KERÊ NALÎ

KERÊ NALÎ

Nivîskar û lêkolîner Ziya Avci (Elîşêr) berî çendekê helbesteke  helbestvanê kurd yê klasîk Kanî bi pêşgotineke biçûk va raberî xwendevanên malpera me kiribû. Niha jî helbesteke helbestvan Nalî a di destpêka sedsala 19an da nivîsî bo me amade kirîye. Fermo, hûn jî wek me lezetê jê bibînin:

Şiir ya şair Nalî ye

Guhdirêj wekî heywanekî jîndar ê malê, ji insên re feydeya wî zêde ye, di warê hereket û exlaqê de xwedîyê karekterekî taybetî ye. Ev bûye sebeb ku bîr û ray û nêrîn zêde û cihê di qalibeka felsefî û zanayî de li beramberê kerî peyda bibe. Di dîroka kevin a edebîyata rojhilatê de navê ker derbas bûye, di şiirên danayî, sofîzm û felsefî de ker ji bo wêneyê gelek bilind di şiirê de bûye çavkanî, niha jî di hemî cîhanê de wekî bûyereke civatî behsa ker tê kirin.

Gelek car di nav xelkê de navê rêxistina keran, yan partîya keran derbas dibe û hinek kes mimkun e bi yarî bi navê jîrî, fikrî û zanayî endamên vê rêxistina wehmî bin. Milên bi feyde yê ker bûye sebeb hinek kesên mezin di civatî de bi çavekî felsefî li meseleyê binêrin, her wiha ji ber vê jî Nalî vê şiira sevîye bilind ji bo ker nivîsandîye.

Şair, dema ku behsa insanê dilsoz û bihêş dike, di wê bawerîyê de ye insanê xerab  bedkirdar jî hene, ji ber wê ye wan jî ji bîr nekirîye, diyar e ne merc e jî ev bêfeyde tenê sofî û derwêş jî bin. Nalî li vir ker kirîye sembolê kar û wefayê û bi insanê bêkar re miqayese dike. Rast e ker heywanekî bêfikr e, insan xwedîyê hiş û fikr e, lê feydeya wê bêhişîyê ji civatê re heye. Hinek ji wan xwedîhişan ku insan in, ne tenê bêfeyde ne, belko ziyanê wan jî heye, ji ber wê li ba Nalî kefa şêhîna ker ji ya insên girantir e.

Ji nêrîna Nalî ya di vî warî de û amadekirina qesîdekê ji bo wesfê pak ê ker, îhtîmal e bîr li wê bê kirin ku wî wextî Nalî xwe ji bîr kirîye û ji sinorê xwe derketîye derve, ji ber ku şairekî pozbilind ê xwedîyê feyzek bilind ê wekî wî, kesekî ji xwe mezintir nedîtîye, çawan ketîye wê hewesê bi awakî bîr li kerî bike. Li vir mebest ne ew e hinek kes nêrîna Nalî ya di vî warî de henek bizanin, ji ber ku kirinên wiha ji şan û şiyana şair naweşe.

Bi rastî mebesta Nalî ne ew e methê kerî bike, ji ber ku ker di warê bîrê de ne di sevîya insên de ne, belko bê zehr û zimanek e kes razî nabe bibe ew, lê ji insên re feydeya wî heye, Nalî bi hostayî behsa wî insanê bêfeyde dike ku wî bi kerî re miqayese dike. Ker ji wan bi feydetir dihesibîne.

Nalî nîvê zêdetir şiira xwe ji bo wesfê rûkeşî yê kerî amade kirîye. Mebesta lêkolînê dikare bê gotin, wesfekî fotoxrafî ye, heke ne rastî di wesfê Nalî de heye, lê wê rastîyê kiriye nav wêneka afirandî ya şiirê:

 

Her kerêkim bû çi peyker tey kerî hewraz û lêj

Sînepan û mûçekurt û şaneberz û gwêdirêj

 

Binzig û cebhetspî kalkibij û damensiyah

Yekkenas û sêbirr û dûbad û şeşdang û dirêj

 

Kelle wek cerrey şerab û pirrneşat û terrdemax

Şêrînerr, ahûyî berr, gurgî sefer qemçî neçêj

 

Mil’elem, şîrînqelem, ahûşikem meymunqedem

Simxirr û kalkêstir û menzilbirr û ‘areqnerrêj

 

Zerq û zerraqî weko xakister emma bê xubar

Berq û berraqî weko pîroz e emma bêkirêj

 

Sim weko yeşim le peşmî tûkî pê da seringûn

Çaw weko bîcade ya dû şewçiraxî şu’lerrêj

 

Ji wesfê Nalî ji bo ker wisan tê li ber çav ku peykerekî bi feyde ye, ji rêyên hevraz û nişov derbas dibe, singê pahn, du destên pêşî yên kurt, milê bilind û guhê dirêj. Binzik û enîya spî, dûvê bipirç, zivr û bihêz û çar pelên reş li ser siman. Kerê wî tenê xwedîyê xwe nas dike. Sê salî ye û qelew e, tiştekî temam û bêkêmasî ye. Serê wî wekî kûpa şerabê ye, mejîyê wî nermijok û bikêrhatî ye, di lezîyê de wekî şêrê nêr, askê berrîyê û gurê seferê ye, ewqas beza ye, pêwistî bi ajotinê nake. Milên wî wekî alayê bilind e, bîçim û stîla wî bi rêkûpêk e, navtenga wî wekî xezalê ye, pêbixêr û bereket e, simên wî gilover e, dûvê wî bihêz e û mezin e wekî yê hêstirê ye, rêyên dirêj dikare bimeşe û naweste.

Şair ji bo rengê kerê xwe dibêje, rengê wî hêşînê xwelî ye, toz pêve tune, ji ber wê pîroz be dibiriqe û negirj jî bû. Simên wî wekî wî kevirê bi qîmet e ku jê re yeşmî tê gotin, di nav pirçên pêyên wî de wenda bûne, çavên wî wekî yaqûtê yan du şevçirayên ronahî biriqin bûn.

Piştre şair tê li ser kirinên kerê xwe:

 

Gwê dirêjî bar û kurtan, berz û pallanî be zên

Çust û uryatir le gwê kurtanî Pallanyî û Gêj

 

Qanî’î ba bî reza, razî be pûş û dirrik û dall

Sallêkî sebir û tehemmul burd bar û hîç newêj

 

Saîmuddehrî be roj emma be rojûy bê niyet

Qaîmulleylî sulûk emma sulûkî bê niwêj

 

‘Aqillê bû naw-i ker bû qatî’î rêge û sefer

Xoş sulûktir bû l’ sed însanî herze û gêjuwêj

 

Ji wî guhderêjî re kerêbarê digotin, bilind e, kurtan bizîn e, gelek ji guhê kurtanê xelkê nav eşîretên Palanî û Gêjî jîrtir, çalaktir û hişyartir e. Ev du eşîretên kurd ên ji hoza Goran in.

Kerê Nalî ji para xwe ya poş-pelaş û dirik û kelemê jê re tê dayîn razî ye, li ser rêya sebr û tehemilê dimeşe, bêdeng barê xwe hildigire. Kerê wî her wextê bi rojî ye, lê bênîyet e, bi şev ranakeve, raneketin tenê exlaq û adetê sofîyan e, lê li ba kerê Nalî silûkeka bênimêj e.

Kopa afirandina Nalî di van rêzên dawîyê de ne:

 

Hênde pêm xoş bû zimanî hallî deygut Nalîya!

Herdû heywanên eto gwê kurt û emnîş gwê dirêj

 

Kerê Nalî ji destpêka şiirê ve, bêdeng bûye û deng jê derneketîye, piştî wê şair dev ji wesfan berdide ker bersiva wî dide û dibêje: em herdu heywan in, tenê ew heye ku guhên te kurt in û guhên min jî dirêj in.

 

Ji Kurmancîya Xwarê li ser/ji bo Kurmancîya Jorê Ziya Avci (Elîşêr); çavkanî Prof. Maruf Xeznedar, “Dîroka Edebîyata Kurdî”. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev