girt… Bavo!.. Avê!

Çûbûkov. Lê bavê we xumarbaz û pirxur bû!

Natalîya Stêpanovna. Lê meta we geveze bû, yên wisa kêm hebûn!

Lomov. Lingê min yê çepê kişîya… Lê hûn qelp in… Ax, dilê min!.. Û ji bo tu kesî jî ne sur e, ku hûn berî hilbijartinan bin… Di çavan da pirîsk… Kumê min li ku ye?

Natalîya Stêpanovna. Ev nuxsanî ye! Ne helal e! Gemarî ye!

Çûbûkov. Lê hûn bi xwe merivekî hevsûd, durû û bêbext in!

Lomov. Va kumê we… Dil… Di ku da herim? Derî li ku ye? Ax!.. Xuya ye ez dimirim… Lingê min dikişe… (Ber bi dêrî diçe.)

Çûbûkov. (bi dû ra diçe). Û bira lingê we tu caran li şêmîka mala min nekeve!

Natalîya Stêpanovna. Bidine mehkemê! Emê mêze bikin! 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev