KURD DI NAVBERA DU ŞERAN DA – 1

KURD DI NAVBERA DU ŞERAN DA – 1

Me di 75 bernameyên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Wek ji pirtûka kurdzan P. Avêryanov ”Kurd di dema şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra (di sedsala XIX da)”, ku sala 1900î bi rûsî çap bûye, berhema zanyarî ya bi sernavê “Kurdistana Nû”, ku çend kurdzanên navdar bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne û bi rûsî çap kirine, ji 3 cildeyên berhemên zanyarî yên kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev, ku bi rûsî çap bûne.

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê ji pirtûka profêsor N. A. Xalfîn a bi sernavê ”Têkoşîn ji bo Kurdistanê” beşa pêşin a bi sernavê ”Di navbera du şeran da” raberî we dikin. Ev pirtûka zanyarî sala 1963an li Moskvayê çap bûye.

Piranîya van berhemên giranbuha heta îro jî bi kurdî çap nebûne, lê min ew wergerandine kurdî.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 76

Di nîveka duda ya sedsala XIXa da rewşa aborî ya Tirkîyê û Îranê (wek ku welatên Rohilatê yên dagîrkirî û nîvdagîrkirî) her diçû xirabtir dibû. Ew piranî rûyê pêwendîyên xirab di navbera derebegên wan welata û wê yekê da bû, ku dewletên kapîtalîstîyê di hêla bazirganîyê-sîyasîyê da diha pir diketine wan dera.

Pey xilasbûna şerê Qrîmê û girêdana peymana aşîtîyê ya Parîsê ra sala 1856a, komên Împêratorîya Brîtanîyayê yên serkarîkir bi her awayî dixwestin tabîyên xwe li Tirkîyê bi kar bînin bona çêkirina riya, ku Îngilîs bi Hindistanê ra bide girêdanê (ser rêyên Sûrîyê, Kurdistanê, Mêsopotamîyayê û Îranê ra). Çêsnîyê îdî ji we ra nas serokatî li wê êkspêdîsyonê kir, ya ku gerekê ew cî-war bi hûr-dûr lê binihêrîya, li ku ra gerekê riya nû derbaz bûya(1).

Bi saya lênihêrandinên bi hûrgilî ra (di salên 1856-1857 da) Çêsnî hate ser wê bawerîyê, ku şans heye riya hesin bidne dirêjkirinê. Lê Împêratorê Fransayê Lûî-Napolêon derkete dijî proja çêkirina wê rê, ji ber ku piranîya rê ser Sûrîyê ra derbaz dibû û Fransayê dil hebû wê bi temamî bike bin baskên xwe. Hukumeta Brîtanîyayê, ku ne dixwest pêwendîyên xwe bi Lûî-Napolêon ra xirab bike, yên ku bêy wê jî pey şerê Qrîmê ra sert bûbûn, ew proje da sekinandinê, ew jî wî çaxî, gava Çêsnî sala 1862a ji sultan destûra çêkirina riya hesin sitandibû. Bêy piştgirîya hukumetê Çêsnî nikaribû destbi tu karî bike(2).

Tabîya wî awayî ya hukumeta Îngilîs bi wê yekê va jî dihate şirovekirinê, ku Brîtanîya Mezin peymaneke ji bo xwe destdayî bi situyê Tirkîyê va alandibû, ya ku riya eşyayên Îngilîs berbi Tirkîyê vedikir(3). Sala 1827a ji Îngilîs bahê 531 hezar fûnt stêrlînga eşya anîbûne Tirkîyê, ew jî wê demê, gava ew sala 1853a gihîşte 2,5 mîlyon fûnt stêrlînga û her diçû zêdetir dibû û sala 1860î jî gihîşte 5,2 mîlyona, sala 1864a 7,5 mîlyona, lê sala 1869a – 8 mîlyon fûnt stêrlînga(4).

Kêmbûna aborîya Împêratorîya Osmanîyê û Îranê li ser gelên kêmjimar tesîreke gelekî xirab dikir. Ji bo nimûnê, em rewşa kurdên navçeke ser sînor – Mêrgewarê binihêrin, ku nêzîkî gola Ûrmîyê ye.

Muhemed-şah Qecer (di salên 1836-1848a da) ew navçe kire milkê nûnerekî ruhanîya kurdaye mezin – şêx Taha, yê ku piştî pismamê xwe – Xalit, serokatî li dîndarîya malbeteke mezin dikir. Binecîya xêr-xêrat didane Taha, yê ku li Tirkîyê dima, lê piştî mirina wî ew xêr-xêrat didane kurê wî û peyhatîyê Ubeydulle.

Di meha çileya pêşin sala 1872a welîyê Ûrmîyê û Xoyê Ûsiv xan Emîr-Tûman ji mêrgewarîya de`wa dayîna baca kir bona xezna Îranê. Wana jî gotin ku nadin, ji ber ku îdî bac dane şêx Ubeydulle. Ji ber wê jî hukumeta şah biryar kir bi destî zorê baca ji wana berev bikin.

Hecî Ûsiv xan esker şandine Mêrgewarê. Desta eskerîyê ya mezin, ku bin destê wanda top jî hebûn, berbi gundên kurda livyan. Eskera mal û xanîyên gundîya dişewitandin û pez-dewar didane ber xwe dibirin.

Ubeydulle hema derheqa vê yekê da pê hesîya, pêşmergên xwe şande wira. Di navbera wan û eskerên hukumetê da şer derket û ji herdu alîya jî gelek kes hatine kuştinê û birîndar bûn(5).

Mêrgewar ji serî heta binî şewitî. Ubeydulleyê hêrsketî bi hîvîkirin berbirî hukumeta Tirkîyê bû, ku ew alî wî bike bona ji Îranê dewsa zirara xwe cema pera (kompênsasîya) bistîne. Ewî gef dixwer, ku eger nede, wê demê ewê hemû eşîretên kurda bi çek bike û rake ser pîya. Wek ku konsûlê Rûsîyayê yê sereke li Azirbêcana Başûr elam dikir, ew tirsfirandin û gefxwerin “tesîreke mezin li ser dîwana Tirkîyê ya ser sînora hîşt, yên ku derc dikirin, ku wê nikaribin pêşberî Ubeydulle ber xwe bidin”(6).

Welîyê wilayeta Erzurumê bi hîvîkirin berbirî mîssîya Tirkîyê li Îranê bû “mecalên here kardar” pêk bînin bona razîkirina (pêkanîna) daxazên şêx. Daxaza dîwana Tirkîyê, ku bi aktîvî piştgirîya Ubeydulle bikin, bi du menîya va dihate şirovekirinê. Ya pêşin ew bû, ku Sitembol nikaribû bi hukumê wî derebegê kurdayî mezin ra hesab rûnenişta. D. Kêrzon, ku li wê navçeyê qesidîye, navê padşayê kurda yê biçûk li Ubeydulle kiribû, yê ku xwedîyê şerefeke mezin e û qedirê wî gelek e, ew her ro gundê xweyî biçûk da, ku nêzêkî Wanê ye, bi deha mirîdan qebûl dike. Sîyaneta Ubeydulle bal torinên Sitembolê yên navdar da jî hebû. Gava Ubeydulle ser riya xwe, ku diçû Mekkayê, li paytext qesidî,- baylozê rûsa li Tirkîyê Novîkov elam kirîye,- gelek wezîr “diçûne ziyareta wî û destê wî radimûsan”(7).

Sebebê mayîn ew bû, ku Împêratorîya Osmanîyê dicedand serekên kurda bi kar bîne bona hukumî li ser Farizistanê bike, eger nişkêva pêwendîyên Tirkîyê-Îranê di dereca pirsên bi sînora va girêdayî xirab bibin.

Tirkîyê navçîgarî kir jî, lê dîwana Îranê ne tenê ne xwest “heqê zirarê” bide Ubeydulle (ji wê heqdayînê rewşa xelqên Kurdistanê baştir ne dibû), lê herwiha wek berê hebûna navçeyên kurda talan dikir.

Rewşa kurdên Împêratorîya Osmanîyê ji ya kurdên Îranê çêtir nîbû. Piranîya kurda halê nemir-nejî da bûn û bi sê hêla va dihatine zêrandinê: ji alîyê derebegên “xwe” û yên tirka da û ji alîyê împêrîyalîstên welatên dereke da. Paşayên Tirkîyê îdî bacên çendik-çend sala pêş da hildabûn. Sîyaseta bacsitandinê ya talankarîyê eşîrên kurda xeniqandibûn û anîbûne ber devê mirinê, lê dèwkirina bacên nû jî, ku eger nedin, wê dewsê pez-dewara bibin, gunda bişewitînin û ecêb-nenerên mayîn bînine serê wan, kurda mecbûr dikirin bi çi hawî jî mabe, wan pera peyda bikin.

Hema xût ev emelên serokatîya sultanîyê gîhandine wê derecê, ku ji bo nimûnê, kurdên koçer yên navrasta Wanê mecbûr diman,- bi gotina konsûlê Rûsîyayê li Erzurumê,- “dizîya hûr” bikin, ango, “wek dîwana tirka” dizîyê bikin. Konsûl nivîsîye: “Ewana xaçparêza û kurdên deştî diparastin û ji tiştên dizî para wan jî didan. Eger dîwanê perên nexd ji kurda nexwesta, wê demê kurd an wê kêm dizî bikirana, an jî qet ne dikirin”(8) (guhastina cûrê herfa ji alîyê me da hatîye kirinê).

Hukumeta Împêratorîya Osmanîyê zor li kurda dikir, ku dewsa bacdayîna karê cûre-cûre bikin – çêkirina riya, ya ku hindava xwe da gerekê karê hincirandina serhildanên eşîretên kurda yên çekdar bidana sivikkirinê.

Awa, karmendên sultanîyê bi her awayî dicedandin kurdên Dêrsimê tevî xebata çêkirina riya ji Erzîncanê heta Dîyarbekirê bikin(9).

Kî ku hinekî dij derketa, bi hovîtî dihate zêrandinê. Ji bo nimûnê, qaymeqamekî tirka, ku destûra wî ya dardakirinê tunebû, “bona seqirandinê (aşkirinê)” kurdên bin hukumê xwe da usa dizêrand, ku ew carna ji êş û birînan dimirîn(10).

Komên Tirkîyê yên serkarîkir, faqîrî û kesîbîya binecîyên Kurdistanê bendî tiştekî hesab ne dikirin û dest davîtine kîsê wan. Konsûlê Rûsîyayê yê sereke li Erzurumê N. Obêrmîllêr meha sibatê sala 1876a elamî Pêtêrbûrgê kirîye, ku dîwana sultanîyê girêdayî şerê li Balkana ra çi ecêb-nenere tîne serê kurda û derbên xedar digihîne wan û miletên mayîn yên Rohilata Tirkîyê: “Hukumet her ro têlêgramên gefxwerinê û çavtirsandinê ji wan ra rê dike, ku bi lez û bez pera bişînin”.

Konsûl dinivîsî, ku kara hersale ya wilayeta Erzurumê dikir 800-900 hezar lîra û ji wê cemê tenê ji çar para yek ser rewacên binecîya dihate xerckirinê. “Nava vê sala dawîyê da 800 hezar lîra ji Sitembolê ra hatîye şandin û têrnexwer dîsa pera dixwezin. Di vê rewşê da,- Obêrmîllêr gotina xwe serhevda dianî,- dijwar nîne pêşeroja vê mentîqê ya dilxedar bibînin, û nerazîbûna ku li van dera heye, tiştekî gelekî normal e”(11). Xwesma birina xortan li eskerîya tirka li Kurdistanê nerazîbûneke mezin pêşda dianî.

Li çend navçeyên Kurdistana Tirkîyê binecîya xortên xwe ne dişandine eskerîyê û bacên mezin jî ne didan; nerazîbûna kurda warguhêzî serhildanên dijî hukumetê dibûn. Hema xût ew Obêrmîllêr derheqa tevrabûnên li nav “kurdên Motkîyê û Xinisê da”(12) digot. Çend warga da merivên feqîr û perîşan ji heq-hesabê wan nûnerên serekeşîrên xwe dihatine der, yên ku berdevkê Sitembolê bûn.

Rewş xwesma li wilayeta Dêrsimê gelekî xirab bû, ji ber ku ew wargê çiyayî ye û bi qeya-zinarên xwe va ji eskerên tirka xwe diparêze. Hukumeta sultanîyê dixwest bi destî derebegên xwefiroş(13) yên Dêrsimê cîyê lingê xwe li wir bide mehkemkirinê, ji bo nimûnê, bi destî qaymeqamê wira Gullebî beg. Lê kurdên Dêrsimê êrîşî li ser wan derebega dikirin, yên ku berdevkê tirka bûn û sîyaseta wan ya bacsitandinê bi kar dianîn.

“Begên, ku hema hinekî mêla paşayê tirka bigirtana û bixwestana daxazên wan bi cî banîyana, di nav kurdên bin hukumê xwe da qedirê wan diket, carna jî ew beg dihatine kuştinê, wek ji bo nimûne, qaymeqam Gullebî beg, ku sala 1875a bi destî kurdên xwe hate kuştinê û bi wî ra tevayî hemû mirovên wî (weke 30 kes) jî ketine roja wî”(14),- P. Î. Avêryanov nivîsîye.

Di meha tebaxê sala 1875a şervana ji heq-hesabên çend derebega ra hatine der, yên ku daxaza karmendên hukumetê pêk dianîn(15).

Hukumeta Împêratorîya Osmanîyê, ku ji quweta wê der bû pêşîya tevrabûnên li Dêrsimê bigire, usa dida xuyakirin, ku kuştina berdevkên tirka xudêgiravî “karê hundur” yê kurda ye, ku rûyê dijberîya di nav hevdu da bûye(16).

Bona berbendkirin (pêşîlêgirtin) û fetisandina her serhildaneke biçûk, Sitembolê welîyê Kurdistanê yê bi taybetî kivş kir – Îsmayîl Heqî paşa. Gelek êkspêdîsîyonên eskerîyê yên li Botanê, Cizîrê, Hekarîyê bi navê wî ra girêdayî ne. Eskerên Împêratorîya Osmanîyê bi hovîtî tevgerên azadarîyê di nava xwînê da dimewicandin. Piranîya binecîya bona serê xwe xilas bikin, mecbûr dibûn di çiya da xwe biparêzin.

Rewşa gelên Kurdistanê bi wê yekê va jî xirab dibû, gava ku ew ne tenê di destê hukumdarên derebegên Îranê û Împêratorîya Osmanîyê, lê herwiha yên Îngilîs jî dibûne wek leyîstokan, yên ku dixwestin hukumê xwe li Rohilata Nêzîk û Navîn da testîq bikin. Ew yek dema xebata komîsyona ji bo safîkirina pirsên ser sînor yên Tirkîyê û Îranê da ferih dihate ber çava, ku piştî şerê Qrîmê carek din destbi xebata xwe kir. Sala 1865a ew komîsyon wênekişandin û kivşkirina sînorên dewleta di navbera Tirkîyê û Îranê xilas kirin, ku carna dibûne sebebê nerazîbûna di navbera wan da. Piştî demekê ji alîyê dayîrên xerîteamadekirinê yên Îngilîs û Împêratorîya Rûsîyayê da xerîta xeta sînor ya 20-40 mîla hate hazirkirinê. Nave “mînanî hev” li wê xerîtê kirin.

Xerîta “mînanî hev” raberî hukumetên wan dewleta kirin, ku kar û emelên wan li wan dera hebû. Bi zordayîna dewletên mezin sala 1869a di navbera Împêratorîya Osmanîyê û Îranê da peyman girêdan, ku hetanî bi temamî helkirina pirsê, gerekê li ser sînor rewş bi wî awayî be, wek ku heta niha heye(17). Hukumeta sultanîyê bi her awayî derdikete dijî wî cûrê “helkirina pirsê”. Lê piştî gelek serêşandina û menîgirtina dîwana Tirkîyê mecbûr ma pêşnîyara derheqa şandina komîsyona nû ya sînorkivşkira li çend navçeyan qebûl bike. Bi nûnerên Îranê û Tirkîyê ra tevayî konsûlê Îngilîs li Bexdayê Kêmpbêll û casûsê eskerîyê(18) yê Rûsîyayê li Sitembolê Zêlyonîy jî tevî wî karî bûn.

Vê dema karkirina komîsyonê da Îngilîs her daxazên Împêratorîya Osmanîyê bi cîh dianîn. Ev yek bona wê bû, ku komên Brîtanîyayê yên serokatîkir dixwestin hevalbendê xwe yê bi hev ra nava şêr da bûn – Tirkîyê, derxe dijî Îranê.

Gilî ne tenê derheqa wê piştgirîya dîplomatîyê bû bona Împêratorîya Osmanîyê, ku di wan nameyan da dihatine ber çeva, ku Londonê û Pêtêrbûrgê ji hevdu ra nivîsandine, an jî dema li komîsyona sînorkişandinê da wextê enenekirina pirsên hucet da rû didan. Gilî herwiha derheqa alîkarîya matêrîyalî ya konkrêt da bû, ku hukumeta Brîtanîyayê hema wî çaxî dida Tirkîyê, gava nûnerên wana hewil didan (ew jî bi rû va) nerazîbûnên Tirkîyê-Îranê çareser bikin.

Ew alîkarî, ji bo nimûnê, dayîna çek û cebirxanên Îngilîs bûn ji bo eskerên tirka. Zabitên Brîtanîyayê eskerên tirka fêrî şer dikirin, lê gelek ji wana jî serkarî li desteyên ordîya Osmanîyê dikirin, di nav wan da wan desteyan jî, ku navçeyên miletên din zevt kiribûn û xudêgiravî haya komîsarên brîtanî ji wan yeka tunebû.

Sîyaseta vî awayî wî çaxî ferih û zelal dihate ber çava, gava pirsa here sereke – pirsa navça Kotûrê dihate meydanê. Hukumeta Tirkîyê, ku ew navçe sala 1848a bi bêzagûnî zevt kiribû, rast e, eskerên xwe piştî ku sertbûna rewşê hinekî sist bû ji wira derxistin jî, lê dîsa jî ew hesab dikir milkê xwe û şikyatên Îranê û “dewletên navçîgar” bendî tiştekî hesab ne dikirin.

Bi destpêbûna karê ji bo kişandina xeta sînor pey şerê Qrîmê ra dîwana Osmanîyê sala 1862a careke dinê eşkere navça Kotûrê zevt kir. Serbazê Îngilîs Frêdêrîk Mîllînhêm dema dagîrkirina Kotûrê serokatî li eskerên Tirkîyê dikir, yê ku bin navê Osman Seyfî beg qulixî Împêratorîya Osmanîyê dikir. Wek ku Mîllînhêm bi xwe di nava bîranînên xwe da nivîsîye, menîya wê zevtkirinê ew bû, ku “li ser wî perçê sînorî giring yê Tirkîyê-Farizistanê qeyde-qanûna biparêzin”(19), ji ber ku rewş di navbera Îranê û Împêratorîya Osmanîyê da hîn xirabtir bûbû.

Ne hewce ye bêjin, ku ew zevtkirin ne tenê alî pakkirina pêwendîyên Tirkîyê-Îranê ne kirin, lê herwiha ew xirabtir bûn. Û dagîrkarên Brîtanîyayê hema xût ew yek dixwestin, lê bi zar-ziman xudêgiravî piştgirîya hilanîna nerazîbûna di navbera wan da dikirin, lê di rastîyê da dixwestin ew pêwendî xirabtir bin ji bo sistkirina welatên Rohilatê, bona wê yekê, ku firsenda wan hebe bikevine nava karên wanî hundur, daxaza xwe bi situyê wan va bialînin.

Rûsîya padşatîyê jî, hilbet, derheqa pakkirina rewşa welatên Asîyayê da kêm difikirî. Nûnerên wê, mînanî yên Îngilîs, tevgelîya xwe di nava komîsyona navnetewî da bi kar dianîn bona berevkirina înformasyonên cihê-cihê. Nûnerên rûs di civînên komîsyonê da piranî pişta Îranê digirtin, usa dikirin, ku ew di wan hinek pirsa da bi ser keve, yên ku bona armancên sîyasî yên Împêratorîya Rûsîyayê li Rohilatê dest didan.

Qet xema endamên komîsyonê nîbû, ku rewşa miletên Îranê, berî gişka ya kurda, xirabe.

Herdu peymanên Erzurumê (yên salên di 1823a û 1847a da) daxaz û rewacên eşîrên kurda, ku piranîya binecîyên ser sînorên Tirkîyê-Îranê bûn, piş guhê xwe va davîtin. Li hinek dera cîyên zozanên eşîrên kurda û cîyên derbazkirina zivistanê li herdu alîyên sînoran bûn. Ew qanûna, ku filan an bêvan eşîr dikare bi reza dilê xwe wetendaşîya her welatekî hilbijêre, ne dihate bikaranînê. Kurd ne dixwestin bibine dîl û qûlê wan zagûna, ku erf-edet û deba wan ya bi sedsala nuxsan dikirin, ew derdiketine dijî vê yekê, carna jî şerê çekdarî dikirin. 

Çavkanî:

  1. Derheqa karkirina F. R. Çêsnî da binihêre: “Life of General F. R. Chesney, by his wife and daughter”, ed. by Stanley Lane-Pool. London, 1885; “Dictionary of National Biography”, vol. X, London,1887, pp. 196-197.
  2. Tenê sala 1871ê Çêsnî ra li hev hat, ku komîteya palata rêxistina ya taybetî begemîya xwe bide projeya riya hesin ya rex çemê Feratê. Lê ew kar piştî wê berdewam ne bû: Kanala (neqeb) Sûezê, ku wan dema hatibû çêkirinê, têra rewacên Împêratorîya Brîtanîyayê ya bazirganîyê-sîyasî û eskerîyê li Rohilatê dikirin.
  3. H. F. Tozer, Researches in the Highlands of Turkey, vol. I, p. 387.
  4. J. L. Farley, Modern Turkey, p. 194.
  5. Arşîva sereke ya Gurcistana Sovyet, fond 15, dokûmênt 2, belge 42-43. Malûmatîya konsûlê sereke li Tewrêzê baylozê Tehranê ra, ya çileya paşin sala 1873a.
  6. Hema li wir, belge 43.
  7. ASDR, Sankt-Pêtêtrbûrg, arşîva sereke, 1-9, sal 1880. dokûmênt 29, belge 48-49. Malûmatîya Yê. P. Novîkov ji wezîrê karên der N. K. Gîrs ra ya 27-ê çirîya paşin / 9-ê çileya pêşin sala 1880î.
  8. ASDR, fond 30, dokûmênt 732, belge 40. Malûmatîya konsûl ji baylozê li Sitembolê ra, ya 28-ê sibatê sala 1873a.
  9. Hema li wir, belge 41.
  10. W. M. Ramsay, Impressions of Turkey during twelfe year’s wandering, p. 115.
  11. ASDR, fond 30, dokûmênt 791, belge 2-3. Malûmatîya N. Obêrmîllêr ya 24-ê sibatê sala 1876a.
  12. Hema li wir, belge 3.
  13. Binihêre malûmatîya konsûlê rûsa li Erzurumê ya ji bo baylozê Sitembolê, 17-ê tîrmehê sala 1875a (P. Î. Avêryanov, Kurd di şerê Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra…, rûpel 71).
  14. Hema li wir, rûpel 160.
  15. Hema li wir, rûpel 72. Malûmatîya konsûlê rûsa li Erzurumê ya ji bo baylozê Sitembolê, 27-ê çirîya paşin sala 1875a.
  16. Hema li wir, rûpel 81. Malûmatîya Voînov ji Erzurumê li barêgeha navça Kavkazê ya eskerîyê ra, 24-ê adarê sala 1876a.
  17. G. N. Gurzon, Persia and the persian question, p. 569.
  18. Attaşeyên eskerîyê yên Împêratorîya Rûsîyayê li welatên dereke ra bi fermî digotin casûsên eskerîyê.
  19. F. Millingên, La Turquie sous la regne d`Abdul-Aziz (1862-1867), p. 13.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev