KURD DI NAVBERA DU ŞERAN DA – 2

KURD DI NAVBERA DU ŞERAN DA – 2

Şerên di salên 60-70î yên sedsala XIX da 

Me di 76 bernameyên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Wek ji pirtûka kurdzan P. Avêryanov ”Kurd di dema şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra (di sedsala XIX da)”, ku sala 1900î bi rûsî çap bûye, berhema zanyarî ya bi sernavê “Kurdistana Nû”, ku çend kurdzanên navdar bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne û bi rûsî çap kirine, ji 3 cildeyên berhemên zanyarî yên kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev, ku bi rûsî çap bûne.

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê ji pirtûka profêsor N. A. Xalfîn a bi sernavê ”Têkoşîn ji bo Kurdistanê” beşa duduyan a bi sernavê ”Di navbera du şeran da” raberî we dikin. Ev pirtûka zanyarî sala 1963an li Moskvayê çap bûye.

Piranîya van berhemên giranbuha heta îro jî bi kurdî çap nebûne, lê min ew wergerandine kurdî.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 77

Rewşa tevayî, ku dû kivşkirina sînorên Tirkîyê-Îranê li Kurdistanê çê bûbû, ji alîyê erdnîgarvanê (gêograf) rûs yê bi nav û deng M. Î. Vênyûkov da hate qîmetkirinê. Ewî nivîsîye, ku dema kivşkirina sînora “heqî û kara” dewletên Asîyayê hema bêje ser plana paşin bûn. Daxaza here sereke ew hewldana înglîsa bû, ku bi kîsî nuxsankirina Farizistanê erdê Tirkîyê bidne zêdekirinê, ji ber ku Îranê ra dest dida bin hukumê rûsa da bin, ne ku yê Îngilîs da. Ev armanca înglîsa bi ser ket, û temamîya axa dora Dicleyê, ku pirî-hindikî dihate bêcerkirinê, para Tirkîyê ket, û em vê yekê dikarin derheqa cîyê bi stratêgî giring da – Kotûrê, Qizil-Rabatê û yên mayîn da jî bêjin.

Di vê pirsê de fikra kurda heme-hema hilnedidane ser hesêb, lê nûnerê Tirkîyê elam kir, ku filan eşîret (yên koçera) yên wî ne, û gelek cara hema bi daxaza wan jî dibû. Rûyê van yeka da dîsa gelek cara li ser sînorê Tirkîyê-Îranê pevçûn dibûn û sala 1875a careke din cêribandin, ku bi destî komîsarên înglîs û rûs (Kêmpbêll û Zêlyonîy), ku bi nûnerên Tirkîyê û Farizistanê ra tevayî berevî Konstantînopolê bûbûn, sînor parvekin… Tiştekî ber çava ye,- Vênyûkov dawîyê dida kivşê,- ku ev komîsyon, wek yên mayîn, hîç tiştekî berbiçav ne kir û nikaribû bikira bona helkirina wê pirsê, li ku rola sereke pirsa kurda bû, yên ku bi her awayî dicedandin ji bin nîrê hukumdarîya farisa û tirka bifilitin. Ew pirs, wek xuya ye, wê hema usa jî bimîne, ji ber ku înglîs naxwezin axa dora Dicleyê bidne kurdên Îranê û nahêlin, ku Farizistan xwe bigihîne ber kenarên çêm”(20).

Vênyûkov li civîna Para Êtnografîyê ya Rêxistina Rûsîyayêye Erdnîgarîyê diha eşkere xeberda. Ewî 6-ê nîsanê sala 1877a li wira dokladek xwend derheqa kemala “pirsa kurda” di nava danûsitandinên navnetewî da. Îngilîs, ku Farizistanê dihesibîne wek “dîl û bindestê Rûsîyayê”,- ewî got,- dixweze milkê farisa ji Ferêt hetanî Dicleyê jê bistîne. “Axa kurda usa ji hev perçe-perçe bike, ku hukumdarîya Farizistanê li dor-berê kenarê Dicleyê neyê qebûlkirinê,- a ev e motîva sereke ya sîyaseta Brîtanîyayê, û ew, hilbet, kemaleke giring dide pirsa Kurdistanê û ew pirs dike pareke pirsa pir mezin – pirsa Rohilatê”(21).

Navekî çawa jî li filan an bêvan “pirsê” bikin, hemû bedbextîyên wê pirsê ra girêdayî diketine li ser milên xebatkarên reben û perîşan.

Lê rastîyê, “kesên sereke di vê pirsê da” – kurd, ji gişka pirtir ji destê dijîtîyên di navbera Tirkîyê-Îranê û sîyaseta dagîrkarîyê ya “dewletên navçîgar” da ziyanê diketin û zirar dikişandin, lê dewletên dagîrkar jî bin gotinên “daxazên binecîyan” cîyê xwe li wan dera “germ” dikirin. Nûnerên van dewleta bi şêx û derebegên kurda ra diketine nava pêwendîyan, ew dikirîn, helan didan ku rabine serhildana, ew jî wê demê, ku halê kurdên xebatkar ne tu hal bû.

Komên Îngilîs yên serokatîkir hewil didan halê sazbûyî bi kar bînin bona qewînkirina tesîra xwe li ser Tirkîyê. Derheqa vê yekê da konsûlê rûsa li Erzurumê N. Obêrmîllêr malûmatîyên gelekî hewaskar tîne. “Di pirsa kurda ya niha da,- ew elamî baylozê li Sitembolê N. P. Îgnatyêv kirîye,- rola sereke ne ku tirk, lê înglîs dilîzin”. Bal konsûlê Brîtanîyayê yê li vira,- Obêrmîllêr gotina xwe berdewam dike,- “malûmatîyên ji sedî-sed rast hene derheqa wê yekê da, ku dixwezin berxwedana kurda bi kokê va ji holê rakin…”. Bona vê armancê “navnîşên kurdên navdar” digihînine baylozê Îngilîs li paytextê Tirkîyê D. Êllîot, û ew jî hazirîyê dibîne wana ji Kurdistanê raqetîne(22).

Lê sîyaseta “bêserîkirina” eşîrên kurda, ku hukumeta sultanîyê bi hewildana Îngilîs pêk dianî, ne gihîşte mefayên, ku Sitembol û London hîvîyê bûn û hîç alî “rehetkirina” Kurdistanê ne kirin.

Dokûmêntên heyî yên salên 60-70î, sedsala XIXa, îzbatîyên rêwîyên cihê-cihê, wêneyên ku eşîrên kurda çawa ser sînor tevrabûn û pevçûn çê dikirin, derdiketine dijî dîwana cî, cezakirinên ji alîyê eskerên hukumetê da amadekirî, yên ku gundên kurda kavil û wêran dikirin, carna jî hîç “sûcê” binecîyên wan gunda tunebû jî, tîne ber çavê me.

Em çend nimûneyan bînin. Sala 1870î hukumeta Tirkîyê biryar derxist, ku nehêlin kurdên xantîya Ovacixê û Makûyê, ku wetendaşên Îranê bûn û kurdên celalî bûn, herine zozanên xwe yên li Tirkîyê. Dîwana sultanîyê de’w ji Tehranê kir, ku nehêlin celalî ji sînor derbaz bin. Lê hukumeta Îranê sala 1871ê “mecalên lazim pêk ne anîn,- konsûlê tirka şikyatê xwe bi vî awayî ber hevalbendê xwe yê rûs li Tewrêzê dikir”(23), û di wê salê kurd çûne zozanên xwe yên li Împêratorîya Osmanîyê.

Ji ber wê jî dîwana tirka eskerên xwe li ber sînor dane civandinê, bona pêşî li celalîya bigire, yên ku bi rêyên koçerîyê diçûne hilgêrê – zozanên xwe. Di rûyê pevçûnên di navbera eskerên tirka û kurdên koçer da, ji herdu alîya gelek xwîn hate rijandinê.

Havîna sala 1872a wî berê sînor eskerên Îranê hindava xweda agir li ser kurdên ji eşîra caf barandin, ku “nehêlin derbazî Farizistanê bibin”, û ew kurd gelek sala diçûne wan zozana. Û ew pevçûn jî bû sebebê gelek şehîda, him ji alîyê farisa, him jî, xwesma, ji alîyê kurda(24).

Em çend îzbatîyan jî bînin. Hukumdarê navça Makûyê ya ser sînorê Îranê – Têymûr paşa-xan elamî Tehranê kir, ku hukumeta Tirkîyê berê eskerên xwe daye kurdên ji eşîra osman-elî, yên ku şer tevrakirine. Cerda eskerên welîyê Bazîdê Muhemed Şefîq paşa bi top û tivinga bela koçerên wê malbetê da, milkên wan talan kir, pez-dewar dane pêşîya xwe û birin. “Koçerên Dîzêc-Erebê di navbera wan da bûn, û pez-dewarên wan jî birin”,- Têymûr paşa-xan ser gotina xweda zêde kir. Welîyê Bazîdê dema êrîşkirina li ser kurdên osman-elî,- bi gotina wî,- “nava şevereşê da xwe şaş kir û gundê Ovacixê yê li ser erdê Farizistanê jî kavil û wêran kir”(25).

Ev emelên dîwana Tirkîyê bûne sebebê sertbûna halê li ser sînor. Eşîra kurda ya ayremli hazirîya xwe dîtibû rabe şerê dijî osmanîya, lê eskerên şah zor li wan kirin û ne hîştin.

Di nîveka salên 70î ya sedsala XIXa da tabîya Îngilîs di pirsa derheqa sînorkişandina Tirkîyê-Îranê da rûyê rewşa navnetewî ya tevayî da hate guhastinê. Serhildanên li Bosnîyê û Hêrsêgovînayê yên dijî Tirkîyê (mehên sibat-tebaxê sala 1875a) ji alîyê gelên silavî yên nîvada Balkana da bi dilgermî hatine qebûlkirinê. Li Balkana “bîna” şerekî nû dihat.; Sêrbîya û Çêrnogorîya bi piştgirîya Rûsîyayê hazirîya şerê dijî Împêratorîya Osmanîyê dikirin.

Komên Brîtanîyayê yên serkarîkir, ku her tişt dikirin bona neyarê xwe yê li Rohilatê – Rûsîyayê bide sistkirinê, hewil didan Tirkîyê xurttir bikin, bloka dijî Rûsîyayê bi hêz bikin, Afxanistanê (di wê demê da gelek baylozên Tirkîyê çûne Kabûlê bona mîr Şêr Elî bînine hêla Îngilîs û Împêratorîya Osmanîyê) û xwesma – Îranê jî tevî wî karî bikin.

Ji ber wê jî li civînên komîsyona sînorkişandinê da nûnerên Îngilîs pêşnîyar û daxazên Îranê qebûl kirin. Komîsarê Rûsîyayê alîyê sînorkişandinê da Zêlyonîy ji wekîlê xwe yê Tehranê ra nivîsî, ku Îngilîs di vê êtapê da dixweze bighîje “lihevhatin û nêzêkîhevbûna” di navbera Tirkîyê û Îranê da, bona wana bi tevayî derxe dijî Rûsîyayê û ji ber wê jî dixweze hucetên ser sînor bi lezo-bez bêne helkirinê.

Lê, bi vê yekê ra tevayî, înglîsa dixwest, ku navça bi stratêjî giring – Kotûr di destê Tirkîyê da bimîne, ya ku dijî hevrapevketina berê bû. Lema jî wana planek pêşda kişandin, ku li başûrê sînor dewsa wê kompênsasîyayê bidne Îranê. Bi bawerîya Zêlyonîy, Rûsîya gerekê “berk li ser bingeha zagûnê be” û bi her awayî hewil bide, ku navça Kotûrê ya ji alîyê tirka da zevtkirî li îranîya bê vegerandin.

Bi vî awayî, pirsa derheqa Kotûrê da kemala giring dest anî. Ew pirs bona lênihêrandinê danîne ber Alêksandrê II. Têlêgrama gênêral Bartolomêy, ku ewî ji barêgeha eskerên Kavkazê ra şandibû, dane wî. Bartolomêy, ku ser gotinên Zêlyonîy hîm dibû, derdikete dijî pêşnîyara Îngilîs, ku Kotûr bira bin destê Tirkîyê da be û dewsa wê navçeyê hinek axên Mohemmerê û devtenga Farizistanê bidne Îranê. Ewî di vê pêşnîyarê da wê cêribandina Îngilîs didît, ku aminaya şah hindava Rûsîyayê pûç bike, lê ya sereke – hukumeta Îngilîs dixwest, ku tabîyên Împêratorîya Rûsîyayê yên eskerîyê-sîyasîyê li Kavkazê bide sistkirinê. Bartolomêy jî mînanî Zêlyonîy ser wê bawerîyê bû, ku bingeha peymanê ya esasî ew e, ku navça Kotûrê li Îranê bê vegerandin.

Ev fikir bi dilê padşê rûsa bû(28). Komîsarê Rûsîyayê di pirsên sînorkişandinê da sipartin sitand, ku di pêkanîna wê da bilezîne.

Bi vî awayî, pelepistûkîyên Îngilîs bi ser ne ketin. Hukumeta şah berk de’w dikir, ku eskerên tirka ji Kotûrê bêne derxistinê û ew navçe vegerînine Îranê. Wek bersîva wê yekê, dîwana sultanîyê destpê kir zordestîya eşîrên kurda yên li ser sînor kir û helan dida wana, ku êrîşî li ser axa Îranê bikin. Di rûyê wan şerletanîya da meha tebaxê sala 1876a taxbûra kurdên Tirkîyê ya 7-hezarê êrîş bire ser gundê Ûşnûyê (Farizistan) û ew talan kir(29). Cerdeke kurda ya mayîn ji Kotûrê berê xwe da gundên navça Xoyê û ew jî talan kir(30).

Hukumeta sultanîyê derkete dijî hemû şikyatên Tehranê, ku gunehkara ceza bike û ber zirara kişandî va heq bide. Ewê jî hindava xweda şikyatên mayîn dikir(31). Di wan dema da pevçûnên li ser sînor gurr û geş dibûn. Îran mecbûr ma bi nameyeke taybetî berbirî Îngilîs û Rûsîyayê bibe û di wê da hîvî dikir alî hilanîna nerazîbûnên di navbera Tirkîyê û Îranê bike. Bi vê yekê ra tevayî hukumeta Îranê eskerên nû dişandine ser sînor, lê li şêwrdarîya (civîn, berevbûn) karmendên Îranê yên derecebilind da pirsa derheqa bi tundî êrîşkirina li ser Împêratorîya Osmanîyê dihate lênihêrandinê(32).

Sebebê êgintîya (aktîvîya) Tehranê sertbûna pêwendîyên Rûsîyayê -Tirkîyê bûn. Çiqas diçû, diha pir “bîna” şerê di navbera Rûsîyayê û Tirkîyê dihat, û dîwana Rûsîyayê fikirîbû, ku dibe Îranê bîne hêla xwe. Baylozê Rûsîyayê li Sitembolê N. P. Îgnatyêv îdî di dawîya sala 1876a da ji Pêtêrbûrgê ra nivîsî, ku Îran dikare ji şerê di navbera Rûsîyayê û Tirkîyê karê keve, bona “ji heq-hesabê” Portoyê bê der(33). Baylozê şah li Sitembolê, bi belgeyên ji Tehranê sitendî, ber Îgnatyêv pêşnîyar kir peymana Rûsîyayê-Îranê ya ji bona bi tevayî dijî Tirkîyê berxwe bidin, amade bike(34).

Dîplomatîya Tirkîyê bi her awayî hewil dida, ku nehêle ew yekîtî çê bibe. Hukumeta Osmanîyê bi fermî ber Tehranê pêşnîyar kir, ku di nava demeke kurt da hemû pirsên Tirkîyê-Îranê yên nesafîkirî û problêmên heyî hel bikin(35). Lê dîwana sultanîyê badîhewa ber xwe diket: Împêratorîya Rûsîyayê ne dixwest, ku Îran eşkere tevî şerê dijî Tirkîyê bibe, ji ber ku ordîya Îranê sist bû û nikaribû alîkarîya berbiçav bide. Di alîkî mayîn va jî, tevbûna Îranê di nava şêr da, wê bona Împêratorîya Brîtanîyayê bûbûya bahane seba bikeve wî welatî. Rastîyê jî, li Pêtêrbêrgê pê hesiyan, ku konsûlê Îranê li Bexdayê hukumeta xwe pê daye hesandinê, ku bi gotina dîplomatê înglîs Rowlînson, eger Îran di şerê dijî Tirkîyê da bigihîje Rûsîyayê, Brîtanîya Mezin wê eşkere rabe şerê dijî Tehranê(36).

Di van şerta da netevbûna Îranê wê diha zef kar bida Rûsîya padşatîyê, ne ku tevbûna wê nava şêr da. Lema jî, hema xût pey wê yekê ra, gava Rûsîyayê dijî Tirkîyê şer îlan kir (12-ê nîsanê, sala 1877a), di nîveka meha gulanê sala 1877a sipartin dane baylozê Rûsîyayê li Tehranê Zînovyêv, ku elamî şah û wezîrên wî bike, ku hela dema bi eşkere tevbûna wan di nava şêr ne hatîye”(37).

Hukumeta Tirkîyê di rûyê serhildanên li navçeyên welatê xwe (li Balkana) yên bi kemala sîyasî-aborî giring da û ji carekê va xirabbûna pêwendîyên bi Rûsîyayê û Îranê ra, turuş ne dikir êrîşî li ser tevgerên kurda yên azadarîyê bike, di hêlekê va jî dixwest wana bi kar bîne nava şerê ku çiqas diçû giran dibû. Di nav vê rewşê da Împêratorîya Osmanîyê nikaribû zor li ser Îranê jî bike, ku bigihîje razîkirina daxazên şêx Ubeydulle.

Çavkanî:

  1. M. Vênyûkov, Şiroveyên pirsên navnetewî li Asîyayê,- “Nûçeyên Rûsîyayê”, cild 128, sal 1877, hejmar 3-4, rûpel 521-522.
  2. “Kurd û pirsa Kurdistanê”,- “Hevalbend di pirtûka da”, cild I, sal 1877, hejmar 2, rûpel 9-10.
  3. ASDR, fond 30, dokûmênt 732, belge 45-46, Malûmatîya N. Obêrmîllêr ya 28-ê sibatê sala 1873a.
  4. Arşîva sereke ya Gurcistana Sovyet, fond 5, dokûmênt 2602, belge 4. Malûmatîya konsûlê sereke li Tewrêzê Bêzabrazov ji serekê dêpartamênta Asîyayê, ya 2-ê tîrmehê sala 1872a.
  5. Hema li wir, belge 6.
  6. ASDR, Sankt-Pêtêrbûrg, arşîva sereke 1-9, sal 1874. dokûmênt 33, belge 96-98.
  7. Binhêre, ji bo nimûnê, L. N. Sobolêv, Rûpelên ji dîroka pirsa Rohilatê. Dijîtîyên di navbera Îngilîs-Afxanistanê da. Şiroveya derheqa şerê di salên 1879-1880î da, cild I, rûpel 7 û yên mayîn.
  8. ASDR, Sankt-Pêtêrbûrg, arşîva sereke 1-9, sal 1874. dokûmênt 33, belge 146-151. Raporta Zêlyonîy ya 10-ê tîrmehê sala 1875a.
  9. Hema li wir, belgeyên 171-172, Têlêgrama Bartolomêy ya 16/28-ê îlonê sala 1875a.
  10. Hema li wir, sal 1876, dokûmênt 23, belge 2. Malûmatîya konsûlê sereke li Tewrêzê Bêzobrazov ji bo serekê dêpartamênta Asîyayê N. K. Gîrs ya 14-ê tebaxê 1876a.
  11. Hema li wir, belge 5-7. Wergera şikyata wezîrê karên der yê Îranê ji bo nûnerê Tirkîyê li Tehranê, ya 30-ê tîrmehê sala 1876a.
  12. Hema li wir, belge 8-9. Bersîva şikyatekê ya nûnerê Tirkîyê, 31ê tîrmehê sala 1876a.
  13. Hema li wir, belge 22. Têlêgrama Şîmanovskî ji Tehranê ya ser navê A. M. Gorçakov. 20-ê îlonê sala 1876a.
  14. Dîsa li wir, belge 23-24. Têlêgrama N. P. Îgnatyêv ya 29-ê çirîya paşin/11ê çileya pêşin sala 1876a.
  15. Hema li wir, belge 42. Têlêgrama serekê dêpartamênta Asîyayê N. K. Gîrs ji bo baylozê Tehranê Zînovyêv ya 28-ê sibatê sala 1877a.
  16. Dîsa li wir, belge 46. Têlêgrama Î. A. Zînovyêv ji bo A. M. Gorçakov, ya 4/16-ê sibatê sala 1877a.
  17. Hema li wir, belge 52-53.
  18. Dîsa li wir, belge 116-119. Têlêgrama A. M. Gorçakov ji bo Î. A. Zînovyêv ya 14-ê gulanê sala 1877a.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev