Rewşenbîrên kurd ên Sovyeta Berê: Divê PKK ji Şengalê derkeve

Rewşenbîrên kurd ên Sovyeta Berê: Divê PKK ji Şengalê derkeve

Siwar Bedirxan

Bas – Kirdarên PKKê yên li Şengalê û mayîna wê di rojeva rewşenbîrên kurd jî de ye. Komek rewşenbîr û hunermendên êzdî derbarê kirdarên PKKê yên li Şengalê ji heftenameya Basê re axivîn. Rewşenbîrên kurd aşkere dikin hebûna PKKê rê liber avadankirina bajêr digire û xelk jî nikarin vegerin ser malên xwe. Herwiha amajeyî serkeftina hêzên kurdî li Kobanî jî dikin û wê çendê destnîşan dikin ku çewan piştî rizgarbûna Kobanîyê pêşmerge jê derketin divê PKK jî ji Şengalê derkeve û rê liber xizmetguzarîyan negire.

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî, şêxa êzdîyan Baba Şêx, qeymeqamê Şengalê Mehma Xelîl û nûnerên partîyên sîyasî yên Herêma Kurdistanê bo derketina PKKê ji Şengalê bang li PKKê kirin lê heta niha PKK ji Şengalê derneketîye. Herwiha ew digel milîşên şîe yên Heşdî Şeibî kar dikin. Kirdarên PKKê hevpeymanîya wê ya bi Heşdî Şeibî û Bexdayê re nîgeranî bi raya giştî ya kurdan û rewşenbîrên kurdan re jî çêkirîye. Hunermend Aslîka Qadir, nivîskar Têmûrê Xelîl, sîyasetmedar û rewşenbîr, Vakîl Mustafayev, nivîskar Ezîzê Gerdenzerî, nivîskar Mirazê Cemal, nivîskar Letîf Brûkî ji heftenameya Basê re axivîn û aşkere kirin ku bo aramî û istîqrara Şengalê divê PKK ji Şengalê derkeve.

Hunermend Aslika Qadir: Divê Şengal biser Kurdistanê ve be

Ez ne sîyasetmedar im, lê gerek bêjim, wekî hebûna PKK li Şengalê xeletîyeka mezin e. Ew dibin asteng, ku Şengal bihête avedan kirin, ku êzdì venegerin malên xwe. PKK pêwîst e xwe biguhêre. Bê şert û merc Şengal gerek bikeve bin îdarêya Herêma Kurdistanê,  jiber ku Kurdistan dewlet e, û wê xema Şengalê bixwe. PKK nikare tiştekê bixêr bo kurdên êzdì bike, jiber ku ew bi xwe derbider in. Ez gelekî ditirsim ew êzdîyan ortê da bihêlin.

Nivîskar Temûre Xelîl: Armancên PKKê û êzdîyan ne yek e

Heta niha PKK ketîye kûderê, ew der hilweşîya ye, gel hatîye kuştin û koçber kirin. PKK ji welatekê derveyî Kurdistana Başûr, bi alayekê ku ne alaya Kurdistanê ye, hatîye Şengalê, pereyan ji dewletên dijminên Kurdistanê – Îraqê û Îranê distîne, bûye beşeka artêşa Îraqê û hewil dide Şengala Kurdistanê jê biqetîne û bike perçeyekî Îraqê. Bira PKK xwe û me nexapîne, ku ji perçeyekî welatê xwe hatîye perçeyekî din. Ji 20î zêdetir welatên ereban hene, qey hemû ereb rîya wan welatan kirine rîya kadiz, kengê bixwazin herin, çi bixwazin bikin? Kurdistan û pêşmergeyên qehreman hewcê alîkarîya wan nîne, hêza wan têrê dike ku perçeyekî welatê xwe biparêzin û li êzdîyan xwedî derkevin.

PKK çima ji Şengalê dernakeve? Ji ber ku armancên wê hene. Armancên wê çi dibin bira bibin, ew armanc û armancên başûrê Kuridstanê ji hev tam cuda ne, armancên wê û êzdîyên Şengalê jî ji hev cuda ne.

Serokê Kurdistana Sor Vakil Mustafaev: PKK bi Şam, Tehran û Bexdayê re kar dike

Kirdarên PKKê yên li Şengalê ne di berjewendîyên kurdan de ne. PKK li Şengalê digel Îranê û Iraqê kar dike. PKK nahêle sînorên Herêma Kurdistanê û Rojava bibin yek. PKK dijî yekîtîya kurdan e. Kareseteka mezin bi ser êzdîyan de hatîye, Serok Barzanî û pêşmergeyên Kurdistanê Şengal rizgar kirin. Xelkê me yê êzdî penaber bûn aware bûn bo vegera wan hewce ye PKK dev ji Şengalê berde û ji Şengalê derkeve. Herwiha îdareya Şengalê û herêmên êzdî jî biser Hewlêrê û Kurdistanê ve bin. Piştî Abdullah Öcalan hat girtin PKKê dest bi dijayetîya kurdan kir. Li Rojava bi Esed re, li Rojhilat bi Îranê re li Başûr jî bi Bexda û Malîkî re kar dikin. Ew hertim dijî Kurdistanê bûne. Jiber polîtîkaya Malîkî ew jenosîd biser kurdên êzdî de hat. Li Bakur jî xendek kolan û xelk penaber bû bajarên kurdan wêran bûn. Nabe êdî PKK wê polîtîkaya xwe bidomîne. Divê êdî PKK xwe biguherîne û ji Şengalê jî derkeve.

Nivîskar Letîf Brûkî: Pêşmerge ji Kobanî derket divê PKK jî ji Şengalê derkeve

PKK dev ji doz û xizmeta Kurdistanê berdaye. Di destpêkê de behsa serxwebûna Kurdistanê dikir û doza azadîya kurdan dikir. Aniha dev ji wê berda ye. Nehiştin Pêşmergeyên Roj  jî derbasî Rojava bibin. 5 hezar pêşmerge ne hindik in û 16 tabûr in. 16 tabûr ne hindik e. Meseleya Şengalê jî niha bûye problem. Em hemû dizanin pêşmergeyan Şengal rizgar kir. Hêza PKKê gerîllayên PKKê jî li wir bûn. Çewan pêşmerge çû Kobanî rola xwe bi cî anî û piştî Kobanî rizgar bû ji Kobanî derket divê PKK jî ji Şengalê derkeve. PKKê rola xwe lîst mala wê ava be. PKK dernakeve bo planên Îranê li Şengalê ye. Eger Şengal bi Kurdistanê ve bihête girêdan Îran nikare di xeta şîe da kar bike. Dê rîya hîlala şîe bihête girtin. Serok Mesûd Barzanî çewan nêzî serxwebûnê dibe hêzên kurdan dijî wî derdikevin. Goran, YNK, PKK hemû dijî serxwebûnê ne.

Nivîskar Ezîzê Gerdenzerî: Divê plana Barzanî ya Şengalê cî bi cî bibe

Jibo xurtkirina bawerîyê, erk û wezîfeyeka giring dikeve liser milê dezgehên ragîhandinê û agehdarîyê. Divê pir caran bê nivîsar û bê belavkirinê, ku êzdî kurdistanî ne, brayên me ne, em êzîdîyan ti car piştguh nakin, em ê li Kurdistanê û li welatên derve jî êzdîyan biparêzin.

Serokê Herêma Kurdistanê, kek Mesûd, lawê lehengê kurd û Kurdistanê nemir Mistefa Barzanî, ew bi xwe jî qehreman e, leheng e. Kek Mesûd tim xwedî soz û qerarên xwe bûye. Daxwaza kek Mesûd rizgarkirina temamîya axa Şengalê û avakirina devereka aram, parêzgeh, li Şengalê de. Bi nêrîna min, bi dîtina min, niha êdî dem hatîye, ku herdu daxwazên kek Mesûd bên cî bi cî kirin.

Jibo vegera xelkê êzdî bo Şengalê, ya yekem xemxurî pêwîst e, xemxurîya gelê me, xemxurîya desthilatdarên me. Divê êzdî bi xwe hest bikin û bawer bikin, ku hemû kurd û kurdistanî brayên hevdu ne û Kurdistan welatê wan e.

Dema şoreşa Barzanîyê Nemir, wisa jî salên 2000î, hemû êzdî amede bûn, ku mal û milkê xwe, can û cesatê xwe, têkine qurbanî jibo Kurdistanê. Wan salan ji xortên 14 salî heta kalên 70 salî jî digotin, ku ewan pêşmergeyê Barzanî ne. Rast e, salên 2000î, êzdîyên Şengalê, Şêxanê, Başiq û Behzanê ditirsîyan, newêrbûn, ku navê kurd û Kurdistanê bînin liser zar, lê wan aqûbeta xwe ya geş li Kurdistanê de didîtin. Niha, gava hinek êzdî, ji bêjeya kurd aciz dibin, divê ewan rastî kîn û rikê neyên. Siba, gava Kurdistana serbixwe ava bû, hemî kêşe û pirsgirêkên gir û hûr wê bên çareserkirin.

Çima hinek êzdî, ji bêjeya kurd aciz dibin? Çimkî piştî 03.08.2014an, piştî fermana komkujîya êzdîyan ya 74an, dijmin û xêrnexwazên yekîtî û tifaqa me, bi rîya dezgehên agehdarîyê, derbeyeka giran gîhandin yekîtîya me.

Divê karesata 03.08.2014an wekî komkujî bê naskirin. Divê dest bi avakirina gund û bajarên devera Şengalê bê kirin. Divê îdareka xwerêvebirinê û parastinê li Şengalê bê avakirin. Erk û wezîfeya parastina Şengalê, divê liser milê Wezareta Pêşmereyên Kurdistanê û lawên êzdîyan be.

Gor agehdarîyên gihîştine li ber destê me, şervanên hemû hêzan jî êzîdî ne û şengalî ne. Divê ew hêza nû avakirî û yekgirtî, ji alîyê Wezareta Pêşmereyên Kurdistanê ve bê birêvebirin. Ala Kurdistanê sembola hukumatê ye û divê ew li serfêza her sembol, her navûnîşanekî be. Lê, bi nêrîna me, divê sembolên êzdîyan, yên qedîm û yên nû, bên parastinê.

Nivîskar Mirazê Cemal: Bila hizûr û aramî çê bibe

Şengal birîndar e, birînên wê hîn nekewîne. Bira bihêlin ew bi xwe pirsgirêkên xwe safî bikin. Şengal herêmeka başûrê Kurdistanê ye. Êşa Şengalê her şengalî dikarin derman bikin. Em dixwazin aramî û hizûr li Şengalê çêbibe milletê me vegerin ser malên xwe.

Heftenameya Bas

records Source:http://www.basnews.com/index.php/kr/news/331769

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev