Pirsa we û bersîva me – 14

Pirsa we û bersîva me – 14

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a nû ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Vê carê Nura Şane bi alîkarîya me bersîva pirsekê ha da:

Pirsa Delala Memê Recevî û bersîva me:

Pirs:Gelo çima elfabeya Erebê Şemo û Îsahak Marogûlov, ku elfabeya kurdî-latînî a pêşin e û sala 1928an ji alîyê du navdarên mezin va li Ermenîstanê hatîye amadekirin û bona zimanê kurmancî têr dike, nayê bikaranîn.

Bersîv: -Ferqa here mezin, ku di navbera elfabeya Erebê Şemo û a Celadet Bedirxan da heye, ew e, ku di elfabeya me da hemû dengên kurdî hene (wek k û k`, t û t`, ç û ç`, x û x`, h û h`, e û e`), lê di elfabeya ku kovara ”Hawar” destpê kirîye pê çap bibe, tunene.
Celadet Bedirxan bi xwe jî di hejmara 8an a ”Hawar”ê da dema behsa hejmarên rojnameya Rya teze û pirtûkên cem me çapbûyî dike, xwe mukur tê, ku elfabeya kurdên Sovyet baştir e û berî a wan hebûye.

Lê ji ber ku hema bêje hemû kurd wê elfabeyê bi kar tînin, me jî dest ji a xwe kişand û wêya bi kar tînin.

Ka em bixwînin bê Celadet Bedirxan bi naznavê Herekol Azîzan di wê hejmarê da çi nivîsîye:

“Rûjnameke kurdmancî, bi herfên nû, bi kurdmancîyeke xwerû, li Rewanê, di şiklekî spehî û çeleng de derdikeve.
Vê paşîyê çend hejmarên wê gehiştine destê me. Çavên me pê biruhn bûn, dilê me şa û geş bû.
Kurdmancên Rewanê ji rûjnamê pêve çend kitêb jî derêxistine. Me sê-çar rûj mijûlahîya xwe bi wan kirin.
Ji nav rûpelên wan ên taze û ter bihna kulîlkên çiyayê Elegozê, bayê zozanên Serhedan dihatin. Di nav resmên wan de şal-û-şapikê kurdmancî, xencer û piştxencera kal û kalikên me dihatin dîtin.
Rêya Teze wek navê xwe taze ye, nû ye, nûbar e. Lê ji Hawarê kevintir, bi emr jê mezintir e. Hejmara wê a paşin ko gehiştiye destê me a pêncî û nehan e. Li gora ko Rêya-Teze rûjnameke dehrûjkî ye, berî salkê û hin dest bi derketinê kiriye”.

Wê hejmarê da Celadet Bedirxan ji pirtûkeke ji Yêrêvanê şandî du helbest weşandine û dawîya nivîsa xwe da ha gotîye: “Ji bona îro me hevqas got, pêşdetir em dîsan ji Rêya-Teze behs bikin.
Em ji hevalê xwe re rêyeke xweş û dawîyeke geş hêvî dikin. Divêt ko her gav me hay ji hev hebit û gerek e ko em hevdu ser xebata hev serwext bikin”.

 

Di wêne da: Elfabeya kurdî-latînî, ku Erebê Şemo û Îsahak Marogûlov di sala 1928an da amade kirine, bi wê di sala 1929an pirtûka kurdî a bi tîpên latînî a pêşin li cihanê, rojnameya kurdî ya here jîyandirêj “Rya teze” di sala 1930î da dest pê kirîye çap bûye.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev