Rojekê ez hatim

Rojekê ez hatim

Mistefa Aydogan

Rojekê ez hatim. Bi ba û bahozê re… Di nav dar û devîyan re, di çiyayên asê re, di wan şiverêyan re ku min ew wek kefa destê xwe nas dikirin… Di qiraxa newalên kûr ên bêbinî re…

Min ne li pûkê guhdarî kir, ne jî li tirsa dilê xwe. Ne sawa tarîyê ez jê vegerandim, ne jî zaboqên asê yên ruhstîn tê de veşartî ez tirsandim. Min bi hêza bawerîya bi te, xwe li wan mayinan qeliband ku pîmên wan li hemanan bûn. Min di bin şewqa xweşikbûna te de, bi dilekî pak berê xwe da qibleya hêvîyê. Gava min bêhna xwe li cih û warekî şewitî vekir, dinyayê di bin dûmaneke reşîqîr de bi zorê bêhn distend. Xweza di destên kabûsên devçatir de bûbû qîjot. Min li texma xirbeyên şewitî, pîrekên porên xwe hildikirin dîtin. Pîrekên ku zarokên xwe di sînga axa sar de vedişartin… Welatek bi dengê hawara dayikên dilperitî dihejîya.

Ez di xezeba şeva reş û tarî de li ronahîya evîna te gerîyam. Evîna te ya ku ji bo min êş û elem… Min tu li texma qibleya xwe nedîtî. Min tu li tengala wê tirsê dîtî ku te ji ber wê ta girtibû. Û tu, laşê dilerizî, benderiha bi destan dipeyivî… Tu pepûka hêsîra tirsê, tu wek sipîya firkandî…

An jî rojekê min got qey ez… Rojekê min xwast. Rojekê min di ber xwe de da. Rojekê ez nehatim. Min kir û nekir, min zor da hêza xeyalên ku hêvî jê difûriya jî… Rojekê ez nehatim. Ez nehatim ba te. Min xwe li te negirt û xwe neavêt himbêza te. Min destê xwe li nava te negerand û tu bi ramûsanan şad nekirî. Min kaseyeke şeraba evînê ji destê te negirt û bi ser xwe de danekir. Min ne xwe li te pêça û ne jî bedena xwe ya qefilî bi tîna laşê te germ kir.

Ji wê rojê û vir de… Ez di destê bitenêtîya kambax de situxwar… Bi çavên şil û melûl di himbêzeke sar de, bi dilekî şikestî û bi hesreta tîna laşekî dillerizîn bûmim qoncik. Bêdengî û bitenêtîya dilkafir ez kirim hêsîrek û avêtim binê zîndaneke kesjênefilitî. Ne te xwe dirêjî destê min kir û ne jî min tîna dilê xwe gîhand deverên te yên xalî. Û te dîsa ez bi hesreta hêvîyê hiştim û çend tebeqeyên din jî daxistim binê zîndaneke bêxwedî. Te mil da bêxwedîya bêdengîyê. Bi xamî… Carinan tu bi bêdengîyê re bûyî agir û bi bedena min ketî. Û hertim jî bi ya xwe… Te bi aqilê kê nan xwaribû, ez nizanim. Lê te ez di bêdengîyeke kûr de asê kirim, ma tu dizanî?

Min li ser pişta te kab avêtin. Min xwe bi awirên te tûj kir, bi fortên te xwe rakişand û bi hêrsa te êriş kir. Tu dîsa li xwe hay nebûyî. Te ne xwe nas kir û ne jî tu li xwe bûyî xwedî. Te vê carê jî xwe li kerî danî û ez bi ser bitenêtîya ku bîra min û te bi hevdu re dikola de dahf dam. Bi nizanî…

Ma ne qewlê min û te hebû? Min dil dabû te. Te jî bext … Min li ser sozên mêrên çê, berê xwe da çol û beyaran. Ez di gelîyên asê re derbas bûm, gelîyên ku feqa mirinê tê de vedayî. Min hêvîya xwe nebirî, ne ji erd û ne jî ezmanan. Min berê xwe da deşt û zozanan. Min guh da dilê xwe û hilma xwe venekir heta serê çiyayan…

Min bi hêvî û bawerî xwe li te girt. Li bextê te û soza me ya di dil de xwedîkirî… Te ez dîsa dam destê qedirnezanan, hêvîşikênên har û ticarên bedenên seradkirî. Min kir û nekir, min xwe rakir û li erdê xist… Ax, tu ji xelkê re bû yar. Û ji wê çaxê de ye ku karwanekî bêcih û war digere dîyar bi dîyar.

Ax, te ez li ser piştê li erdê xistim. Ser dilê min werimî, kezeba min peritî, pişika min zuha bû… Û qirika min çirîya.

Ez hatim. Gava hêvî di navbera nefret û xezebê de bû… Min xwe li henûnîya te girt û ez hatim. Gava pêtîyên agirê bi dilekî ketibû di ezmanan re derdiketin, ez hatim. Ez di rêyên Berîya xemgîn de, li zarokîya xwe gerîyam. Kulîlkên li hember xezebê serî hildabû, hatin pêşîya min. Kulîlkên me… Kulîlkên me yên ku di zarokîya min de şêwra xwe dikir yek û xemleke rengîn bi ser bejina deşt û zozanên me de berdida. Zarokîya min a li wan deveran mabû, di nav mija pijaka rihê xwezayê re, bi dilovanî li min nihêrî. Xortanîya min a nîvcomayî situxwar û melûl… Ji newaleke kûr a bêbinî ve bi dengekî weha dûrikeke dilşewat got ku di nav pêlên dengên wê yên lerzokî re pêlên dîrokeke pelreş jî xwe li min girt.

Min xwe di çemê Zerganê de dakir û di bin pira Dinêserê de bêhna xwe li ba dilekî bihesret vekir. Wê gavê pêlên germahiya Qiziltepeya şewitî ji Qosara kevin bêhna dîrokê da tengala xwe û xwe li min girt. Min heta Qubikê dilê xwe li avjenîyê rehet kir. Gava min li Lêfê nihêrî, agir bi hindurê min ket, hêsir ji çavên min ên bihesret gindirîn. Girmelêva, Gurkuşt, Hecî Hesen û Elewş li rêzekê… Emrûd, Hefer û Badînan bi ser de jî Mîlan û Bilokan bîranînên min tev dan. Dugirk hîn di navbera Erban û Qelaçîka ku Girgewr ji xwe re kiribû sitar de, devereke nîvxalî…

Ez di xewnistana xwe de, di rêyên Berîya xemgîn de li zarokîya xwe gerîyam. Gava ku di biharan de dinyayê li Berîyê wek keça ku derkeve pêşîya xwazgînîyên xwe, xwe dixemiland… Gava ku dilê Berîya bêserî û binî bi bengînîyeke mezin lê dixist… Gava ku wê bi hezkirina xwe ya berlênayêgirtin ve destê xwe dida Lêfê û xwe li şînahîya ezmanî radikişand. Wê Lêfa sitara Berîyê… Wê Berîya delalîya ber dilê Lêfê… Gava ku Berîyê distira û Lêfê lê vedigerand…

Gava bengînîya Lêf û Berîyê di bin xweşikbûna keskesorê de xwe digîhand Dêrikê, wê Zeytûnistana şên… Û ji dilê Dêrika şêrîn di pêlên helbestên evînê de bi ser Çiyayê Mazî de difûrîya. Gava ku di çeman de, ava ku sohbeta Feqîyê Teyran ji kûrahîya dîrokê dianî diherikî… Gava min di nav şewqa sitêrkan de rûyê te didît, lêvên te yên nerm û dilrevîn dil di qafesê de diperpitand… Gava gotinên ku nedihatin gotin jî wek kulîlkên biharê di hinarikên rûyên te de dibişkivîn… Gava çavên te bi xweşikahîya gotinan ve diçirûsîn û roj li ezmanê şîn bi şênkahîya Lêf û berîyê re dibişirî…

Ez hatim. Şeveke ji şevên havînê bû. Ez ji devereke dûr û xalî hatim. Ji devereke qeşagirtî… Min xwe li germahîya dilê te, min xwe li bêhna te ya sermestkir û çavên te yên dilrevîn girt. Ez derketim ser xanîyê xwe û min xwe li ser nivînên xwe dirêj kir. Min destên xwe xistin bin serê xwe û berê xwe bi ezmên vekir. Şev zîz bûbû. Şev ker… Min li bêdengîya şevê guhdarî kir. Heyvê xwast bi dilovanî bi min re bibişire. Lê jê nehat. Rûyê wê bi carekê hat guhertin. Sitêrkek li ezmên hêdî hêdî gindirî û ji nişka ve bi ser Lêfê de rijîya. Qêrîna dayikekê di felekan re derket. Wê gavê, dengekî dilşewat ji lêfê bilind bû, tarî û bêdengîya şevê xistin bin hikmê xwe û li Berîya bêserî û binî belav bû.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev