Ji 7 Hezirana 2015-ê heta niha 1812 kes hatine kuştin

Ji 7 Hezirana 2015-ê heta niha 1812 kes hatine kuştin

Di navbera 7-ê Hezîrana 2015-ê û 21-ê Rêbendana 2017-ê li seranserê Tirkiyê di bûyerên şer û terorê de 594 sivîl, 550 leşker û 311 polîs hatine kuştin.

Tevî kuştina cerdevanan, kesên di hewldana derbeya leşkerî de hatine kuştin û kesên di Operasyona Mertalê Feratê de jiyana xwe ji dest dane tê de, hejmara tevahiya kesên ku jiyana xwe ji dest dane digihîje 1812 kesan.

Li gorî hesabên MHP-ê jî di navbera heman wextî de 555 sivîl, 538 leşker, 301 polîs û 63 cerdevan hatine kuştin.

Çend bûyerên ku gelek kesên sivîl cane xwe ji dest dan ev bûn:

10-ê Berfanbara 2016-ê li Beşîktaşa Stenbolê di encama teqîna xwekuştinî de piraniya wan polîs 44 kes jiyana xwe ji dest dan.

17-ê Berfanbara 2016-ê li Qeyseriyê 14 leşker di encama teqînekê de jiyana xwe ji dest dan.

Roja yekem a sala nû li Ortakoya Stenbolê di klubeke bi navê reinayê de yek jê polîs 38 sivîl hatin kuştin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev