Anton Çêxov: PÊŞNÎYAR -2

Anton Çêxov: PÊŞNÎYAR -2

Em îro beşa duduyan ya pîêseke nivîskar-dramatûrg Anton Çêxov Pêşnîyar” bi wergera Têmûrê Xelîl raberî we dikin, bi hêvîya ku ”kurmancîya” wî nivîskarê di cihanê da binavûdeng bi dilê we be. Beşa pêşin me duh çap kiribû.

 

Henek bi perdeyekê (beşa duduyan)

Wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

Kesên di dilqan da dilîzin

Stêpan Stêpanovîç Çûbûkov, milkedar.

Natalya Stêpanovna, keça wî, 25 salî.

Îvan Vasîlyêvîç Lomov, cîranê Çûbûkov, saxlem, dagirtî, lê milkedarekî wisan e, ku şika wî li ser her kesî heye.

Lomov diçe û dişewişe.

V

Çûbûkov û Natalîya Stêpanovna.


Çû
bûkov. Cehnema wî! (Bi berxweketin diçe.)

Natalîya Stêpanovna. Pîsikekî çawan e! De were piştî vê yekê bawer bike, ku cînarên baş hene!

Çûbûkov. Pîsiko! Ne tişto!

Natalîya Stêpanovna. Elîwato! Erdê xelkê zevt kirîye, hela di ser da jî zêde dajo.

Çûbûkov. Hela vê kêzika çolan, eva ku tu dibêjî qey bi nexweşîya şevekorîyê ketîye, cesaret dike pêşnîyaran jî bike û h.w.d. Lê? Pêşnîyar!

Natalîya Stêpanovna. Pêşnîyara çawa?

Çûbûkov. Lê çawa! Ji bo wê yekê hatibû, ku pêşnîyarekê raberî te bike.

Natalîya Stêpanovna. Pêşnîyar? Ji bo min? Te çima berê ji min ra ne got?

Çûbûkov. Lema bi şal û şapik bû! Mînanî darekî terr bû. Çilmiko!

Natalîya Stêpanovna. Ji bo min? Pêşnîyar? Ax! (Xwe davêje nav kursîyê û dike inte-int.) Wî vegerînin: Vegerînin! Ax! Vegerînin!

Çûbûkov. Kê vegerînin?

Natalîya Stêpanovna. Bi lez, zû! Ez xemgîn im! Vegerînin! (Dikeve heyteholê.)

Çûbûkov. Çi qewimî? Çi hate serê te? (Dest davêje serê xwe.) Ez merivekî bextreş im! Ezê xwe bikujim! Ezê xwe darda bikim! Wana ez êşandim!

Natalîya Stêpanovna. Ez dimirim! Vegerînin!

Çûbûkov. Tû! Niha. Neke qêrîn! (banz dide, diçe.)

Natalîya Stêpanovna. (bi tenê, îske-îska wê ye). We çi kir! Vgerînin! Vegerînin!

Çûbûkov (bi lez derdikeve). Niha wê bê, ew bibe xurê şeytan! Of! Bi xwe pê ra bipeyive, lê ez naxwazim…

Natalîya Stêpanovna (dike îske-îsk). Vegerîne!

Çûbûkov. (dike qêrîn). Ew tê, ji te ra dibêjim. O, çi bextewarî ye meriv bibe keça bavê xwe ya mezin! Ezê ser xwe da bêm! Ezê gulgeş bim! Ezê ji sedî sed gulgeş bim! Çêrî wî camêrî kirin, ew kirine robet, berî danê, û sûc hemî yê te ye… te!

Natalîya Stêpanovna. Na, sûcê te ye!

Çûbûkov. Belê, ez sûcdar im, ez!

 

Lomov ber dêrî xuya dibe…

De ka tu bi xwe pê ra bipeyive! (Diçe.)

VI

Natalîya Stêpanovna û Lomov.


Lomov
. (dikeve hundur, ji hal ketîye). Dilikê min pir lê dide… Lingên min kişîyane… Kêleka min çîk dide…

Natalîya Stêpanovna. Biborin, me şaşîtî kir, em germ bûbûn, Îvan Vasîlêvîç: Volovya Lûjkî bi rastî jî erdê we ye.

Lomov. Dilikê min pir bi lez lê dide… Lûjkîya min… Ji herdu çavan hêsirên şabûnê diniqitin…

Natalîya Stêpanovna. Belê, Lûjkî erdê we ye… Rûnên…

Rûdinên.

Em ne rast bûn…

Lomov. Min ji bo prînsîpê wisa dikir… Ew ax ber dilê min ne pir ezîz e, lê prînsîp ezîztir e…

Natalîya Stêpanovna. Belê, prînsîp… Werin em derheqa tiştekî din da bipeyivin.

Lomov. Belê, di ser da jî bal min îzbatî hene. Pîrika meta min ew ax daye gundîyên kalikê bavê we…

Natalîya Stêpanovna. Belê, emê derheqa tiştekî din da bipeyivin… (Alîyê dinê dinihêre.) Ez nizanim ji ku dest pê bikim… (Jê ra dibêje.) Hûn hazir dibin zûtirekê herine nêçîrê?

Lomov. Natalîya Stêpanovna delal, ez wisa difikirim, ku ezê piştî bangdana dîke mêşe dest bi karê dirûna gîhê bikim. Gelo we bihîstîye? Texmîn bikin bê çi ecêb hatîye serê min! Ûgadayê min, ku hûn nas dikin, dikule.

Natalîya Stêpanovna. Çi heyf e! Sebeb çi bû?

Lomov. Nizanim… Dibe lingê wê lê hatîye badan an jî kûçikên din ew gez kirine… (Ax dikişîne.) Kûçikê herî baş, em êdî derheqa pereyan da napeyivin! Ne axir min ji bo wê 125 rûbl daye.

Natalîya Stêpanovna. We zêde daye, Îvan Vasîlêvîç!

Lomov. Lê bi bawerîya min ew pir erzan e. Kûçikekî bê qusûr e.

Natalîya Stêpanovna. Bavo ji bo Otkatayê xwe 85 rûbl da, lê Otkatay ji Ûgadayê we gelekî baştir e!

Lomov. Otkatay ji Ûgaday baştir e? Hûn çi dibêjin! (Dikene.) Otkatay ji Ûgaday çêtir e!

Natalîya Stêpanovna. Hilbet, baştir e! Rast e, Otkatay genc e, lê bi zanebûn û zêna xwe va heta ji segên Volçanêskîy jî baştir e.

Lomov. Biborin, Natalîya Stêpanovna, ne hûn ji bîr dikin, ku çeneya wî kurt e, lê segên çenekurt herdem jî bi kêmanî ne.

Natalîya Stêpanovna. Çenekurt e? Cara pêşin dibihêm!

Lomov. Ez we didim bawerkirin, ku çeneya wî ya jêrê ji ya jorê kurttir e.

Natalîya Stêpanovna. Ma qey hûn terezû ne?

Lomov. Terezû. Ew gotin ji bo xwelîbêcerkirinê baş e, lê ne ji bo vê meseleyê…

Natalîya Stêpanovna. Ya pêşin, Otkatayê me ji binemala torinan e, pirça wî six e, ew ji zureta Zapryagay û Stamêskî ye, lê kûçikê we yê reşotankî ne ji binemala bi nav û deng e… Ew êdî kelb e, pîr e û elîwat e, ji hal ketî ye…

Lomov. Pîr e, ez wî nadime pênc Otkatayê we… Meriv wisa difikire? Dêmek Ûgadayê we kûçik e, lê Otkatay… şerm e meriv minaqeşe jî bike… Kûçikên mînanî Otkatay bal her kesekî beredayî heye.

Natalîya Stêpanovna. Îvan Vasîlêvîç, tu dibêjî qey îro cin ketîye canê te. Hey hûn ser wê bawerîyê ne, ku Lûjkî axa we ye, hey Ûgaday ji Otkatay çêtir e. Ez hiz nakim, gava meriv tiştekî difikire, lê tiştekî din dibêje. Ne axir hûn jî gelek baş zanin, ku Otkatay sed qatî ji Ûgadayê we yê bêhiş çêtir e… Çima hûn ekis dibêjin?

Lomov. Natalîya Stêpanovna, ez dibînim, ku hûn min an dewsa koran datînin an jî dewsa serserîyan. Hûn çima fêm nakin, ku Otkatayê we çenexwar e!

Natalîya Stêpanovna. Ne rast e.

Lomov. Çenexwar e!

Natalîya Stêpanovna. (dike qêrîn). Ne rast e!

Lomov. Hûn çi dikine qarîn, xanimê?

Natalîya Stêpanovna. Hûn çima rastîyê nabêjin? Ne ew kirêtî ye! Meriv gerekê Ûgadayê we bikuje, lê hûn wî himberî Otkatayê dikin!

Lomov. Bibore, ez nikarim vê minaqeşeyê berdewam bikim. Dilê min dikute.

