Çend nimûneyên zargotina me ji pirtûka “Cewahirên kurdî”

Çend nimûneyên zargotina me ji pirtûka “Cewahirên kurdî”

Em çapkirina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Ev berhema ji wê rêzenivîsê ya 77an e. Ev nimûneyên zargotinê yên helbestkî me ji pirtûka nivîskar Xelîlê Çaçan ya bi sernavê “Cewahirên kurdî” hildane, ku van dawîyan ji alîyê weşanxaneya “Lîs”ê da li Diyarbekirê bi 4 pirtûkên wî yên din ra çap bûye. Nivîskar nimûneyên folklora me veçêkirîye, bi helbestkî nivîsîye û raberî me dike.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berheman ji kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî, ku ji vê rêzenivîsê di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 77

 

Şîretê bavê

Merivek hebû, gelekî kal bû,

Devdevî hevtê û heyştê sal bû.

Zanibû, ewê koçke ji dinê,

Bende ku heye, salê mirinê.

Bê ji kê ra maye ev dinya rengîn,

Mirin hemyan ra tê, dibe xazgîn.

Wî kalî gazî qewm-pismama kir,

Go: -Li dinê tune tu evdê nemir,

Go: -Yek dimire, yek jî dibe,

Qanûna dinê her tenê ev e…

Go: -Hûn guh bidine evî gilîyê min,

Hetanî hene rû dinê dijmin,

Qewata î’nsên tenê tifaq e,

Top û tiving jî tiştkî pê nake.

Go: -Herin ji min ra gurze şiv bînin,

Ku hûn neynesîya gilîya bibînin…

Û ewana çûn gurze şiv anîn,

Kalê yeko-yek şiv jê deranîn,

Li wira ewî gazî zarê kir.

Go: -Bişkên şiva yeko-yeko li vir.

Û derbaz nebû hela hê deqek,

Şiv şikênandin zarê yek bi yek.

Go: -Vir da were, lawkê pelewan,

Îja tu bişkên gurzê şivê han…

Ewî lawkê zor, lawkê pelewan

Kir-ne kir, neşikest gurzê şivşîlan,

Kal go: – Gurze hey, go ew tifaq e,

Hezar pelewan tiştkî pê nake.

Go: – Wexta hûn jî xwedî tifaq bin,

Tu car altnakin we nemam û dijmin…

 

Pêşê nan bixwe

Dibên, carekê Balûlî Zane

Xwedike kincê navmalêye kem,

Dibê: “Ka binihêrim dinya çawane…

Kincin êla da rûmet û kerem”?

Balûlî Zane diçe nav şayê,

Kes gazî nakê rasti jî li wir,

Qedir û qîmet kesî nedayê.

Balûl rûdinê jêrê, ser kevir.

Lê yê kinc xas rûniştine jor,

Û li ber wana kibab, qelîya sor,

Nanê xwe duxun qure û kubar,

Balûlî hêrsa wir nan ne dixwar.

Dabûne ber wî hevike savar…

Ew rûniştibû li serê jêrê,

Merivê rûtî-tût ka ku tê kêrê.

Balûl rast-rast lêda çû malê.

Dor koloz aland benda e’galê,

Wî lı xwe kir kincê def û dewatê,

Apincî wer kir bejin û qametê,

Wî da ber xwe qema Mêrdînê,

Şirka sehetê avît dizgînê,

Xwekir arxalix, çux û çerkezî,

Nitirand bejn û bala xwe kezî…

Zêrê şabaşê kir nav bexdayê

Û berê xwe da dewat û şayê.

Çû sekinî ew nava xwendîya,

Xwendî wê demê ber va rabûn piya,

Xweyê dewatê zû hate dorê,

Ew rûniştandin li serê jorê,

Ber temene bûn maqûlê êlê,

Kişandine ber wir qelîya sêlê.

Balûl hilbirî pêşa apincî,

Go: -Bixwe qelîyê û vî birincî,

Go: -Qedirê mêriv kinc û rihal e,

Siyanet û kerem timê li bal e.

Gavekê pêş da hatim vê derê,

Ez rûniştandim li serê jêrê,

Mîna merîkî bê xweyî, beytûn,

Dane ber min da birincê bê rûn…

Dîsa hilbirî pêşa apincî,

Go: -Bixwe qelîyê û vî birincî,

Ku te nîbûya, apincîyê biskîn,

Ez rûniştibûm li serê jêrîn…

Kerr û lal xwe ra li hev dinihêrîn

Xwedîyê dewatê, begê eşîrê.

 

Şêr û rûvî

Devê gêlî, nav mêşe,

Şêrek dima hermêşe,

Û ji tirsa şêrê har

De’be lê nedibû dîhar.

Mabû bê risq u nêçîr,

Mabû qertel û hêsîr.

Dinê wan bûye doje,

Her tişt wana bûye qat,

Rabûn û kirin civat.

Pêşîyê hirçê xeberda,

Go: -hûn şêr li erdêxin,

Ezê pê lepa lêxim,

Wexta min qirik lê gest,

Şêrê îdî bibe mest.

Gur got: – Hirça derewîn,

Bes derewa biteqîn,

Herke tu bal şêr zorî,

Çima para dikolî

Wexta tu şêr dibînî?

Şêr hovekî lap zor e,

Yê wî qelske, ew gur e.

Hirçê wir kire a’rîn:

– Ezê te li zinêr xim,

Herdû çevê te derxim.

Gurê qelpî situ deq

Tê biteqî mîna beq…

Wê deqê pêra-pêra

Gur hirçê ra da çêra.

Devê xweyî çatanî

Berbi zikê hirç anî.

Bi hêrs lê dia’rîne,

Ku zik lê bidirîne.

Rûvî xwe davê ortê,

Nade herda moletê.

– Malxirabno, wî, şerm e,

Naha şêrê bê ser me,

We vira hevdu xêr e,

Dijminê me tek şêr e.

Hûn hatine civatê,

Bibhên gilîyê ometê,

Hatine alî hev kin,

Nehatine vir şer kin.

Malava, hûn mezin in,

Îdî xweyê zar-jin in.

Hûn bisekinin alîkî,

Ezê bêjim gilîkî;

– Behra aqil û hiş im,

Tek ezê şêr bikujim,

Hûn xwe dûr bitelînin

Û mêranîyê bibînin.

Rûvî poça xwe hilda,

Bestê kete tirada,

Mîna nasê duh na pêr,

Çû sekinî li ber şêr

Û li ber şêr bû daxûl,

Ça belengaz û ça qûl.

Go: -Tu çar-mikanê me,

Go: -Tu xwey-xudanê me,

Em bêy te ne tu tişt in,

Bêy pismam û bê pişt in,

Go: -Zanî, apê te me,

Ez birê bavê te me,

Niha dil ha min xastî,

Te ra bibim berdestî,

Ku hîç dijmin û nemam

Nebêjin gilîkî xam.

Bi fêlbazî şêr xapand,

Aqilê wî sêrî firand.

Go: -Şêrê zor, ez heyran,

Wer, em tev bikin seyran,

Herine rev û nêçîrê,

Ez beled im der û rê.

Rûvî kubar dimeşe,

Fitlê dide nav mêşe,

Tê disene ser zerê,

Yan çiye hate ciyê nêçîrê.

Wî nihêrî çevê şêr,

Ha’şa serî kir berjêr.

Mala Hacê û Xatê,

Kesereke te’l hatê.

Şêr go: “Apê min aqil,

Te çi derde, te çi kul?.”..

– Ez korbim li ser mêra,

Ser efata, ser şêra,

Divê hovê pîs, bêkêr,

Îdî ne man mêr û şêr.

Bavê teyî remetî

Banz dida ji vî te’tî,

Mînanî hespê cehxur

Zerê ra firqas dikir.

Bira korbim ser mêra,

Mêr nemane tu yêra,

Li nav êlê, nava gund,

Dewsa mêra mane kund.

Boy navekî qazanc ke,

Ser zerê ra firqas ke.

Şêro çû-hat û firî,

Lê riya zerê ne birî,

Tev zinarê ser zerê

Şêr gulol bû-çû jêrê.

Ê, ji wî şêrê yeman

Perçê mezin herd guh man.

Rûvî bi delk aha xwar

Serê şêrê dînî har.

Paşê simêl kaw bada,

Nav mêşe da tirada…

 Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev