Salihê Min!

Salihê Min!

Devliken Kelogirî

Salihê min, di sala heyştê de ji dawa dêya min ket.
Te yê sûnd bixwara porê wî di ava zêr de dakiribûn;
nîvkurîşkî û zerekî zêrînî.
Çavên wî qahweyî, mijankên wî ne zêde dirêj, ne jî zêde kin,
di bin birûyên wî yên te yê sûnd bixwara ku bi qelemê çêkirine, mîna pelên ba lêxê, kil dibûn. Dişibiya berxê mîheke serzer.
Lê li dêya xwe neçûbû mixabin.
Bedewbûn û çelengbûna xwe ji bavê xwe wergirtibû, ku gelek jinan por bi ser bavê wî de spî kirin.
Ji zaroktiya wî diyar bû wê xwîngerm, bi heyecan û çalak be, Salihê min…

Û di salê heyştê de Kenan paşa dest danî ser hikûmetê. Got, “Anarşîzm bûye kurm û ketiye mejiyê dewletê; mejiyê wê dixurimîne…”
Agir bi pirêzeyê ketibû, ter û hişk bi hev re dişewitîn.
Lê armanc, tunekirina ruhekî netewî, ruhekî kurdistanî bû.
Û bi ser jî ket camêr.
Ne ruh hişt, ne kurd hişt, ne jî kurdistanîbûn…

Salihê min gulxekî bû, bi çarpîkan diçû êdî.
Û her ku dem derbas dibû şêrîntir, her ku dem derbas dibû, xweşiktir dibû.
Rêzêfîlmê Dallas dest pê kiribû salên ku Salihê min bi ser nigan ketibû.
Di her malê de televîzyon tune bû.
Û yên bê televîzyon xwe li yên bi televîzyon digirtin.
Her çend acizî û xweacizî hebûya jî, bi hev re îdare dikirin.
Ceyar neyar, Babî lehengê her malê bû.
Û me navê Salih danî Babî wê salê.
Lê Salihê me ji Babî jî xwînşêrîntir û bedewtir bû.
Ji wê çaxê diyar dibû wê bibe agir û dilê qîzan bide ber xwe, bişewitîne..

Kenan paşa mîna temaşevanekî li salona sînemayê rûniştî, vîskiya wî di dest de, ligel qahpikên bedew bi kêfxweşî li fîlmekî binêre, ji xwe re li belengaziya kurdan temaşe dikir û di bin simbêlan de dikeniya.
Li ser bêaqiliya kurdan qedehek li ser qedehekê noş dikir.
Rêxistinên ku xwedêgiravî armancyek, bûbûn neyarên hev û Kurdistan ji kurdan diparastin bi xwîna kurdan…

Di çardeh saliya xwe de dilê ewil girt, Salihê min.
Di warê dilgirtinê de li dêya xwe çûbû.
Wê jî di çardeh saliya xwe de dil xistibû bavê wî.
Xortekî bedew, çeleng, lîhevhatî û leheng.
Kevir ji ber meşa wî dipekiya.
Nav piyên wî fireh,
defa sînga wî mîna girê şêran,
awirên wî şêr ji ser nêçîrê vedigerand.
Û xwedan wêrekiyeke dînoke, wêrekiyeke dûrî aqilan bû, Salihê min.
Ji du tiştin hez kir Salihê min.
Govend û şer…
Heqê herduyan jî dida zalimo.
Di govendê de îman li dost û hezkiriyên xwe,
di şer de jî îman li neyarên xwe diçikand.
Gula dawetan bu Salihê min.
Yên di govendê de û yên ne di govendê de bala her kesî li ser wî bû.
Mîna meriv ji xwe re li lîstikeke şanoyê temaşe bike, bi kêfxweşî meriv li reqasa wî temaşe dikir.
Ji binê nigên wî heya temelika serê wî dihejiya
û dihejand nav dilê hevalên xwe.
Bi cizbê diket,
bi cizbê diketin keç û qîzên çav lê diketin…

Bi hezaran xort mirin, bi hezaran hatin êşkencekirin; li zindanan de bûn nîvînsan û bi hezaran jî li Biyanistanê bûn penaber.
Kurdistana ku her tim mirovatî û xweşbînî jê difurîya, êdî mabû ji kundan re ku li ser kavil û gorên kurdan dixwendin.

Salihê min di bihara herî xweş a temenê xwe de,
di bîst û yek salîya xwe de asê ma,
bi yek derbê.
Bi yek guleyê bîst û yek salên wî bû nefesek
û ew nefes bû leylan û ji ber çavan wenda bû.
Wek çênebûbe, wek hîç nehatibe dinyayê.
Bû xewnek û tenê car caran em hezkiriyên wî, wî di rengê kevokeke spî de dibînin.

Digotin her ku hûn me bikujin, em ê pir bibin.
Erê em pir bûn, lê em wek xwe man.
Me rabirdûya xwe baş bi bîr neanî û ji bo siberojê me gavên saxlemtir neavêtin.
Hîn û hîn em bi rik û gir û nefretê li hev dinerin.
Her şêxek xwedan komeke mirîd e û hemû kom jî di çavên hev de xayîn in.
Û Kurdistan dinale, ne ji ber zulma dagirkeran;
ji nezanî û xwelîseriya kurdên ku kurdî ji ber bêxîretiya wan ji ser zimanê wan bar kiriye.

Dagirkeran, bi xwîna Salihê min simbêlên xwe hine kirin.
Li hundirê çavên me nêrîn û badan.
Û wek Salihê min, bi hezaran pismam û dotmamên min bi Salihê min re dinalin nuha.
Ji her çar perçeyên Kurdistana min, keç û xort ji bo serfiraziya welatê min li serê çiyayên welatê min govend girtin,
lê me ne bûk dît, ne zava, mixabin.

Û sîh û pênc salan sîh û pênc hezar kanî xwîn herikî, da ku şîn û şên bibe demokrasiya tirkan!

Riataza

Derheqa nivîskar da

Devliken Kelogirî

Li zanîngeha Beykentê a Stembolê di beşa Sînema-Televîzyonê da dixwîne. Bi esilê xwe va ji Mêrdînê ye. Niha karê sînemayê û televîzyonvaniyê dike. Fîlmekî wî a bi navê "Xof" heye û herweha bi navên "Doxînsistîzm" û "Xwelîserîzm" du pirtûkên wî çap bûne.

Qeydên dişibine hev