Radyoya Rewanê Xeber da – 2

Radyoya Rewanê Xeber da – 2

Welat Agirî

Sal 1957, dil dixwaze bi tîpan jî binivîse, sal hezar û nehsed û pêncî û heft, çi saleke bimbarek û pîroz bû ew sal. Ronahî û germahiya salê zincîrên dagirkeran ên li ser çand û zimanê Kurda yek bi yek diheland. Dengê Rewanê bûbû bahozek. Ne qedexe û astengî, ne jî sînor û hudûd nas dikir. Êdî li Enqerê klam, li Şamê Çîrok, li Bexdayê destan û li Tehranê jî piyesên Kurd û Kurdmancî dihatin guhdarkirin. Radyoya Rewanê ji weşana testê derketiye û rêvebir hatiye guhertîn. Bi guhertina rêvebir ve şahî, serfirazî, bextewarî, jîn, jan, axîn, nalîn, derd û keserên gelekî bêkes, bi dengê dengbêja xwe dighîne mal û malbatên Kurda. Ka kî tune… Şeroyê Biro, Efoyê Esed, Bêmalê Keko, Sûsîka Simo, Belga Qado, Memoyê Silo, Reşîdê Baso, Aramê Tîgran, Şivanê Perwar, Zadîna Şekir, Memê Xudo, Aslîka Qadir, Fatma Isa, Mehmedê Mûsa, Egîtê Têcir, Şebabê Egît, Batalîkê Şîrin, sazbend Şamilê Beko, Xelîlê Evdile, Egîtê Cimo û gelekên din. Erê bi sala 1957an ve ji bo Kurdî demeke zêrîn dest pê dike. Lê em ê, di vê gotarê de, bi kurtasî rewşa Kurdî a beriya 1957an raxin ber çavan.

Împaratoriya Ûris di sala 1917an de, bi rêberiya Vladîmîr Lênîn, ji aliyê Bloşevîkan ve hatibû hilweşandin. Dû vê împaratoriyê, sala 1922an de, Sovyeta Sosyalîst hat avakirin. Kurd ji ber zilm û zora Romê ji welatê xwe derketibûn û ev yekitiya nû ji wan re bûbû mal, milk û stargeh.

Sovyeta Sosyalîst piştgirî da xebatên wêjeyî, çandî û hunerî. Yanî ew gelên di bin pergala Sovyetê de radyo vedikirin, rojname derdixistin, dibistan ava dikirin, pirtûk dinivîsandin… Feqet ji bo alikariya dewletê hin şert jî hebûn ku şertê sereke jî divê radyo û rojnameyan propaganda sosyalîzmê bikirana. Weşanên dîtbarî, sehekî û nivîskî di bin qontrola dewletê de bûn û ew weşanan gorî rê û rêbaziya dewletê dihatin domandin.

Karapêtê Xaço hevpeyvîneke xwe de lêv dike û dibêje ku sala 1955an de bona gotin û qeydkirina stranan ez çûme radyoyê, ema rêvebirê radyoyê Cesîmê Celîl, daxwaza min qebûl nekir. Sedem jî naverokê klaman de şer, kuştin, mêr, mêrxasî, rêberî, bûyer û serpêhatiyan Kurda hebûn. Temam baş e, propaganda çi dikin bila bikin, lê eger ev mijaran ji stranan bihatan derxistin ne Kurd dima ne jî Kurdmancî. Dû sal pey re, Xelîlê Çaçan dibe serokê Radyoyê û Karapêt teglîf dike, tîne studyoyê û hemî stranên wî qeyd dike. Kar, karekî dijwar bû. Divê riyeke wisa bihata teqîp kirin ku di wan şert û mercan de Kurd ji dengê Karapêt an jî ên dengbêjên din mehrûm û bêpar nemana. Û wisa jî bû; bîst û çar salên serokatîya Xelîlê Çaçan de rêvebiriyeke wisa hat kirin ku hezar û hefsedî zêdetir berheman Kurdewarî bûn mêvanên cimaetên Kurda.

Herçiqas propaganda sosyalîzmê hebe jî, ew derfeteke mezin bû ji bo Kurda. Rewşenbîrên kurd jî ew îmkanên dewletê dida wan gelek baş bikaranîn. Birastî ne bi tenê rewşenbîrên Kurd, rola ronakbîrên Ermenan jî mezin e. Bi tîpên Ermenî elfabeya Kurdî hat amadekirin û sala 1921an de li Ermenîstanê pirtûka fêrbûna Kurdî ya bi nave Şems tê çap kirin.

Damezrênerê alfabeya nû û nivîskarê pirtûka Şems, Hakob Xazaryan Ermeniyek zimanê Kurdî baş dizanî bû. Dibistana zimanê Kurdî ya yekem wê salê li Ermenîstanê, li sewîxaneya Eşterekê tê vekirin. Du sê sal pey vê dibistanê gundên Kurda de jî dibistanên bi zimanê Kurdî tên vekirin. Helbet ne tenê zarok, ji bo mezinan jî merkezên xwendin û nivîsandinê tên avakirin.

Kurda bi elfabeya tîpên Ermenkî heft sala perwerdahiya xwe domandin. Di sala 1928an de Îsahak Marogûlov û Erebê Şemo dest bi amadekirina elfabeke bi tîpên Latînî kirin. Bi yekê kanûna 1928an ve Dibistanên Kurda derbasî elfaba nû dibin. Ji xeynî Ermenîstanê ev elfabe heya sala 1938a, li Gurcîstanê, Azerbaycanê û Turkmenîstanê jî tê bikaranîn.

Ji bo mamosteyên ziman û wêjeya Kurdî bighêjin di sala 1931 li Êrîvanê Akademîya Perwerdehî ya Trans Kafkasya vedibe. Wek me jorê behs kir, ne tenê rewşenbîrên Kurd, ên Ermen jî bi zimanê Kurdî pirtûkan dinvîsin. Rûbên Drambyan û Hovakîm Margaryan ku herdu jî Ermen bûn û dîsa Îsahak Marogûlov ku ew jî Asûrî bû, bi zimanê Kurdî berhemên xwe dinvîsin. Salên 1929-1937an ên biber û berhemdar bûn ji bo wêje û çanda Kurda ku 70 hebî zêdetir pirtûk hatibûn çapkirin.

Dîsa di heman wextî de sala 1930î de li Yêrîvanê radyoyeke Kurdî di bin dezgeyên dewletê de dest bi weşanê dike. Di vê radyoyê de Heciyê Cindî û Zeyneva Îbo dixebitin. Herçiqas ji bo Kurd û Kurdî gaveke gelek girîng be jî, radyo lokal bû û xwe negîhand hemû Kurd û Kurdistanê. Vê radyoyê hebûna xwe heya sala 1937a domand. Bi pergel û sîstema nû a Stalîn ve hemû saziyên Kurda tên girtin. Yanî em dikarin bêjin navbera salên 1937 û 1955a de kar û xebatên çand û wêjeyî tên sekinandin.

Di sala 1955an de dewreke nû dest pê dike. Hebûna rewşenbîrên Kurda, ên wek Qaçaxê Mirad, Ûsivê Beko, Eliyê Ebdilrehman, Nado Maxmûdov, Mîroyê Esed, Xelîlê Çaçan Mûradov, wê zirar û ziyana salên 1937-1955 telafî dikin.

Radyoya Rewanê 15.02.1955an de dest bi weşana test dike û Cesimê Celîl dibe rêvebirê radyoyê û Eznîva Reşîd dibe bêjer. Ev weşana test ku di heftêyê da çend deqe bûn, du sal dikişîne. Lê wê demê de, dewlet her hefte kar û xebatên radyoyê qontrol dike. Bi tamambûna testê ve heyeta dewleta Sovyet kar û qeydên navbera du salan dinhêre, lêbelê dibînin ku qeydeke wisa nehatiye kirin û kêmasî jî gelek in. Dû re qirar didin ku rêvebir biguherînin. Êdî radyo ya testê nîn e û ji bo bijartina rêvebir jî hin krîterên wan hene. Divê serokê nû Kurdî, Ermenî û Rûsî baş bizane, zanîngeh qedandibe û endamê partiya komunîst be. Li gorî van krîteran Xelîlê Çaçan dibe serokê radyoyê û demeke nû dest pê dike.

Rêvebirê nû bîst û çar salên xwe di xizmeta gelê xwe de derbas dike û bi hezaran berhem ji mirinê tên xilaskirin.

Gotareke din de, em ê bimêzînin ka heya sala 1981î de di Radyoya Rewanê de guherînên çawa tên meydanê û Kurdên binavûdeng derbarê wan salan de çi ji me re dibêjin.

(dûmayîk heye)

Not: di wêne da sazbendên navdar Egîtê Cimo, Aramê Tîgran û yên din amadekarîya bona qeydkirina stiranên nû a stiranbêjên nû dikin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev