Raportora Tirkiyê Kati Piri: Em rewşa Tirkiyê niha xirabtir dibînin

Raportora Tirkiyê Kati Piri: Em rewşa Tirkiyê niha xirabtir dibînin

Raportora Parlamentoya Ewropayê ya Tirkiyê Kati Piri careke din axivî û wisa diyar e wê vê carê jî daxuyaniyên wî rayedarên Tirkiyê pir aciz bikin.

Li gorî Kati Piri AKP û rêveberiya wî ji krîter û pîvanên Yekîtiya Ewropayê ge lekî dûr ketiye û her cara ku ew serdana Tirkiyê dikin, dibînin ku rewşa niha ji rewşa berê xirabtir bûye.

Raportora Parlamentoya Ewropayê Kati Piri, di serdana xwe ya Tirkiyê ji rojnamegeran re axivî û eşkere kir ku Tirkiye soz dabû wan ku wê hemwelatiyên wan ji rewşa awarte xisarê nebînin, lê bi qasî xuya dibe heta niha ji sed hezar kesî zêdetir ji kar hatine avêtin, bi qasî vê hejmarê kes hatine binçavkirin û girtin.

Kati Piri ji ber girtina parlamenterên HDP-yî û rojnamegerên muxalîf jî aciziya xwe aniye ziman.

Li gorî Kati Piri gava ku Tirkiye ne aram be û ji demokrasiyê dûr bikeve, ev yek bo Ewropa ji krîza penaberan xeraptir e.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev