Dimdim – xanê kurdan – 1

Dimdim – xanê kurdan – 1

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema heftêûheyştan me ji pirtûka “Folklora kurmancîyê”, ku sala 1957an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê beşa pêşin a berhemeke êpîkîyê ya bi sernavê “Dimdim – xanê kurda” raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 78

Xurmîne, ha xurmîne

Qesta xanê Çengzêrîne

Ew jî raste, derew nîne.

 

Xan mêvanekî xweyî nenase

Bû mêvanê şah Abase

Ewî dayê kêr, almase.

 

Xan mêvanê derodere

Bû mêvanê şah Qecere

Ewî dayê kêr û kembere.

 

Xan sibekê zû rabûye

Ha, ha zû rabûye

Qesta qonaxa şah kirîye.

 

Şah qonaxê derketîye

Go: -Herê xano, te çi mirazîye,-

Ewî mirazê xwe xwestîye.

 

Go: -Ez heft sala qaweçî bûm

Bide min revoçîyê hespane,-

Şah revoçîya hespa dayê.

 

Xan hespê xwe teriqandin

Çiya û banîya gerandin

Devê behra diçêrandin

Xan wêderê berek dîye

Wî berî heyrî maye.

 

Xan dî şivanek wêderê bû. Çû cem şivîn. Şivan raza bû. Go: “Guneye”, dey lê ne kir, go: “Bira xewa xwe hilîne, em tevayî bixun”. Şivîn tasa xwe tijî şîr kiribû, bilûra xwe danîbû ser tasa şîr. Xan dî mêşek bêvila şivîn derket, çû kete qula bilûrê, ji wê derket, çû kete wî kevirî (berî). Careke dinê lê nihêrî mêş vegerîya hat kete pozê şivîn. Şivan hişyar bû, gote xan, go:

-Te çima dey li min kir? Ez razabûm.

Xan gotê: -Mêş kete bêvila te, tu hişyar bûyî.

Şivan got: -Min xewnek dît!

Xan go: -Xwedê xêrke, te çi xewn dît?

Ewî got: -Min dît ez ber behra Sipîra, pira Heftçevîra derbaz bûm, çûm ketime wî berê tu lê heyîrî bûyî. Min usa xizne dît, ne karê aqilane.

Xan lêkire derew, got:

-Te ji minra got, kesîra nebêje, wê li te bikenin.

Ewî jî go: -Wekî xelq min nekenin, ez nakime xeberdan, ji kesekîra nabêjim.

Ewî pezê xwe bir, yê din jî hespê xwe bir.

 

Xan hespê xwe teriqandin

Cerdeke giran derketîye

Wê revoyê şah xistîye

Ne heware, ne gazîye.

 

Xan dû wê cerdê ketîye

Siyarek ji wê cerdê girtîye

Li hespê wî siyar bûye

Sîlihê wî hilanîye

Li wê cerdê kir gazîye.

 

Go: -Ew talanê bêxweyîye?

Ewî û cerdê li hev xistîye

Pêncî mêr ji cerdê kuştîye

Pêncî exterme jê girtîye

Milekî xan firîye

Heyata şahda danîye.

 

Şah qonaxê derketîye

Ecêveke giran çevê xwe dîye

Go: -Ev çi bazirgane heyata min danîye?

 

Go: -Xan hespê xwe teriqand

Cerdeke giran derketîye

Wê revoyê şah xistîye

Ne heware, ne gazîye.

 

Xan dû wê cerdê ketîye

Siyarek ji wê cerdê girtîye

Li hespê wî siyar bûye

Sîlihê wî hilanîye

Wê cerdê kir gazîye:

 

Go: -Ew talanê bêxweyîye?

Ewî û cerdê li hev xistîye

Pêncî mêr ji cerdê kuştîye

Pêncî exterme jê girtîye

Milekî xan firîye

Heyata şahda danîye.

 

Şah go: -Bikin, bilezînin

Qursê zêra ji mal derînin

Nav legana bihelînin

Milê xanê min bikişînin.

 

Ewan kirîye, dilezandin

Qursê zêra mal înandin

Nav leganada helandin

Milê xanê wî kişandin.

 

Milê wî bû xûn û goşt. Ji wê şûnda şah ew kir serkarê mala xwe. Tas-mertala guhê fîl jî aylixa wî dayê. Wê şûnda navê wî kirin Xanê Çengzêrîn.

 

Xan sibekê zû rabûye

Ha têcîbê zû rabûye

Qesta qonaxa şah kirîye

Şah ji qonaxê derketîye.

 

Go: -Herê xano, te çi miraz?

Ewî mirazê xwe xwestîye

Go: -Serê şahî, bavê şahî

Tu bide min qedera çermê gahî

Xwera bikim sitar, avayî.

 

Şah gotê: -Tu avaya çê meke

Gêjê dora min û xwe neke

Kêvir li kêvir zêde meke.

 

Şah li ser sozê wî çermê gê dayê. Xan çermê gayê Pêl bir kire avê.

 

Ew çerm çermê gayê Pêle

Ew xanekî fenî-fêle

Hûrik-hûrik kir du hêle

Girtîye deşt û newêle.

 

Xan sibekê zû rabûye

Ha têcîlê zû rabûye

Qesta qonaxa şah kirîye

Şah ji qonaxê derketîye

Go: -Herê xano, te miraz çîye?

 

Ewî mirazê xwe xwestîye

Go: -Serê şahî, bavê şahî

Deste pale jê xwestîye.

 

Şah wê deste pale daye

Go: -Kuro, bikin, bilezînin

Sêsid paleyî xanra bînin.

 

Ewan kirî, dilezandin

Sêsid pale wan înandin

Ser xanê kurdada şandin.

 

Xanê kurda ketîye rêye

Sêsid pale daye pêye

Ser xizna xweda hatîye.

 

Xanê kurda çî cindîye

Pêşîya palê xwe ketîye

Ser xizna xweda hatîye

Hingê xizne deranîye.

 

Ha rikinê kelê jê çê kir

Xanê kurda yeke çi kir

Sêsid pale verê kir.

 

Ew Memûdê Melekanî

Ew emînê mala xanî

Xan bawerîya xwe pê anî

Pizka xirab bê serê zimanî.

 

Xanê kurda tu li beranî

Te ewil çêkir gere-kanî

Rikinê kelê vederanî.

 

Xan sibekê zû rabûye

Qesta qonaxa şah kirîye

Şah qonaxê derketîye

Go: -Herê xano, te miraz çîye?

 

Ewî mirazê xwe xwestîye

Go: -Serê şahî, bavê şahî

Ew palengê te duh dayî

Şevê dinê direvîne

Qe şuxulek minra nekirine

Tu axçe pere nebirine.

 

Go: -Kuro, bikin, bilezînin

Pênsid pala xwera bînin

Ser xanê kurdada bişînin.

Xanê kurda ketîye rêye

Rêda pênsid pala daye pêye.

 

Xanê kurda çî cindîye

Pêşîya palê xwe ketîye

Ser kela xweda dihatîye.

 

Dimdim hate li ber qatê

Pênsid pale lê dike satê

Ew çêdike cîyê selewatê.

 

Dimdim hate ber pestinê

Pênsid pale lê ketinê

Ew çêdike cîyê mirinê.

 

Dimdim hate devê dolê

Pênsid pale lê dike şolê

Ew çêdike cîyê xurdolê.

 

Dimdim hate ber vedanê

Pênsid pale girt berdanê

Ew çêdike cîyê meydanê.

 

Xan wê kela xwe çêkirî

Heft roj nînin, heft şevanin

Heft şev nînin, heft mehanin

Heft meh nînin, heft salanin.

 

Xan wê kela xwe çêkirî

Xulam-xizmetkarê xwe xelatkirî

Ha ser malêda rêkirî.

 

Ma Memûdê Melekanî

Ew emînê mala xanî

Xan bawerîya xwe pê anî

Pizka xirab bê ser zimanî.

 

Xan go: -Lê dayê, lê, lê dayê

Bike nimêje ji duayê

Go: -Kurê min xweş kelaye, te çêkirî

Xweş hevraze, te çêkirî

Herçar beden qusaskirî

Binê wênê pola kirî

Serê wênê mifriqkirî

Tu were, tu xwe ber derba kêfir negirî.

 

Xan go: -Bînin topa mezine

Topçîyê topê wê topê gazine.

Ew davêje birca bine

Nafirîne yek bazine.

 

Go: -Bînin topa devbirî

Topçî wê li topê dixurî

Axçe ji kelê qe nefirî.

 

Go: -Bînin topa biçûke

Derê wê mîna duçîke

Ew êvarda zûke-zûke

Ew davêje birc û sûke

Nefirandîye yek neynûke.

 

Go: -Bînin topa engelê

Ew davêje birca kelê.

 

Xan avîte kelê hezar gulle

Tobe, warê lê ket – yek dilope.

 

Berfê li çiya dilîlîne

Baran deştê direşîne

Xan bazirganbaşîya dişêlîne

Mêrê kotî diqelîne

Mêrê çê digire, tîne.

 

Em herin ser qiseta palêd wî. Palêd wî çûn şeherê Tehranê xwera bazar kirin, Xelîfe hat, dêna xwe da meydanê, meriv dîtin, go: -Hûn çi tevane? We şeherê me kir bahayî, we nan baha kir, perçe lê baha kir?

Go: -Em xebatçîne, rêncberin, îsal heft sale me kela çêkirîye. Em pênsid pale bûne, me kela xanê Çengzêrîn çê kirîye.

Go: -Kela me çê kir, me rojê kelpîçek rast datanî, yek çep datanî, me zirîc diheland, berdida ortê, me singê pola ortêda dikuta.

Go: -Ew kela we jêra çêkirî, aylixa we çi bû, kêrhatina we çi bû, wekî we jêra ew kela çêkirî?

Ewan gotin: -Çiqas hoste hebûn, xelat kirin, wakî dinê – aylixa me destek mertalê ji guhê fîl yê zêr dida me.

Xelîfe rabû çû cem şah go:

 

-Xwedê ji te razîbe, ne tu xudantacî

Te kela da vî kurmancî

Serê me kirîye vî armancî

Em derxistin vî qiracî.

 

Şah gotêda:

 

-Xurmîne, ha xurmîne

Xan xulamekî emîne

Milekî wî kirîye zêrîne

Bawer meke pişt minda bibe xayîne.

 

Xelîfe hilda gote şah, go:

 

-Tu dibêjî piş minva nabe xayîne

Tu rabe kaxezekî minra bîne

Hubirê li kaxezê bireşîne

Gefa-gurra serda bişîne

Hergê kaxezê te hilanî

Tu lêxe, serê min bifirîne.

 

Ew kaxeza hatîye dere

Xan rabû, danî sere

Dêna xwe da kaxezda

Gef û gurr nivîsîne.

Rabû ew herdu qasidê kaxez anîne

Milekî yekî jê kir

Çevekî yekî kor kir.

 

Xelîfe rabû ser minarê, dêna xwe dayê çika qasid hatin, yan na.

(dûmayîka vê berhemê emê piştî heftêyekê çap bikin)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev