Radyoya Rewanê Xeber da – 1

Radyoya Rewanê Xeber da – 1

Welat Agirî

Bi qedandina şerê navbera Şah Ebbas û Yavûz Siltan Selîm re, Kurda nêzîkî sêsed salî bi ziman, çand û edetên xwe ve jiyana xwe domandin. Ew dem, demeke wisa bû ku, hêj dinya nebûbû wek hêkekê û Çiyayên Kurdistanê mînanî dîwarên hewşekê pêşiyê Kurdmanciya me û dû re jî Kurdbûna me diparast ku, divê beriya hertiştî ziman bihata parastin.

Xweseriya Kurda heya destpêka sedsala 19mîn dewam kiribû. Lê tiştê xirab ew e ku Kurd di wê demê de nebûbûn yek, hev negirtibûn. Her herêmek di bin serokatiya Mîrekî de bû. Çarna mîrekî dihajot ser yekî din, carna ji aliyê rojava ve Osmaniyan sîlek dida peleguha wan û car caran jî pehîneke bêxwext ji Farisan dixwarin.

Helbet Kurd nikaribûn bê yekîtî di wê erdnîgarîya bi xwînê dihat avdan de, xweser bimana û neman jî. Bi destpêka salên 1800î de şûrê zilmê berê xwe vegerandibû Kurdistanê. Babanzadeyan derba ewil xwar û dû re Bedirxaniyan û dû re Êzdînşêr, dû re Şêx Ûbeydûllah û dom kir û hê jî didome. Em dikarin bêjin ku yên herî zêde zilm û zordarî dîtin Kurdên Êzdî bûn. Kişandin, wana jî gelek kişand him ji dijminên xwe û him jî ji birayên xwe kişandin.

Ji ber zilm û zora Romê hinek ji wan di sala 1831î de welatê xwe pey xwe hîştin, ku ew malbat jî yek ji wan bû, berê xwe dan Ûristanê. Yên mayîn jî sala 1917an de dest bi koça duyem kirin. Ji bêgavî û neçariyê welatê xwe li pey xwe hîştin û bûn mêvanên cîh û warên nezan. Hin ji wan xwe avêtin Ermenîstanê, hineka xwe spartin Gurcîstanê û hinek jî derbasî Azerbaycanê û Turkmenîstanê bûn.

Ew derketin, lêbelê pey xwe welatekî kerr, kor û lal hîştibûn. Ji bo Kurda, êdî jiyan ne wek berê bû. Birastî gorî komara nû miletekî bi navê Kurd tune bû. Di zagona vê komarê de xala yekemîn Qedexe bû. Kurdistan qedexe, ziman qedexe, çend qedexe, xwendin qedexe, nivîsandin qedexe. Û welat hesreta Rojê bû, Kurdistan bûbû Tarîstan û herder tarî bû. Asîmanên hiş û mêjiyên Kurda, bi teniya nijadperestiyê dihat bûyox kirin. Em ji xelkê para mabûn. Gelan yek bi yek azadî dest dixistin. Cîranên Kurda roj bi roj pêş diketin. Derbasî elfabeyên nû dibûn, pirtûk dinivîsandin, stran û meselokên xwe qeyd dikirin, pîyes amade dikirin û hemû qadên jiyanê, atmosferên navnetewî de cîhê xwe digirtin.

Û Kurd…

Bindestî…

Weha nedibû, divê ew şevereş bi ronahiyê bihata belav kirin. Na na, divê dengek hebûya û wî dengî bi xwe re ronahî bianiya Warê Kurda. Dengek lazim bû ku Kurda ji xewa koletiyê rakira, dengek pêwist bû ku bi ava klaman hestên welatperwerî û zimanheziyê av da.

Lê Kurd ji hev dûr ketibûn, ji hev bêxeber bûn. Haya Kurdên Kurdistanê ji yên Xeribistanê tune bû. Me nizanîbû… Me nizanîbû ku ew birayên me ên hatibûn sirgûnkirin bi Kurdî elfeba çêdikin. Me nizanîbû ku ew Kurdên ku bi destê navheraman hatibûn kuştin bi Kurdmancî pirtûkan dinvîsin. Me nizanîbû ku ew birayên me ên ji deng û awazên welêt bêpar mabûn, bi hezaran klam û strana qeyd dikin.

Û ew dem hat… Dengekî efsûnî li Yêrîvanê olan dida. Deng gurr bû, fenanî ava derbiharê diherikî û bendên dagirkera ên bi qedexeyan hatibûn pêçandin ji kokê ve radikir. Vê carê şevereşê koç dikir û nikarîbû xwe ber vî dengî bigre. Ji Agiriyê bigre heta Rihayê, ji Qamişlo bigre heta Mehebadê, ji Hewlerê heta Laçînê…

Ev deng dengê Kurdên bê welat bû, ev dengê zimanparêzan bû, ev dengê wan kesan bû ku “du bavên xwe di axekê de binax nekiribûn”. Divê ev em awayekî hêsan nexwînin û derbas nebin û li ser hevokê du caran bifikirin. Gelo ew çawa dibûn xwediyên hêstên pîroz? Dê çêşît bi çêşît hesûdî, xirabî, kiretî, fetbazî, xwînrêjî û sirgûniyê bibînin lêbelê li xerîbistanê bo ziman û çandê jiyana xwe derbas bikin. Erê, ji bo vî karê Efsûnî 24 sal û 1700î zêdetir qeydkirina berhemên Kurdî. Ma gelo çend rewşenbîrên waha di civakê de hene?

Em têdighêjin ku ji bo mêr û mêrxas û zimanperweran herder welat e. Çil û çiya, deşt û zozan, mêrg û çemen ên Ermenîstanê bi Kurmanciya şîrîn gul vedan û bûn gulîstan. Haya sala 1957a dengê efsûnî para Yêrîvanê bû. Û bi sala 1957an ve qalik hat şkînastin, rêvebirê nemir ew deng gîhand çîn û maçîne.

Gotara me a duyemîn dê li ser rewşa Radyoya Rewanê a heya sala 1957an be. Heta gotareke nû, bimînin nava xêr û xweşiyê de.

Beşa vê gotarê a 2an sibê bixwînin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev