Eyda Xidirnebî pîroz be!

Eyda Xidirnebî pîroz be!

Harun Hevî, rojnamevan

Weke tê zanîn Kurdên Êzdî di aliyê olî de jî dewlemend in, bi taybet gundê kurdan ên li mentîqa Elegezê li Ermenîstanê, ku li wir 11 gund hene, bi çand, huner û kevneşopiyên xwe ên Kurdî dijîn û dimeşînin. Bi taybet ez çûm gundê Derikê, lê li wan 11 gundan piranî tê pîroz kirin, ev gundane zêde li ser hev in û hemû nêzî hev in.

Van rojan jî civaka me ya Kurdê Êzdî cejna Xidirbenî pîroz kirin û bi coşî jî Kosegeldî digerandin. Ez weke rojnamavanekî çûm gundan, min serdana gel kir û min cejna wan pîroz kir. Min şahiya wan bi wan re parvekir û şopand.

Ez dixwazim hinek çavdêriyên xwe bi xwendevanên me re parve bikim û fikira xwe bêjim. Min dît ku çanda civaka me ya Ezdî çandeke resen û paqij e. Di nav çanda gelê me de çandeke gelek hêja ye û bi çand û kevneşopiyên bav û kalan bi coşeke mezin pêşve dibin. Biçûk, mezin hemû ji dil û can tevlî wê coşê dibin.

Me dît ku piştî nîvro jî ciwan û mezin, zarok, dayîk û bav hemû bi ahengekî dest bi amadekariyê dikin. Lê belê amadekarî hêdî hêdî ber bi dawiyê ve tên. Dema em çûn wir, em bi coş pêşwazî kirin. Me silav da wan û me cejna wan pîroz kir.

Min pirsî; ka amadekariyên lîstika Kosegeldî li kîjan malê tê kirin? Gotin îsal em 8 kom wê derkevin nav gunda û emê mal bi mal bigerin. Lawik dan pêşiya me û em birin mala ku wê destpêkê herin koma mezinan bibînin.

Em çûn me silav da endamê koma mezinan, camêra em bi keyfxweşî pêşwazî kirin. Rabûn cilên xwe yên kosegeldî li xwe kirin û zarokê wan jî hatibûn li wan temaşe dikirin, ku bavê wan çawa çanda wan ya bav û kalan amade dike. Me jî bi wan re hûr hûr şopand. Dayîka malê mêrê xwe bi cilên jinan yê ku li mêra dikin û weke bûka serê salê tê qebûl kirin dixemiland, û ji me ra got: “Pêwîst e dayîka malê wê bûkê bixemilîne.”

Me ji dayka malê pirsî, me got; dayê ka ji me re bêje ev tê çi wateyê û ev çand ji kîjan demê ve heye? Dayîka malê wiha bersiva me da: “Ez baş nizanim lê ji bav û kal, dayîk û pîrikê me ve ji me ra maye û em jî vê çandê dişopînin û niha jî em derbazî zarokê xwe dikin û paşê jî zarokê me dê zarokê xwe fêr bikin. Lê em baş nizanin mezinên me ji me re wiha behs dikirin, digotin ev cejin û ev kosegeldî tiştekî wiha ye; wê vê êvarê Hizretê Xidirnebî were malan û wê mirazê kî/kê çi hebe, wana bîne sêrî. Her mal û her ocax pêwîst e vê şevê dua bike ku duayê wan were qebûl kirin. Em totika şor jî amade dikin û keça malê a bekîre jî ji wê totikê hinekî dide birayê xwe ku ew jî bixwe û paşê li ser razê ku têhn bibe. Di xewê de gerekê keçikek were xewna wî û avê jê re bîne, ew xort wê avê vexwe, ew keçika ku av dayê wî, Xwedê wê mirazê wan qebûl bike. Ji ber wê yekê ye ku ev Cejna Xidirnebî Cejna Miraza ye.

Dû ra min ji dayê pirsî ev kosegeldî çiye û di vê Eydê da tê çi manê?

Dayê got ku ev kosegeldî ji bo wê ye ku Xidirnebî were malên milet, hemûyan bigire û her kes şabe, kose di nava gel de digire û bi def û zirne govendê digirin. Xeberê didin xelkê û xelk jî geşta xwe dide wan. Ev kosegeldî wextê tên ber derî, ew dibêjin;

Serê salê, binê salê,

Kosegeldî û Xidirnebî hatin ber derê malê,

Xwedê lawikekî bide kevaniya vê malê

Kevaniya malê jî kêfxweş dibe, geşta wan dide û ew kom defê û zirnê lêdidin û bi hev re govendê digirin. Ev kom li tevayiya gund digerin, mirazê gundiyan wê şevê belav dikin. Em her salê li vê cejnê sê rojan rojiya Xidirnebî digirin û em amade dibin ku vê salê cejna me baştir derbaz be. Em totika şor çêdikin, em xwarinên xweş çedikin, qurbana salê ji bo Xidirnebî serjê dikin, her kes, biçûk û mezin hemû cilên xwe li xwe dikin û li benda kosegeldî disekinin ku kosegerdî were mala wan, miraz bîne. Ev jî cejna mirza ye, bila Xwedê mirazê we hemûyan û yê me jî bi we re pêk bîne.

Me jî heta dawiya şevê mal bi mal şopand û em ketin mala, cemaeta me gelekî bi kêfxweşî cejin pîroz dikirin û geşta komê didanê. Her dayîkê dema ku kom pêşwazî dikir û geşta wan dida, oxir dikir, ev dua dikirin; Xwedê tu mirazê wan ciwanan bi dilê wan bikî, Xwedê tu ji miletê me re salek bi bext û têr û tije bibexşînî, Xwedê tu miletê me li ser topa cîhanê biparêzî, Xwedê tu wan keç û xortên me li serê çiya biparêzî û wan kesên di zindanan de jî biparêzî, Xwedê tu vê salê ji bo gelê me bikî salek aşitî û azadiya gelê me, bila ev cejna Xidirnebî li hemû gelê me pîroz û bimbarek be. Ji ber ku ev cejin, cejna mirazê ye. Mezinan gotiye; ev meh meheke wiha ye, ku nîvê zivistanê ye û Xidirnebî tê hewara milet û dibîne milet di zehmetiyê de ye, tê hewara milet, bona hêviya milet xurt be û heta biharê pak bijîn.

Em di nav gundan de geriyan. Me şahî bi gel re pîroz kir û em diketin kîjan malê wê malê bi biçûk û mezinan va em pêşwazî dikirin û xêrhatina me dikirin. Diketin destê kose û kose û bûka bang dikir digot: “Serê salê, binê salê, kosegeldî û Xidirnebî hatin derê vê malê, Xwedê lawikek bide kevaniya vê malê“, def û zirne lê dida û hemû kesê malê bi hev re diketin destê hev û govend digirtin. Paşê kevaniya malê pere dida wan û digot: “Berê ne wiha bû, me geşta wan savar, nan, fekî, mirîşk dida. Lê niha pere dixwazin. Berê cil û berkê bûkê hemû Kurdî bû û bûkek bû, lê niha kirine du bûk û yek cilê wê kurmancî ye, yek jî cilê wê weke forma biyaniyan e. Gelekî hatiye guhertin çebûye”. Piştre koman gera xwe xilas kirin û çûn di malekê da rûniştin geşta xwe bi hev re parve kirin û hev re pîroz kirin û çûn mala xwe.

Sibehê jî gundî rabûn xwe amade kirin û çûn mala Şêx, Cejna Şêx pîroz kirin û li mala şêx sifra xwarinê amade bû, her kesî di destê xwe de çi anîbû danîn û derbazî cihê stêr bûn. Stêr tuwaf kirin û derbazî ser sifrê dibûn. Xwarin xwarin. Pişt re Şêx ji bo hemû mêvanan dua kir û got: “Xwedê tu ji bo mirîdxanê rehmekî bi bereket û salek bi qedir û miraz bexşîne. Em ji wê Cejna Xidirnebî li civaka me ya Êzdî û li gelê Kurd pîroz dikin“.

Wêne yê Besa Peyale Cafarovayê ye

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev