Esed an Barzanî?

Esed an Barzanî?

Helwêstek

Yurayê Şamil Nabiev

Ji bo Partîya Yekîtîya Dêmokratîk (PYD) rewşeke wisa tê sazkirinê, ku ew gerekê ji wê rewşê hilbijartinekê bike – an bi Esed ra be an bi Barzanî ra be. Armanca sereke a serokatîya Amêrîkayê a nû li Rohilata Nêzîk jiholêrakirina Daîşê ye. Wek ku hatîye eşkerekirinê, sipartine leşkeran û Dêpartamênta Dewletê di nav 30 rojan da plana bona kokbirkirina Daîşê li Îraqê û Sûrîyê amade bikin. Bi wê ra tevayî, bona pêkanîna wê armancê Dewletên Amêrîkayê yên Yekgirtî gerekê biryarê bide ka li herêmê kê hevalbendên wê ne. Gelek behs hene ku di wê pirsê da wê bi Rûsîyayê ra hevkarîyê bike. Xeberdana Tramp a bi têlêfonê a van rojan bi Erdogan ra dide xuyakirin, ku Amêrîka dibe di şerê dijî Daîşê da Tirkîyê jî bike hevkarê xwe.

Bi texmîna min di dema serokatîya Obama da Amêrîka li Sûrîyê ne zêde bi biryar bû, mecbûr bû hewil bide bi PYD û desteyên YPG ra hevkarî bike, û bi wê yekê va nerazîbûna Tirkîyê pêşda anî, û ew yek jî bû sebeb, ku Tirkîya bi Rûsîyayê ra hevkarî bike. Desteyên YPG xwedî hêzeke ne biçûk in û wana di şerê bi Daîşê ra serdestîya xwe dane xuyakirin. Û tu kes nikare vê yekê înkar bike, herwiha DAY jî. Lê ji ber helwêsta Tirkîyê ya berk, PYD ji pêvajoya sîyasî ya ji bo çareserîya rewşa li Sûrîyê hatîye dûrxistin û nahêlin ew tevî hevraxeberdanên li Jnêvê, herwiha Astanayê jî bibe. Lema jî DAY gerekê hilbijartinekê bikin: an Tirkîye an PYD. Lê li vira partîyake kurdan a bi navê Enîya Netewî ya Kurdistana Sûrî (ENKS) wek reqîbê PYD tê meydanê û ew jî bi serokê Kurdistana Başûr Mesud Barzanî va girêdayî ye û Tirkîye jî ne zêde dijî wê ye. Ji bo DAY pir dest dide xwe bidine hêla vê hêzê û ji alîkî va destê xwe ji kurdan nekin û di eynî wextê da jî daxwezên Tirkîyê razî bikin.

Dixwezim destnîşan bikim, ku hêzên Pêşmerge-Roj yên ENKS di van demên dawî da jimara hêzên xwe dane zêdekirinê, lê serokatîya ENKSê teglîfî Waşîngtonê kirine bona hevraxeberdanan. Xênji wê, Pêşmergeyên Roj bi alîkarîya karmendên Amêrîkayê hatine perwerdekirinê. Serekê Şêwra Aramîyê ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî van dawîyan bangî Waşîngtonê kir bi Pêşmergeyên Roj ra bikevine nava hevkarîyê û alî wan bikin bona ew bikaribin derbazî Sûrîyê bibin. Ne dûr e ku eger DAY û Rûsîya li Sûrîyê hevkarîyê bikin, wê hewil bidin herdu hêzên kurdan li hev bînin. Di van demên dawî da em texmîn dikin ku di navbera PYD û ENKS da nermayî çê bûye. PYD destpê kirîye endamên ENKSê ji hebisan dide berdan û serekên wan bi fermî îlan dikin, ku ewana amade ne bi ENKS ra rûnên, pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Di eynî wextê da desteyên şervan yên PYD li Reqqayê çalakîyan dikin, xuya ye bo wê yekê, ku xwe îzbat bikin bona DAY balê bikişîne ser wan. Di hêleke din va jî Şam hewil dide PYD û hêzên bi wê va girêdayî bikişîne alîyê xwe. Îzbata wê yekê ew e, ku wana bi hev ra tevî operasyona Dêrezorê bûn, ku van demên dawî hate derbazkirinê û yek jî ew e, ku Esed di hindava kurdan da nermtir bûye. Di vê rewşê da serekên PYD gerekê biryara xwe bidin – an bi awayekî vekirî bi Şamê ra (ango, bi Îranê ra) hevkarîyê bikin, wê demê bira piştgirîkirina ji alîyê DAY jibîr bikin, an jî bi ENKS ra bibin yek. Ber çavan e, ku hevkarîya bi ENKS ra di berjewandîya gelê kurd da ne, ewê di rastîyê da bibe bingehê hevgîhandina Kurdistana Başûr û ya Rojava.

Hêzên çekdar yên hevgirtî yên pêşmergeyan û PYD dikare pirsa kurdan li herêmê bilind bike wek pirsgirêka giring, ku hewcê çareserîyê ye. Kurd dikaribûn li hemû meydanên hevraxeberdanan ne ku beşeke delegasyonên opozîsyon an jî desthilatê hereket bikin, lê dikaribûn bi serî xwe, wek delegasyona gelê xwe tevî çareserkirina pirsgirêkan bibin.

Serokkomar Mesud Barzanî van dawîyan di nav xeberdaneke xwe da bi heqî got, ku pirsgirêka kurdan ji tixûbên dewletan derketîye û bûye pirsgirka navnetewî. Ev yek wê di femdarîya hevalbendîya navnetewî da di hêla bûyerên li Rohilata Nêzîk da diqewimin guhartinan çêke û ewê helwesta xwe di hindava çareserîya pirsgirêka kurdan da bi erênî biguhêrin.

Pirsgirêka kurdan ne pirsgirêka navxweyî ya Îraqê û Sûrîyê ye, ew pirsgirêka navnetewî ye û hewcê çareserîya bi alîkarîya hereketê navnetewî ye. Bi hêvî me, ku serekên rêxistinên kurdan vê yekê derc dikin û wê bi erkê xwe rabin, û di karê xwe da gerekê ne ji berjewendîyên partîtîyê-îdêologîyê, lê bo berjewendîyên gelê kurd hereket bikin.

Derheqa nivîskar da

Yuri Nabiev

Serokê Komeleya Piştevaniya û Hevkariya bi gelê Kurd re; Perwerde: Zanîngeha Tbîlîsê ya dewletê

Qeydên dişibine hev