Zimanê Kurdî zikê me têr nake!

Zimanê Kurdî zikê me têr nake!

“Bê ziman jiyan nabe!”

Welat Agirî

Ev cara sêyemîn e ku ez di hin gotar û hevpeyvînan de rastî gilî û gazinên nivîskarên Kurd têm ku dibêjin “Zimanê me zikê me têr nake“.

Ne hewceye ku em dûr û dirêj qala wateya vê hevokê bikin ku maneya wê eyan û beyan li ber çavan e. Nivîskar dibêjin:

“Mixabin em nikarin wek nivîskarên gelên din rûnên û şev û roj li ser Kurdî xebatan bikin, bixwînin, binivîsin. Heke em tiştekî wisa bikin, em ê bi kozî û kulfetên xwe ve birçî bimînin”.

De em gilî û gazinên nivîskaran li vir bihêlin û bi pirsekê nivîsa xwe bidomînin. Gelo wexta zik birçî ma, kîjan helbest an jî roman tê hiş û aqila?

Ê hûn jî zanin ku ne teql û rîtma helbestê ne jî herîkbarî û sadetîya romanê dimîne. Û jixwe ev tiştekî xwezayî ye. Ne tenê ji bo nivîsê û xebatên li ser ziman, di hemû qadên jiyanê de ev şert û merc hene. Yanî divê di serî de îhtiyacên bingehî û esasî bên cîh ku mirov dest bi karê fikr û ramana bike an jî ji bo gelê xwe û mirovahiyê bibe ferdekî kêrhatî.

Xwarin, vexwarin, starbûn, lixwekirin hewcetiyên bingehî û esasî ne ku bê van tiştan jiyan nabe. Heke em bi berçavka rastiyê li dinyayê binhêrin, dê were dîtin bi birçîbûnê ve slogan dibe yek û hiş jî, ziman jî, rih jî, beden jî bi hev re dibêjin:

Bê nan jiyan nabe!

Erê ev rastî ye. Dema tendûr nehate vêxistin, agirê Şevên Spî a Dostoyevskî mirov germ nake, Çarînên Heyyam tîbûnê naşkêne, Romeo û Julieta Shakespeare di şûna nanê ceh jî nagire. Divê ew tendûr were vêxistin, ji wê tendûrê destenanek an jî kadek were patin û pey re jî îskanek çay bê vexwarin ku lebatên bedenê dev ji slogana “bê nan jiyan nabe” yê berdin û bêjin “gelo bi edebiyatê jiyan çawa ye”.

Gava em rewşa nivîskarên Kurd dinhêrin, tê dîtin ku sedî heftê an jî heyştê ji wan nivîskaran, nivîskariyê wek karê duyemîn dikin. Yanî nivîskariya Kurdî zor û zehmet e. Filankesê heya êvarê bixebite, êvarê vegere malê û wastandina rojê alîkî ve xwarin, vexwarin, paqijî…û helbet zarok û malbat. Heke wext bimîne dê serîkî bide Kurdî û Edebiyate Kurdî.

Ew nivîskarên zimanhez û welatparêz ên Kurd hewl didin ku zimanê me ji avzêma mirinê xilas bikin û derxin asta navnetewî. Lê nikarin bi herdu desta ziman bigrin û xilas bikin ku destek bi kar û barê rojane re mijûl e. Ew jî neçar bi destekî ziman ji lîtavê kaş dikin lêbelê serketin ne asan e. Helbest dertê, roman diçe xarê, dîrok dertê, zanîst dimîne…

Gelo rê û rêbaz û çare çiye, dê kingê herdu destê xwe dirêjê zimanê bindest bikin?

Ew roja ku bi zimanê xwe debariya xwe kirin…

Erê ew rojê bibe destpêkek û nivîskarên Kurd wê şev û rojên xwe ji bo vî karê pîroz bikarbînin. Herçiqas bêdewletbûn wê rojê ji me dûr bike jî, ciwanên Kurd ên zimanperwer yê wê rojê nêz bikin. Û em jî hêvîdar in ku di demeke kin de derdê maîşet û aboriya nivîskara nemîne ku hemî lebatên xwe bikin xîzmetkarê zimên.

Divê em pêşketina ziman de sûd û feyda malperên Kurdî jî jibîr nekin ku îro ji me re bûne dibistan û zanîngeh. Û wisa bawer im ku em ê bi vê pêşketinê ve dev ji sloganên bêkêr berdin û bi hev re bêjin : “Bê ziman jiyan nabe”.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev