Eşîrên Kurdên Êzidî

Eşîrên Kurdên Êzidî

Mîrgeha Botan

Amer Çelik

Di dîrokê de kurdên Êzidî jî wekî miletên cîhanê hoz û eşîrên wan Mîrgeh li ser xaka welatê xwe Kurdistanê damezirandine, wekî Mîrgeha Botanê, Mîrgeha Heleb û kilisê-al-Qisêr, Şêxan û Şingal, Mîrgeha Dasin-Bahdînan. Her weha Mîrgeha Zerza, Eziyan, Carcom, Mîrgeha Şam û Terabilus û hinek din.

Emê di vê xeleka yekem de li ser hoz-eşîrên kurdên Êzidî û damezirandina Mîrgeha Botanê û Qelbê bihûnin.

Dîroka Mîrgeha Botan

Heta roja îro jî hîn nekokî û cudayî di navbera dîrokzan, lêkolînvanan bi xwe de li ser dîrok û damezirandina vê Mîrgehê de peyde dibin. Bi rastî piraniya lêkolînvanên kurd in yên ku di lêkolînên xwe de navê Êzidiyan behs nakin û gelek caran ew in yên wan nekokiyan diefirînin. Belê, ew in yên ku dîroka kurdatiyê ji rêka rastiyê derxistine û di gola nezaniyê û şaşiyan de melevaniyê dikin. Helbet ez bi xwe jî nizanim sedem çi ne..?! Lê ya baş ew e ku piraniya lêkolînvanan dibêjin ku Sulêman Xalid ku bi navê eşîra xwe Xaltî (eşîra Xaltan) hatibû bi nav kirin, ew li ser ola Êzidîyatiyê bû û ew bû yê yekem fermandarê Mîrgeha Botanê. Ev Sulêmanî sê zaro (Zarok) ji bo fermandariya Botanê li dû xwe hiştibûn. Emîr Ezedîn, Emîr Evdal û Emîr Bedir.

Heger em li jîndariya Bedlîsî (Şeref-name) tev bigerin Bedlîsî di Şerfnamê de dibêje ku Mîrgeha Botanê di çerxê çardehan (14) de hatiye damezrandin û Emîr Ezedîn bin Sulêman fermandarê duwamîn bû, ew Ezedîn di sala 1394 z. de diçe Mêrdînê ba Teymûr Leng û di dawiya çerxê 14an de Mîrgeha Botan hatiye damezirandin. Demelocî jî dibêje ku bingeha malbata Sulêman Xalid ne weka hinek kurd dibêjin ku ji malbata Xalid ibin Welîd e… Belê, Fermandar Sulêman ji malbateke ji eşîra Xaltîye (Xaltî) bû, ku heta roja îro jî hîn hinek ji vê eşîrê li ser ola xwe mane (Êzidî) û li der û dorên Batmanê piraniyê wan bi cih dibin. Bi rastî ev eşîr li sê perçê Kurdistanê têne dîtin.

Hinek ji Kurdan fermandarê Mîrgeha Botanê yê yekem Sulêman dihesibînin ku ji eşîra Xaltaniyê bû û bi navê Sulêman Xaltî hatiye nasîn. Ewan kurdan ev fermandar bi navê Sulêman Xalid ibin Welîd dane nasîn!?… Xwedê giravî ew fermandar Sulêman Musliman e û ji binemalbata Xelîfa Îslamî Xalid ibin Welîd e!!?… Bi rastî ne Demelocî tenê vê gotina han dibêje, belê bi dehan lêkolînvanan ev gotin gotine (Xaldî ji gotina eşîra xaltaniyê hatiye) û tu girêdana vî fermandarî bi Xalid ibin Welîd Îslamî ve tune û ne rast e.

Bedlîsî dibêje ku gotina Botanê ji Bextî-Bextan ku ji gotina eşîreke kurd (Xaltan-Xaltî) hatiye dîtin. Paşê bû Behtan, Buhtan û Botan. Ku ev eşîr mêr û mêrxas bûn. Tê gotin ku ev eşîr li çerxê şeşan de B.z. di vê herêmê de akincî bûne û ji çelengî û mêrxasiya wan herdem ji vê eşîrê fermandar derketine. Her weha em dibînin ku gelek eşîrên Kurdan di bin fermandariya Mîrgeha Botanê de jiyane, wekî Bohtiye (Bextiye, Xaltaniyê (Xaltî), Birozî, Şîldî, Birke Çêlka, Donbelî, Fokî, Mehmûdî, Şêx-Bizinî Bilane, Masekî, Şêrwanî, Bîkan, Meman Hesinan, her weha piraniya van eşîran ji eşîrên kurdên Êzidî ne. Hinek ji hoz û eşîrên Mîrgeha Botan hebûn ku ji wan re digotin eşîrên Koçer ku havîna diçûne zozanan û zivistanan vedigeriyan der û dorên çemê Botanê wekî eşîra Dawidiyan, Duderan, Mîran, Elîkan, Soran û Gergeriyan, Xêrikan Musa û Reşan. Dr. Ednan Ferhan behsa çend eşîrên din yên Êzidî li wan eşîran zêde dike, weke eşîra Zekziyan, Barazî, Zîlanî, Banokî, Hewêrî, Bociyan ku di baweriye min de ev eşîr navê wê Baciniyan-Bacinî ku di demekê fermandariya dewleta Heskîfê (kurdî) kirine. Di baweriya min de Bacinî ne ji êla Çêlkan bun, piştî Heskîf ji destê wan derketiye, hatine herêma Torê û tevlî Çêlikan bûne. Eşîra Bisiyan ku Dr. Ednan Ferhan dibêje bi arîkariya vê eşîrê (Bisiyan) Mîrgeha Botanê hatiye damizrandin, dû re Ferhan pêde diçe û dibêje ku Ellî Xêrî Beg Gelha Meya-Farqîn standibû. Evî Ellî Xêrî bi arîkariya fermandariyê Mîrgeha Qelb Şawled Beg Mîrgeha Botan û Qelb damezirandin. Hêja Ferhan dibêje ku evê Mîrgehê bi serkêşiya fermandar Elli Xêrî Beg û Şawled Beg 13 salan domand. Piştî mirina Şawled Beg zaroyên wî di cihê wî de di serkêşiya Mîrgeha Qelb de cî digirin.

Paşê serkêşiya Mîrgeha Botanê jî zaroyên Ellî Beg ku Mezinên eşîra Bisiyan kirine heta sala 1594an z. paşê neviyê Şawled Beg Zeyînal Beg danîn Emîrê Mîrgeha Qelb. Li vir Bedlîsî disekine û ti agehdariyên din di Şerefnamê de nade me.

Di hinek rûpelên dîrokê da tê gotin ku ev Mîrgeha Botanê berfireh dibe heta ku warên kurdên Êzidî bi hev ra girê dide. Girêdana herêmên Êzidiyan rojhilat û rojava, rojhilatî bakur û başur û çemê Botanê, Cezîrê, Amedê heya xwe dighîne Zaxo û kaniya Êzidîxanê Mîrgeha Şêxanê bi hev ve girê dide.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev