Zanist bi kurdî xweş e -2

Zanist bi kurdî xweş e -2

Xwendevanên delal, wek hûn zanin em bi amadekirina nivîskarê malpera me ji Rojhilata Kurdistanê Edo Makuyî bûyerên balkêş yên li cihanê bûne û dibin, fikirên aqilmendên cihanê raberî we dikin, bi hêvîya ku ewê bi dilê we bin. Edo Makuyî ev nivîs ne tenê amade kirine, lê herwiha ji zimanên cuda-cuda wergerandine kurdî û bi wê yekê va weke ku îzbat dike, ku her nivîsek dikare bi zimanê me yê dewlemend bê wergerandin. Ewî herwiha di dawîya her nivîsekê da navekî balkêş wek navê xwe danîye. Em îro beşa 2an ji nivîsên wî çap dikin.

Amadekar Edo Makuyî

7-Ji Bileztirîn estêrkên ku meriv heya niha dîtîye, yek jê, ya di wêneyê da nîşankirî ye ku:

Fasileya wê ji me, 164 hezar sala Ronahîyê ye,

Û

Eger hûn li ser rûbera wê bisekinin, hingî hûnê bi leza 2 milyon kîlometer di sanîyeyekê (km/s) di fezayê da, hereket bikin.

Edoyê LezGêjOk

8-Yekem Romana Kurdan, ” Şivanê Kurda” bi dengê Edo Makûyî:

Olana dengê Şivanê Kurda di navbera 3 çîyayên Elegez, Bînalûd û Agirîyê da:

9-Lêkoler spray’ek çêdikin ku di cêva merivan da cî dibe û di demeke pir kurt da bi pekandina wê ya li ser birînên xedar, ew pak dikin.

Mekanîzma spray’ê li ser esasa berhemanîna sellûlên bingehîn û termîma (xwexwetîmarkirin) wan birînên xedar e.

Edoyê BirînKûr

10-Gelo we dijmin hene?

Pir baş e

Ev yek nîşan dide ku,

Rojekê, di jîyana xwe da

We Karekî pir girîng, pir bi başî qedandîye.

Winston Churchill

Edoyê BêDost

Derheqa nivîskar da

Edo Makûyî

Edo Makuyî ji Rohilatê Kurdistanê, bajarê Makûyê ye. Medreka Muhendisîya şîmîya (Chemistry Engineering) temam kirîye. Wî Endazyarîya Kîmîyê xwendîye. Bi Kurmancî, Soranî, Farsî, Azerî, Tirkî, Îngîlîzî zane. Gelek pirtûkên kurdî wergerandîye farsî.

Qeydên dişibine hev