Natalîya Stêpanovna. Min texmîn kirîye: ew nêçîrvan ji gişka hemûyan minaqeşe dikin, yên ku ji hemûyan kêmtir fêm dikin.

Lomov. Xanimê, hêvî ji we dikim, dengê xwe bibirin… Dilê min diteqe… (Dike qêrîn.) Dengê xwe bibirin!

Natalîya Stêpanovna. Ez ê dengê xwe nebirim, heta hûn li xwe mukur neyên, ku Otkatay sed caran ji Ûgadayê we çêtir e!

Lomov. Sed caran xirabtir e! Bira Otkatayê we bisekite! Pîl… çav… çepil…

Natalîya Stêpanovna. Lê ne hewce ye ez nifiran li Ûgadayê we bikim, ku ew bisekite, ji xwe ew ji berê da mirî ye!

Lomov. (digirî). Dengê xwe bibirin! Dilê min diteqe!!

Natalîya Stêpanovna. Ez ê bê deng nemînim!

VII

Eynî kes û Çûbûkov.


Çû
bûkov (dikeve hundur). Zêde çi?

Natalîya Stêpanovna. Bavo, hela rast bêje, tu û wijdana xwe: kîjan kûçik baştir e – Otkatayê me an Ûgadayê wî?

Lomov. Stêpan Stêpanovîç, ez ji we rica dikim, hûn tenê tiştekî bêjin: Otkatayê we çenexwar e an na? Erê an na?

Çûbûkov. Em bêjin hema wisan e? Pir giring e! Ez bêjim, ku di tevaya deverê da kûçikekî ji wî baştir tune.

Lomov. Ne axir Ûgadayê min yê here baş e? Bi wijdan!

Çûbûkov. Hûn ber xwe nekevin, ezîzê min… Destûrê bidin… Ûgadayê we xwedî hinek serdestîyên baş e… Ew ji binemala segên paqij e, ser xwe ye û saxlem e. Lê eger hûn dixwezin rastîyê bizanibin, camêrên hêja, du kêmasîyên kûçikê we hene: ew pîr e û kurt e.

Lomov. Biborin, dilê min lê dixe… Em îzbatîyan bînin… Ez bikime bîra we, Ûgadayê min li erdê Marûskînan bi kûçikê mîrlaw Razmaxa ra wekhev dibezî, lê Otkatayê we vêrstekê paşda ma.

Çûbûkov. Belê, paşda ma, ji ber ku berdestê mîrlaw bi gopalê lê xist.

Lomov. Rast kir lê xist. Hemû kûçik bi dû rûvî dibezin, Otkatayê we ketibû nav beranan!

Çûbûkov. Ne rast e!.. Berxikê min, ez zû hêrs dikevim, lema jî hêvî ji we dikim wê minaqeşeyê berdewam nekin. Ji bo wê yekê lê xistibû, ku tu kes qebûl nake ku bi çavekî xêrnexwaz li kûçikê xelkê binihêrin… Belê! Hemû hevsûd in! Û hûn, camêro, hûn jî bê qusûr nînin! Hinekî bifikirin, texmîn bikin ka kîjan kûçik ji Ûgadayê we çêtir e, hema ji niha va dest pê bikin, bêjin yê filankesî, an bêvankesî… Tu zanî, hemû di bîra min da nin!

Lomov. Di bîra min da ne jî!

Çûbûkov (dikeve kirrê wî, henekên xwe pê dike). Di bîra min da ne jî… Lê çi di bîra we da ye?

Lomov. Dilikê min lê dide… Lingê min kişîya… Ez nikarim.

Natalîya Stêpanovna. (dikeve kirrê wî). Dil lê dide… Hûn çi nêçîrvan in? Hûn gerekê li metbaxê li ser sobeyê pal din û textebîtîyan bikujin, lê ne ku rûvîyan jehrdadayî bikin! Dil lê dide…

Çûbûkov. Bi rastî jî, hûn çi nêçîrvan in? Kesê ku dilê wî diêşe, gerekê di mal da rune, lê ne ku vir da, wê da here-were. Eger we nêçîrvanî bikira, dîsa tiştek bû, lê hûn tenê dikevine minaqeşeyan û rê li ber kûçikên xelkê digirin. Ez yekî hêrs im, em wê axavtinê bihêlin. Hûn qet jî ne nêçîrvan in!

Lomov. Lê gelo hûn nêçîrvan in? Hûn tenê bo wê yekê diçin, ku xwe ber mîrlaw xweş bikin û pelepistûkîyan bikin… Dilê min!.. Hûn hîlekar in!

Çûbûkov. Çi? Ez hîlekar im? (Dike qêrîn.) Dengê xwe bibirr!

Lomov. Hîlekar!

Çûbûkov. Zarok! Tûle!

Lomov. Belebanê pîr! Ginciro!

Çûbûkov. Dengê xwe  bibirr, an na ezê ji vê tivinga xwe gulle berî te dim, wek qubeqazan! Beredayo!

Lomov. Hemû zanin, ku – ax, dilê min! – xanima we ya rehmelêbûyî li we dixist… Lingê min tevizî… prîsk… Ez dikevim, dikevim!..

Çûbûkov. Lê tu dîlê xanima xwe yî, ber wê dibî pepûk!

Lomov. Va, ha, ha… dilê min teqîya! Milê min ji canê min qetîya… Ka milê min?.. Ez dimirim! (Dikeve ser kursîyê.) Gazî doxtir bikin! (Bi xwe va diçe, direqise.)

Çûbûkov. Gedeyo! Zarokê ber şîr! Fîtefîto! Madeyê min li hev dikeve! (Avê vedixwe.) Madeyê min li hev dikeve!

Natalîya Stêpanovna. Hûn çi nêçîrvan in? Hûn heta nikarin li hespan jî siwar bibin! (Berê xwe dide bavê xwe.) Bavo! Çi hat serê wî? Bavo! Dîna xwe bidê, bavo! (Tevaya canê wî dilerize.). Îvan Vasîlêvîç! Ew mir!

Çûbûkov. Serê min gêj dibe!.. Bîna min diçike!.. Hewa!

Natalîya Stêpanovna. Ew mir! (Destê Lomov dihejîne.) Îvan Vasîlîç! Îvan Vasîlîç! Me çi anî serê wî? Ew mir! (Dikeve ser kursîyê.) Gazî doxtir bikin, doxtir! (Dikeve nava gêjgerîngê.)

Çûbûkov. Ax!.. Çi bû? Çi bi te qewimî?

Natalîya Stêpanovna (dike îskesk, dilûbîne). Ew mir!… mir!

Çûbûkov. Kê mir? (Dîna xwe dide Lomov.) Bi rastî jî mir! Bavo! Avê! Doxtir! (Qedehê dibe ber devê Lomov.) Vexwin!.. Na, venaxwe… Dêmek, mirîye… Ez merivekî bextreş im! Ji bo çi ez gulleyekê berî enîya xwe nadim? Çima min heta niha xwe ne kuştîye? Ez li benda çi me? Ka kêrê bidine min! Ka qirmeyê bidine min!

Lomov dilive.

Wisa xuya ye, ku ser hişê xwe da tê… Avê vexwin!.. Ha…

Lomov. Prîsk… dûman… Ez li ku me?

Çûbûkov. Bi lez bizewicin û hûnê xêrê bibînin! Ew razî ye! (Destên Lomov û qîza xwe digihîne hev.) Ew razî ye. Ez dua li we dikim. Tenê min rehet bihêlin!

Lomov. Çima na? Çi? (Ji cî radibe.) Kê?

Çûbûkov. Ew razî ye! De? Hevdu maç bikin û… û şeytan bê hewara we…

Natalîya Stêpanovna (dike îske-îsk, dilûbîne). Ew sax e… Belê, belê, ez razî me…

Çûbûkov. Hevdu maç bikin!

Lomov. Çi? Kê? (Ew û Natalîya Stêpanovna hevdu maç dikin.) Pir baş e… Biborin, mesele çi ye? Ax, erê, ez fêm dikim… Dilê min… prîsk… Ez bextîyar im, Natalîya Stêpanovna… (Destê wê maç dike.) Lingên min kişîyan…

Natalîya Stêpanovna. Ez… ez jî bextewar im…

Çûbûkov. Barekî giran ji situyê min ket… Of!

Natalîya Stêpanovna. Lê… bi kêmanî niha li xwe mukur werin, ku Ûgaday ji Otkatay ne çêtir e.

Lomov. Çêtir e!

Natalîya Stêpanovna. Ne çêtir e!

Çûbûkov. Êdî bextîyarîya malê dest pê dike! Şampaynê bînin!

Lomov. Çêtir e!

Natalîya Stêpanovna. Xirabtir e! Xirabtir e! Xirabtir e!

Çûbûkov (hewil dide dengê xwe ji dengê wê bilindtir bike). Şampaynê bînin! Şampaynê bînin!

Perde tê girtin 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev