Şêwirmendê serokkomarê Kurdistanê seredana Moskvayê dike

Şêwirmendê serokkomarê Kurdistanê seredana Moskvayê dike

Ji bo tevgelîya di nava xebata hemcivîna navnetewî ya navdar Koma Valdayê cara pêşin şêwirmendê serokkomarê Kurdistanê Hemin Hewramî teglîfî Moskvayê kirine.

Konferansa bi têma ”Rohilata Nêzîk: sibê wê kengê bê?” bi hevkarîya Înstîtûta Rohilatzanîyê ya Akadêmîya Rûsîyayê hatîye teşkîlkirin û wê 27-28ê sibatê sala 2017an li Moskvayê bê derbazkirin.

Nûnerên 25 welatan teglîfî konfêransê kirine û ewê tevî xebata wê bibin, di nav wan da sîyasetmedar, zanyar, dîplomat, serekên leşkerîyê û karmendên dewletê yên berê, ku li cihanê navdar in, hene. Di nav rêvebirên konfêransê qasidên taybet yên sêkrêtarê sereke yê Neteweyên Yekgirtî, serokkomarê berê yê Yemenê, wezîrê karên der yê berê yê Misirê, wezîrê berê alîyê pirsên mafên merivan yê Îraqê, sedirê Şêwra Civata Fêdêrasyonê a Rûsîya Federal, cîgirê wezîrê karên der yê Rûsîya Fêdêral hene.

Teglîfkirina Hemin Hewramî bona tevî xebata yek ji civînên cihanê yê polîtologîyê yê binavûdeng encama wê yekê ye, ku Hevalbendîya navbendên êkspêrtîyê yên navnetewî Kurdistanê ciddî digire.

Ev nîşana wê yekê ye, ku gelek êkspêrtên zane û karmendên dewleta Rûsîyayê dixwezin helwesta serokatîya kurdan bihesin. Kar û barê serketî yê serokkomarê Kurdistanê Mesud Barzanî gelekî alî wê yekê kir, ku li cihanê her diçe zêdetir guh didine pirgirêka kurdan.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev