Moskva: 4 leşkerên me hatin kuştin

Moskva: 4 leşkerên me hatin kuştin

Wezareta Parastina Rûsyayê eşkere kir ku li Suriyê 4 leşkerên wan hatine kuştin.

Di daxuyaniya wezaretê de hate eşkerekirin ku 2 leşkerên wan jî birîndar bûne.

Wezareta Parastinê bi daxuyaniyeke fermî bûyer eşkere kir û diyar kir ku 16-ê Sibata 2017-ê li nêzîkî bajarê Hûmisê, karwanê artêşa Suriyê bûye hingava êrîşeke bombeyî ku leşkerên Rûs jî bi vê komê re bûne. Di encama êrîşa bombeyî de 4 leşkerên rûs jiyana xwe ji dest dane, 2 leşker jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku hewla rizgarkirina leşkerên birîndar berdewam e.

Li gorî ragihandina çapemeniya kurdan, karwanê leşkerê dema ji baregeha hewayî ya Tiyasê ber bi Hûmisê ve diçû rastî êrîşa bombeyî hatiye.

Heta niha jî eşkere nebûye ka kuştî û birîndarên artêşa Suriyê hene yan na.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev